Birastî ev pirsekî pir giring e. Lewre gelek însan bi vê awayê wekî ku sûnnet be xwe bi amelên bîd’ewî ve digirin. Dewra me de ekserîyeta mirovan wisan zen dikin ku eger nîyeta wan baş be welew amelekî bîd’et jî bikin dê baş be. Bi vê awayê ew li cem xwe zen dikin ku bi vê tevgerê ew nêzîktirê Allah (ac) dibin.
Wek mînak em dikarin mijara rojbûna Pêxember (ass) bidin. Bêguman eshabîyan jî bi rojbûna Rasûlullah (ass) dizanîbûn. Lê em dizanin ku eshabîyên Rasûlullah (ass) jî û neslên di pey wan de hatine jî ji bo rojbûna Pêxember (ass) civînan nedanîne û di merasîmên taybet de bi dengê bilind selawatan neanîne. Merasîm û çalakîyên “Hefteya Rojbûna Pîroz” îro wekî ku wacîbatekî ji îslamê ye tê nirxandin. Weke vê mijarê em dikarin şevên qendîlan bi vê re qiyas bikin.
Em bala xwe didinê ku hin mirov digel Pêxember (ass) nekiriye û piştî wefata wî eshabîyên wî nekirine û neslên di pey wan re hatine nekirine radibin dibêjin ev tiştekî pir qenc e, xêr e û xwedî derketina li Rasûlullah (ass) e!..
Em dikarin bûyera Mîracê jî bijmêrin. Ew ê rêwîtîya Îsra kiriye û derketîye Mîracê Rasûlullah (ass) bixwe bû. Lê belê wî jî û eshabîyên wî jî roja Mîracê an şeva Mîracê di navbera xwe de civîn danenîne û wek mexsûsê wê şevê zikir û taatên taybet nekirine.
Tesbîhatên piştî nimêjan ya bi fermana mele an mûezzîn tên kirin jî di vê çarçoveyê de ye. Gelek însan xwe dixin pişt perdeya “Bîd’etê Hesene” û îro di mizgeftan de di pey nimêjan de bi vê awayê di tesbîhatan de terka sûnnetê dikin. Di dewra Rasûlullah (ass) de piştî silavdayîna nimêjê cemaet rûdiniştin û her yek ji wan di quncekî de dûa û tesbîhatên xwe dikirin.
Mixabin îro ji ber ku ûmmet bi sûnnet û sîyera Pêxember (ass) nizanin dikevin çewtîyên wisan dilsotîner. Ligel nizanin ka Muhammedun Rasûlullah tê ser çi maneyê û Qûr’ana Kerîm ji wan çi dixwaze û ji rênîn û îttîbaya eshabîyan bêhay in li cem xwe dibêjin “Eger wekî ku hûn dibêjin ev amel bîd’et be jî bîd’eta hesene ye.”
Bila ev mijar qenc fêm bibe ku têgehekî wekî “Bîd’etê Hesene” di sûnnet û sîyera Rasûlullah (ass) de tûne. Li cem Rasûlullah (ass) hemû bîd’et rêşaşîtî ye û hemû rêşaşîtî jî çêtir layiqê agir in. Binêrin ew bûyera Abdullah b. Mesûd (ra) û bûyerên îro ku em şadehî li wan dikin çiqas dişibin hevdu. Ferqa di navbera herdu bûyeran de yek jî ev e. Wê demê eshabîyan nedigotin: “Ev zikir û tesbîhata ku hûn dikin rast e, li ser vê rewşê bidomînin.”
Kesekî nedigot ev rêya me ji rêya Muhammed (ass) bixêrtir e. Jixwe gotinekî wisan kufr e. Wê demê bitenê rêyek dimîne. Ew jî sûnneta Rasûlullah (ass) ya tahir û pak e. Ez ê aniha bûyerekî ez jîyîme bi we re parve bikim. Di nava mizgeftekî de min ligel xoceyekî nimêj kir. Piştî nimêjê dema bitevahî tesbihat kirin min xwe da quncekî û bi serê xwe tesbîhata xwe kir. Piştre sûreya Nebe xwendin. Wan hêj tesbîhata xwe neqedandibûn ez ji mizgeftê derketim. Ev xoce di warê xwe de wek alim û zanyar dihat naskirin. Piştî ez derketim xoce jî derket. Ji ber ku bi fikr û ramanên me dizanîbû wî fêm kir ez ji bo çi wisan zû derketim. Ji min re wiha got: “Ev ên hanê Qûr’anê dixwînin lê min di tu rîwayetan de nedîtîye ku Rasûlullah (ass) piştî nimêjan Qûr’an xwendîye.” Ez mam lihêvîya wî ku berê xwe bide wan bertekek nîşan bide û bibêje: “Gelî cemaet! Ev tiştê ku hûn dikin bîd’et e!”
Tiştekî wisan nekir. Gotina wî ev bû: “Ez nizanim ev însan çima wisan dikin.” Belê vê got lê ew bixwe jî hetanî dawîyê beşdarî vê bîd’etê bibû!
Di nava gelê me de însanên xwendevan çima dikevin vê rewşa xirab? Lewre wek bêkêmasî ne têgihiştîyê meqseda şer’a şerîf in. Sebebekî din jî ev e. Çi bîd’etkerên dewra me de hene hema bêjin bitevahî di mijara peyrevîtîya mezhebên fiqhî de xwedî teasûbê/korbawerîtîyê ne. Ligel vê ew ji îctîhad û ramanên îmaman jî ne agahdar in.
Mesela refû’l yedeyn/dest rakirina di nimêjê. Dema yek ji we di nimêjê de di întîqala tekbîran de destên xwe bilind bike dê hinek bibêjin “Ev jî çi ye? Di mezheba me de tiştekî wisan tûne.” Hetanî wisan ku wî kesî wek bîd’etker binav dikin. Birastî ev bixwe jî nezanîn e, cehalet e.
Çareserîya Pirsgirêkên Di Vê Mijarê De
Eger di nav ûmmeta îslamê de li ser hin mijaran îxtîlaf û nakokî hebin ji ber pêdivîtîya “Laîlaheîllallah Muhammedûn Rasûlullah” ev îxtîlafên hanê li gorî emrê Allah (ac) û sûnneta Rasûlullah (ass) bên çareser kirin.
Di nava gel de gelek bîd’etên eşkere hene ku bi navê “Bîd’etê Hesene” tên navandin. Wê demê ji bo navandin û çareserîya vê mijarê nîqaşeke ku em bikin tûne. Çima? Lewre di vê îxtîlafê de em ê serî li hakemtîya sûnneta Rasûlullah (ass) bidin. Em binêrin gelo di şer’a şerîf de bîd’eta hesene heye an na? Bera eger bîd’eta hesene hebe ew amelên ku ew qas bîd’etker dikin bila ji wan re pîroz be!
Lê wekî ku me di ravekirina vê mijarê de gotibû ev mesele li îndallah qethîyen ne meşrû ye. Li cem Rasûlullah (ass) jî çeşîdên an beşên bîd’etê tûne û tiştekî wisan ne mijara axaftinê ye. Eshabîyên Rasûlullah (ass) di meseleya bîd’etan de net û zelal bûn. Ûlemayên selefê salih jî di vê mijarê de tabiê sûnneta Rasûlullah (ass) bûn. Herwiha îxtîlafên di vê mijarê de hatîye çareserkirin.
Kesên di mijara bîd’etan de li ser vê ramanê bin bila werin û serî li hakemtîya Rasûlullah (ass) bidin. Allah (ac) wiha ferman dike:
فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتّٰى يُحَكِّمُوكَ ف۪يمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْۙ ثُمَّ لَا يَجِدُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْل۪يمًا
“Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.”[1]
Rasûlullah (ass) li ser vê mijarê wiha gotîye:
“Bêşik peyva herî xweşik kîtâbullah e û rêya herî bixêr rêya Muhammed e (ass). Amelên herî xerab yên ku piştre hatine derxistin in. Her tiştê ku piştre derketî ne bid’at e. Her bid’at dalalet e û her dalalet jî di agir de ye.”[2]
Li ser vê mijarê wek encam em ê ayeta Allah (ac) teqdîm bikin. Allah (ac) wiha ferman dike:
وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ وَلَا مُؤْمِنَةٍ اِذَا قَضَى اللّٰهُ وَرَسُولُهُٓ اَمْرًا اَنْ يَكُونَ لَهُمُ الْخِيَرَةُ مِنْ اَمْرِهِمْۜ وَمَنْ يَعْصِ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا مُب۪ينًا
“Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser tiştekî hukim dan, der heqê wî karî de ji bo mêr û jin ên mumîn re qet tu heqê hilbijartinê tune. Kî jî li dij Allah û Rasûlê wî serî rake, êdî ew bi rêşaşîyeke apaşkere xerifîye.”[3]
Bi van ayetan jî baş fêm bû ku her çi pirsgirêk hebin û ev pirsgirêkên hanê çiqas zêde bin bila bibin ji bo çareserîya wan yek mercîyek heye. Ew jî Kîtabûllah û sûnneta Rasûlullah (ass) e.
Di beşên pêş de em ê der heqê şûbhe û gûmanên tesnîfa bîd’eta hesene û bîd’eta seyyîe de mijara xwe bidomînin. Em ê her yek ji wan wek cûda bidest bixin û di ronahîya nassan de binirxînin û van şûbheyan pûç û betal bikin.
Ji bo kesên girêdayîyê dînê tewhîdê û peyrevên Rasûlullah (ass) bîd’et, bîd’et e. Bîd’eta xweşik û delal tûne. Di warê dîn de her çi nûjenîyên hatibin derxistin bîd’et in.
Dawîya beşa (12.) Dozdehem, dê bidome înşaAllah.
[1]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 4/Nîsa, 65
[2]. Muslîm, 867; Nesaî, 1578
[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 33/Ehzab, 36
İlk Yorumu Sen Yap