Hezkırın Û Gırêdayîtîya Rasûlullah De Mînakên Herî Xweşık

Li gorî rîwayeta Abdullah b. Muxaffel (ra), wî zilamekî dît ku bi serê tilîyên xwe kevir davêje. Berê xwe didê û jê re wiha dibêje: “Bi serê tilîyên xwe kevir navêje. Lewre Rasûlullah (ass) kevir avêtina bi serê tilîyan qedexe/nehîy kiriye (an jî wî vê karê mekruh didît).” Wekî din wiha pê de çû: “Lewre bi wê (kevirê) ne nêçîrek tê girtin û ne jî dijminek tê kuştin. Lê belê dibe ku diranên mirovekî bişkîne an jî çavên wî derxîne.” Piştî vê dîsa dît ku ew zilam kevirên biçûk davêje. Jê re got: “Rasûlullah (ass) kevir avêtina bi serê tilîyan qedexe/nehîy kiriye (an jî wî vê karê mekruh didît). Ez vê hedîsê ji te re neqil dikim û tu hêj jî bi serê tilîyên xwe keviran davêjî ha! Ez ê êdî bi te re neaxivim.”[1]

Belê welew ku eqrebayê wî jî bê, welew di civaka Ereban de mensûbê qebîleya pir bi hêz be jî, welew ji ber peyva ji eqrebeyan re bê gotin şûr derbêxin jî û xwîn birejin jî ligel van rewşan li hezkirina Rasûlullah (ass) binêrin! Çawa ku ew sahabî bi dilsozîtî îtaet kiriye. Bi heman awayê ji ew ên îtaet nekirine jî buxz dikir. Di vê mijarê de di navbera xwe û kesên din de mesafe dihiştin.

Li ser vê meseleyê em ê mînakekî din bidin. Rasûlullah (ass) dema nimêj dike Cibrîl (as) tê cem wî û wiha dibêje: “Di pêlava te de necaset heye. Rasûlullah (ass) jî hêj di nimêjê de pêlava xwe derdixe û dihêne kêleka xwe. Kesên di cemaetê de ne bi tevahî pêlavên xwe derxistin û dihanîn ber xwe. Paşê Rasûlullah (ass) nimêjê diqedîne û wiha dibêje: “We ji bo çi pêlavên xwe derxist?” Gotin: “Ya Rasûlullah, me dît ku te pêlavên xwe derxist, me jî wisan kir.” Yanî nabêjin, em nimêja xwe biqedînin û paşê em ê bipirsin ka Rasûlullah (ass) ji bo çi pêlavên xwe derxistîye da ku em jî piştî vê gavê wisan tevbigerin. Li ser vê gotina wan Rasûlullah (ass) wiha dibêje: “Cibrîl xeber da min û wiha got: “Di pêlavên te de pîsîtî heye. Ji ber vê yekê min jî pêlavên xwe derxist…”[2] Girêdayîtîya bi dilsozîtî ya bi Rasûlullah (ass) re ev e.

Rasûlullah (ass) rojek serî li komekî da ku wan darên xûrmeyan aşî dikirin. Rasûlullah (ass) ji wan re dibêje “Hûn vê (aşîyê) nekîn jî wê (xûrmeyên we) bigirin.” Ew sal darên xûrmeyan hersim/kerik dan. (Berekî baş nedan.) Rasûlullah (ass) paşê dîsa serî li wan da û wiha got: “Xûrmeyên we di çi rewşê de ne?” wan jî gotin: “Te ji me re wiha wiha got, me jî wisan kir û encam jî ev e…” Li ser vêya Rasûlullah (ass) ji wan re wiha got: “Hûn karûbarên dinyayê ji min çêtir dizanin.”[3]

Eshabîyan dikarîbûn di vê mijarê de tabîê wî nebin. Eshabîyan li cem xwe hizir dikirin qey ev şîreta Rasûlullah (ass) jî dibe ku wehîy be. Ji ber vê yekê îtaeta wî kirin. Digel vê rewşê jî wan negotin “Ya Rasûlullah, ev karê dinyewî û ziraî ye. Tu ne cotkar î û ev jî ne emrê Allah e. Pêwendîya vê mijarê bi hûkmên olê tune. Awayê ku em aşî dikin herî qenctir e.” Eshabîyên wî ha bi vê dilsozîtîyê îtaeta Rasûlullah (ass) dikirin.

Pirên me ayetên înfaqê dizanin. Allah (ac) wiha dibêje:

مَنْ ذَا الَّذ۪ي يُقْرِضُ اللّٰهَ قَرْضًا حَسَنًا فَيُضَاعِفَهُ لَهُٓ اَضْعَافًا كَث۪يرَةًۜ

“Ma kî ye ew ê (bextewar) ku deynekî xweşik/rind bide Allah. Wê Allah jî qat bi qat zêdeyî deynê wî şûn de bide wî…”[4]

Dema ku eshabîyan vê ayetê bihîstin înfaqa xwe zêdetir kirin û wiha gotin: “Allah (ac) ji me dixwaze em ê jî înfaq bikin ya Rasûlullah!”

Birastî ev bixwe ye bi cih anîna emrê Allah (ac) û îtaeta Rasûlullah (ass). Eger em dilsozîtî û teslîmîyeta eshabîyan bihejmêrin rûpelên me têr nakin û em nikarin biqedînin. Wekî ku me di rûpelên pêş de anîbû ser ziman Allah (ac) ji hezkirinê re jî ûsûl û qaîdeyan danîye. Kesê ku îdîaya hezkirinê dike divê di heman demê de îtaeta hezkirîyê xwe bike. Di hezkirinê de ji bo kesê mûslîm pîvana rastbêjîyê an derewkarîyê jiyana eshabîyan e. Ji bo çi? Ji ber ku Allah (ac) bi awayekî eşkere dibêje ji wan razî bûye û îmana wan qebûl kiriye. Dîsa ji wan ên ku tabiê wan bûye jî razî bûye. Allah (ac) der heqê wan de wiha ferman dike:

وَالسَّابِقُونَ الْاَوَّلُونَ مِنَ الْمُهَاجِر۪ينَ وَالْاَنْصَارِ وَالَّذ۪ينَ اتَّبَعُوهُمْ بِاِحْسَانٍۙ رَضِيَ اللّٰهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ وَاَعَدَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي تَحْتَهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُ

“Pêşeng ên ji muhacir û ensar û ew ên ewil û yên li ser îhsanê bûne tabiê wan (hene)! Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Allah ji bo wan cennetên di binî de çem diherikin amade kiriye û wê di wir de ebedî bimînin. Xelasîya herî mezin ha ev bixwe ye.”[5]

Em ê niha jî mînakên derewkaran bidin da ku em wan nas bikin. Em ê der heqê kesên ku bi zimanê xwe îdîaya hezkirina Rasûlullah (ass) dikin û kirinên wan vê gotina wan diderewîne em ê mînak bidin. Rasûlullah (ass) ji destpêkê hetanî wefata xwe da’wet û teblîxa tewhîdê dike. Ji mirovan re behsa bitenê îbadet kirina ji Allah (ac) re û dûrketina ji şirkê kiriye. Behsa pêwistîya dûrketina taxûtan kiriye. Ligel vê yekê ew mirovê pêşanîya wî îtaeta Allah û Resûlê wî ye wiha dibêje: “Rast e, tewhîd bingeha dîn e. Lê dema em behsa van tiştan dikin pirên mirovan ji me hez nakin û ev gotinên me li wan giran dihê. Ji ber vê yekê mirov ji da’weta me rû dizivirînin.”

Belê, ev mirov li gorî zena xwe ji Rasûlullah (ass) hez dike. Lê em dikarin bibêjin ku ew kes derewkar bixwe ye. Ev mirov li gorî usûl û qaîdeyên hezkirina Allah di hezkirina xwe de derewkar e. Rasûlullah (ass) di destpêka teblîxa xwe de vê heqîqetê ragihandîye însanan: “Bibêjin Laîlaheîllallah û xelas bibin!” Berîya ku wefat bike jî vê şîretê kiribû:

“Allah, lanetê li Cihûyan û Fillehan bike. Wan qebrên pêxemberên xwe ji xwe re kirin mescîd. Nebe ku hûn qebra min bikin mescîd…”[6]

Rasûlullah (ass) bi vê gotinê esasekî tewhîdê hînî însanan kiriye û rêyên ku wan digihîjîne şirkê girtiye. Ew kesê hez Rasûlullah (ass) dike divê di rêbaza daweta Nebewî de jî îtaeta wî bike.

Pîvana Hezkirina Allah (ac) Îttîbaya Rasûlullah (ass) E

Hin kes wiha dibêjin: “Dema em ji însanan re bibêjin demokrasî aqîdeyek û pergaleke xeyrî îslamî ye û deng/ray dayîna di hilbijartinên demokratik de ji bo wî kesî derîyê şirkê vedike… însan ji dawet û teblîxa me rû vedigerînin.” Kesên ku vê îdîayê didin pêş bi rastî di hezkirin û îtaeta Rasûlullah (ass) de ne dilsoz in. Hetanî em dikarin bibêjin ku derewkar bixwe ne.

Ew kesên dibêjin “Sûnneta Rasûlullah (ass) ji me re ne hûccet/delîl e. Sûnneta Pêxember me eleqedar nake. Lewre tiştê ku hûn dibêjin sûnnet; ew tişt e ku kevneşopên civaka Ereban bû. Ligel vê Qûr’ana Kerîm hêj bergehdartir e. Qûr’ana Pîroz parastî ye. Lê belê sûnneta Pêxember ne parastî ye. Em ji Pêxember hez dikin û me îman anîye. Lê em bawer nakin ku sûnnet bi rêyên sehîh gihîştîye me.”

Ev kesên hanê di serê pêşî de dijberîya usûl û qaîdeyên hezkirinê kirine. Di eleyha nefsên xwe de şahidîya derewkarîya xwe dikin. Allah (ac) wiha ferman dike:

قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

“Bibêje: “Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[7]

Dema ku em vê mijarê bi ronahîya vê ayetê binirxînin em digihîjin encamekî wisan. Eger sûnneta Rasûlullah (ass) bi rêyekî zexm ranegihîştibe me em ê çawa bibin tabiê wî? Kesê ku îdîaya hezkirina Allah (ac) dide pêş di vê rewşê de wê çawa vê îdîaya xwe îsbat bike?

Ew kesên dibêjn “Ew tiştên ji pêxember re hatine em ê teqdîmê Qûr’anê bikin. Eger Qûr’an wan hedîsan tesdîq bikin em ê jî qebûl bikin û bibin tabiê wan. Lê eger Qûr’ana Pîroz wan hedîsan tesdîq neke wê demê em jî wan napejirînin” bi vê gotinê di îdîaya hezkirina Allah (ac) û Rasûlê wî de ketine rewşeke derewkar.

Allah (ac) di vê mijarê de bi teqezî raye daye Rasûlullah (ass). Em vê ji ku dizanin?

Li cihê bexçeyên xûrmeyan ku jê re Harre dihat gotin ji bo avdana darên xûrmeyan di navbera Zubeyr (ra) û zilamekî Ensarî de niqaş derket. Zilamê Ensarî jê re got: “Avê berde da ku bê ser bexçeyê min jî!” Lê belê Zûbeyr bi gotina wî nekir. Paşê vê da’wê birin cem Rasûlullah (ass). Rasûlullah (ass) ji Zûbeyr re got: “Ya Zûbeyr, tu darên xwe av bide û piştre avê ji cîranê xwe re berde.” Zilamê Ensarî hêrs bû û wiha got: “Ji bo ku ew kûrê meta te ye (te dora avdanê da wî)?” li ser vêya rengê Rasûlullah (ass) gûherî û wiha got: “Ya Zûbeyr, tu av bide. Hetanî av bigihîje qûrmê daran jî dev ji avdanê bernede!” Zûbeyr (ra) wiha got: “Wallahî ez bawer im ku ev ayet der heqê vê mijarê de nazil bûye.”[8]

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتّٰى يُحَكِّمُوكَ ف۪يمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْۙ ثُمَّ لَا يَجِدُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْل۪يمًا

Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.

Ew ên pirsgirêkên xwe nabin cem (sunneta) Rasûlullah (ass) û dibêjin di van mijaran de qet tu rayêya wî tune an jî bi zimanê xwe herênî bidin lê di amelên xwe de helwestên cihawaz têxin holê jî di çarçoveya vê ayetê de ne. Welew hûkmê ku Pêxember daye di Quranê de derbas nebe jî ev rewş nagûhere.

Dawîya beşa (6.) şeşemîn, dê bidome înşaAllah…


[1]. Bûxarî, 5479

[2]. Ebû Dawûd, 478

[3]. Mûslîm, 2344

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 2/Baqara, 245

[5]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 9/Tewbe, 100

[6]. Mûslîm, 527

[7]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 3/Baqara, 31

[8]. Bûxarî, 2360

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver