Di Hezkirina Pêxember de Dilsozîtî û Derewkarî

Mijara me ya vê beşê wê ev be: “Kesên di îdîaya hezkirina pêxember de dilsoz in û ew ên di vê îdîayê de derewkar in.” Beriya em dest bi nivîsa xwe bikin em dixwazin li ser xalekî bisekinin. Hezkirina pêxember ji îmanê ye. Hezkirina Rasûlullah (ass) tune be îman jî tune. Rasûlullah (ass) wiha gotiye:

“Yek ji we heta ez ji bo wî ji dê û bavê wî û ji zaroyên û ji hemû însanan ne hezkirîtir bim, ew ne xwedî îmaneke kâmil e.”[1]

Pêwistîya hezkirina pêxember (ass) bi rastî di fitreta însanan de heye. Fitreta insan çi qas nêzî pejirandina îslâmê be ew qas jî ji bo hezkirina Rasûlullah (ass) amade û musexer e. Belê, wê demê her ew ê ku bibêje “Ez hez pêxember dikim!” birastî ji pêxember hez dike an na?

Hîn şert û qaîdeyên hezkirina pêxember (ass) li cem Allah (ac) heye. Heke em vê pirsê bikin, Allah (ac) ji hezkirinê re qanûnek danîye:

“Bibêje: ‘Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û gunehên we efû bike.’ ”[2]

Bi vê ayetê fêm bû ku ji bo hezkirina Rasûlullah (ass) li îndallah qaîdeyek heye. Ev qaîde û qanûna hezkirinê jî ev e; divê ew kesê perwer/hezker bibe tabiê hezkirîyê xwe û îtaeta wî bike û fermanên wî bi cih bîne û ji wan tiştên qedexe kiriye jî dûr bikeve. Şair di helbesta xwe de wiha dibêje:

Tu li dij Allah di rewşa îsyanê de yî

Lê belê îdîaya hezkirina wî dikî

Bizanibe ev ne tu rewş e, ya rastî

Heke birastî hezkirina te rast û bi dilsozî bibûya, wê te di hezkirina xwe de îtaeta hezkirîyê xwe bikira. Ew ê hêz dike, di heman demê de îtaetkar e. Bêguman hezkirina pêxember (ass) ji hewcetîyên îmanê ye. Ew mirovê dibêje “min îman bi pêxember anî” an “Muhammedun Resûlullah” divê ji pêxember (ass) hez bike. Di vê rewşê de pîvana hezkirina Rasûlullah (ass) wê çawa bê teqdîrkirin?

Bêşik qaîdeya hezkirinê ya ewil peyrêwîtî û îtaeta Rasûlullah e (ass). Di hezkirinê de wê ji bo me qiyas çi be û divê em li gor pîvaneke çawa tevbigerin?

Pirên însanan tenê bi devkî vê îdîayê tînin ser ziman. Weke ku hûn dizanin eshabîyan jî ji pêxember hez dikirin. Allah (ac) ji ber ku ji îman û hezkirina wan qayîl bû, wan ji vê ummetê re çawa di her mijarê de kir mîsal di mijara hezkirinê de jî kiriye pîvan. Allah (ac) wiha gotiye:

فَاِنْ اٰمَنُوا بِمِثْلِ مَٓا اٰمَنْتُمْ بِه۪ فَقَدِ اهْتَدَوْاۚ

“Eger ew jî wekî ku we îmân anîye îmân bînin, wê bigihîjin hîdayetê…”[3]

Di vê ayetê de ji hemû kesan îmâna eshabîyan yeke yek tê xwestin. Nesila eshabîyan ew nesil bû ku Allah (ac) ji wan razî bibû û ji wan ên pişt xwe re jî wek mîsal hilbijartibû. Di îmâna sehîh û di amelên salih û di hezkirina Rasûlullah (ass) de pîvan û mîsala me jî eshabîyên Rasûlullah (ass) in. Allah (ac) di ayetekî din de wiha dibêje:

وَالسَّابِقُونَ الْاَوَّلُونَ مِنَ الْمُهَاجِر۪ينَ وَالْاَنْصَارِ وَالَّذ۪ينَ اتَّبَعُوهُمْ بِاِحْسَانٍۙ رَضِيَ اللّٰهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ وَاَعَدَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي تَحْتَهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُ

“Pêşeng ên ji muhacir û ensar û ew ên ewil û yên li ser îhsanê bûne tabiê wan (hene)! Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Allah ji bo wan cennetên di binî de çem diherikin amade kiriye û wê di wir de ebedî bimînin. Xelasîya herî mezin ha ev bixwe ye.”[4]

Allah serê pêşîn eshabîyan bi me dinasîne. Allah (ac) wead dike ku dê ji wan ên tabiê eshabîyan bûne jî wê razî bibe. (Allah (ac), evdên ku ji wan razî ye li ser sê qisma veqetandîye: “Muhacir û Ensar û Ew ên li ser îhsanê/bi xweşî didin pey wan.” Ji bo ku em mumîn jî di nav qisma sêyemîn de bin du şert diyar kiriye:

A yekemîn: Dema ku dîn tê qisekirin û tetbîqkirin divê wek pîvan Muhacir û Ensar bên pejirandin û li gor jîyîna wan vê dînê bijîn. Ev jî enceq di îmâna sehîh û di amelên salih de pîvan û mîsal girtina Muhacir û Ensar pêk tê.

A duyemîn: Hezkirina Muhacir û Ensarîyan û rik negirtina ji wan û îstîxfara ji bo wan.

Di vê rewşê de divê em li hezkirina eshabîyan binêrin ka wan bi çi awayî hez Rasûlullah (ass) dikirin? Em ê paşê jî li îdîaya hezkirina civaka vê esrê binêrin û bidin ber hevdu. Wê demê di îdîaya hezkirinê de kî rast e û kî jî ji rastîyê dûr e wê derkeve holê. Em ê der heqê hezkirin û îtaeta eshabîyan de çend mînak bidin.

Di Hezkirina Rasûlullah (ass) De Ji Jiyana Eshabîyan Çend Mîsal

Cabir b. Abdullah (ra) wiha gotiye: “Min bihîst ku Rasûlullah (ass) wiha gotiye: ‘Allah (ac) ji wî kesê re agirê cehennemê heram kiriye ku pîyên wî fîsebîlillah/di rêya Allah de toz digire…’ ”[5]

Yanê xwedîyê wan pîyan/lingan ji agir re heram e. Eger ji agir re heram bin nexwe cennetî ne… Piştî vê gotina wî ew ên bi Cabir (ra) re rêwîtî dikirin bi tevahî ji siwarîyên xwe/ji berzînên xwe peya bûn û dest bi meşê kirin. Rêya wan ne çend pêgav bû. Bi kîlometreyan meşîyan. Lewre di sefereke pir dûr de bûn. Ha ev mirovên hanê hezkirîyê pêxember in û gotina wî tesdîq kirine. Birastî ew ên ku îman pê anîne jî ew bixwe ne.

Hûn bi ayeta qedexekirina şerabê dizanin. Ew şerap ku Ereb ên dewra cahilîyê pir mubtelayê wê bûn û di helbestên xwe de pesnê mirovê pir şerepvexwar dikirin. Yanê vexwarina şerabê wekî qismek ji civaka roja me di jiyana wan de nebe nabe bû. Dema ayeta qedexekirina şerabê nazil bû û piştî hukmê herambûna wê ku binavê “karê şeytan” hate navandin di nav kuçeyên Medînê de wekî ku lehîya şerabê rabe… Kesên vê ayetê seh kirin kodê ji daran/fiçîyên xwe di kuçeyan de rijandin û herikandin.

Ji bo çi vê kirin gelo? Ji ber ku di tiştê pêxember agahdar kiriye de wan li ser rastîyê îtaet kirine û di hezkirinê de gihiştine asta herî bilind. Ha ew bixwe di hezkirina Rasûlullah (ass) de rastbêj û dilsoz bûn.

وَقُلْ لِلْمُؤْمِنَاتِ يَغْضُضْنَ مِنْ اَبْصَارِهِنَّ وَيَحْفَظْنَ فُرُوجَهُنَّ وَلَا يُبْد۪ينَ ز۪ينَتَهُنَّ اِلَّا مَا ظَهَرَ مِنْهَا وَلْيَضْرِبْنَ بِخُمُرِهِنَّ عَلٰى جُيُوبِهِنَّۖ

“Ji jinên mumînê re jî bibêje: ‘(Bila) çavên xwe (ji heramîyê) bigirin û îffetên xwe biparêzin.’ Ew ên jiber xwe ve derdikevin ne tê de bila zîynetên xwe jî der nexin/nîşan nedin. Bila terhîyên/çarikên serê xwe (bi awayê ku ser û sitû û singên wan binuxmîne) di ser berstûka/berqirika xwe de berdin…”[6]

Dîsa wekî ku hûn jî dizanin, dema ji bo jinên mûmîne ayeta tesettûrê nazil bû, binêrin ummu’l mumînîn Aîşe (ra) jinên Ensarîyan çawa diwesfîne: “Hemû jinên Medînê, çi ji mirtên[7] xwe û çi ji qumaşên libasên xwe jê dikirin û ji xwe re dikirin laçik û çarik.” 

Jinên mûmîne negotin ka em biçin sûkê û ji xwe re kemn û laçikan bistînin. An jî negotin “De ka heta vê tiştê ji pêxember (ass) bibihîzin em ê hêj xwe binuximînin.” Çawa ayeta hîcabê bihîstin, di heman demê de îteat kirin. Ha ev in ew ên ku hezkirîyê pêxember in û di hezkirina xwe de dilsoz in.

Li ser vê mijarê em ê mînakekî din bidin. Ebû Mûsa el Eşarî (ra) di şera dijî Rûman de ji eshabîyan re wiha dibêje: “Rasûlullah (ass) wiha gotiye: ‘Cennet di bin sîya şûran de ye.’ Xortek li wê derê vê pirsê kir: “Ya Ebû Mûsa! Te ev gotin ji pêxember bihîstîye?” Ebû Mûsa got: “Erê, min ev gotin ji pêxember (ass) bihîst.” Ew xort çawa ku vê gotina pêxember (ass) dibihîze xwe noqî nava sefan dike û wek şehîd can dide. Ha evana bi vê awayê bûnê eshabîyên Rasûlullah (ass).

Ji bo însan tiştê ji mirovan re ya herî bi qîmet can e. Wan mirovan çawa peyva pêxember dibihîstin weke me di pelên borî de teqdîm kiribû ji ber pêwistîya tiştên ku wî em pê agahdar kiriye di wê lehzê de ew tiştê di destê wan de a herî giranbiha, yanî nefsa xwe di rêya Allah de feda dikirin. Ha ew in ku bi rastî û bi dilsozîtî îman bi pêxember anîne û ji Rasûlullah (ass) hez kirine.

Qiseya Ka’b b. Malîk (ra) jî di vê mijarê de mînak e. Di sefera Tebûkê de di nav wan kesên paş de mayî bû. Piştî ji seferê vedigerin Rasûlullah (ass) axaftina bi wî re jî ji muslîman re qedexe kiribû.  Ka’b b. Malîk vê mijarê wiha vedibêje:

“Ez çûm bexçeyê pismamê xwe. Ew yekî wisan bû ku min ji dil û can jê hez dikir. Dema ez çûme bexçeyê wî min silav dayê lê wî silava min negirt. Min nizanîbû wî çima silava min negirt. Hezkirîyê mirov di rewşeke tengezar de were cem yekî lê ew silava wî negire…”

Allah (ac) li ser rewşa Ka’b b. Malîk û ew ên li paş mayî de wiha gotîye:

حَتّٰٓى اِذَا ضَاقَتْ عَلَيْهِمُ الْاَرْضُ بِمَا رَحُبَتْ وَضَاقَتْ عَلَيْهِمْ اَنْفُسُهُمْ

“…Wisan ku bi hemû firehîya xwe dinya li wan teng bû û bêhn li wan çikîyayî bû/ji ezaba wijdanê gevizîn/perpitîn…”[8]

Li ser emrê Rasûlullah (ass) eshabîyan bi wî re nediaxivîn û berê xwe nedidan wî û heta silava wî jî nedigirtin. Digel vê rewşê diçû cem hevalê xwe yê ku jê herî zêde hêz dikir. Hevalê wî jî ne digot wê li vê derê kî me bibîne?

Tiştê ku pêxember qedexe kiriye bikim dê kî bibe şahidê vê rewşê. Belê ev ne digot. Çawa ku emrê pêxember seh kir di wê lehzê de rû vegerand û silava wî jî negirt. Ligel ku Rasûlullah (ass) wan nedidîtin jî fermana pêxember (ass) bê kêmasî pêk dianîn.

Abdullah b. Umer (ra) wiha neqil dike:

“Min ji Rasûlullah (ass) bihîst, wiha got: ‘Jinên mumîne ji mizgeftan men nekin.’ ”[9] Kurê wî got: “Wallahî em ê wan ji mizgeftan men bikin.”

Rawî dibêje Ibnî Umer bi kurê xwe re xeyidî û wî ji kirina tiştekî wisan men kir. Ev jî nîşan û elameta hezkirina Rasûlullah e (ass).

Dawîya beşa (5.) pêncemîn, dê bidome înşaAllah…


[1]. Buxarî, Îman: 8; Muslîm, Îman: 69, 70

[2]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 3/Al-î Îmran, 31

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 2/Baqara, 137

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 9/Tewbe, 100

[5]. Buxarî, Kîtabu’l-Cîhad; Beyhakî 1/259 Sûnen’uI-Kûbra, 9/162

[6]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 24/Nûr, 31

[7]. Cureyekî qumaşê ye ku jinên Ereb bi wê xwe dinixumandin. Ev qumaş ji hirî bû û di heman demê de wek betanîye jî dihat bikaranîn.

[8]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 9/Tewbe, 118

[9]. Ibn Ebî Şeybe, Musannef, C. 3., 7690, 7691; Ebû Dawûd, Salât, 565, 566

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver