Rêya Hîdayetê û Rêya Averêtîyê

Dû rê hene…

Rêya ewîl ya herî xweşiktir û bixêrtir e ku ew jî rêya Muhammed e (ass).

Rêya dûyemîn jî rêya hewa û hewesê ye ku mirovan digihîjîne bîd’etan.

Allah (ac) der heqê vê mijarê de wiha gotîye:

ثُمَّ جَعَلْنَاكَ عَلٰى شَر۪يعَةٍ مِنَ الْاَمْرِ فَاتَّبِعْهَا وَلَا تَتَّبِعْ اَهْوَٓاءَ الَّذ۪ينَ لَا يَعْلَمُونَ

“Piştre bi siparteya emr (ê îlâhî) me tu kir xwedî şerîetek. Bibe tabiê wî. Nede pey hewayên/hewesên nezanan.”[1]

Yanê; ya wehîya ku Allah (ac) nazil kiriye an jî ji xeynî vê wehîyê hemû tiştên din heye. Çêker û xwedîyê wê ew bi çi navê binavîne û dixwaze bibêje bîd’eta hesene jî ev rewş nagûhere. Ew, li îndallah bitevahî peyrevên hewa û hewesê ne.

“…Nede pey hewayên/hewesên nezanan.” Allah (ac) wekî ku ji Rasûlullah (ass) re gotîye, vê hişyarîyê bi heman awayê li Dawûd (as) jî dike:

يَا دَاوُ۫دُ اِنَّا جَعَلْنَاكَ خَل۪يفَةً فِي الْاَرْضِ فَاحْكُمْ بَيْنَ النَّاسِ بِالْحَقِّ وَلَا تَتَّبِعِ الْهَوٰى فَيُضِلَّكَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اِنَّ الَّذ۪ينَ يَضِلُّونَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ لَهُمْ عَذَابٌ شَد۪يدٌ بِمَا نَسُوا يَوْمَ الْحِسَابِ۟

“Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.”[2]

Yanî li cem Allah (ac) tiştekî li dij wehîyê be, xwedîyê wê her bi çi navê binavîne jî tabîbûna hewa û hewesê ye û li îndallah rêşaşîtî ye. Allah (ac) wiha ferman dike:

فَاعْلَمْ اَنَّمَا يَتَّبِعُونَ اَهْوَٓاءَهُمْۜ وَمَنْ اَضَلُّ مِمَّنِ اتَّبَعَ هَوٰيهُ بِغَيْرِ هُدًى مِنَ اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ

“… bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.”[3]

Eger em bibêjin li dij nûjenîyan divê helwestên me çawa bibe? Şerîet vê pirsê jî bê bersiv nehiştîye. Allah (ac) di vê mijarê de ji bo me dû rê danîye. Rêya ewil û ya herî bixêrtir Îttîbaya sûnneta Rasûlullah (ass) e. Kesên ku dijbertîyê bikin dê bi vê tehdîdê ve rûbirû bimînin: “…bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe.”

Welew ku xwedîyê wê bibêje: “Birastî ez dixwazim bi vê tiştê gelek xêran bidest xwe bixim û bigihîjim razîbûna Allah (ac). Ji wê tiştê re bibêje “bîd’eta hesene” jî ev rewşa wî nagûhere. Allahê Azîz û Celîl vê yekê wek “peyrevîtîya hewa û hewesê” binav dike. Dîsa Allah (ac) ji Pêxember (ass) re dibêje ku vê heqîqetê rabigihîne însanan:

اِنَّ اللّٰهَ رَبّ۪ي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ

“Bêşik Allah, Rabbê min û Rabbê we ye. Jê re îbadetê bikin. Ev (rêya ku ez we gazî dikimê), sirati’l mustaqîm e/rêya rasterast e.”[4]

Rêya hîdayetê yek e. Ew jî peyrevîtîya sûnneta Rasûlullah (ass) e. Allah (ac) peyrevîtîya rêyên cûda qedexe kiriye. Allah (ac) wan rêyên ji xeynî rêya tewhîd û sûnnetê wek rêyên rêşaşîtîyê dinavîne. Wekî Ahmed b. Hanbel (rh) hin ûlemayên îslamê van rêyên din wek “Bîd’et û Şehwet” binav dikin. Rasûlullah (ass) vê ayetê bi pratîka xwe tefsîr kiriye.

Ibnî Mesûd (ra) wiha qotîye:

“Rasûlullah (ass) rojekî bi destê xwe xêzekî kişand û wiha got: ‘Ev rêya Allah e (ac) ku rêya rasterast e.’ Piştre li rast û çepê wê xêzê de hin xêzên din kişand û wiha got: ‘Ev (xêzên hanê), her yek ji wan rêyek e ku li serê her rêyekî de şeytanek heye û gazî wê rêyê dike.’ Rasûlullah (ass) paşê ev ayet xwend.”[5]

وَاَنَّ هٰذَا صِرَاط۪ي مُسْتَق۪يمًا فَاتَّبِعُوهُۚ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَنْ سَب۪يلِه۪ۜ ذٰلِكُمْ وَصّٰيكُمْ بِه۪ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ

“Ha ev, rêya min a rasterast e. Bidin pey wê (rê yê). Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî (ji rêya Allah a rasterast) vedigerînin. Bi vêya şîret li we kir, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.”[6]

Qur’an û sunneta sehîh dide zanîn ku rêya heq her yek e û ew jî bi wehîyê eşkerebûyî ye (2/Baqara, 38) û rêyên ji xeynî vê bi tevahî rêşaşîtî ne (10/Yûnus, 32) û ew kesên bi dûv rêyên din ketine di heqîqetê de jirêketine û tabiê hewayên xwe bûne (45/Câsîye,18)

Allah (ac) di ayetekî din de wiha gotiye:

“…Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”[7]

Qur’ana Kerîm, ji bo pejirandina amelan ku ew amel li axîretê biguhere mukâfatê tehev/komînak sê şertan diyar kiriye ku ji wan du heb di vê ayetê de ne:

1. Ew kesê amel dike pewîst e ku li ser tewhîdê be, yanê muwahhîd be ku ji Allah (ac) re şirîk çênake.[8]

2. Pêwist e ku ew, amelê salih be. Yanê li gorî şerîetê û sunneta pêxember be.[9]

Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Her kî amelekî bike û amelê ku kiriye ne li ser sunneta min be ew amêlê wî merdûd e/ne meqbûl e.”[10]

3. Divê ew amel bi îxlâs be. Amel, divê tenê bitenê ji bo razîbûna Allah pêk bê û qet tu xaye û meqsedekî din tevlî wê amelê nebe. Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Allah (ac) di roja qiyametê de wiha ferman dike: ‘Ez ji şirkê mustexnî me/berî me/dûr im. Kî amelekî bike û di amelê xwe de ji xeynî min kesekî din bike şirîk ez wî jî û amelê wî jî diterikînim.’ ”[11]

Herwiha em dikarin bi hêsanî vêya bibêjin. Li cem Allah (ac) ji bo qebûlkirina amelekî sê şert hene

1. Bawerîya/Aqîdeya Tewhîdê.

2. Îxlas. Amelkirina fîsebîlîllah.

3. Îttîbaya Sûnnetê.

Kesê ku amel dike eger ne li ser aqîdeya tewhîdê be û wê amelê ne bi îxlas bike û ew amel ne li gorî sûnneta Rasûlullah (ass) be, li îndallah qet tu qîmeta wê amelê tune.

Em ê niha binêrin ka Rasûlullah (ass) bîd’etan wek “bîd’eta hesene” an “bîd’eta seyyîe” tesnîf kiriye an na? Birastî darîçavan e ku hemû bîd’et li cem Rasûlullah (ass) rêşaşîtî ye.

Irbâz İbn Sârîye (ra) wiha gotîye:

“Rasûlullah (ass) şîretekî pir bi tesîr li me kir. Ji ber vê şîretê qelp lerizîn û hêstir ji çavan herikîn. Me jî ji Rasûlullah (ass) re wiha got:

‘Ya Rasûlullah! Ev şîret, dişibe şîreta wî kesê ku (ji jiyana dinyayê vediqete) xatir dixwaze. Qena tewsîyeyekî li me bike.’ Rasûlullah (ass) wiha got:

“…Xwe bi sûnneta min û xûlefayê raşîdîn ve bizeliqînin. Amelên herî xerab yên ku piştre hatine derxistin in. Her tiştên ku piştre derketî ne bid’at in. Xwe bi van sûnnetan ve bigirin. Ji tiştên ku piştre hatine derxistin xwe biparêzin. Lewre her bîd’et dalalet e, rêşaşîtî ye.”[12]

Rasûlullah (ass) peyva bîd’etê ji hevdu naveqetîne. Bîd’et, bîd’et e. Bîd’et, rêşaşîtî ye. Rasûlullah (ass) wiha dibêje:

“…Amelên herî xerab yên ku piştre hatine derxistin in. Her tiştê ku piştre derketî ne bîd’et e. Her bîd’et dalalet e û her dalalet jî di agir de ye.”[13]

Cabîr b. Abdûllah (ra) wiha gotîye:

“Nebî (ass) di destpêka xûtbeyê de ji Allah re hemd û sena dikir. Paşê wiha digot: ‘Bêşik peyva herî xweşik Kîtâbullah e û rêya herî bixêrtir rêya Muhammed e. Amelên herî xerab yên ku piştre hatine derxistin in. Her tiştê ku piştre derketî ne bîd’et e. Her bîd’et dalalet e û her dalalet jî di agir de ye.”[14]

Rasûlullah (ass) vêya di hemû xûtbeyên xwe de dubare dikir. Li gorî rîwayeta dîya me Aîşe (r.anha) Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Her kî di dînê me de tiştekî ku tê de tûne ye derxîne ew tişt (amel) jê nayê qebûl kirin.”[15]

Mirovek eger di qada dîn de amelek kiribe û ew amelê wî ne lêhatîyê sûnneta Rasûlullah (ass) be qethîyen jê nayê qebûl kirin. Di sûnneta Rasûlullah (ass) de tesnîfeke wek “bîd’eta hesene” an “bîd’eta seyyîe” jî tûne.

Dawîya beşa (10.) Dehemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 45/Casîye, 18

[2]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 38/Sad, 26

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 28/Qasas, 50

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 3/Al-î Îmran, 51

[5]. Darimî, 202; Ahmed, 4437

[6]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 6/En’am, 153

[7]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 18/Kehf, 110

[8]. Bnr. 14/Îbrahîm, 18; 24/Nûr, 39

[9]. Bnr. 3/Âl-î Îmran, 31-32; 4/Nîsa, 64

[10]. Buxarî, 2697; Muslîm, 1718

[11]. Muslîm, 2985

[12]. Tirmizî, 16

[13]. Muslîm, 867; Nesaî, 1578

[14]. Muslîm, 867; Nesaî, 1578

[15]. Bûxarî, 2697; Mûslîm, 1718

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver