Li Dij Bîd’etan Helwesta Eshabîyan

Eshabîyên Rasûlullah (ass) li dij bîd’etan çawa tevdigerîyan? Em ê bi vê sernavê mijara xwe bidomînin. Dema ji Rasûlullah (ass) re wehîy nazil dibû eshabîyan jî ji daxistina wehîyê re şahidî dikirin. Helbet ew ji qewmên pêşî û dawî bi îslamê serwexttir bûn.

Bi taybetî eshabîyên ehlê îlmê der heqê bîd’etan de pir zêde hessas bûn. Wan bi vêya qenc dizanîbûn ku di qadên jiyana dinyayê de nûjenîyên derdikevin bi tevahî wek bîd’et ne dinirxandin. Lê di mijara dîn de li dij her nûjenîyan bê tawîz bûn. Em ê di vê mijarê de çend mînakan bidin. Amr b. Seleme (ra) wiha rîwayet dike:

“Berîya nimêja sibehê, ji bo ku ji mala xwe derket em jî ligel wî bi mescîdê ve bimeşin em li ber derîyê Abdullah b. Mes’ûd (ra) rûniştî bûn. Ebû Mûsa El-Eş’arî (ra) hate cem me û wiha got: “Abdullah hêj ji mala xwe derneketîye gelo?” Me got: “Nexêr!” Ew jî bi me re li benda wî ma. Axir Abdullah b. Mes’ûd (ra) ji mala xwe derket. Em hemû rabûn û me dora wî girt. Ebû Mûsa jê re wiha got: “Ya Abdullah, min berî vêga li mescîdê îşeke/kareke xerîb dît.”

Abdullah b. Mes’ûd (ra) jê pirs dike û dibêje: “Çi bû ew karê xerîb?” Ebû Mûsa jê re wiha vedibêje: “Hin kes li mescîdê xeleqe çêkirine û rûniştine. Li serê her xeleqeyê zilamek heye û bi xîçikên di destê xwe de talîmata zikirê dida wan. “Sed car tekbîr!” Wê cîvatê jî li ser vê talîmatê sed car tekbîr dianîn. Weke vê ew zilam dema digot “Sed car Laîlaheîllallah!” û “Sûbhanallah!” ew jî li gorî vê talîmatê tevdigerîyan û van zikira digotin.” Abdullah b. Mes’ûd (ra) jê re got: “Te ji wan re tiştek negot?” Ebû Mûsa got: “Nexêr, min tiştek negot. Min xwest ku ez fikirê te ya di vê mijarê de bigirim.”

Paşê Abdullah b. Mes’ûd (ra) çû mescîdê. Em jî pê re bûn. Dema gihîşte mescîdê li ser serê wan sekinî û wiha got: “Ev tiştê ku hûn dikin çi ye?” Wan jî gotin: “Ya Abdullah, evana xîçik in. Em bi vana tekbîr û tehlîl û tesbîhên xwe dikin.”

Abdullah b. Mes’ûd (ra) ji wan re wiha got: “Ey ûmmeta Muhammed (ass)! Digel ku di navbera we de ewqas eshabî hene û kefena Rasûlullah (ass) hêj şil nebûye û tebaqa xwarina Rasûlullah (ass) hêj neşikestîye helaka we çiqas zû nêz dibe. Ka bibêjin hûn ji ûmmeta Muhammed hêj zêdetir li ser hîdayetê ne an hûn ji wan kesan in ku derîyê dalaletê li ser xwe vekirine?”

Wan jî wiha gotin: “Ya Abdullah! Em bi navê Allah (ac) son dixwin ku nîyeta me ji xêrê pê ve ne tiştekî din e.” Abdullah b. Mes’ûd (ra) wiha bersiv da wan: ‘Gelek mirov hene ku hêvîya xêran dikin lê belê qet tu carî ne gihîştine xêrên ku hêvî dikirin. Rasûlullah (ass) qewmekî tarîf kiribû ku ew qewm Qûr’anê dixwînin lê ew Qûr’an di qelbên wan de cih nagire.’ Sond be gelek kesên ku lêhatîyê vê tarîfê ne di nava we de ne.” Amr. b. Seleme (ra) wiha pê de çû: “Di bûyera Nehrewan de me dît ku pirên wan kesan bi Xaricîyan re êrîşî me dikirin.”[1]

Belê, ne ehlê beyta Rasûlullah (ass) û ne jî eshabîyên wî qet tu car ne bibûn şahidê vê şêweya zikirkirinê. Bala xwe bidin gotin û îdîaya wan û bîd’etkerên vê dewrê çiqas dişibe hevdu: “Ya Ibnî Mes’ûd! Em bi navê Allah (ac) son dixwin ku nîyeta me ji xêrê pê ve ne tiştekî din e.” Ev hevok, di her dem û dewrê de hevoka hemû bîd’etkeran ya hevpar e.

Belê Abdullah b. Mes’ûd (ra) di nav eshabîyan de feqîh û qadîyekî birûmet bû. Demekî dirêj Qadîtîya Kûfeyê kiribû. Zikirkirina Allah (ac) jî li ser mûslîman wacib e. Allah (ac) di gelek ayetan de emrê zikirkirinê dike. Li gorî rîwayeta Ebû Mûsa El-Eş’arî (ra), Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Mînaka kesê ku Allah (ac) zikir dike û ew ê Allah (ac) zikir nake dişibe kesên mirî û zindî.”[2]

Allah (ac) zikir emir kiriye. Allah (ac) wiha dibêje:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اذْكُرُوا اللّٰهَ ذِكْرًا كَث۪يرًاۙ

“Gelî ew ên îman anîne! Allah pirzêde zikir bikin.”[3]

Allah (ac) ew mûmîn û mûmînatên ehlê zikirê mexfîret dike/dibexşîne. Rasûlullah (ass) di her halûkarî de Allah (ac) zikir dikir. Digel vê rewşê Abdullah b. Mes’ûd (ra) bertek nîşanî wê cîvatê dide. Çima? Lewre wekî ku wan gotibû qest û nîyeta wan xêr be jî amelê dikirin ne muwafiqê sûnnetê bû. Bi vê awayê fêm dibe ku ew îbadetên di eslê dîn de hene, divê pêkanîna wan jî li gorî sûnneta Rasûlullah (ass) bibe. Der heqê sûnnet û bîd’etê de fehma eshabîyan ev bû.

Li ser vê mijarê em ê mînakekî din bidin. Ebu Hûreyre (ra) wiha rîwayet kirîye: “Du zilam ketin cîvata Rasûlullah (ass) û rûniştin. Ji nav wan yê ku rûmetdar dixûya benijî, lê negot elhamdûlîllah. Ji ber vê yekê Rasûlullah (ass) ji bo wî negot “Yerhamûkallah.” Paşê ew kesê din benijî û got: “Elhamdûlîllah!” Rasûlullah (ass) di muqabilê hemda wî de got: “Yerhamûkallah!” Zilamê ku wekî rûmetdar dixûya berê xwe da Rasûlullah (ass) û wiha got: “Dema ku ez benijîm te ji bo min negot yerhamûkallah. Lê dema ku ev zilam benijî te ji bo wî got: “Yerhamûkallah!” Rasûlullah (ass) wiha bersiv da: “Lewre te Allah (ac) ji bîr kir. Ez ji tu ji bîr kirim. Lê ev zilam Allah (ac) bibîr anî min jî ew bibîr anî.”[4]

Zilamek li cem Abdullah b. Ûmer (ra) dibenîje û wiha dibêje: “Elhamdûlîllahî wessalatû wesselamû ala Rasûlîllah… (Hamd ji Allah re û salat û selam ji Rasûlullah re be.)” Abdullah b. Ûmer (ra) dema vê gotinê dibihîze îtîraz dike û wiha dibêje: “Nexêr, ne wisan e. Em ji Pêxember (ass) tiştekî wisan hîn nebûne. Dema ku mirovek benijî li gorî sûnneta Rasûlullah (ass) divê bibêje “Elhamdûlîllah!” Qet tu peyvên din li ser vê nayê zêde kirin.”

Hin kes dibe ku bibêjin: “Ma qey çi zerar di vê gotinê de heye? Selat û silav anîna li ser Rasûlullah (ass) di Qûr’ana Pîroz de hatîye emirkirin. Ma hûn vê ayetê naxwînin?

اِنَّ اللّٰهَ وَمَلٰٓئِكَتَهُ يُصَلُّونَ عَلَى النَّبِيِّۜ يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا صَلُّوا عَلَيْهِ وَسَلِّمُوا تَسْل۪يمًا

“Allah û melaîketên wî li ser pêxember selawatê tînin. Gelî ew ên îman anîne! Hûn jî selawat û silavê lê bînin.”[5]

Belê, ev gotin rast e û me îman bi vê ayetê anîye. Lê belê ev ayeta Qûr’anê ji bo îdîaya wan kesan qethîyen nabe delîlê bîd’etkerîyê. Li gorî hin alîmên îslamê selawata li ser Nebî (ass) tê ser vê maneyê.

Ebu’l Alîye (rh) li ser vê ayetê wiha qotîye:

“Selawata Allah (ac) pesindan/medihkirina pêxember (ass) e. Selawata melaîketan û mumînan jî ew e ku pesindan/medihkirina pêxember (ass) ji Allah (ac) daxwaz bikin.”[6]

Abdullah b. Ûmer (ra) vê mijarê qebûl nake. Salât û selam çawa hatîye ferman kirin, di heman demê de bi çi awayê û bi çi ûsûlê wê bê kirin jî hatîye hînkirin. Abdullah b. Ûmer (ra) ligel vê rewşê ji wan re nabêje ‘ev bîd’etê hesene ye’.

Helwesta Ûlemayên Îslamê

Îbn el-Macîşûn wiha gotîye: Min ji Îmam Malîk bihîst, wiha got:

“Her kî di îslamê de bîd’etekî derêxe û wê bîd’etê xweş bibîne vê îdîayê dike ku Muhammed (ass) îxanetê li rîsaletê kirîye. Lewre Allah (ac) di Qûr’ana Pîroz de wiha ferman dike: “…Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir…”[7] Herwiha ew roj ne dînekî cûda bû. Îro jî dînekî din tûne.”[8]

Hamd û pesinandin ji Allah (ac) re ye ku dînê îslamê wek kamîl ji me re daxistîye. Allah (ac) ji Rasûlê xwe re wiha dibêje:

يَٓا اَيُّهَا الرَّسُولُ بَلِّغْ مَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَۜ وَاِنْ لَمْ تَفْعَلْ فَمَا بَلَّغْتَ رِسَالَتَهُۜ

“Ya Rasûl! Tiştê ku Rabbê te ji te re nazil kiriye (ji însanan re) teblîx bike. Eger tu vêya nekî êdî te wezîfeya (hinarîya) rîsalet (a Allah) teblîx nekiriye/pêk neanîye…”[9]

Li gorî vê ayetê eşkere dibe ku Rasûlullah (ass) hemû tiştên ji îndallah hatîye daxistin mecbûre teblîx bike û bigihîjîne însanan. Kesên bîd’etan derdixin an bîd’etan îhya dikin wekî ku bibêjin Rasûlullah (ass) wezîfeya xwe ya pêxembertîyê pêk neanîye. Bi vê awayê xwe bixwe dixin xetereyekî herî mezin. Bêguman ev îdîa bêbextî û îftîrayekî herî giran e.

Rojekî zilamek dihê cem Îmam Malîk (rh) û wiha dibêje: “Ez li kû derê bikevim îhramê?” Îmam Malîk wiha bersivê dide wî: “Ji herêma Zûlhûleyfe bikeve îhramê, mîqata te ew der e.” Îmam Malîk (rh) xwe dispêre vê hedîsa Rasûlullah (ass) ku Abdullah b. Ûmer rîwayet kirîye: “Ehlê Medîneyê ji hêla Zûlhûleyfeyê… dikevin îhramê û telbîye tînin.”[10] Ew zilam wiha dibêje: “Nexêr, ez ê li cem Mescîdû’n Nebewî bikevim îhramê.”

Mescîdû’n Nebewî ji Zûlxûleyfeyê dûr e. Îmam Malîk jî jê re wiha dibêje: “Şîreta min li te ev e wiha neke. Eger tu wisan bikî ez ditirsim ku tu li ber fitneyê bikevî.” Zilam heyirî dimîne û wiha dibêje: “Ey Îmam! Ez vê yekê bitenê ji bo hêj zêdêtir xêran bi dest bixim dikim. Ligel vê çawa dibe ku ev tişt bibe fitne?” Îmam Malîk wiha bersiv didê: “Lewre ew tiştê ku Nebî (ass) kurt girtîye tu dirêj dikî. Digel vê tu dibêjî ku ez ê ji Rasûlullah (ass) jî hêj zêdetir xêr qezenc bikim. Belê ka bifikire, ji vêya mezintir fitne heye gelo? Çawa çêdibe ku tu bibêjî ez ê ji Rasûlullah (ass) hêj zehftir li razîbûna Allah (ac) bigerim?” Îmam Malîk paşê vê ayetê dixwîne:

فَلْيَحْذَرِ الَّذ۪ينَ يُخَالِفُونَ عَنْ اَمْرِه۪ٓ اَنْ تُص۪يبَهُمْ فِتْنَةٌ اَوْ يُص۪يبَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ

“…Ew ên bêemrîya wî kirine bila ji fitneyeke ku wê bê serê wan an jî ji ezabeke biêş û jan bitirsin.”[11]

Gotina qaîde û tehdîda “Ew ên bêemrîya wî kirine…” ku li ser bûyerên civakî û cemaî de hatîye îzah kirin divê li ser vê mijarê qenc bê fikirîn ku ev mijar ji hêla nîşandana cîrewşa/pozisyona Rasûlullah (ass) pir giring e. Allah (ac) ne bitenê di ayetên tên xwendin de di her qad û mijarî de îtaetkarîya wî û dûrketina ji dijbertîya wî parastinê daxwaz dike.

Dawîya beşa (11.) Yazdehem, dê bidome înşaAllah.


[1]. Darimî, es-Sûnen, 204

[2]. Bûxarî-Mûslîm, Muttefekûn Aleyh

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 33/Ehzab, 41

[4]. Bûxarî, el-Edebû›l-Mûfred, 930, 932 (Bi senedeki ceyyîd)

[5]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 33/Ehzab, 56

[6]. Berîya hedîsa 4797. ya Îmam Bûxarî

[7]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 3

[8]. Îmam Şatibî, El-Î’tîsam; 1/60 (Kitap Dünyası Yayınları, 2003, İst.)

[9]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 67

[10]. Bûxarî, Hecc 8, 5, 10; Mûslîm, 1182

[11]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 24/Nûr, 63

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver