El-Xafûr, ji El-Esmaû’l Hûsna naveke Allah (ac) ya herî xweşik e. Ev nav ji koka “Xa-fe-ra/xûfran” çêbûyî ye. Maneya vê kokê setirkirin û nixûmandin e. Bi gelemperî di maneya “nixûmandina ji pîsîtîyê” tê bikaranîn.
Di îstileha şer’î de jî ji bo Allah (ac) evdê xwe ji ezabê biparêze parastina/bexişandina wî bikar dihê. Qûr’ana Kerîm li ser vê kokê der heqê Allah (ac) de sê navên ji hev cûda bikar tîne. Navê El-Xafûr di Qûr’ana Kerîm de not û yek (91) car dibore. Navê El-Xaffar/الغفار jî di pênc ayetan de dibore. Ev nav delaletê vê maneyê dike ku bexişandin ji bo Allah (ac) sifeteke sabît e û Allahê El-Xaffar pir zêde efû dike.
El-Xafûr/ٱلْغفورُ ew Allahê ku gûnehan zehf efû dike û evdên xwe li dinya û li axîretê ji bandora gûnehan diparêze.
Tecellîyên Navê El-Xafûr
Însan, eger ji ber gunehên xwe helak nabe bêgûman ev, bi sedema tecellîya navê El-Xafûr e.
وَلَوْ يُؤَاخِذُ اللّٰهُ النَّاسَ بِمَا كَسَبُوا مَا تَرَكَ عَلٰى ظَهْرِهَا مِنْ دَٓابَّةٍ وَلٰكِنْ يُؤَخِّرُهُمْ اِلٰٓى اَجَلٍ مُسَمًّىۚ فَاِذَا جَٓاءَ اَجَلُهُمْ فَاِنَّ اللّٰهَ كَانَ بِعِبَادِه۪ بَص۪يرًا
“Allah, ji ber tiştên ku bi dest xwe xistine ve eger wan ceza bikirana, wê li ser rûyê erdê zindîyek tenê jî nehiştibûya. Lê belê wan heta demeke diyarkirî texîr dike. Axir dema ecelê wan bê (wê fêm bikin ku;) bêguman Allah, li ser evdên xwe binende ye.”[1]
Gûneh û masîyet sebebê xezeba îlahî û helakê ne.
فَاَهْلَكْنَاهُمْ بِذُنُوبِهِمْ وَاَنْشَأْنَا مِنْ بَعْدِهِمْ قَرْنًا اٰخَر۪ين
“…Ji ber gunehên wan me ew helak kirin û me di şûna wan de neslekî din ava kir.”[2]
Lê belê Allah (ac) her lehze li ser rûyê erdê bi navê xwe yê El-Xafûr tecellî dike. Gunehên dibin sedema helakê dibexşîne. Birastî eger ev rûyê erdê ciheke jiyanbar be bi sebebê tecellîya navê El-Xafûr e.
Gûneh û masîyet li behrê bahoz û li bejê /keresat e. Gûneh û masîyetên di lehzeyekê de tên kirin ji bo fesada ser rûyê erdê têr dike. Lê bi tecellîya navê xwe yê El-Xafûr Allah (ac) pirên gûnehan efû dike û rûyê erdê ji helakê diparêze.
El-Xafûr ji bo mûmînan çavkanîya omîdê ye. Însan li ser fitreteke wisan hatîye xûliqandina ku meyyale gûnehkarîyê ye jî. Xirandina şeytan û nefs û îlhama ficûra tab’a însan dema digihîjin hevdu êdî gûnehkarî dibe tiştekî jênerev. Rasûlullah (sav) wiha gotîye:
“Ji benîadem hemû kes xeta dikin. Ji kesên xeta dikin ya herî bixêrtir ew e ku tobe dikin.”[3]
Însan dema gûneh dike şeytan ji milê rast ve nêzî wî dibe. Dixwaze ku kesê gunehkar bi navê Allah (ac) bixapîne. Pistepistê lê dike û jê re dibêje tu nikarî dev ji gûnehan berdî û Allah jî ewqas gunehên te nabexşîne. Armanca wî însan bal bi bêomidîyê ve bikişkişîne. Lewre şeytan jî dizane gûneha herî mezin ku însan bike bêomîdîya ji Allahê El-Xafûr e.
وَلَا تَا۬يْـَٔسُوا مِنْ رَوْحِ اللّٰهِۜ اِنَّهُ لَا يَا۬يْـَٔسُ مِنْ رَوْحِ اللّٰهِ اِلَّا الْقَوْمُ الْكَافِرُونَ…
“…Ji rehma/ji alîkarîya Allah hêvîya xwe nebirin. Lewre ji koma kafiran pê ve tu kes ji rehma Allah hêvîyê nabire.”
Şeytan, ji bo berê însan bide bi rêşaşîtîyê ve û wî bike kafir dixwaze wî ji Allahê El-Xafûr bê hêvî bihêle. Allah (ac) bi navê El-Xafûr hêvî û omîd dixe qelbên mûmînan:
قُلْ يَا عِبَادِيَ الَّذ۪ينَ اَسْرَفُوا عَلٰٓى اَنْفُسِهِمْ لَا تَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ جَم۪يعًاۜ اِنَّهُ هُوَ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُ
“Bibêje: ‘Gelî evdên min ên (bi kirina gunehên pirzêde) di aleyha nefsên xwe de zêde pêş de çûne! Ji rahmeta Allah hêvîya xwe nebirin. Bêguman Allah, hemû gunehan efû dike. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.’ ”[4]
Allah (ac) ligel gûnehan efû dike ji ber ku di heman demê de El-Xaffar e gûneh û masîyetên evdan pir zêde dibexşîne/efû dike. Gunehên evdeki her çiqas zehf û kirêt be jî mexfîreta Allahê El-Xaffar herî zêdetir û berfirehtir e. Bes e ku evdê gunehkar ji rahmet û mexfîreta Rabbê xwe bê hêvî nemîne û omîda xwe nebire.
Tiştekî herî xerab û taloke ku di nava însanan de belavbûyî heye, ew jî ev e: Gelek însan hene pir caran gûnehan dikin. Lê ji gûnehkarîya xwe bixwe xafil e. Seb û xiybeta însanan dike lê jê we ye ku sûhbet dike. Derewan dike, lê ew ji xwe re dibêje ez çiqas qurnaz im… Sûîzen dike, lê li cem wî ev tedbir e… Zilimkar e, lê belê li gorî ramana wî ev pêkanîna desthilatdarî ye…
Allah (ac) ji bo ku evd bi awayeke hejîner bê ser hemdê xwe destura gûnehkarîyê didê û wî di heman demê de helak nake. Kesê mûmîn li ber xwe dikeve û poşman dibe. Hetanî wisan ku ev poşmanî zerreyên gûnehan yên di qelbê wî de dişewitîne û dike weke xwelî. Bi vegereke wisan bal bi Rabbê xwe ve vedigere û rewşa xwe diedilîne ku êdî ew tobe dike û ji gunehên biçûk jî paqij dibe.
Civaka Gûnehkar û Navê El-Xafûr
Allah (ac) El-Xafûr e. Ji bo ev nav tecellî bike divê evdên gûnehkar hebin. Lewre di nav El-Esmaû’l Hûsna de naveke ku berdêl be tûne. Xeyala civakeke bêgûneh kareke pûç e. Em ji qiseya Âdem (as) zanin ku daxwaza melektîyê/bêgûnehtîyê daxwazeke bi taloke ye. Derî ji şeytan re vedike da ku însan bi navê Allah (ac) bixapîne.
فَوَسْوَسَ لَهُمَا الشَّيْطَانُ لِيُبْدِيَ لَهُمَا مَا وُ۫رِيَ عَنْهُمَا مِنْ سَوْاٰتِهِمَا وَقَالَ مَا نَهٰيكُمَا رَبُّكُمَا عَنْ هٰذِهِ الشَّجَرَةِ اِلَّٓا اَنْ تَكُونَا مَلَكَيْنِ اَوْ تَكُونَا مِنَ الْخَالِد۪ينَ وَقَاسَمَهُمَٓا اِنّ۪ي لَكُمَا لَمِنَ النَّاصِح۪ينَۙ
“(Axir şeytan) ji bo ku cihê wan ên awretê ku nuxamtî bû derêxê holê, wasewas da (dilê) wan. Û got: ‘Rabbê we ji bo ku hûn nebin melaîket an jî hûn nebin ji wan ên ku ebedîyen dijîn, xwarina ji vê darê ji we re qedexe kiriye. Ji wan re sond xwar (û got): ‘Bi rastî ez qencîya we dixwazim/şîreta xêrê li we dikim.’ ’ ”[5]
Gelek însan bi ramana bêgûnehtîyê di îslamê de bîdeta rûhbantîyê derxistin. Di nava şikeft û çîlexaneyan de eziyet dane nefsa xwe. Di vê mijarê de ewqas pêş de çûn hetanî rabûn xwe bi Allah (ac) re yek girtin û weke Xellacê Mensûr gotin “Ene’l Heq” yanê “Allah, ez im!” Hinekan jî gotin ast bi ast em bi dereceyên manewî bilind dibin û digihîjin meqama fenafillah!
Em ê bala xwe bidin vê mînakê da ku mijar çêtir fêm bibe. Ebû Hûreyre (ra) wiha gotîye:
“Me got ‘Ya Rasûlullah! Çi dibe ji me ku em dema li cem te ne qelbên me nerm dibe û em ji dinyayê dûr dibin û ji bo bibin ji ehlê axîretê dixebitin. Lê belê dema em ji cem te radibin û dikevin nav malbata xwe û bêhna zarokên xwe digirin em dibînin ku rewşa gûherîye.’ Li ser vêya Rasûlullah (sav) wiha got: ‘Eger hûn her dem û lehze weke ku hûn li cem min in bibûna dê melaîket di malên we de serdana we bikira. Ger we qet gûneh nekirana Allah (ac) dê qewmekî ku gûnehan dikin û Allah (ac) gunehên wan efû dike bixûliqandiba.’ ”[6]
Wesîleya Gihîştina Maxfîretê
Allah (ac) El-Xafûr e. Evdê xwe efû dike û ji aqûbeta gûnehan ya dînî û dinyewî diparêze. Ji bo gihîştina bexişandin û mexfîreta wî hin wesîle hene. Mirov van wesîleyan di jîyana xwe de çiqas zêde bike mexfîreta Allah (ac) ya der heqê wî de jî zêdetir dibe. Em ê behsa çend wesîleyan bikin:
1- Bûyîna Li Ser Tewhîdê
Şert û wesîleya yekemîn ya gihîştina mexfîreta Allah (ac) teqdîmkirina evdîtîyeke li ser tewhîdê ye. Lewre şirk a ku ziddê tewhîdê ye di navbera Allah (ac) û mirov de astengeke dijwar çêdike. Lewre şirk ebedîyen dibe sedema mehrûmîyeta mexfîreta Allah (ac).
اِنَّ اللّٰهَ لَا يَغْفِرُ اَنْ يُشْرَكَ بِه۪ وَيَغْفِرُ مَا دُونَ ذٰلِكَ لِمَنْ يَشَٓاءُۚ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللّٰهِ فَقَدِ افْتَرٰٓى اِثْمًا عَظ۪يمًا
“Bêguman Allah, qet tu carî şirk çêkirina ji xwe re efû nake. Ji xeynî vê (şirk çêkirinê) ji kî re bixwaze wî efû dike. Kî ji Allah re şirîk çêke, bi rastî wî bêbextîyeke giran û gunehekî mezin kiriye.”[7]
Şirk, guneheke wisan e ku eger mirovek bê tobe li ser wê halê bimire, Allah (ac) qethîyen wî kesî efû nake. Ji xeynî şirkê gunehên mayîn êdî dimîne ji meşîyeta/ji daxwaza Allah re. Allah (ac) eger bixwaze dike bixwaze jî efû nake. Şirk ew e ku; tiştekî di îslâmê de îbadet e ji kesên din re bê kirin an jî sifetek ji sifetên aîdê Allah e dayîn û tehsîsa hin kesan.
Gelek cureyên şirkê hene. Di hezkirinê de şirk, di îtaetê de şirk, di dûa û îbadetê de şirk, di zagonsazî de/di qanûnçêkerî de şirk, bi meqseda dilkelandina (pevkelijandina) gel de sanem girtina hin heyînan de şirk… Kesê ku ji Allah re şirîk çêdike wî, di heman demê de bêbextîyeke pir mezin û zilmeke herî giran pêk anîye. Ji ber vê yekê hemû amelên wî berhawa bûye û Allah (ac) cennet jê re heram kiriye.
2- Bûyîna Ji Mûtteqîyan
Teqwa jî wesîleyek ji wesîleyên ku însan dighîjîne mexfîreta Allah e (ac). Allah wiha ferman dike:
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ وَاٰمِنُوا بِرَسُولِه۪ يُؤْتِكُمْ كِفْلَيْنِ مِنْ رَحْمَتِه۪ وَيَجْعَلْ لَكُمْ نُورًا تَمْشُونَ بِه۪ وَيَغْفِرْ لَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌۙ
“Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îman bi Rasûlê wî bînin da ku; ji rahmeta xwe du qat bide we û ji we re bike nûrek ku hûn pê bimeşin û (gunehên we) bibexşîne. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[8]
Teqwa, ne tişteke berbiçave ku bi çav bê dîtin an bi dest bê girtin e. Rasûlullah (sav) bi destê xwe qelbê xwe nîşan dide û wiha dibêje: “Teqwa li vê derê ye. Teqwa li vê derê ye. Teqwa li vê derê ye.”[9]
3- Bûyîna Ji Efûkeran
Mirov çiqas efûker be dê ewqas mexfîreta Allah (ac) bidest bixe. Li ser mijareke olî an dinyewî dema pirsgirêkek di navbera însan û malbata wî de derket divê mirov vê pirsgirêkê mezintir neke û efûker be. Lewre Allah (ac) mexfîretê li wan kesan dike ku ew ji malbata xwe re efûker in. Di navbera mirov û birayê wî yê mûmîn de jî dibe pirsgirêk derkevin. Pêkan e ku neheqî lê bê kirin an heqê wî bê xwarin. Allah (ac) şîreta efûkirinê dike. Lewre kesê bibexşîne dê ji Allahê El-Xafûr bexişandin bibîne.
4- Tabîbûna Sûnneta Rasûlullah (sav)
قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
“Bibêje: ‘Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.’ Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[10]
Ji ruknê îmâna bi Allah yek jî hezkirina Allah e. Hezkirin jî amelê qelbê ye. Her kes dikare îdîaya hezkirinê bide pêş. Allah di vê ayetê de “qaîdeya hezkirinê” diyar kiriye. Hezkirina Allah girêdayîya îttîbaya Rasûlullah e. Mirov, dema îttîbaya Rasûlullah bike û wî wek mînak bigire û sûnneta wî di heyata xwe de bijî fêm dibe ku bi qasî vê hez Allah dike û dibe wesîleya mexfîreta Allahê El-Xafûr.
5- Zêdekirina Amelên Qenc Ku Ji Kiryarên Wê Re Weada Mexfîretê Heye
Amelê salih jî mirov digihîjîne mexfîreta Allahê El-Xafûr. Allah (ac) hin amelên salih bi taybetî kiriye wesîleya mexfîretê. Ew kesê bibe talibê mexfîreta Rabbê El-Xafûr divê van amelan zêdetir bike. Kesê destnimêja xwe pir xweşik digire û mûezzînê ku bang dide û mirovê nimêja xwe bi hûşû û li ser tadîl û erkana wê dike û cîhada fîsebîlîllah û amelên salih yên bi îxlas tên kirin.
6- Kirina Amelên Yekem û Giran
Yekembûna di mijarekê de bedel dixwaze. Lewre tiştên yekem zor in. Ji ber ku zor e jî pirên însanan ji wan dûr dimînin. Wek mînak em bibêjin Şera Bedrê ji bo artêşa misilmanan a yekem bû. Leşkerên îslamê bê tecrûbe bûn.
Allah (ac) digel zorahîyan evdên xwe yên dev ji têkoşînê bernadin û liber xwe didin û hîcret dikin û derdikevîn qada cîhadê û xwedî sebir in bi mexfîreta xwe mizgînî dide wan:
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَالَّذ۪ينَ هَاجَرُوا وَجَاهَدُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِۙ اُو۬لٰٓئِكَ يَرْجُونَ رَحْمَتَ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
“Bêguman ew ên îmân anîne û hicret kirine û di rêya Allah de cîhad kirine hene… Enceq ha ev ên hanê rahmeta Allah hêvî dikin. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[11]
7- Îstîxfar Kirin
Maneya îstîxfarê ew e ku mirov bibêje “Allahê min! Ez efûkirina te dixwazim!” Herwiha poşmanîya di qelb de tê ser ziman.
Gûneh bike jî û neke jî îstîxfar exlaqê mûmînan e. Rasûlullah (sav) di nava rojek de ji heftê car zêdetir îstîxfar dikir.
“Qesem bi navê Allah be ku ez rojê ji heftê caran zêdetir tobe û îstîxfar dikim.”[12]
Mirov eger îstîxfarê ji bo xwe bike exlaq, navê El-Xafûr dê herûdaîm li ser wî tecellî bike. Ji ber vê yekê mirov gûneh bike jî neke jî divê zimanê wî daîma bi îstîxfarê meşxûl bibe. Îstîxfar dilnizmîtîya evd ya li dij Allah e (ac). Îstîxfar li dij Allah (ac) bi evdîtîya xwe hed zanîna mirovek e. Terka îstîxfarê rêznegirtina Allah e (ac).
Feydeya Îstîxfarê
Îstîxfar her çi astengîyên di navbera Allah (ac) û evdê wî de hene radike. Wisan ku; rahmeta Allah (ac) her tiştî dorpêç kiriye. Rahmeta wî ya bêsînor her lehze weke tavîya baranê li ser rûyê erdê dadikeve. Lê belê gunehên însan ji bo wê tavîya rahmeta Allah (ac) dibe weke sîwanek û wî ji wê rahmeta bêdawî mehrûm dihêle. Bi vê awayê îstîxfar, bêhemdê însan her çi gunehên kiriye û wî ji rahmeta îlahî mehrûm hiştîye jêdibe û paqij dike. Ew kes digihîje xêrên ku ji wan mehrûm maye.
Rasûlullah (sav) wiha gotîye:
“Kî bi îstîxfarê ve bizeliqe Allah (ac) wî ji hemû tengezarîyan derdixîne û firehîyeke ji hemû kul û derdan dide wî û ji cihên ku qet hêvî nake ew dirizqîne.”[13]
Birastî em nizanin ka kîjan gûnehê me em ji kîjan xêran mehrûm dike. Pêkan e ku gunehên me dibe sedema hînbûyîneke me ya xerab an dilgiranîya me ya li dij xêran an diltengîyeke ku em jî bi sebebê wê nizanin an jî nexweşîyeke ku tibba modern bixwe nikare çareser û tedawî bike. Ji ber vê yekê hewceye ku em herûdaîm îstîxfar bikin. Li ser vê mijarê têgihiştina Hasenê Besrî (rh) balrakêş e:
“Hasenê Besrî (rh) dema li mizgeftê rûniştî bû zilamek hat û jê re wiha got:
Ya Hasen! Li warê me xela rabûye. Hasenê Besrî (rh) jê re wiha got:
Here û pir zêde îstîxfar bike. Piştî demeke kurt yekî din hat û wiha got:
Zarokên min çênabin. Hasenê Besrî (rh) heman şîretê li wî zilamê kir:
Îstîxfarên xwe têrbaş zêde bike. Demek bihûrî û zilamekî din derket hat û jê re got:
Ya Hasen! Tengezarîyeke min ya der barê xîzanîyê de heye. Allah (ac) bi tu awayî rizqê min fireh nake. Hasenê Besrî (rh) ji wî zilamî re wiha got:
Here û ji Allah re pir zêde îstîxfar bike. Paşê yekî din kete nava mizgeftê û berê xwe da Hasenê Besrî û wiha axivî:
Ya Hasen! Bostaneke min heye lê her sal hişk dibe. Îsal jî hişk bû. Bostanên herkesî şîn û bifêkî ye. Hasenê Besrî (rh) jê re jî şîreta îstîxfarê kir û got:
Tu jî here û îstîxfar bike.
Piştî ku ew zilam vegerîyan û çûn ev pirs ji Hasenê Besrî (rh) hat kirin:
Ya Îmam, kesên hatin cem te û gilîyên cûda kirin lê te ji hemûyan re heman reçeteyê da: “Herin, îstîxfar bikin.” Hikmeta vê çiye? Hasenê Besrî (rh) wiha bersiv dide wan:
Ez ji nefsa xwe napeyivîm. Ez vê reçeteyê ji vê ayeta Qûr’ana Kerîm hîn bûm û min bi vê ayetê îstînbat kir. Piştî van peyvên xwe ayeta ku Nûh (as) ji qewmê xwe re gotibû xwend:
فَقُلْتُ اسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ اِنَّهُ كَانَ غَفَّارًاۙ يُرْسِلِ السَّمَٓاءَ عَلَيْكُمْ مِدْرَارًاۙ وَيُمْدِدْكُمْ بِاَمْوَالٍ وَبَن۪ينَ وَيَجْعَلْ لَكُمْ جَنَّاتٍ وَيَجْعَلْ لَكُمْ اَنْهَارًاۜ مَا لَكُمْ لَا تَرْجُونَ لِلّٰهِ وَقَارًاۚ
“Min got: ‘Ji Rabbê xwe mexfîret daxwaz bikin. Lewre ew (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e. (Di muqabilê îstîxfara we de) ji asîman bi ser we re bi zêdeyî baran dibarîne. Bi mal û zarokan alîkarîya we bike û ji bo we bexçeyan û çeman heyî dike. Ma çi li we qewimîye ku hûn qedrê Allah nagirin/ji Allah bi awayê lêhatî natirsin?’ ”[14]
Dûaya Bi Navê El-Xafûr
رَبَّنَٓا اِنَّنَا سَمِعْنَا مُنَادِيًا يُنَاد۪ي لِلْا۪يمَانِ اَنْ اٰمِنُوا بِرَبِّكُمْ فَاٰمَنَّاۗ رَبَّنَا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَكَفِّرْ عَنَّا سَيِّـَٔاتِنَا وَتَوَفَّنَا مَعَ الْاَبْرَارِۚ
“Rabbê me! Me, gazîkerê/bangvanê îmanê ku digot: “Îman bi Allah bînin!” seh kir û me hema pê îmân anî. Rabbê me! Tu gunehên me efû bike, neqencîyên me binixumîne û me ligel Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) re bimirîne.”[15]
قَالَ رَبِّ اغْفِرْ ل۪ي وَلِاَخ۪ي وَاَدْخِلْنَا ف۪ي رَحْمَتِكَۘ وَاَنْتَ اَرْحَمُ الرَّاحِم۪ينَ۟
“(Li ser vê) Mûsa gotibû: ‘Rabbê min! Min û birayê min efû bike û me têxe nava rahmeta xwe. Bi rastî Rahîmtirê Rahîman her tu yî.’ ”[16]
اَنْتَ وَلِيُّنَا فَاغْفِرْ لَنَا وَارْحَمْنَا وَاَنْتَ خَيْرُ الْغَافِر۪ينَ
“Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahmê li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkeran î.”[17]
رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا وَلِاِخْوَانِنَا الَّذ۪ينَ سَبَقُونَا بِالْا۪يمَانِ وَلَا تَجْعَلْ ف۪ي قُلُوبِنَا غِلًّا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا رَبَّنَٓا اِنَّكَ رَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌ۟
“Rabbê me! Me û birayên me yên berî me, ên îman anîne mexfîret bike û di qelbên me de ji bo mûmînan kînek nehêle. Rabbê me! Bêguman tu, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm î.”[18]
اَللَّهُمَّ أَنْتَ رَبِّي لَا إِلَهَ إِلَّا أَنْتَ، خَلَقْتَنِي وَأَنَا عَبْدُكَ، وَأَنَا عَلَى عَهْدِكَ وَوَعْدِكَ مَا اسْتَطَعْتُ، أَعُوذُ بِكَ مِنْ شَرِّ مَا صَنَعْتُ، أَبُوءُ لَكَ بِنِعْمَتِكَ عَلَيَّ، وَأَبُوءُ لَكَ بِذَنْبِي فَاغْفِرْ لِي، فَإِنَّهُ لَا يَغْفِرُ الذُّنُوبَ إِلَّا أَنْتَ
“Allahê min! Tu Rabbê min î. Ji te pê ve qet tu îlâh tune. Te ez xûliqandim û ez evdê te me. Ez ê bi qasî hêza xwe li ser ehda xwe bimînim û li ber xwe bidim da ku ez bigihîjim weada te. Ji şerra tiştên ku min kiriye ez xwe bi te diparêzim. Ez bi nîmetên ku te dane min û gunehên ku min kirine dizanim û qebûl dikim. Min efû bike; lewre ji te pê ve kesekî efûker tune.”
[1] 35/Fatir, 45
[2] 6/En’am, 6
[3] Tirmizî, 2499
[4] 39/Zûmer, 53
[5] 7/A’raf, 20-21
[6] Tirmizî, 2526
[7] 4/Nîsa, 48
[8] 57/Hadîd, 28
[9] Mûslîm, 2564
[10] 3/Al-î Îmran, 31
[11] 2/Baqara, 218
[12] Mûslîm, 2702
[13] Ebû Dawûd, 1518
[14] Îmam Kurtûbî vê qiseyê di tefsîra sûreya Nûh ayeta dehemîn de neqil kiriye.
[15] 3/Al-î Îmran, 193
[16] 7/A’raf, 151
[17] 7/A’raf, 155
[18] 59/Haşr, 10




İlk Yorumu Sen Yap