Amelên li Gorî Sunnetê, Sîya Bawerîya bi Pêxember e

Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de Rasûlullah (ass) bi me dinasîne û di warê îman û îtaetê de vê mijarê dişertîne: 

وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ وَلَا مُؤْمِنَةٍ اِذَا قَضَى اللّٰهُ وَرَسُولُهُٓ اَمْرًا اَنْ يَكُونَ لَهُمُ الْخِيَرَةُ مِنْ اَمْرِهِمْؕ

“Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser tiştekî hukim dan, der heqê wî karî de ji bo mêr û jin ên mumîn re qet tu heqê hilbijartinê tune…”[1]

Eger li xweşa me neçe û ne li gorî hewayên me bê jî; di mijarekî de em hukmê Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) bibînin, li gorî pêwistîya îmana xwe em nikarin hilbijartina bijêreyekî din bikin.

Dema mirovek bibêje “Muhammedun Rasûlullah” ew nuqteyên ku di ayetên borî de me anî ser ziman, divê di jiyana xwe de teqez pêk bîne. Eger pêk neyne; li ser vê bibêje min ‘îman anîye’, Allah (ac) qesem bi rûbûbîyeta xwe dike ku îdîaya bawerîya wi qebûl nake. A niha van ayetan û ew ên dibêjin me îman bi pêxember anîye bifikirin. Wextê hûn ji pirên wan bipirsin “navê dîya pêxember çi ye?” wê ji we re wiha bersiv bidin: “Zûbeyde Xanim!” Hûn ji wan navê bavê pêxember bibirsin dê ji we re navên pir ecêb bibêjin. Wê navê bavê dijminê Allah (ac) li ser rûyê erdê ya herî mezin bînin ser ziman. Navê pêxember ji wan bipirsin, An jî navê Kitêba ku ji wî re daxistî ye bipirsin, dê bersivên pir ecêb bidin we.

Ji wan re behsa îttîbaa sûnneta Rasûlullah (ass) bikin, hûnê bibînin ku dî umrê xwe de ev yek ne bihîstine. Ew, di rojê de pênc wext nimêj dike, lê belê ka pêxember çawa tevgeriyaye xebera wî pê nîne. Di îxtîlafên navbera xwe de serlêdayîna sûnnet û sîyera pêxember qet nayê hişê wî û derdekî wî yê wisan tune. Ji ber ku dadgehên pergala demokratîk ên serlêdanê hene serî li wan dide û li cem wan muhakeme dibe.

Mirovekî li ser vê rewşê çend caran bêje “Muhammedun Rasûlullah” bila bibêje, em xwe bi ayetek muhkem ve girê didin û dibêjin ku bawerîya wî kesê bitenê peyveke ziwa ye û hew. Allah (ac) di sûreya Nîsa de sond dixwe[2] û bi gotineke eşkere dibêje wan îman ne anîne. Weke ayetên me teqdîm kirin Allah (ac) vê xisûsê beyan dike.

Bawerîya Bi Pêxember Di Jiyana Rojane De Çawa Xuya Dibe?

Îman anîna bi Rasûlullah (ass) divê di jiyana me ya rojane de çawa xuya bibe? Tabîbûna pêxember (ass); di gotinên wî de rastandina wî û dûrketina ji tiştên qedexe kiriye û bitenê bi awayê ku wî nîşan daye îbadeta ji Allah (ac) re. Yanê li ser rastîyê gotina ‘Muhammedun Rasûlullah gelo wê çi feydeyê bide jiyana me ya rojane?

Binêrin, Allah (ac) vê pirsê ji zimanê pêxember (ass) ji me re çawa dibersivîne?

Hûn dizanin, di rojekî de herî kêm hivdeh car bi xwendina sûreya Fatîhe em ji Allah (ac) hîdayetê daxwaz dikin. Em bi xwendina van ayetan wiha lavahîyê dikin û dibêjin:

“Me bigihîne sîrate’l mustaqîm (ser rêya rast). (Me bigihîne) rêya wan kesên ku te nîmet daye wan, ne rêya wan kesên ku xezeb li wan hatiye kirin û ew ên ketine dalaletê/rêşaş in.”[3]

Ew ên xwedî nîmet; çawa ku di sûreya Nîsa di ayeta 69. de dibore, pêxember û siddîq û şehîd û kesên salih in. Di sunnetê de diyar bûye ku kesên xezeb li wan bûye Cihû/Yahûdî ne; yên ehlê dalaletê jî Xiristîyan/Fille ne.[4]

Binêrin çawa ku Allah (ac) hînî me kiriye, em bi vê awayê hîdayetê jê dixwazin. Allah (ac) rêya hîdayetê jî bi me hîn dike. Allah (ac) di Qurana Kerîm de wiha ferman dike:

وَاِنْ تُط۪يعُوهُ تَهْتَدُواۜ

“…Eger hûn îtaeta wî bikin, hûn ê bigihîjin hîdayetê…”[5]

Bi wê daxwaza hîdayetê ya ku em rojê hivdeh car an hêj zêdetir lavahî dikin, Allah (ac) bi me daye zanîn ku em îtaeta Rasûlullah (ass) bikin, em ê bigihîjin hîdayetê. Ew kesê ku sîyera pêxember nas nekiriye an jî li ser sunneta Rasûlullah (ass) lêkolînekî nekiribe û ji aliman hukmê pêxember nebihîstibe dê çawa bigihîje hîdayetê? Wê bawerîya wî ya bi pêxember dê çawa be?

Kerem bikin werin vê rewşê jî hûn bifikirin. Rasûlullah (ass) tiştê hemberê vê jî ji me re rave dike. Dema ku em ji Allah (ac) daxwaza hîdayetê dikin, bi heman awayê em dûrketina ji rêya rêşaşan jî daxwaz dikin. Rasûlullah (ass) bi me dide zanîn ku ji bo me du tişt hiştiye. Eger em tabiê van tiştan bibin, em qethîyen averê nabin û naxerifin û em ê li ser hîdayetê sebat bikin.

تارك فيكم الثقلين كتاب الله و أهل بيتي و إنهما لن يتفرقا حتى يردا علي الحوض

“Ez li pey xwe ji we re du tişt dihêlim. Eger hûn bidin dû wan hûnê qethîyen nexerifin. Kitêba Allah û Sunneta min.”[6]

Ew kesên îdia dikin ku li ser hîdayetê ne û ew kesên hîdayetê dixwazin û ew kesên li hîdayetê digerin, eger di jiyana xwe de nebibin tabiê sunneta Rasûlullah (ass) ev gotina wan li îndallah ne meqbûl e û tu carî wê feyde nede wan.

Ew qas însanên li ser rûyê erdê ji bo çi dişixulin gelo? Ew ên nimêj dikin ji bo çi nimêjê dikin? Ew ên rojî digirin ji bo çi demeke dirêj xwe ji nîmetan mehrûm dikin? Ew ên cîhad dikin ji bo çi di rêya Allah (ac) de mal û canê xwe feda dikin?

An jî mirov çima xwe ji wan neqencîyên ku ji nefsa wî re xweş tê dûr nake? Ji bo razîbûna Allah (ac) bê bi destxistin û bigihîjin cennetê, yanê bigihîjin rizgarîyeke bêdawî, Allah (ac) di Quranê de wiha ferman dike:

“Bi bal mexfîreta Rabbê xwe ve û bi bal wê cenneta ku firehîya wê bi qasî erd û esmanan e ve bilezînin/bibezin. (Ew) ji bo mutteqîyan hatiye amadekirin.”[7]

Allah (ac), çawa daxwaz dike ku em bi bal cennetê ve birevin di heman demê de rêya ku diçe cennetê jî nîşanê me dide û ji bo me hêsan dike. Allah (ac) dibêje:

وَمَنْ يُطِعِ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ فَقَدْ فَازَ فَوْزًا عَظ۪يمًا

“…Kî jî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike, bêguman wî qezenc û xelasîyeke mezin bidest xwe xistiye.”[8]

وَاَط۪يعُوا اللّٰهَ وَالرَّسُولَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَۚ

“Îtaetî Allah û Rasûl (ê wî) bikin. Hêvî heye li we rehm bê kirin.”[9]

Ew ên bi dilsozî li xelasbûnê digerin û ew kesên ji bo bexişandina gunehên xwe, xwe hewcedarê rahmeta Allah (ac) dibînin, çavên we bi van ayetan ronî be!

Li gorî hedîs a ku Ebû Saîd El-Xudrî (ra) rîwayet kirîye û Bûxarî di Sehîha xwe de neqil dike Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“(Roja qiyametê) mirin di suretê beranekî xweşik de tê anîn (û di navbera cennet û cehennemê de tê sekinandin). Bangêrek/gazîkerek wiha diqêrîne: “Gelî ehlê cennetê!” Ehlê cennetê bi lezûbez tên û (li mirina di sureta beranê de ye) dinêrin. Dipirse: “Hûn vêya nas dikin?” Ew dibêjin: “Erê, ew mirin e.” Hemû ew dibînin. Paşê ew bangêr/gazîker wiha diqîrîne: “Gelî ehlê cehennemê!” Ew jî bi lezûbez tên û (li mirina di sureta beranê de ye) dinêrin. Dipirse: “Hûn vêya nas dikin?” Ew jî wiha bersiv didin: “Erê, ew mirin e.” Hemû ew dibînin. Paşê ev beran (li ber çavên wan) tê serjêkirin. Piştre ew bangêr/gazîker wiha diqîrîne: “Gelî ehlê cennetê. Li vê derê bêdawîtî (xulûd) heye, mirin tune. Gelî ehlê cehennemê. Ji we re jî bêdawîtî heye, mirin tune.”[10]

Eger hûn dixwazin bigîjin xelasîyeke bêdawî, guh û dilê xwe bidin vê fermana Allah (ac):

“…Kî jî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike, bêguman wî qezenc û xelasîyeke mezin bidest xwe xistiye.”  

Dawîya beşa (3.) sêyemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 33/Ahzab, 36

[2]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 4/Nîsa, 65

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 1/Fatîhe, 6-7

[4]. Tirmizî, 2954, Ji Adîy b. Hatîm

[5]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 24/Nûr, 54

[6]. Tirmizî, “Sunen”, Menaqib, 6/124, hadîs 3786

[7]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 3/Al-î Îmran, 133

[8]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecid, 33/Ehzab, 71

[9]. Meala Tewhîd, 3/Al-î Îmran, 132

[10]. Buxârî, Tefsîr, (Meryem) 1; Muslîm, Cennet, 40. Ji Ebû Saîd El-Xudrî (ra).

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver