Hemû Axaftinên Resulullâh Ji Wehîyê Bû

Ew tiştên ku Rasûlullah (ass) di mijara dîn de axivîye ji wehyê pê ve ne tiştekî din e. Axaftina wî ne ji hewa û hewesê ye. Allah (ac) li ser vê mijarê wiha ferman dike:

وَمَا يَنْطِقُ عَنِ الْهَوٰىۜ اِنْ هُوَ اِلَّا وَحْيٌ يُوحٰى

“Ew, ji hewayê napeyive. (Axaftinên wî,) ji wehîya ku jê re tê wehîykirin pê ve ne tiştekî din e.”[1]

وَمَٓا اٰتٰيكُمُ الرَّسُولُ فَخُذُوهُ وَمَا نَهٰيكُمْ عَنْهُ فَانْتَهُوۚ

“Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin.”[2]

Li gorî îslamê hûkmê mîrasê parek ji jin re û dû par jî ji mêr re ye. Ji ber ku dadgehên îro ne li gorî şer’a şerîf hukim didin û em li darû’lkufrê de dijîn, ew kesê îdîaya hezkirina Allah (ac) û Pêxember (ass) didin pêş dema mijara mîrasê derdikeve holê çi dikin? Pirên jinan ji ber ku li gorî şerîetê ji mîrasê parek li wan dikeve dibêjin em ê serî li dadgehên fermî bidin. Ligel vê yekê ew hêj jî îdîaya hezkirina Allah (ac) û Rasûlullah (ass) jî dikin. Li gorî fermana Allah (ac) ew kes di hezkirina xwe de di zennê de ne. Wan kesan îman neanîye û ji Allah (ac) û Rasûlê wî hez nekirine. Îman anîn û hezkirina wî li ser gûmanê ye. Allah (ac) wiha ferman dike:

اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ يَزْعُمُونَ اَنَّهُمْ اٰمَنُوا بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ يُر۪يدُونَ اَنْ يَتَحَاكَمُٓوا اِلَى الطَّاغُوتِ وَقَدْ اُمِرُٓوا اَنْ يَكْفُرُوا بِه۪ۜ وَيُر۪يدُ الشَّيْطَانُ اَنْ يُضِلَّهُمْ ضَلَالًا بَع۪يدًا

“Kesên zen dikin ku, bi ya ji te re hatîye daxistin (Qur’an) û bi (Kitêb) ên berî te nazil bûne îman tînin, te wan nedît? Digel bi înkarkirina wî hatine emirkirin ew dixwazin li ber taxût bên darizandin/muhakeme bibin. Şeytan jî dixwaze ku wan bi dalaletekî dûr (ku vegera wan a bi heqîyê ve pir zor e) bixerifîne.”[3]

Ew kesên ku ahkamên şerîeta Allah (ac) davêjin quncekî û xwe bi qanûnên beşerî û bi urf û âdetan û bi tore û bawerîyên meheli/bîladî ve digirin, yanê bi kurtahî serî li wan mercîyan didin (ku pirsgirêkên wan ne li gor şer’a şerîf çareser dibin); eger bi zimanê xwe îdîaya îmanê bikin jî ev îdîaya wan ji zenê pêk hatîye, di heqîqetê de ne mûteber e.

Ibnî Abbas (ra) rojek ji Rasûlullah (ass) hedîsekî rîwayet dike. Eshabîyên li wê derê wiha dibêjin: “Erê, tu wisan dibêjî lê Ebûbekir û Ûmer jî wiha wiha dikirin.” Ibnî Abbas (ra) heyirî dimîne û dibêje “Hema maye ku kevir li ser we bibare! Ez dibêjim Rasûlullah (ass) wiha gotîye hûn dibêjin Ebûbekir û Ûmer wiha wiha dikir!”

Malûm e, hûn li cem eshabîyan qedirbilindîya Ebûbekir û Ûmer (r.anhuma) dizanin. Her du jî hevalên Pêxember ên dilsoz in. Digel vê Ibnî Abbas dijberîya ji gotina Pêxember re qebûl nake. Û dibêje hema maye ku kevir li ser we bibare.

Ûmer (ra) Hacerû’l Eswedê maç dike û wiha dibêje: “Wallahî ez dizanim ku tu tenê kevirek î. Tu ne feyde û ne jî zirar didî. Eger min nedîtibana ku Pêxember (ass) te maç kiriye min jî te qethîyen maç nedikir.” Em li vê derê dibînin ku ew Ûmerê bi aqilmendîtîya xwe xûyaye bû ligel îtaeta Pêxember çawa aqil betal kir. Ha ev hezkirina Pêxember e (ass). Îman anîna Pêxember wisan e. Ev, îbadetkirina Allah e (ac) bi awayê ku Pêxember nîşan daye.

Rasûlullah (ass) di tilîyê zilamekî de gustîleke ji zêrê dibîne -weke ku tê zanîn gustîla ji zêrê ji zilamên mûmîn re heram e, Allah (ac) hevrîşim û zêr ji mêrên ummetê re heram kiriye-. Rasûlullah (ass) ji wî zilamê re wiha dibêje: “Wê ya di tilîka xwe de derxe û bavêje. Ew parîyek ji agir e. Tu dixwazî parîyekê ji agir bexî tilîya xwe.” Rasûlullah (ass) çawa ku vê hişyarîyê dike ew zilam gustila di tilîya xwe de derdixe û davêje. Paşê Rasûlullah (ass) diçe û cîvat belav dibe. Hin kesên li wê derê ji wî zilamê re wiha dibêjin: “Wê gustilê ji erdê rake û ji xwe re bifiroşe, ji bo xwe sûd wergire.” Ew zilam wiha dibêje: “Wallahî tiştê ku Rasûlullah (ass) ji min re gotîye derxe û bavêje ez jê sûd wernagirim.”

Sûbhanallah. Ha ev e hezkirina Rasûlullah (ass)… Ha ev e îmana bi Pêxember… Ev e pêwistîya “Muhammedun Rasûlullah”.

Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de wiha ferman dike:

اَمْ اَمِنْتُمْ مَنْ فِي السَّمَٓاءِ اَنْ يُرْسِلَ عَلَيْكُمْ حَاصِبًاۜ فَسَتَعْلَمُونَ كَيْفَ نَذ۪يرِ

“Nexwe qey hûn emîn in ku ew (Allah) ê li asîman bahozekî/bagerekî ku kevir di ser we de bibarine neşîne? Hûn ê fêm bikin ka hişyarîya min çawa ye!”[4]

Ma qey hûn ji ezaba wî ya ku li esmanan e emîn in? Allah (ac) bi me dide zanîn ku ew bixwe li esmanan e. Em ê binêrin ka Rasûlullah (ass) vê ayetê çawa rave dike.

Muâwîye Ibnû’l-Hakem es-Sûlemî rojek hate cem Rasûlullah (ass) û jê re wiha got:

“Cêrîyeke/Carîyeyeke min heye. Şivantîya ajalên min dike û wan diçêrîne. Di nêz de pezekî min winda kir. Min pirs kir: “Çi pê hat?” ji min re got: “Gûr wê xwar.” Ez ji ber vê bûyerê xemgîn bûm û min şiqamek lê xist. Piştî vê tevgerê ez poşman bûm û min got ez ê koleyekî rizgar bikim. Gelo ez dikarim wê rizgar bikim?” Rasûlullah (ass) berê xwe da wê cêrîyê û jê vê pirsê kir:

“Allah li ku derê ye?” Ew cêrî vê pirsê wiha bersivand:

“Li esmanan e.”

“Belê, de ka bêje ez kî me?”

“Tu Rasûlullah î.” Piştî vê bersiva wê Rasûlullah (ass) berê xwe da min û wiha got:

“Wê rizgar bike, lewre ew mûmîne ye.”[5]

Em hemû dizanin ku Rasûlullah (ass) qet tu demê li hember rêşaşîtîyê de sukût nekirîye û bêdeng nemaye. Eger li cihekê çewtîyek û xeletîyek hebe Pêxember (ass) wê çewtî û xeletîyê di heman demê de rast kiriye. Ew cêrî/carîye dibêje Allah (ac) li asîman e. Lê dema hûn vê yekê ji hin mirovan re bibêjin ew ên îdîaya hezkirina Pêxember (ass) dikin wiha dibêjin: “Hin aliman gotine eger em bibêjin Allah li asîman e, ev tê vê maneyê ku ji Allah re cih û mekan hatibe nisbetkirin. Eger em ji Allah re cih û mekan nisbet bikin ev bixwe dibe kufr. Allah ji cih û mekanan munezzeh e.”

Tu dibêjî ez ji Pêxember (ass) hez dikim û tu dibêjî ku min îman bi Pêxember anîye; Rasûlullah (ass) ayetê Rabbê xwe wiha rave kiriye û eshabîyên wî wiha fêm kirine… Rasûlullah (ass) vê yekê tîne ser ziman û dibêje ev heq e. Lê tu hêj jî dibêjî filankes wiha got fulankes wiha got… Tu bi gotinên li dij hedîsên Rasûlullah (ass) bawerî tînî.

Ma qey hezkirina Pêxember ya bi dilsozîtî bi vê awayê ye? Ew mirov bi vê helwestên di hezkirina xwe de li hemberî Pêxember (ass) bûye derewkar. Bi zimanê xwe û bi amelên xwe di aleyha xwe de şahidî dike. Allah (ac) îdîaya hezkirina wan mirovan wek “zen” binav kiriye.

Eshabîyan dema gotina Rasûlullah (ass) dibihîstin di heman demê de îteat dikirin. Di her kîjan wara jiyanê de bibe bila bibe dema amel û kirinên Pêxember (ass) didîtin bê pirs û bê îtîraz di heyata xwe de tetbîq dikirin. Aniha hûn wan eshabîyan (r. anhûm) û ew kesên di dewra me de xwedîyê îdîaya hezkirina Allah (ac) û Rasûlê wî dikin bidin berhevdû û qiyas bikin. Belê wan jî îman bi Pêxember (ass) anîbûn û ji Pêxember (ass) hezkiribûn û ew kesên ji hedîsên Rasûlullah (ass) rû vedigerînin jî îdîaya hezkirina Pêxember (ass) dikin.

Rê û rêbaza Rasûlullah (ass) jî hemû rê û rêbazên din ji me re şîrîntir û xweşiktir e.

“Bêşik peyva herî xweşik Kîtâbullah e û rêya herî bixêrtir rêya Muhammed e (ass). Amelên herî xerab yên ku piştre hatine derxistin in. Her tiştê ku piştre derketî ne bid’at e. Her bid’at dalalet e û her dalalet jî di agir de ye.”[6]

Dawîya beşa (7.) heftemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 53/Necm, 3-4

[2]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 59/Haşr, 7

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Nîsa, 60

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 67/Mûlk, 17

[5]. Mûslîm, 537

[6]. Mûslîm, 867

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver