EL-KAHHÂR/EL-KÂHİR

El-Kahhâr û El-Kâhir navên Allah (ac) yên ji El-Esmaû’l Hûsna ne. Ev nav ji koka “Ke-he-ra/Kahr” mûştaq e/pêkhatî ye. Maneya vê kokê serdest hatina tiştekî û zelîlkirina wî.

Maneya navê El-Kahhâr û El-Kâhir: Ew ê ji her tiştî re sitû dide tewandin û dihêxê bin hukmê xwe. Navên El-Kahhâr û El-Kâhir di Qûr’ana Kerîm de şeş (6) car dibore.

وَهُوَ الْقَاهِرُ فَوْقَ عِبَادِه۪ وَيُرْسِلُ عَلَيْكُمْ حَفَظَةًۜ حَتّٰٓى اِذَا جَٓاءَ اَحَدَكُمُ الْمَوْتُ تَوَفَّتْهُ رُسُلُنَا وَهُمْ لَا يُفَرِّطُونَ 

“Ew, li ser evdên xwe (yê ku ji her tiştî re sitû dide tewandin) Qahir e. Ji we re (melâiket) ên parêzkar dişîne. Dema yek ji we dikeve ber mirinê hingê qasidên me (meleku’l mewt) rûhê wî distînin. Û ew wezîfeyên xwe bi awayekî bêqisûr dikin.”1

Tecellîyên Navê El-Kahhâr

Allah (ac) di maneyeke bêsînor de xwedîtîya hêz û otorîte ye. Ew, ji her tiştî berztir û serdesttir e. Ji ber ku Allah (ac) El-Kahhâr e di gerdûnê de rêkûpêktî û li dinyayê jî jiyan heye. Lewre wî bi wesîleya zagonên xwe pergalek ava dike û her tişt ji vê pergalê re sitû ditewîne. Tav, heyv, roj, şev, behr û çiya… Lehzeyek be jî nikarin ji pergala El-Kahhâr derkevin. Jixwe derkevin di gerdûnê de pergal û li dinyayê de jî heyat namîne. Herwiha navê Allahê El-Kahhâr her lehze tecellî dike.

Mirin jî tecellîya navê El-Kahhâr e. Allah (ac) bi mirinê sitû ji her tiştî re daye tewandin. Heyîn bi tevahî diwelide, şîn dibe dijî û dimire. Her çi heyînên bîrewer û bêhay hebin ne di derê vê çerxê de ne.

Mûsîbet û nexweşîn jî tecellîyên navê El-Kahhâr in. Bêgûman tu kes mûsîbet naxwaze û qîma xwe bi newxeşînan nayne. Lê belê dema Allah (ac) teqdîr kir, mirov bixwaze nexwaze teslîmê hukmê wî dibe û li dij teqdîra wî sitû ditewîne.

وَهُوَ الْقَاهِرُ فَوْقَ عِبَادِه۪ۜ وَهُوَ الْحَك۪يمُ الْخَب۪يرُ

“Eger Allah zerarekî bide te, jê (ji Allah) pê ve tu kes nikare wê biborîne. Eger xêrekî bigihîjîne te, ew li ser her tiştî Qadir e. Ew, li ser evdên xwe (yê ku sitû ji her tiştî re dide tewandin) Qahir e. Ew (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.”2

Vejîna nû û hisabdayîn jî tecellîyên navê El-Kahhâr in. Mûmîn an facir bê cudahî dê herkes îcabetê vexwendina vejînê bike û di qada hisabdayînê de cihê xwe bigire. Qet tu kes nikare dij îradeya Allah (ac) ya li ser vê mijarê îtîraz bike.

يَوْمَ تُبَدَّلُ الْاَرْضُ غَيْرَ الْاَرْضِ وَالسَّمٰوَاتُ وَبَرَزُوا لِلّٰهِ الْوَاحِدِ الْقَهَّارِ

“Bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im. Ji wî Allahê (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar pê ve qet tu îlâh tune.’ ”3

El-Kahhâr û El-Kâhir ji navên celâl yên Allah in. Dema bi hemû tecellîyan re tê bidestxistin di qelbê evdan de tazîm û xeşyeta Allah (ac) bicih dibe.

Navê El-Kahhâr Mirov Beralîyê Tewhîdê Dike û Ji Şirkê Diparêze

Navê El-Kahhâr di şeş ayetan de dibore û di her ayetê de bi navê El-Wahîd re ligel hev tê bikaranin. Maneya El-Wahîd tê ser maneya di zat û sifet û fiêlên xwe de wehdanîyeta Allah (ac). Yanê tê ser maneya tewhîdê. Helbet hikmetên bikaranîna ligelhev ya van herdu navan heye. Em dikarin li ser vê mijarê wiha bibêjin.

Mirov dema li heyînên bêjimar ên li dij otorîteya Allah (ac) sitûxwar e dinêrin dibe ku hin ji wan bikevin têgihîneke wiha rêşaş: “Ewqas milk bi tenê nayê birêvebirin. Teqez zarok an alîkar an jî piştevanên Allah hene.” Lewre ev mijar eşkereye ku dema mal û milken mirovekî pir zêde dibe hewcetîya wî bi alîkar û piştevanan çêdibe. Ev têgihîna rêşaş bi karanîna navê El-Wahîd hatîye betalkirin. Ji ber vê yekê ye ku Yusûf (as) dema hevalên xwe yên zindanê gazî aqîdeya tewhîdê dike wiha dibêje:

يَا صَاحِبَيِ السِّجْنِ ءَاَرْبَابٌ مُتَفَرِّقُونَ خَيْرٌ اَمِ اللّٰهُ الْوَاحِدُ الْقَهَّارُۜ

“Gelî hevalên min ê zîndanê! (Hûn qet difikirin?) Ma Rabbên ji hev cihê bi xêr in an jî ew Allah ê (ku di zat û fiêl û sifetên xwe de yekane) Wahid û (ew ê her tişt jê re sitûxwar û di bin hukmê wî de ne) Qahhar (bixêrtir) e?”4

Banga tewhîdê bingeha hemû xebatên îslâmî ye. Pêşanîya kesên mûmîn li her der û di her demê de divê tewhîd be. Ligel ku Yûsuf (as) di zîndanê de bû û bêbextî lê hatibû kirin û ew ên hatibûn cem wî di mijara tewhîdê de qet tiştekî nizanîbûn û tu eleqeya xewna wan bi tewhîdê tune bû jî Yûsuf (as) ji teblîx û daweta tewhîdê paşde nema.

Komek ji insanan wek awayê rêveberîyê demokrasî hilbijêrin dibe ku koma din ji vê qayîl nebe. Komek komarparêz bin dibe ku koma din qeyserayetîyê daxwaz bikin. Bijareya herî maqûl ew e ku hemû insan li ser pergala ku Allah (ac) jê razî ye yekgirtîyê pêk bînin. Lewre xwedîyê wê pergalê Rabbê aleman e. Ew, Wahîdû’l Kahhar e. Her tişt di bin hukmê wî de sitûxwar e. Baldar bin, Yusûf (as) jî bi van her du navan vexwendina tewhîdê dike.

Allahê El-Kahhâr insanan bi mirinê terbîye dike. Tiştê ku bitevahî ji candaran re sitû dide tawandin mirin e. Dewlemend an xîzan, hêzdar an qels, ciwan an pîr, mêr an jin… Qet tu ferq tune, herkes enceq bi wê ecela ku Allah (ac) ji wan re diyar kiriye dimire. Heq û hêza tu kesekî tune ku mirina xwe paşde bixe an rawestîne an jî red bike.

وَهُوَ الْقَاهِرُ فَوْقَ عِبَادِه۪ وَيُرْسِلُ عَلَيْكُمْ حَفَظَةًۜ 

“Ew, li ser evdên xwe (yê ku ji her tiştî re sitû dide tewandin) Qahir e. Ji we re (melâiket) ên parêzkar dişîne.”5

Allah (ac) çawa ku bi mirinê serî li her candarî dide tewandin di heman demê de alema insanîyetê jî bi vê heqîqetê terbîye dike. Lewre mirin, agahdarê destpêkeke nû ye. Şeytan dixwaze ku mirinê bide jibîrkirin. Digel vê wehîy jî bi israr mirin û jîyana piştî mirinê tîne bîra insan. Mirovê mirin ne di bîra wî de be dinya cihwarê jîyînê ye. Jiyana wî ji kêf û şahîyê pêkhatî ye. Mirovê mirin di bîra wî de be dinya cihwarê şixûl û xebatê ye. Dinya bo yên wisan pirêza axîretê ye.

Ji ber vê yekê îslam teşwîqa beşdarîya cenazeye dike6 û emrê serlêdana qebran dike7 ûdaxwaz dike ku di vê beşdarî û serlêdanê de mirov hişyar û bîrewer be. Ev hemû bo vê tiştê ye:

“Wê ya ku lezzetan tune dike (mirin) pir bibîr bînin.”8

Bêgûman mirin ji serxweşî û xefletên dinyayê hişyar dike. Bîranîna mirinê bihûrbarîtîya dinyayê tîne bîra insan. Ji ber vê yekê Rasûlullah (sav) ji her mirinê bibandor dibû û bal eshabîyên xwe jî dikişand ser vê mijarê. Şîretên wî yên li ser cenazeyê pir in.

Exlaqgirtina Bi Vê Navê Nabe

El-Kahhâr navê Allahê berz e ku mexsûsê wî tenê ye. Qet tu kes nabe ku bi vê navê exlaq bigire. Ji evd re ya lêhatî ew e ku hedê xwe zanibe û di wê şiûrê de be ku hêz û îmkanên di destê wî de bi sînor in. Neheqî li tu kesî neke û qet tu kesekî biçûk nebîne. Bêgûman ev exlaqê Fîrewnan e.

وَقَالَ الْمَلَاُ مِنْ قَوْمِ فِرْعَوْنَ اَتَذَرُ مُوسٰى وَقَوْمَهُ لِيُفْسِدُوا فِي الْاَرْضِ وَيَذَرَكَ وَاٰلِهَتَكَۜ قَالَ سَنُقَتِّلُ اَبْنَٓاءَهُمْ وَنَسْتَحْي۪ نِسَٓاءَهُمْۚ وَاِنَّا فَوْقَهُمْ قَاهِرُونَ

“Giregirên ji qewmê Firewn gotibûn: ‘Qey ji bo ku li ser rûyê erdê berhevdanîyê bikin û dev ji te û îlâhên te berdin tu Mûsa û qewmê wî serbest dihêlî?’ (Firewn ji bo wan teskîn bike) got: ‘Em ê zarokên wan ên kurîn bikujin û jinên wan sax bihêlin. Bi rastî em li ser wan xwedî hêzeke qehirker in.’ ”9

Em ji vê ayetê du hikmetan hîn dibin. Tehrîkkirina taxûtan li dij mûmînan ne tişteke nû ye. Ev mijar di dirêjahîya dîrokê de her hebûye. Bel’amên her dewrê zen dikin ku ji insanan re dîn vedibêjin. Lê dema kesên mûwehhîd derdikevîn û rastîyê dihêxin rojevê hûn dibînin ku ew bel’am dest bi gilîya mûwehhîdan dikin. Lewre eger dînê tewhîdê bikeve rojevê dê seltenata wan ji destê wan derkeve. Seltenata rovî hetanî şêr derdikeve meydanê ye. Dema ku insan heqîqetên Qûr’an û sûnnetê hîn bibin çîrok û çîvanokên sextekaran pûç û betal dibin.

Wek dûyem; Fîrewnên her dewrê xwestine ku bi navê El-Kahhâr exlaq bigirin. Allahê El-Kahhâr, Fîrewn jî û artêşa wî ya zen dikir ku hêza xwe ya Kahhâr ji wan distîne jî serûbin kir û bi helakkirinê wan hetanî roja qiyametê ji bo insanan kir îbret.

وَاسْتَكْبَرَ هُوَ وَجُنُودُهُ فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ اِلَيْنَا لَا يُرْجَعُونَ فَاَخَذْنَاهُ وَجُنُودَهُ فَنَبَذْنَاهُمْ فِي الْيَمِّۚ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الظَّالِم۪ينَ وَجَعَلْنَاهُمْ اَئِمَّةً يَدْعُونَ اِلَى النَّارِۚ وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ لَا يُنْصَرُونَ وَاَتْبَعْنَاهُمْ ف۪ي هٰذِهِ الدُّنْيَا لَعْنَةًۚ وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ هُمْ مِنَ الْمَقْبُوح۪ينَ۟

“Ew û leşkerên xwe li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin. Û ji wan we ye ku wê li me nevegerin. Me jî ew û leşkerên wî girt û avêtin behrê. Tu binêre ka aqubeta zaliman çawa bûye! Me ew kirin ji wan rehberan/serokan ku wan gazî agir dikin. Wê roja qiyametê jî alîkarî li wan neyê kirin. Me li dinyayê lanet xiste dû wan. (Kesên mumîn çiqas wan bi bîr bînin lanetê li wan dikin û) roja qiyametê jî (li rûyên wan nayê mêzandin û di rewşeke kerixî de) kirêtkirî ne.”10

Ew taxûtên gelên xwe biçûk didîtin û heqên wan binpê dikirin di bin pîyên gelên xwe de perçiqîn û helak bûn. Her kî insanan bi çi awayê biqehrîne û tehdeyî bide wan, ew bixwe jî bi rewşeke hevşêwe qehr û helak dibin.

Qûr’ana Kerîm Qehirandina Koma Sêwîyan Qedexe Kiriye!

فَاَمَّا الْيَت۪يمَ فَلَا تَقْهَرْۜ

“Di wê rewşê de, tu kesê sêwî neqehrîne/kêm nebîne!”11

Di nava hemû gelên cahiliyê de kesên qels û belengaz bindest û stembar in. Mixabin ev exlaqê cahiliyê îro jî di nava gel de belavbûyî ye. Dest danîna mîrasa sêwîyan wek qûrnazî, destevala vegerandina parsekan wek çavvekirîtî tê pejirandin. Ew insanên ku pergala cahiliyê wan mexdûr kiriye wek sûcdar muamele dibînin. Axir kesê hinek dibe xwedî hêz û îmkan wan ên wek bindest dibîne diqehirîne.

Kesê muwahhîd, qet tu kesî naqehirîne û bindest nake û neheqîyê nake. Ligel vê sitûyê xwe ji sîyaseta qehirandinê re jî natewîne. Berevajî dest davêje wan kesên ku taxûtên zilimkar wan diqehirînin. Allah (ac) kêmdîtin û ezirandina sêwîyan û parsekan û hewcedaran qedexe kiriye. Emrê parvekirina bi wan re û xwedî derketina li wan û bi wan re muameleya însanî dike.

Dûaya Bi Navê El-Kahhâr

Ya Rabbê me yê El-Kahhâr!

Otorîteya yekane ya ku ji her tiştî re sitû dide tewandin û dihêxê bin hukmê xwe tu yî.

Rabbê me!

Me ji wan evdan binivîse ku ji dil û can sitûxwarê hukmên te yên şer’î û qederî ne.

Bitenê xofa ji te û bitenê hêvîdarîya ji te bo me hêsan bike.

Me ji wan evdan binivîse ku ji te pê ve serî ji tu kesî re natewînin û qehir li wan ên di bin destê xwe de nakin.

Allahumme amîn…

1 . 6/En’am, 61

2 . 6/En’am, 17-18

3 . 38/Sa’d, 65

4 . 12/Yusûf, 39

5 . 6/En’am, 61

6 . Bûxarî, 48; Mûslîm, 945

7 . Mûslîm, 976

8 . Tirmizî, 2307; Ahmed, 7925; Îbnî Mace, 4258

9 . 7/A’raf, 127

10 . 28/Qasas, 39-42

11 . 93/Dûha, 9

Önerilen makaleler