Ji Esmaû’l Hûsna navê El-Bedî’/البديع di Erebî de ji koka “Be-de-a/Bid’a” çêbûyî ye. Ev jî dihê ser wateya beyî embaz û mestergirtinê înşakirin û avakirina tiştekî. Maneya navê El-Bedî’ ev e: Allahê bê mîsal û bê menend dixilûqîne. Allahê El-Bedî’ alemên şaşwazî û behitî mayî dixûliqîne.
Ev navê hanê dema ji bo Allah (ac) bê bikaranîn dihê ser maneya bê amraz û bê made û bê dem û bê mekan heyîkirina tiştekî. Ev nav di Qûr’ana Kerîm de ji bo Allah (ac) du car dibore.
بَد۪يعُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ اَنّٰى يَكُونُ لَهُ وَلَدٌ وَلَمْ تَكُنْ لَهُ صَاحِبَةٌۜ وَخَلَقَ كُلَّ شَيْءٍۚ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ
“Ew e yê ku erd û esmanan bê mîsal xuliqandîye. Çawa zarokên wî çêbibe? Hevjîna wî jî nebûye! Hemû tiştî wî xuliqandîye û ew bi her tiştî dizane.”[1]
Ew Allahê ji hemû qisûr û kêmasîyan mûnezzeh e di zatê xwe de û di sifetên xwe de û di hûkmên xwe de û di hemû karên xwe de bê menend û bê hinkûf e. Allah (ac) mexlûqatên xwe bi xûliqandineke wisan xuliqandîye ku berê de qet tu hevşêweyê wan tune bû. Ji ber ku hevşêweya mexlûqatên Allah (ac) tune jê re El-Bedî’ hate gotin.
Qûr’ana Kerîm bi taybetî daxwaz dike da ku em bi baldarî li esmanan binêrîn. Lewre esman, qûdret û berzîtîya Allah (ac) ya bêhempa nîşanî me dide.
Di heman demê de El-Bedî’ dihê ser maneya yekem/ewil.
قُلْ مَا كُنْتُ بِدْعًا مِنَ الرُّسُلِ
“Bibêje: ‘Ez ne ewilê/yekemê pêxemberan im…’ ”[2]
Mexlûqatên Allah (ac) bitevahî tecellîya navê El-Bedî’ in. Hemû mexlûqatên Allah (ac) bê mîsal in. Allahê El-Bedî’ dema tiştekî xûliqandîye wê tiştê bê mîsal û bê model heyî kiriye. Hemû mexlûqatên Allah (ac) ji bo însanan bûne model û nimûne. Pirên îcad û nûyîtîyên modern bi îlhama mexlûqatên Allahê El-Bedî’ hatine çêkirin.
Duaya Bi Navê El-Bedî’
Enes b. Malîk vedibêje:
“Rasûlullah (sav) seh kir ku zilamek wisan dûa dike:
‘Allahê min! Ez bi van wesfên te ku hemd bitevahî aîdê te ye û ji te pê ve qet tu îlâh tune û tu bê şirîk û wahîdû’l ehed î ji te dixwazim. Ya Allahê lutf û kerema wî herî zêde û ji tûnebûnê bedîê/xaliqê erd û esmanan û xwedîyê celâl û îkramê!
Ya Hayy û ya Qayyûm! Ez ji te bihûştê dixwazim û ji ezabê dojehê xwe bi te diparêzim.’
Zilam piştî ku dûaya xwe qedand Rasûlullah (sav) wiha got: ‘Ev zilam bi naveke wiha dûa kir ku ew dûa bi wê navê diqebile û dema bi wê navê bê xwestin ji kesê daxwazker re dihê dayîn, ji Allah (ac) re dûa dikir.’ ”[3]
Ji Esmaû’l Hûsna navê El-Fatir/الفاطر jî dihê ser maneya Allahê fitreta her tiştî dide wan û ew ê bi derizandin û terikandinê dixûliqîne. Ev nav ji koka “Fe-te-ra/fitr” çêbûyî ye. Li gorî vê kokê jî maneya wê ev e: “Xûliqandina tiştekî bi dirêjahîya wê, yanê bi hemû merheleyên wê û eşkerekirina wê tiştê ku hatîyê terikandin/qelişandin.”
Navê El-Fatir/الفاطر di Qûr’ana Kerîm de ji bo Allah (ac) şeş (6) car dihê bikaranîn.
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ فَاطِرِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ جَاعِلِ الْمَلٰٓئِكَةِ رُسُلًا اُو۬ل۪ٓي اَجْنِحَةٍ مَثْنٰى وَثُلٰثَ وَرُبَاعَۜ يَز۪يدُ فِي الْخَلْقِ مَا يَشَٓاءُۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
“Hamd, jî wî Allahê re ku wî erd û asîman xuliqandîye û melaîketan bi baskên dudo dudo û sisê sisê û çareçar kiriye qasid/ragihîner. Ew, di xuliqandinê de çi bivê zêde dike. Bêguman Allah, qadirê her tiştî ye.”[4]
Allah (ac) her tiştên ku yekpare ne bi navê xwe yê El-Fatir diterikîne. Her tiştê diterikîne jî ji nû de ava û înşa dike.
اَوَلَمْ يَرَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَنَّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ كَانَتَا رَتْقًا فَفَتَقْنَاهُمَاۜ وَجَعَلْنَا مِنَ الْمَٓاءِ كُلَّ شَيْءٍ حَيٍّۜ اَفَلَا يُؤْمِنُونَ
“Erê ma ew ên kafir nabînin ku erd û esman berê bi hev ve bûn ku me ew ji hev kirin û me hemû zindîyan ji avê xuliqandin? Ma hê jî ew îmân naynin?”[5]
Ev kâinat berê de bi erd û esman yekpare bû, gerda/molekûla tozê bû. Di nava wê yekparetîyê de hemû gerdûn veşartî bû. Allah (ac) bi navê xwe yê El-Fatir wê nûqteya yekparetîyê bi teqînekê (big bang) terikand/qelîşand û ji hevdû veqetand. Herwiha ev gerdûn derkete holê. Çawa ku em bi çavên xwe şane/hûcre nabînin lê di wê hûcrê de însanek veşartî be û di gerda/molekûla tozê de jî ev gerdûn veşartî bû. Allahê El-Fatir terikand û ev cîhan peyda bû, derket rastê. Li gorî lêkolînên zanistî gerdûn her lehze fireh dibe. Allah (ac) li ser vê mijarê wiha ferman dike:
وَالسَّمَٓاءَ بَنَيْنَاهَا بِاَيْدٍ وَاِنَّا لَمُوسِعُونَ وَالْاَرْضَ فَرَشْنَاهَا فَنِعْمَ الْمَاهِدُونَ وَمِنْ كُلِّ شَيْءٍ خَلَقْنَا زَوْجَيْنِ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ
“Me asîman bi quwetekî pir mezin ava kir. Û em firehkarên wê ne. Erd jî me raxist. Em çi xweş raxer in. Me ji her tiştî cot bi cot xuliqand. Hêvî dibe ku hûn şîret bigirin.”[6]
Tecellîya navê El-Fatir yek jî tov û bizrik in. Allahê El-Fatir, heb û bizrikan diterikîne/diqelêşîne û ji wan heyînên nû dixûliqîne. Allah (ac) li ser vê mijarê wiha ferman kiriye:
اِنَّ اللّٰهَ فَالِقُ الْحَبِّ وَالنَّوٰىۜ يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَمُخْرِجُ الْمَيِّتِ مِنَ الْحَيِّۜ ذٰلِكُمُ اللّٰهُ فَاَنّٰى تُؤْفَكُونَ
“Bêguman ew ê ku (ji bo ji nava wan dar û nebatan derxîne) tov/bizir û dendikê diqelêşe û diderizîne û yê zindî ji mirî derdixîne û yê mirî jî ji yê zindî derdixîne Allah e. Ha Allah ev e. Êdî çawa hûn (dev ji îbadeta jê re berdidin û ber bi alîyê pûtên bêkêr ve) tên vegerandin?”[7]
Bêgûman ew ê programek li wê tov û dendikê bar kiriye Allahê El-Fatir e ku em ji vê re dibêjin “Fitret”. Tecellîya navê El-Fatir yek jî fitret e. Allah (ac) bernameyek di nava tov bizir de bicih dike. Dendikê qeysî wisan hatîye bernamekirin ku di nava axê de biterike û biqelişe û bibe darek ji darên fêkîyê qeysî.
Allah (ac) însan jî li ser fitretek/bernameyek xûliqandîye. Fitreta însan jî tewhîd e. Evdîtîya ji Rabbê aleman re ye.
فَاَقِمْ وَجْهَكَ لِلدّ۪ينِ حَن۪يفًاۜ فِطْرَتَ اللّٰهِ الَّت۪ي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَاۜ لَا تَبْد۪يلَ لِخَلْقِ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُۗ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَۗ
“Rûyê xwe wek (muwehhîdê ku qet tu tiştî ji Allah re şirîk çênakin) vegerîne dînê henîf. (Bide pey) wê fitreta ku Allah însanan li ser xuliqandîye. Di xuliqandina Allah de guherandin tune. (Herkesî li ser fitreta tewhîdê xuliqandîye.) Ha dînê rasterast ev e. Lê belê pirên însanan nizanin.”[8]
Tewhîd/îslâm ya ku dihê ser maneya îbadeta bitenê ji Allah (ac) re û şirîk neçêkirina jê re, agahî û meyleke/dilxwazîyeke di fitreta însan de bicihbûyî ye. Her însan, li ser vê fitretê dihê dinyayê. Ji însanan hin kes didin pey van delîlên fitrî û hetanî ku di dewrên tu pêxember nehatine de jî li ser tewhîdê ji Allah (ac) re evdîtîyê dikin. Wekî mîsala Zeyd b. Amr b. Nufeyl.[9] Hin kes jî nadin pey vê agahîya fitrî û bawerîyeke spartîyê zen û xurafe û bi rawêj û bi kevneşopî û bi adetan xweyî dibe pêk tînin.
Ji bo di gerdûnê de pergaleke tekûz hebe hewceye ku her tişt li gorî fitreta wê be. Ne wisan be ev pergala Allah (ac) xûliqandîye dibe ku li ber fesadê bikeve û xera bibe.
Divê însan wek mûwehhîd bimîne.
Darê qeysî, qeysîyan bide.
Genim, li gorî fitreta xwe genim bide. Hewceye ku bi genetîka tovê wê neyê lîstin.
Pêwist e însan û gerdûn li ser fitreta xwe ya ku Allah (ac) xûliqandîye bimîne. Em vêya ji bîr nekin. Allah (ac) vê gerdûna wek tekûz xûliqandîye emanetê me kiriye. Parastin an jî xerakirina wê jî di destê me de ye. Rêya parastina wê jî ew e ku em berpirsîyarîyên xwe yên dij navê El-Fatir pêk bînin.
Çiye ew?
Parastina fitret e!
Dûaya Bi Navê El-El-Fatir
Rasûlullah (sav) bi vê navê wiha dua kiriye:
“Allahê min ê Rabbê heft esman û erdê!
Rabbê erşa ezîm, Rabbê me, Rabbê her tiştî û ew ê heb û bizrikan diterikîne!
Allahê min ê Tewrat û Încîl û Fûrqanê nazil kiriye!
Allahê min! Her çi tiştên ku tu ji enîya wan digirî ji şerra wan ez xwe bi te diparêzim.
Allahê min! Tu Ewwel î, berîya te qet tu tişt tune bû. Tu Axir î, piştî te qet tu tişt tune. Tu Zahir î, li ser te re qet tu tişt tune. Tu Batin î, ji te pê de qet tu tişt tune. Barê deynan ji me biborîne. Bi rizgarîya xîzantîyê re me dewlemend bike.”[10]
[1] 6/En’am, 101
[2] 46/Ahkaf, 9
[3] Tirmizî, 3544; Ebû Dawûd, 1495
[4] 35/Fatir, 1
[5] 21/Enbîya, 30
[6] 51/Zarîyat, 47-49
[7] 6/En’am, 95
[8] 30/Rûm, 30
[9] bnr. Buxarî, 3826, 3828
[10] Mûslîm, IV-2084 (Ji Ebû Hûreyre (ra) )



