Dostanî Û Neyartîya Ehlê Tewhîdê

Şertê (5.) Pêncemîn:

Hezkirina Ehlê Tewhîdê û Buxzkirina Dijminên Wê

Hezkirina Allah -azze we celle-

Serê vê hezkirinê muhabbetullah e. Hezkirina Allah -azze we celle- eslê tewhîdê ye. Kesên mumîn ji her tiştî zêdetir hez Allah dikin. Kesên ku îman anîne ji ber pêwistîya tewhîdê zêdetir hez Allah -azze we celle- dikin. Ev, esl û hewcetîya ubûdîyetê ye.

 وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَتَّخِذُ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَنْدَادًا يُحِبُّونَهُمْ كَحُبِّ اللّٰهِۜ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَشَدُّ حُبًّا لِلّٰهِۜ وَلَوْ يَرَى الَّذ۪ينَ ظَلَمُٓوا اِذْ يَرَوْنَ الْعَذَابَۙ اَنَّ الْقُوَّةَ لِلّٰهِ جَم۪يعًاۙ وَاَنَّ اللّٰهَ شَد۪يدُ الْعَذَابِ

“Ji însanan hin kes, hinek tiştên din ji Allah re dikin şirîk/hevpar. Bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îman anîne jî; ji her tiştî zêdetir û ji her kesî zehftir ji Allah hez dikin. Ew ên (li nefsa xwe) zilmê dikin, xwezî di berê de bizanibûna; her wekî dema ezab dibînin fêm dikin ku: Hemû hêz/quwwet yê Allah e û ezabê Allah pir zor û asê ye.”[1]

Kesên mumîn, ji ber bîr û bawerîya tewhîdê ji her tiştî zêdetir hez Allah dikin. Jixwe esil û pêwistîya ubûdîyetê jî ev e. Lewre tewhîd ew e ku, kesê mumîn di qelb û di qewl û di amelên azayên xwe de Allah -azze we celle- yek bigire. Hezkirin Allah -azze we celle- ji bo qelb amelekî herî bi rûmet e. Her çi amelên ku mirovekî nêzî Allah -azze we celle- dike hebe di bingeha wî de hezkirin heye.

Lâîlâheîllallah jî tewhîd girtina hezkirinê ye. Bitenê hezkirina ji bo Allah û ew ên ku Allah destûra hezkirina wan daye.

Kesê mumîn hez Allah û hezkirîyê Allah dike. Hez wan kesan û tiştan jî dike ku, Allah emrê hezkirina wan kirîye. Herweha di çavkanîya hezkirinê de tewhîd kirina Allah pêk tîne.

Her çibe bila bibe, mirovek weke ji Allah hez dike ji heyînîyeke ji xeyrî Allah hez bike ha ev hezkirina wî dibe şirk. Lewre bi helwesta xwe wesfeke ku aîdê Allah e dide hin kes û tiştên din an jî di wê wesfê de ewana dike hevpar.

Ew ayetên me li jor teqdîm kirin ji vê mijarê re delîleke zelal û eşkere ye. Mirovên weke ku hez Allah dikin ji wan heyînîyan hez dikin, ew heyînî ji bo wan dibin îlah û şirîkên ji xeynî Allah azze we celle.

قَالُوا وَهُمْ ف۪يهَا يَخْتَصِمُونَۙ تَاللّٰهِ اِنْ كُنَّا لَف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ

اِذْ نُسَوّ۪يكُمْ بِرَبِّ الْعَالَم۪ينَ

“Li wê derê bi hev dikevin û wiha dibêjin. Wallahî, em di rêşaşîyeke eşkere de bûn. Lewre me hûn û Rebbê alemê wekehev digirtin”[2]

Weke ku van ayetan fêm dibe ew muşrîkên ehlê agir, cehennemê de pevdiçin û niqaş dikin. Ji ber tiştên ku ji bo xwe wek îlah girtine û ew heyînîyên ku weke ji Allah hez dikirin hez wana jî dikirin poşman dibin û li çokên xwe didin û bi hev dikevin. Hal ev e ku ewan kesan jî dizanibun ku xaliq û raziq jî Allah e. Belê ji bo çi poşman dibin û li çokên xwe didin? Lewre hin kesan an hin heyînîyan an jî hin tiştan wisan hez dikirin ku weke hez Allah bikin hez wan jî dikirin.

Di heman demê de ewan tiştan an jî kesan ji Allah re kufûw (hemkuf) û nîd (heval) digirtin. Ew îbadetên ku ji Allah re bên kirin ewana rabûn ji mezine xwe re an ji şêxên xwe re an jî ji wan mirîyên di bin axa sar de kirin. Weke ku di Sûreya Baqara ayeta 165. de derbas bû, ew qada kufûw/hemkuf girtina wan yek jî muhabbet û hezkirin bû. Çimkî ew tiştên ji Allah re şerîk çêkiribûn weke ku hez Allah bikin hez wan jî dikirin.

Muhabbeta Rasûlullah –

aleyhîssalâtuwesselâm

Piştî hezkirina Allah, muhabbet û hezkirina Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- tê. Hezkirina Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- hewcetîya îmana bi Allah û qisima kelîmeya tewhîdê ya duyem ku dibêje ‘Muhammedunrasûlullah’ e.

قُلْ اِنْ كَانَ اٰبَٓاؤُ۬كُمْ وَاَبْنَٓاؤُ۬كُمْ وَاِخْوَانُكُمْ وَاَزْوَاجُكُمْ وَعَش۪يرَتُكُمْ وَاَمْوَالٌۨ اقْتَرَفْتُمُوهَا وَتِجَارَةٌ تَخْشَوْنَ كَسَادَهَا وَمَسَاكِنُ تَرْضَوْنَهَٓا اَحَبَّ اِلَيْكُمْ مِنَ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَجِهَادٍ ف۪ي سَب۪يلِه۪ فَتَرَبَّصُوا حَتّٰى يَأْتِيَ اللّٰهُ بِاَمْرِه۪ۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِق۪ينَ۟

“(Ji wan re) bibêje: ‘Eger bavê wê û zarokên we û xuşk û birayên we û jinên we û eşîra we û malê we bi dest xistîye û ticareta ku hûn ji ziyana wê ditirsin û xanîyên ku hûn qîma xwe pê tînin, ji we re ji Allah û Rasûlê wî û ji cîhada di rêya Allah de şêrîntir bin, êdî heta emrê Allah tê bisekinin. Allah, civata fasiq nagihîne hîdayetê.”[3]

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- di hedîsekî de wiha ferman dike:

“Qesem bi wî Allahê ku nefsa min di destê wî de ye, heta ku ez ji wî re ji bavê wî û ji zarokên wî û ji temamê însanan ne hezkirîyê wî bim, kesekî ji we îman neanîye.”[4]

Belê, hezkirina Allah -azze we celle- û Rasûlê wi, ji esasên îmanê ye. Hezdarîya Allah -azze we celle- tenê bi gotina ‘Ez hez Allah dikim’ nabe. Ew kesên ku di îdîaya hezkirina wî de ne, Allah -azze we celle- îspata vê îdîaya wan di qada amelê de ji wan dixwaze.

قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ

ذُنُوبَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

“Bibejê: Eger hûn bi rastî ji Allah hez dikin, tabi’ê min bibin da ku Allah jî hez we bike û gunehên we efû bıke. Allah, Xefur e, Rahîm e.”[5]

Her însanê ku îdîaya hezkirina Allah -azze we celle- dike, îteata Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- mes’ul e û ev jê re şert e. Vê şertê Allah -azze we celle- diyar kiriye ku, rev ji vê şertê qethiyên ne mimkun e. Nassa vê ayetê ewan kesan diderewîne ku îroroj bi îdîaya îman anîn û hezkirina Allah -azze we celle- dertên holê, lê der heqê sunneta Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- de nebihîzyar in û hetanî li ber xwe didin ku sûnneta Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- tehfîf bikin, lê ev tişt ne heddê wan e.

Hezkirina Mumînan

Hezkirina mumînên ehlê tewhîdê û girêdaniya li ser îmanê jî, daxilê vê şertê ye. Hewceye ku her mumîn tiştê ji bo xwe dixwaze divê ji bo birayê xwe jî daxwaz bike. Ger bi derdê birayê xwe hemderd û hemhal be. Pêwiste ku di her hal û karî de bibeze alîkariya birayê xwe.

Divê birayê xwe yê muslîm, pêştirî mirovên din bike. Eger dê û bav û birayên wî muşrîk bin, birayê xwe yê muslîm ji wan bi xwe jî çêtir bibîne.

اِنَّمَا وَلِيُّكُمُ اللّٰهُ وَرَسُولُهُ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا الَّذ۪ينَ يُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكٰوةَ وَهُمْ رَاكِعُونَ

وَمَنْ يَتَوَلَّ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا فَاِنَّ حِزْبَ اللّٰهِ هُمُ الْغَالِبُونَ۟

“Dostê we (welîyê we) bitenê Allah e, Rasûlê wî ye û yên ku îman anîn in; ew ên ku li ber fermana Allah bi sertewandî û bi berdewamî nimêj dikin û zekâta malê xwe didin in.

Kî, Allah û Rasûlê wî û yên îman anîne ji xwe re bike dost (bila bizanibe ku) yên serdest bibin, bêguman Hizbullah in.”[6]

اَمْ حَسِبْتُمْ اَنْ تُتْرَكُوا وَلَمَّا يَعْلَمِ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ جَاهَدُوا مِنْكُمْ وَلَمْ يَتَّخِذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَلَا رَسُولِه۪ وَلَا الْمُؤْمِن۪ينَ وَل۪يجَةًۜ وَاللّٰهُ خَب۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ۟

“Hetanî ku Allah ji we, ewan kesên ku cîhadê dikin û ji xeynî Allah û pêxember û mumînan kesekî din ji xwe re dost nagirin eşkere neke, hûn zen dikin ku wê dev ji we bê berdan. Allah, ji ya ku hûn dikin agahdar e.”[7]

Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem- di hedîsekê xwe de wiha dibêje:

“Yekî ji we tiştê ku ji bo xwe dixwaze hetanî ji bo birayê xwe jî nexwaze ew ê îman neanîbe.”[8]

Buxzkirina Neyarên Kelîmeya Tewhîdê

Lâîlâheîllallah, bi her awayê tê ser maneya teslîmîyeta Allah û girêdayîya bi kemenda ubûdîyetê ku mirovê mumîn xwe bi Allah ve girêbide. Îlan û pejirandina vê ye ku ‘Serwerîya erd û asîmanan û temamê qelban aîdê Allah e.’

Çawan ku der barê hezkirinê de Allah -azze we celle- qerar dide, weke vê der heqê buxz ûneyartîyê de jî qerar aîdê Allah -azze we celle-.

 Lâîlâheîllallah tê vê maneyê ku kesê mumîn dostê Allah ji xwe re dost digire û neyarên Allah jî ji bo xwe wek neyar dibîne.

Allah -azze we celle- ji me vê dixwaze ku em ji taxûtan ku di neyartîya kelîmeya tewhîdê de serata ne û ji muşrîkan û ji wan cihû û filehên ehlê kitêb jî buxz bikin. Divê em bi wan re qet mûnasebetên dostanîyê pêk neynin. Allah -azze we celle- di ayeta Qur’anê de bi aşkerehî me hişyar dike ku hezkirin û dostanîya bi taxûtan û muşrîkan û ehlê kitêb re qethîyen pêk neynin. Ew kesên ku wan ji bo xwe wek dost digirin, ji şertên sihheta kelîmeya tewhîdê şertekî betal dikin.

Allah -azze we celle- ew ên ku vê şertê betal dikin wiha diwesifîne:

Pêwendîya/Benda Di Navbera Xwe û Allah De Qetandine.

 لَا يَتَّخِذِ الْمُؤْمِنُونَ الْكَافِر۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِن۪ينَۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذٰلِكَ فَلَيْسَ مِنَ اللّٰهِ ف۪ي شَيْءٍ

“Bila mumîn, terka mumînan nekin û kafiran ji xwe re nekin dost. Kî vê bike êdî li cem Allah qet rûmeta wî tune…”[9]

Bi Wan (taxut û ehlê kitêb) Re Di Eynî Hukmê De Tên Nirxandin.

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارٰٓى اَوْلِيَٓاءَۢ بَعْضُهُمْ اَوْلِيَٓاءُ بَعْضٍۜ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَاِنَّهُ مِنْهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ

“Gelî yên ku îman anîne! Cihû û filehan ji xwe re nekin dost. Lewre ew xwe bi xwe ji hev re dost in. Kî ji we, wan jî xwe re bike dost, ew jî ji wan e. Bêguman Allah, civaka zaliman dernaxe rîya rast.”[10]

Bûne Weke Munafiqan.

بَشِّرِ الْمُنَافِق۪ينَ بِاَنَّ لَهُمْ عَذَابًا اَل۪يمًاۙ اَلَّذ۪ينَ يَتَّخِذُونَ الْكَافِر۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِن۪ينَۜ اَيَبْتَغُونَ عِنْدَهُمُ الْعِزَّةَ فَاِنَّ الْعِزَّةَ لِلّٰهِ جَم۪يعًاۜ

“Tu mizgîna ezabekî biêş û jan bide munafiqan! Ew dev ji mumînan berdidin û kafiran ji xwe re dikin dost. Ma ew li cem wan li îzzet û rûmetê digerin? Bêşik hemû izzet û rûmet yê Allah e.”[11]

Weke ku Allah û Rasûlê wî û Kîtêba wî û Axîretê Înkâr Kiribin.

تَرٰى كَث۪يرًا مِنْهُمْ يَتَوَلَّوْنَ الَّذ۪ينَ كَفَرُواۜ لَبِئْسَ مَا قَدَّمَتْ لَهُمْ اَنْفُسُهُمْ اَنْ سَخِطَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ وَفِي الْعَذَابِ هُمْ خَالِدُونَ

وَلَوْ كَانُوا يُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالنَّبِيِّ وَمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْهِ مَا اتَّخَذُوهُمْ اَوْلِيَٓاءَ وَلٰكِنَّ كَث۪يرًا مِنْهُمْ فَاسِقُونَ

“Tu pirên wan dibînî ku wan kafiran ji xwe re kirine dost. Tiştên nefsa wan pêşkêşî wan kirîye çi qas xerab e. Allah li wan hate xezebê û wê di ezab de bêdawî bimînin. Eger wan îman bi Allah û bi pêxemberê wî û bi (kitêb) a ku jê re nazîlbûyî re anîbûna, wê ewana (muşrîkan) ji xwe re nekiribana dost; lê belê zehfên wan ji rê derketî ne.”[12]

لَا تَجِدُ قَوْمًا يُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِ يُوَٓادُّونَ مَنْ حَٓادَّ

اللّٰهَ وَرَسُولَهُ وَلَوْ كَانُٓوا اٰبَٓاءَهُمْ اَوْ اَبْنَٓاءَهُمْ اَوْ اِخْوَانَهُمْ اَوْ عَش۪يرَتَهُمْۜ

“Qewmekî ku îman bi Allah û bi roja axîretê anîbe, tu nabînî ku ew kesên ji Allah û ji Rasûlê wî re dijminantîyê dikin ji xwe re bikin dost; evana bavê wan bin, yan zarokên wan bin, yan birayên bin, yan jî eşîrên wan bin (ferq nake) …”[13]

Li Hember Allah –

azze we celle

– Huccetek Di Aleyhê Xwe De Dixin Dest.

 يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْكَافِر۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِن۪ينَۜ اَتُر۪يدُونَ اَنْ تَجْعَلُوا لِلّٰهِ عَلَيْكُمْ سُلْطَانًا مُب۪ينًا

“Gelî ew ên îman anîne! Dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost.

Ma qey hûn dixwazin delîleke eşkere bidin Allah.”[14]

Wê Bibin Ji wan Kesan Ku Li Ser Rûyê Erdê Fitne û Xerabîyê Derdixin.

وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا بَعْضُهُمْ اَوْلِيَٓاءُ بَعْضٍۜ اِلَّا تَفْعَلُوهُ تَكُنْ فِتْنَةٌ فِي الْاَرْضِ وَفَسَادٌ كَب۪يرٌۜ

“Kafir jî dostên hev du ne. Eger hûn (alîkarîya hev du) nekin, li ser rûyê erdê fitne û fesadîyek mezin derdikeve.”[15]

Wê Bibin Ji Zaliman.

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُٓوا اٰبَٓاءَكُمْ وَاِخْوَانَكُمْ اَوْلِيَٓاءَ اِنِ اسْتَحَبُّوا الْكُفْرَ عَلَى الْا۪يمَانِۜ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُو

“Gelî ew ên îman anîne! Eger kûfrê tercîhê îmanê bikin bavên xwe û birayên xwe nekin dost (welî). Ji we kî wan ji xwe re bike dost (welî) ha ew zalim bi xwe ne.”[16]

Ji Bo Mumînan Dostanîya Qedexekirî

Ji dostgirtina kafiran meqset; hezkirina wan û dînê wan û der barê dînê wan de alîkarîya wan û di şera dijî mumînan de alîkarîya wan û cih girtina sefên wan e.

Qencîkarîya bi wan û gotina kelamên xweş û serdana nexweşên wan hedîye dayîna wan û îcabeta daxwazîya wan a mijarên mirovahî an eqrebatî an jî cîrantîyê ne di çarçoveya têkilîyên dostanîya qedexekirî de ye.

لَا يَنْهٰيكُمُ اللّٰهُ عَنِ الَّذ۪ينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدّ۪ينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ اَنْ تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُٓوا اِلَيْهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُقْسِط۪ينَ

اِنَّمَا يَنْهٰيكُمُ اللّٰهُ عَنِ الَّذ۪ينَ قَاتَلُوكُمْ فِي الدّ۪ينِ وَاَخْرَجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ وَظَاهَرُوا عَلٰٓى اِخْرَاجِكُمْ اَنْ تَوَلَّوْهُمْۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ

“Hûn bi ew ên ji bo dîn bi we re şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine qencî û edaletê bikin, Allah nehya we jê nake. Allah ji însanên adil hez dike. Allah, we ji dostanîya yên ji ber dîn şerê we dikin û yên we ji welatê we derdixînin û yên alîkarîya wan dikin, men dike. Kî wan ji xwe re bike dost, êdî zalim ew bi xwe ye.”[17]

Eger hûn bala xwe bidin, Allah -azze we celle- muşrîkan veqetandiye du qisima. Qisima ewwil ew in ku; ew ên ji bo aqîda me bi me re şer dikin û muslîman ji welatê wan derdixin û yên alîkarîya wana dikin. Ev ên hanê bi eşkerehî li dijî îslâmê şer dikin û yên alîkarê wan in. Hezkirin û dostanîya bi kesên wisan re qethîyen ne caîz e. Kesên bi vê awayê tevdigerin ewana tewhîdê fêm nekirine û pêwistên wê pêk neanîne û zilm tevlî îmana xwe kirine. Ew ên ku ne di vê çarçovê de ne herû daîm muxetebê daweta me yê tehîdê ne. Muameleya bi wan re ger bi xweşî bidome. Lewre Allah me ji vê helwestê men nake. Di vê mijarê de emê ji sunneta Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- çend mîsalan bidin.

“Ji zaroyên cihuyan/yahudîyan yek hebû. Ew li ber xizmeta Rasûlullah bû. Dema ku ew zarok nexweş ket Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- çû sedana wî. Li ber serê wî runişt û jê re wiha got: “Îman bîne û bibe ji Musliman.” Ew zarok berê xwe da bavê xwe. Bavê wî jê re got: ‘Îteata Ebu’l Qasim bike.’ Zarok di wê lehzê de îslâmê qebûl kir. Rasûlullah jî ji wê derê derket. Dema ku derdiket wiha digot. ‘Hemd ji Allah re be ku wî ji agir rizgar kir.” [18]

 “Ebû Talib li ber sekerata bû. Rasûlullah hate cem wî. Li wê derê Ebu Cehil û Abdullahê kurê Ebî Umeyye jî hazir bûn. Rasûlullah wiha got: ‘Hê Mamo! Bêje Lâîlâheîllallah. De qîna li îndallah bi vê gotina te ez bikaribim mudafeaya te bikim.’ Ebu Cehil û Abdullah jî jê re digotin ‘Hê Ebû Talib, qey tu yê dev ji dînê Abdulmutalib berdî?’ Rasûlullah dixwest ku kelîmeya tewhîdê bi apê xwe bide gotin û ji bo vê israr jî dikir. Ew ên din jî wê gotina xwe dubare dikirin. Dawî de gotina Ebû Talib bû ev: ‘Li ser dînê Abdulmutalib(im).”[19]

“Umer -radîyallahûanh- li ber derîyê mizgeftê cubeyeke ji hevrîşim dît û ji Rasûlullah re wiha got: ‘Ya Rasûlullah, ma nabe ku tu ev cube bistînî û rojên înê li xwe bikî?’ Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha bersiv da: ‘Vêya, ew kesên ku roja axîretê bê par in, ew li xwe dikin.’ Piştî demekî hinek ji wê qumaşê ji Rasûlullah re hat. Perçeyek jê da Umer. Umer -radîyallahûanh- wiha got: ‘Ya Rasûlullah, piştî ku tu der heqê vê qumaşê de ewqas giran axivî, digel vê yekê ji wê qumaşê didî min?’ Rasûlullah, wiha got: ‘Ew qumaş, ne ji bo ku tu li xwe bikî min daye te. Ji bo ku tu bifiroşî û îhtîyacîyeke xwe pê biqedînî an jî wek dîyarî/hedîye bidî hinekan min date.’ Umer, ew qumaş wek hedîye da xweheke/xwişkeke xwe yê li Mekkeyê.”[20]

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 


[1]        .     Baqara: 165

[2]        .     Şuara: 96-98

[3]        .     Tewbe: 24

[4]        .     Buxarî; îman, 14

[5]        .     Al-î Îmran: 31

[6]        .     Maîde: 55-56

[7]        .     Tewbe: 16

[8]        .     Buxarî; îman, 13

[9]        .     Al-î Îmran: 28

[10]       .     Maîde: 51

[11]       .     Nîsa: 138-139

[12]       .     Maîde: 81

[13]       .     Mucadele: 22

[14]       .     Nîsa: 144

[15]       .     Enfal: 73

[16]       .     Tewbe: 23

[17]       .     Mumtehîne: 8-9

[18]       .     Buxarî, 1356

[19]       .     Buxarî, 4772; Muslîm, 24

[20]       .     Buxarî, 886; Muslîm, 2068

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver