Kemîna Modernîzmê

Em îro di esreke wisan de ne ku, bazirganîya heq û batil di heman sûkê de tê kirin. Ji ber vê rewşê ser û qelbên gelek însanan tevlîhev in. Di vê esrê de deng û banga îdeolojîyên keyfî, hewaî, kufrî û cebrî modernîzm e.

Bi rastî modernîzm serhildana gelan ya li dijî dêrê/kilîsê ye. Mentiqa wê şoreşê/îhtîlalê hem aqil û hem jî dîn a ku li gorî xwe dixwest wê bisilhîne/tamîr bike tehrîp kir. Lê dema dît ku li hember vê dîmenê aciz dimîne dest bi hin xwevekirinan kir. Ji bo ku di nav coğrafyaya îslâmê de belavtir û xurttir bibe li gorî xwe xweşbînî/musemaha nîşanî dîn da.

Modernîzm a ku îdeolojîya modernîteyê ava dike, doktrînên kevneşopî ya filletîyê li gor têgihîna esrî şîrove dike û bi vî awayî ji têgehîya li ser navenda tewhîdê bi bal têgehîya navendîya însan hatîye guherandin.

Li welatê me jî sektor û sazîyên wekî perwerdehî û çand/rewşenbîrî û sînema û medya bigelemperî di bin bandora modernîzmê de ne. Ev hal ketiye rewşeke ecêb û sosret. Digel ku îro rojava li ser heyîna xwe bixwe ketiye nîqaşê, lê di nav gel û welatên me de “rojava” hê jî wek şarîstanîyeke bêqisûr xuya dibe û tê nirxandin.

Ew ên dadwer/adil in û dozdarîya edaletê dikin û îslâmê jî bitenê bi quncên mizgeftan û bi mêzeran/sicadeyan sînordar nakin, bixwazin jî nexwazin jî wê bi modernîzmê re biberisin. Berisîna bi modernîzmê re jî, ji bo muslîman merheleyekî cîhadê ye.

“(Nexwe) îtaetî derewkaran neke. Wan, xwestin ku tu (li dij rêşaşîtîya wan, helwesteke nerm nîşan bidî û) bi wan re bihevahengî tevbigerî. (Di muqabilê vê de) ew jî wê hevahengîyê nîşanî te bidana (û li dij te bi helwesta xweşbînî tevbigerîyana).”[1]

“Bibêje: Gelî însanan! Eger hûn der heqê dînê min de di gumanê de bin (vêya bizanibin ku;) ez ji bo ew ên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin re îbadetê nakim. Ez ji wî Allahê ku we dimirîne re îbadet dikim. Û li min hate fermankirin ku ez bibim ji mumînan. (Va ez ji îlâhên we re qebû dixwazim/meydan dixwazim. Eger hêza wan hebe ji ber ku ez îbadetê wan nakim, de bila min ceza bikin, em bibînin.)”[2]

Teqlîda Ziwa û Cahiltîya Qehrker

Îslâm, di tu serdema dîrokê de wekî ku li rojava pêk hatiye qet tu carî nebûye şahidê bihevketina zanyarî/bîlîm û ol/dîn. Ligel vê, îdîaya modernizekirina îslâmê ji teqlîdeke ziwa û cahiltîyeke qehrker pê ve ne tiştekî din e. Lê mixabin “alema îslâmê” ji vê teqlîd û cehaletê re bûye dîl/êsîr.

Kesê dibêje ez mûmîn im û ji dînê xwe guman nake û aramî û bextewarîyê bitenê di dînê Allah (ac) de digere divê ku her cureyên modernîzmê red û înkar bike.

Modernîzm, wekî hin kes zen u îdîa dikin nayê ser maneya ku civak di dinyayeke ne aîdê do/ne kevnar de bijîn. Berevajî modernîzm ew e ku; jiyana civakê di dinyayeke ku ne aîdê dînê Allah be û desthilatdarîya Allah (ac) jî tê de tune be de bijîn.

Ligel ku ummeta îslâmê ji qada dîrokê hilkişîya şûnde, erdnîgara/cografyaya îslâmê ji hêla sîyasî û aborîyî û civakî û çandî de bi rêzeya/paradîgmaya rojava ve hate girêçkirin.

Modernîzm, bîrdozîyeke/ideolojîyeke wisan e ku; bi wasiteya sazî û damezrekên navneteweyî ku bi destên rojavahîyan hatine avakirin zilim û zordestîyê di qada jîyanê de kirine armanceke jêneger.

Modernîzm, çawa ku îdeolojîyeke êrîşkara rûmetên tewhîdî ye di heman demê de qaqibokirina/meydan xwestina li dij îradeya îlahî ye jî.

Modernîzm, kemîneke dijwar ya ku şaristanîya rojava li pêşîya alema mirovahîyê de daniye ku ew bixwe jî çavkanîya pergalên Fîrewnî ye.

Modernîzm, însanan ji Allah (ac) û wead û waîdên wî û ji axîretê dûr dike û pirzêde nêzî heyata dinyayê û sefahet û tiştên pûç û betal dike.

Modernîzm, di hemû qad û qedemeyên jîyanê de dêlindêzeke/ayîneke perestîya put û pelatên nedîtbar/soyut û berbiçav/somut e.

Modernîzm, vîrûseke kujende ye ku; muselletê fitreta civaka esra bîst û yekî û zihnên wan û terza heyata wan û lênêrîna wan a dinyayê bûye. Eger ew fitret û zihin û lênêrîna dinyayê bi tewhîd û sunnetê neyê paqijkirin wê mehkûmê îfsad û helakê bibin.

Dîyaloga navbera olan ku pêşnûmaya/projeya rojhilatnasîyê/oryantalîzmê ye, ew jî ji dergehên modernîzmê ye. Digel îdîaya mensubîyeta îslâmê yanê tewhîd û sunnetê, hêvîdarîya ji modernîzma ku jêderka îdeolojîyên pûç û betal in, bêguman terka îslâmê bixwe ye. Bizanibin ku demokrasî ya ku di hemû war û welatên îslâmê de bi cih bûye jî cewrikek ji cewrikê modernîzmê ye.

“Ew dixwazin ku nûra Allah bi devên xwe vemirînin/bitefînin. Ew ên kafir nexwazin jî Allah, ew ê qedandekê/temamkarê nûra xwe ye. Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî, ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.”[3]

 

 


[1]. 68/Qalem, 8-9

[2]. 10/Yûnus, 104

[3]. 61/Saff, 8-9

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver