Lı Dıjî Muşrîkan Dı Çarçova Wela û Berayê De Helwesta Mılletê Îbrahîm

Mirovekî mûşrîk dê ji bo çi misilmanekî biparêze? Helbet ew mûşrîk an ji bo têkilîyên eşîrtîyê, an ji bo qewmîyetê, an jî ji bo eqrebatîyê de alîkarî li wî misilmanî bike. Di navbera vê tevgera mûşrîkan û ev amelên ku em ê bijmêrin de, wekî; daxwaza alîkarî û parastina misilmanekî jî mûşrîkan û mayîna wî yê di bin minneta mûşrîkan de şalûzîtîya wî yê ji mûşrîkan re û bêdengîya wî yê li hemberî batilên mûşrîkan û razîbûna wî yê ji şirka wan re, cudahîyekî pir zêde heye.

Di kîtêba Ebû Cafer et-Tahawî ya “Muşkîlu’l Asar” de, der heqê vê mijarê de îzahatên xweşik hene. Ebû Cafer et-Tahawî rahîmehullah di kîtêba xwe de behsa “Daxwazîya Alîkarîya Ji Mûşrîkan” dike. Allah azze we celle, daxwazîya alîkarîya ji mûşrîkan di vê ayetê de nehiy dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُواْ لاَ تَتَّخِذُواْ بِطَانَةً مِّن دُونِكُمْ لاَ يَأْلُونَكُمْ خَبَالاً وَدُّواْ مَا عَنِتُّمْ قَدْ بَدَتِ الْبَغْضَاء مِنْ أَفْوَاهِهِمْ وَمَا تُخْفِي صُدُورُهُمْ أَكْبَرُ قَدْ بَيَّنَّا لَكُمُ الآيَاتِ إِن كُنتُمْ تَعْقِلُونَ

“Gelî ew ên îman anîne! Ji xwe pê ve tu kesî ji xwe re nekin dost. Lewre ew ji bo xerabîya we xwe li paş nahêlin. (Ew ji dil û can meşeqetê ji bo we dixwazin.) Bêguman kîn û neyartîya ji (gotinên) devê wan eşkere bûye, ya ku di dilê xwe de vedişêrin hê mezintir e. Eger hûn fêmbikin me ayetên xwe ji we re beyan kiriye.” [1]

Ebû Cafer et-Tahawî rahîmehullah îzaha vê mijarê jî dike: Di şer de, daxwazîya alîkarîya ji mûşrîkan ligel mûşrîk bi xwesteka xwe li hemberî neyarên wana alîkarîya misilmanan bikin û vê alîkarîyê bê hêvîya ta’wîzê bikin de ferqeke pir mezin heye.

Mîsala Ebû Bekir radîyallahu anh ku li Mekkeyê dikeve bin hîmayeya Îbnu’d Daxînne jî di vê çarçovê de tê nirxandin.

Ligel vê meseleyê em dikarin mîsala têkilîya bi dê û bav re a li ser qencîyê û berdewama wê û sila-ê rehmê tevgerîna bi wan re li ser me’rûfê wek nimûne bidin. Lewre tesîr girtina dê û bav ji zarokên xwe û ûmîda tabî bûna da’wa ku zarokên wan teblîxî wan dikin, hetanî xweyîtî li zarokên xwe bikin û eleqe nîşanî wan bidin wê her hebe .

Ev xweşbînî, Welew ku ji bo berê wan bidin bi şirkê ve zor li zarokên xwe bikin jî hetanî ku di sefên dijminên misilman de cih negirin, naguhere. Lê belê ew vê dijminahîyê nîşan bidin wê demê wekî Îbrahîm aleyhisselam çawa dijminahîya bavê wî (ya ji Allah azze we celle üre) bellî bû û pê de jê (yanê ji bavê xwe) berî bû, di vê rewşê de ger ji wan dûr bê mayîn. Hetanî wekî Ebû Ubeyde radîyallahu anh û hin eshabîyan radîyallahuanhum ku di roja Bedrê de kiribûn ger buxz û neyartî bi wan re bê kirin.

Weke ku me berê de jî dîyar kiribû Îbrahîm aleyhisselam der heqê bavê xwe de pir zêde dilnerm bû. Bi xweşikayî û bi dilnermî bavê xwe da’wetî hîdayetê dikir. Ji dil û can dixwest ku bavê wî hîdayet bibe. Ew ezabê ku Allah azze we celle wê kafiran pê bide ezabê, Îbrahîm ditirsîya ku bê serê bavê wî jî. Lê çawa şirk û dijminahîya bavê wî eşkere bû jê (ji bavê xwe) veqetîya û terka wî kir. Allah di sûreya Mumtehîne de hewcetîya tiştên ku em tabî’ bibin, bi me daye zanîn û di vê mijarê de Îbrahîm û yên pê re ji bo me wek nimûne nîşan daye. Di nav wan emr û fermanan de ew duaya Îbrahîm ku ji bo îstixfara bavê xwe kiribû îstîsna kiriye. Dîsa di sûreya Tewbe de, Allah  mûmînan ji daxwaza îstixfara ji bo eqrebayên xwe yên mûşrîk nehiy dike û der heqê Îbrahîm de wiha ferman dike:

 

 وَمَا كَانَ اسْتِغْفَارُ إِبْرَاهِيمَ لِأَبِيهِ إِلاَّ عَن مَّوْعِدَةٍ وَعَدَهَا إِيَّاهُ فَلَمَّا تَبَيَّنَ لَهُ أَنَّهُ عَدُوٌّ لِلّهِ تَبَرَّأَ مِنْهُ إِنَّ إِبْرَاهِيمَ لأوَّاهٌ حَلِيمٌ

“Îstixfara Îbrahîm, ji bo ku soz dabu bavê xwe loma bû. Piştî ku jî wî re hate beyankirin ew (bavê wî) dijminê Allah e, ew ji wî dûr ketibû.” [2]

Ev ayeta hanê jî li ser vê mijarê yê:

وَلَا تُجَادِلُوا أَهْلَ الْكِتَابِ إِلَّا بِالَّتِي هِيَ أَحْسَنُ إِلَّا الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْهُمْ وَقُولُوا آمَنَّا بِالَّذِي أُنزِلَ إِلَيْنَا وَأُنزِلَ إِلَيْكُمْ وَإِلَهُنَا وَإِلَهُكُمْ وَاحِدٌ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ

“Lî hember êhlê kîtêb bi awayê herî xweşik mucadele bikin. Lê belê ew ên ku ji wan zilim kirine, ew cuda ne. Bibêjin em îman bi tiştên ji me re jî nazil bûye û jî we re jî hatiye tînin. Îlahê me û îlahê we jî yek e û em teslîmî wî bûne.” [3]

Di vê ayetê de hevokekî baldar heye: “Lê belê ew ên ku jî wan zilim kirine, ew cuda ne.” Yên zilumkar hatine îstîsna kirin.

Disa emana ku Necaşî dabu muhaciran di vê mijarê de nimûne ye. Helwestên Cafer radîyallahu anh û yên pê re, digel muhacir bûn jî li hemberî Necaşî babetê îzzeta Misilmana bû. Di hizûra Necaşî û keşişên wî yên fille de, Rasûltîya Îsa aleyhisselam bi eşkerehî gotin û aqîda wan ê “teslîs” ê red kirin. Di mijara dîn de qethîyen tawîz nedan.

Şalûzîtîyê li wan nekirin û bi xayeya meslehetê gotinên vala neaxivîn. Heqîqet her çi bû bi eşkerehî xistin holê. Necaşî, li hemberî vê helwesta wan ê bi dilsozî xwe negirt û hestîr/stêrk ji çavên wî barîyan. Lewre ew muhacirên li pêşberê wî, heqîqetan bi mêrxasî diqîrandin. Dema ku van heqîqetan seh kîr dilê wî nerm bû. Misilmanan wek mêvan li welatê xwe qebûl kir. Li wan îtîmad kir. Heta ku di encamê de hin Habeşî jî bi îslamê mûşerref bûn. Ji ber ku ew misilman li ser dînê xwe bi dilsozî û bê tawîz sebat kirin Allah azze we celle jî wan muwefeq kir û ji wan razî bû.” [4]

Di vê mijarê de em dikarin bi kurtahî wuha bibêjîn: Neyartîya li ehlê batil, ji hev veqetina ji muşrîkan, diyarkirina sefan, red kirina îlahên wan yên pûç û bê kêr, terka dinê wan û guhnedana/nasnekirina qanûnên wan ên rizîyayî; di da’weta Rasûl û Nebîyan aleyhîmûsselam de rukn û esasên mezin û saxlem in. Ev xisûs, qanûneke muhkem e ku spartîyê esl û qaîdeya îslamê ye.

Temamê mewcûdîyetên li ser ruye erdê, ji bo betalkirina vê qanûnê li hev bicivin dîsa jî ji bo gihaştina vê meqsedê re dê rêyekî nebînin. Quwweta wan têrî tiştekî wisna nake. Çawa ku te jî dît yên ku muxalefetê li vê rêya bingehî dikin, bi hin mîsalên derbarê bûyerên taybetî delîlan didin pêş. Ev delîlên wan li cem ulemayên îlmê ûsûlê de, di çarçoveya umum de nayên nirxandin. Heta ku ev mîsal bixwe jî, ji bo tehsîs û muqayyed bûnê re mûsaîd in.

Pîştî bellî bû ku ev rê esasekî mezin û bingehî ye û di encamê de muhkem e, êdî wacib e ku muxalifên vê rêyê wan delilên xwe teqdîmê nassên muhkem bikin.

Der barê sûnneta Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam de jî tiştê divê bê kirin ev e. Li vê mijarê dîqat bike û bi şûbheyên wan kesên ku vê meseleyê tevlîhevdû dikin nexape.

Seyyîd Qutûp rahîmehullah wisan dibêje:

“Ha wiha ! Hewcetîye ku da’wetvan li hemberî qewmên xwe veqetîna xwe yê ji wan bi zelalî têxin holê. Wê roja ku ev veqetîn derkeve meydanê dê weada Allah azze ve celle ku daye mumîna û waîdê/tehdîdê li kafiran kiriye dê pêk bê. Allah, di tarîxê de di pêvajoyên da’weta dîn de navbeyna dost û dijminên xwe pîştî ku dostên wî ji wan muşrîkan li ser esasa aqîdeyê veqetîyan û bitenê Allah tercîh kirin wan ji hev cuda dike/difesilîne.

Ji bo misilmanên gazî aqîda tewhîdê dikin re Rasûlên Allah azze ve celle nimûneyên herî xweşik in. divê ku misilmanên xwedî da’wê jî, weke ku difure qelbên xwe bi vê ewlehîyê dagirin. Ev jî mecbûrîtîye ku li hemberî taxutên li ser rûyê erdê tenê bitenê xwe bispêrin Allah. Ew desthilatên/otorîteyên li ser rûyê erdê ji tehdeyî û ji ezîyetê pê ve nikarin tu zerarî bidin misilmanan. Ev tehdeyî û ezîyetên wana ger wek wesîleya îmtîhanê bê qebûl kirin. Nexwe Allah  ji alîkarîya dostên xwe ne acîz e.

Ev halê hanê, nayê wê maneyê ku Allah azze we celle dostên xwe têxe nav destên dijminan. Ev bitenê îmtîhanek e. Îmtîhaneke wisan ku dê qelb û sef pê zelal bibe. Edî piştî vê yekê dor dibe dora hemleya mumînan. Dawî de ew serkeftin û serwerîya ku Allah  wead kiribû dê pêk bê.”[5]

Wek netîce em dikarin bibêjin ku di îstiqameta van heqîqetan de temamên însanan bi çend qisman tên veqetandin:

 Qisma Ewwîl: Ew kesê girêdayîyê Milletê Îbrahîm û şerîeta ku hemû Resûlan teblîx kirine, di vê rêyê de rast e û xwedî semax e. Di vê oxirê de ji tu lomeyan û tehdîdan natirse û xwe nade paş. Ev mirov ji Taîfetu’l Mensura ye. Biiznillah dê li dinyayê û li axîretê jî mezherê nîmet û îkraman bibe. Tevlî nav însanan dibe, wan da’wetî hqqê dike û li tehdehîyên wan sebir dike. Allah azze we celle der barê van însanan de wiha ferman kiriye:

وَمَنْ أَحْسَنُ قَوْلًا مِّمَّن دَعَا إِلَى اللَّهِ وَعَمِلَ صَالِحًا وَقَالَ إِنَّنِي مِنَ الْمُسْلِمِينَ

“Gotina kê ji wî kesî xweşiktire ku (însanan) gazî/da’wetî rêya Xweda dike û amelên salih dike û dibêje “Ez ji misilmanan im.” [6]

Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam wiha gotiye:

“Mumînekî ku tevlî nav însanan bibe û li tehdehîyên wan sebir bike ji wî kesê bi xêrtire ku ew tevlî însanan nebe û li hemberî ezayên wan semax neke.”

Duçar (merûz) bûna wî kesî li ezîyetan, ne ji ber tîştekî din, sirf ji bo kar û amelên Rasûlullah dike ye. Şalûzîtîyê li ehlê batil nake û qîma xwe ji terza heyata wan a batil jî nayne. Bîlakis, ji wan veqetîyaye û dijminahîya xwe eşkere kiriye û xwe ji her meqam û wezîfeyên ku ji bo batilên wan bibe pîştgirî dûr dihêle. Ew kesê di vê rewşê de be, bi sekna xwe yê di navbera kafiran de nabe gunehkar. Hicreta wî yê ji welatê wî li serî ne wacib e.

…وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَاء أَبَدًا حَتَّى تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَحْدَهُ …

“… Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin, di navbera me û we de, dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye.” [7]

Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullah der heqê vê ayetê de wiha dibêje:

“Kelîmeya ‘xuya ye’ ku di ayetê de dibore tê maneya ‘diyar bû, apaşkare derkete holê’ de ye. Meqseda li vê derê, ji bo muwahhîdekî îlankirina berdewamîya buxz û neyartîya li kafiran e. Ha ew kesê ku vîya bi îlm û amelên xwe têr baş pêk bîne û bi şeklê ku însanên hemwelatîyên wî jî bizanibin îlan bike ji bo wî hîcretkirina ji welatê xwe wacib e.

Mirovekî ku rewşa wî ne bi vê awayê be, lê li cem xwe zen bike ku di pêk anîna îbadetên nîmêj û rojî û çuna heccê de astengî tune be dê wucûbîyeta hîcretê ji ser bikeve ev kes an bi dînê xwe nizane an jî ji heqîqeta da’wa Rasûlan xafil e.” [8]

Di qisma ewwil de însanên ku em behsa wan dikin dema ku heqîqetê dibêjin bi îşkenceyan û bi kuştinê tên tehdît kirin. Di vê meseleyê de Eshabu’l Uhdûd ji me re mîsalekî xweşik e. Ew xortê muwahhîd di oxira aqîdeya tewhîdê de avêtina nava agir dabûn ber çavên xwe. Eshabu’l Kehf jî ji aqîdeya tewhîdê qet tawîz nedan û ji ber zilma taxutan xwe spartibûn çîyayekî.

Nebî aleyhisselam û eshabên wî jî ji me re nimûne ne. Wan di vê rêyê de pir tehdeyî kişandin. Hîcret kirin û cîhad kirin û hatîn kuştin û îşkence dîtin. Muheqqeq Allah azze we celle hîdayetê dide û alîkar jî her ew e.

Qisima Diduya: ev kes e ku dereceya wî ji kesê di qisima ewwil de ye kêmtir e. Quwweta wî nagihîje vê rêya dijwar. Ji ber dînê xwe ditirse û ji vê sebebê aqîda xwe bi eşkerehî nikare biqîrîne. Her wiha bî kerîyek pez re di nav şikeftekî de kişîyaye uzlet ê. Îbadetê dike û ji bo silametîya dînê xwe ji fitneyan dûr dimîne. Ji bo têr baş ebdîtî li Allah azze we celle bike ji însanan dûr dimîne, ji civakê direve û hîcret dike.

Qisima Sisêya: Ev kes mustez’ef e. Bûye mêrê ji mala xwe re. Sirf bi malbata xwe ve meşxûl e. Hem xwe hem jî malbat û zarokên xwe ji şirkê û ji ehlê şirkê û ji cehennemê a ku şewata wê însan û kevîr in, diparêze. Xwe ji kafiran dûr dike û ji terza jîyana wan qet ne razî ye. Ji bo aqîda vî kesî di silametîyê de bimîne hewcetîyê ku qelbê wî bi buxz û neyartîya şirk û muşrîkan dagirtî be û mutmeîn be. Eger di meseleya aqîdê de hîn tîştên ku dibin manîê eşkerekirina wî hebîn û ji bo dînê xwe bi rehetî bikaribe bijî divê ew jî fersenda hîcretê bihewişîne. Çawan ku muhaciran hîcretê Habeşîstanê kîribûn eynî wusa ew jî hîcretê bike.

Qisima Çara: Ev kes jî ew e ku ji batil û ji ehlê batil razî ye. Şalûzîtîyê li wan û li derewên wan û li rêşaşîyên wan dike. Ji bo van kesan, çawa ku hin aliman diyar kirine sê rewş/sê hal heye:

Rewşa Ewwîl: Kesê ku di zahîr de û di batil de muwafiqê kafiran e. Ev kes di bin îkrahê de be an ne di bin îkrahê de be jî, yanê di her halûkarê de jî kafir e. Allah azze we celle der barê van kesan de wiha ferman dike:

مَن كَفَرَ بِاللّهِ مِن بَعْدِ إيمَانِهِ إِلاَّ مَنْ أُكْرِهَ وَقَلْبُهُ مُطْمَئِنٌّ بِالإِيمَانِ وَلَكِن مَّن شَرَحَ بِالْكُفْرِ صَدْرًا فَعَلَيْهِمْ غَضَبٌ مِّنَ اللّهِ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ

“Ji piştî îmanê ki Allah înkar bike û singê xwe ji kufrê re vebike (ji xeynî ew ê ku dilê wî bi îmanê mutmeîn e, lê bi zorê tê fitilandin) li ser wan xezeba Allah heye û ezabê mezin jî ji bo wan e.” [9]

Rewşa Diduya: Ew kes e ku bi zahir muxalifê kafiran e lê di batil de muwafiq û meyîldarê wan e. Ev kes jî kafir e û ji munafiqan tê hesibandin.

Rewşa Sisêya: Ew kesê ku di batil de muxalifê kafiran e lê di zahir de wekî muwafiqên wan dixuye. Ji bo vî kesî du rewş mewzubehs e. Ji van rewşan a yekemîn: Sebebê vê rewşa wî dibe ku ji ber dînê xwe zilim dîtibe û hetanî bi kuştinê hatibe tehdîtkirin û bûna wî yê di bin hakimîyeta kufre ye. Di vê rewşê de muwefaqeta kafiran di zahir de caîz e. Digel vê yekê divê qelb bi îman mutmeîn be. Wekî ku di hedîseya Ammar radîyallahu anh de hatîye diyarkirin. Allah azze we celle wiha ferman dike:

إِلاَّ مَنْ أُكْرِهَ وَقَلْبُهُ مُطْمَئِنٌّ بِالإِيمَان …

“… ji xeynî ew ê ku dilê wî bi îmanê mutmeîn e, (lê bi zorê tê fitilandin.)…” [10]

Ew kesê di vê rewşê de ye çawa ku Nebî aleyhisselam û mustez’efên ji eshabên wî kiribûn ji bo dînê xwe xelas bike, ger li ber xwe bide û wiha dua bike:

رَبَّنَا أَخْرِجْنَا مِنْ هَذِهِ الْقَرْيَةِ الظَّالِمِ أَهْلُهَا وَاجْعَل لَّنَا مِن لَّدُنكَ وَلِيًّا وَاجْعَل لَّنَا مِن لَّدُنكَ نَصِيرًا …

“… Rabbê me! Me ji vî welatê ku ehlê wî zalim e derxîne û xwediyekî jî cem xwe ji me re bişîne û ji cem xwe ji me re alîkarekî bişîne.” [11]

Şêx Hamd b.Atîk wiha berdewam dike:

Ji van rewşan a duyemîn jî ev e: Sebebê mayîna wî yê di vê rewşê de (Rewşa ku di batil de muxalifê muşrika û di zahir de muwafiqbûna wan.) hêvî û xebata wî yê destpêkirina malê dinyayê û mewqî û meqaman e. Ji ber vê, qaşo ji bo welat û millet û ji bo silametîya mal û ehlê xwe, di zahir de ji kafiran re wekî dost xuya dibe. Kesê ku di vê halê de ye murted e. Bi qelbê xwe nerazîbûna wî yê ji kufrê re dê qet feyde nedê. Allah azze we celle der barê van insanan de wiha ferman dike:

ذَلِكَ بِأَنَّهُمُ اسْتَحَبُّواْ الْحَيَاةَ الْدُّنْيَا عَلَى الآخِرَةِ وَأَنَّ اللّهَ لاَ يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِرِينَ

“Ev (ezab) jî, ji ber ku wan heyata dinyayê ji axîretê bêhtir hez dikirin û bêşik ji bo ku Allah civateke kafir nagihîne hîdayetê.” [12]

Allah azze we celle di vê ayetê de bi me dide zanîn tîştê ku wan sewqê kufrê dike ne hebandina wan ê batil an buxza wan ê ji dîn an jî cehalet an buxza wan ê ku jiyana dinyayê tercîhê axîretê dikin e.

Şêx di dawî de vê dibêje: Ev naveroka gotinên Şêxu’l Îslam Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehullah e. Naveroka gotinên Şêx Muhammed b. Abdulwehhab  ku Hamd b. Atîk îşaretê wê kiriye, di gelekî qismên kîtêb û rîsaleyên wî de hene. Ji wan gotinan yek jî ev e:

“Bizanibe ku delîlên tekfîra der barê wî kesî ku şirk çêdike/şirk diajo an şirk neajo jî, di eleyhê muwahhîdan de bi muşrîkan re hevkarîyê bike(Bi wan re tevbigere û muwafiqê wan hereket bike) di ayetan de û di hedîsan de û di gotinên aliman de pir in.

Ez ê ji we re behsa tefsîra vê ayetê bikim ku temamê aliman li ser vê mijarê îttîfaq kirine ku di kîjan dewrê de bê gotin dê gotinbêjê wî bibe kafir:

وَلَكِن مَّن شَرَحَ بِالْكُفْرِ صَدْرًا فَعَلَيْهِمْ غَضَبٌ مِّنَ اللّهِ وَلَهُمْ … عَذَابٌ عَظِيمٌ

‘Lê kî dilê xwe ji kufrê re veke xezeba Allah li ser wan e û ji bo wan ezabekî mezin heye.’ [13]

Ayet bi me dide zanin ku ew însan heyata dinyayê tercîhê axîretê kirine. Li gori daxuyanîya aliman ev ayet li Mekkeyê, dema tehdeyî û îşkence li eshabîyan  dihat kirin de nazîl bûye. Li gorî ayetê misilmanek tevlî buxz û neyartîya şirkê, ji ber tirsekî (ku ne di dereceya îkrahê de ye) dema bi zimanê gotinên şirkê bibêje, ew piştî îmana xwe dibe ji kafiran.” [14]

Dawîya Beşa (10.) Dehemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

[1]       .   3/Al-î Îmran, 118

[2]       .   9/Tewbe, 114

[3]       .   29/Ankebût, 46

[4]       .   Ed Dureru’s Seniyye, Qisima Reddîyeyan, 124, 197 û 212

[5]       .   Ji Fî Zilali’l Qur’an bikurtahî

[6]       .   41/Fussîlet, 33

[7]       .   60/Mumtehîne, 4

[8]       .   Ed Dureru’s Seniyye , Qisima Cîhadê, 199

[9]       .   16/Nahl, 106

[10]      .   16/Nahl, 106

[11]      .   4/Nîsa, 75

[12]      .   16/Nahl, 107

[13]      .   16/Nahl, 106

[14]      .   Mecmuatu’r Resaîl, 42

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver