الرَّحْمٰنِ/Er-Rahman
Ev navê xweşik jî ji esmaû’l hûsna ye. Navê Er-Rahman, ligel navê Er-Rahîm ji koka “ra-hî-me” muştaq e. Rahmet ew e ku; diltenikahîya/hesta şefqetê ya ku dibe wesîleya qencîya ji wî kesê re ku muhtacê merhametê ye.
Navê Er-Rahman, ligel besmeleyên di serê sûreyan de di Qûr’ana Kerîm de (170) sed û heftê car ji bo Allah (ac) tê emilandin.
Er-Rahman, di heman demê de navê Allah yê zatî ye. Yanê ev navê hanê merhameta Allah e ku qethîyên jê naveqete. Di jiyana dinyayê de li ser kesên mûmîn an jî kafirên ji cin û însanan re rahmetê dike. Allah (ac) berz û bilind e û li ser evdên xwe pir bi merhamet û bi şefqet e.
Rasûlullah (ass), dema ku merhameta Allah (ac) bi muslîman dinasîne wiha dibêje: “Allah, piştî ku hemû mexlûqatan xuliqand di wê Kitêba ku li ser erşê ye de wiha nivîsand: ‘Rahmeta min ji xezeba min bihûrîye.’ ”[1]
Ji bo dîtina tecellîya rahmeta Allah (ac) ne hewceye lêkolîneke kûr bê kirin an jî bi cildan pirtûk bên xwendin. Mirov, hindik be jî şefqet û merhameta dîya xwe bifikire wê mezinahî û berfirehîya rahmeta Allah (ac) fêm bike. Hal ev e ku şefqet û merhameta dêyekê li cem rahmeta Allah (ac) ne bi qasî dilopeke behrê ye jî…
Hêvî Birîna Ji Rahmeta Allah
Rabbekî me yê wisan heye ku; rahmetê li ser nefsa xwe ferz kiriye û rahmeta wî her tiştî dorpêç dike û ji dêyên me jî bi merhamettir e. Hêvî birîna ji rahmeta Allah, bêhurmetî û rêznezanîyekî kirêt û gunehekî herî mezin e.
قُلْ يَا عِبَادِيَ الَّذ۪ينَ اَسْرَفُوا عَلٰٓى اَنْفُسِهِمْ لَا تَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ جَم۪يعًاۜ اِنَّهُ هُوَ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُ
“Bibêje: “Gelî evdên min ên (bi kirina gunehên pirzêde) di aleyha nefsên xwe de zêde pêş de çûne! Ji rahmeta Allah hêvîya xwe nebirin. Bêguman Allah, hemû gunehan efû dike. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[2]
Tecellîya Rahmeta Allah Ya Maddî û Manewî
Tecellîya Maddî:
Her rizqê ku wek maddî digihîje me, tecellîya sifeta esmayê Rahman ya Allah e. Ewrên dimeşin û bayên digerin û barana dibare û tava ku germ û ronahî dide û behrên ku keştîyan li ser xwe diherikînin û roja ku însan tê de ji bo debara xwe dişixûlin û şeva ku mirov tê de îstirahet dikin û hêşînahîyên ku rûyê erdê dixemilînin… Evana bitevahî tecellîya rahmeta Allah (ac) yên maddî ne.
Allah (ac) piştî ku van tecellîyan nîşan dide bi bal mijara tewhîda di hezkirinê de û şirka di hezkirinê de bala me dikişine:
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَتَّخِذُ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَنْدَادًا يُحِبُّونَهُمْ كَحُبِّ اللّٰهِۜ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَشَدُّ حُبًّا لِلّٰهِۜ
“(Digel van heqîqetan dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin…”[3]
Gelo di navbera rahmet û hezkirinê de çi pêwendî heye?
Bêguman însan hez tiştên xweşik û tiştên ku jê re bi feyde ne dike.
Kesê muwehhîd herûdaîm esmaên Allah (ac) û tecellîyên wan û rahmeta ku hemû evdan dorpêç kiriye muşahade dike. Hemû tişt hezkirina wî ya Allah (ac) xurttir dike. Dema ku di ber û behrê de an di erd û baranê de rahmeta Allah (ac) dibîne qelbê wî bi îman û hezkirin û bi omîda rahmeta Allah (ac) têr tije dibe.
Kesê muşrîk, Rahman nas nake. Berhemên wî yên rahmetê nabîne an jî wan nisbetê hin heyîn û kesên din dike û nankorîtî dike. Li gorî van kesan qutbê zeman ba dişîne û baran bi himmeta welîyan dibare û nexweşîn jî bi zîyaretên tirb û gûmbetan sax dibin… Kesê dewlemend be an xwedî dîplome be ew rêzdar û bi rûmet e.
Ev kesên hanê bi xapandina taxûtên mirî an zindî berhemên rahmeta Allah (ac) nisbetê mexlûqatan dikin. Ji ber vê yekê wekî ku ji Allah hez dikin mirî an zindî hez hemû taxûtan dikin.
Tecellîya Manewî:
Hemû rizqên wek manewî ku Allah (ac) dane însan, tecellîya sifeta esmayê Rahman ya Allah e. Em ê çend mînakan bidin.
Qûr’ana Kerîm ku çavkanîya hîdayetê û ronahîya qelban e, ew bixwe jî tecellîya rahmeta Allah e:
حٰمٓۜ تَنْز۪يلٌ مِنَ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِۚ
“Hâ, Mîm. (Ev Kitêb,) ji hêla/ji alîyê (Allahê ku di nefsa xwe de xwedî merhamet) Rahmân û (yê ku rahmeta xwe radigihîne evdên xwe) Rahîm ve hatîye daxistin.”[4]
Şandina pêxemberan tecellîya rahmeta Allah e (ac).
وَمَٓا اَرْسَلْنَاكَ اِلَّا رَحْمَةً لِلْعَالَم۪ينَ
“Me tu ji hemû aleman re bitenê wek rahmet şandîye.”[5]
Cennet, tecellîya rahmeta îlahî ye.
Exlaqê xweş, tecellîya rahmeta îlahî ye.
Xelasîya ji tengezarîyan tecellîya rahmeta îlahî ye.
Ev rewşên hanê bi tevahî nîşan dide ku hemû rizqên manewî yên ku însan muhtacê wan in tecellîya rahmeta Allah in ku rahmeta Allah (ac) bi vê awayê digihîje evden wî.
Eger Rahmeta Allah (ac) Nebe Wê Çi Bibe?
Bersiva vê pirsê pir kurt e.
Eger rahmeta Allah (ac) nebûya wê li erd û esman qet tu tişt nebûna.
Ne roj û ne şev… Ne baran û ne av… Ne tav û ne hîv ku her yek ji wan di rêgeha xwe de diherikin û ne jî sitêrk ku xemla asîman in…
Însan zeîf e. Pir zêde jibîr dike. Bi xirandina şeytan û nefsa xwe tê xapandin û averê dibe. Di vê rewşê de ji bo ku mirov noqî gunehan nebe û ji Rahman herî zêde dûrtir nebe muhtacê rahmetê ye.
Eger rahmeta Allah (ac) nebûya, me nikarîbû bi heq hukim bikin û em ê averê bibûna.
فَلَوْلَا فَضْلُ اللّٰهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ لَكُنْتُمْ مِنَ الْخَاسِر۪ينَ
“…Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.”[6]
Eger fezl û rahmeta Allah (ac) tûne be; digel ku rêveber an qadî an meşayix an jî dawetvan bin û pirzêde bi tecrûbe û zana bin jî dîsa dibe ku xeta bikin û bixelitin. Ji ber vê yekê ew kesên hanê berîya ku biryarekî bidin hewceye ku rahmeta Allah pirzêde daxwaz bikin.
Eger rahmeta Allah (ac) nebe, em nikarin zelal bibin.
Em ji bo zelalbûnê dixebitin. Lê xebata me bi sînor e. Em enceq bikaribin bigihîjin astek. Hewcetîya me ya esil ew e ku Allah (ac) bi rahmet û alîkarîya xwe me paqij bike.
Rasûlullah (ass) di hedîseke ku Zeyd b. Erqam (ra) rîwayet dike û Îmam Muslîm (rh) neqil kiriye de wiha dûa dike:
اللَّهُمَّ آتِ نَفْسِي تَقْوَاهَا وَزَكِّهَا أَنْتَ خَيْرُ مَنْ زَكَّاهَا أَنْتَ وَلِيُّهَا وَمَوْلاَهَا
“Allahê min! Tu teqwayê bide nefsa min û wê paqij bike. Tu xêrtirînê yên ku nefsê paqij dikin î. Tu welî û mewlayê wê yî.”[7]
[1] Muslîm; 2751, Tirmizi; 3537
[2] 39/Zûmer, 53
[3] 2/Baqara, 165
[4] 41/Fussîlet, 1-2
[5] 21/Enbîya, 107
[6] 2/Baqara, 64
[7] Muslîm, 2722
İlk Yorumu Sen Yap