EL-WEHHAB/الْوَهَّابُ

El-Wehhab, ji navên herî xweşik yên Allah (ac) e. Ji koka “We-he-be/Hîbe” muştaq e, çêbûyî ye. Maneya wê ya ferhengî bê berdêl dayîn e. El-Wehhâb tê ser maneya Allahê bê berdêl dide evdên xwe û evdên xwe bi diyarîyên taybet xelat dike.

El-Wehhâb forma navê kiryar ya pirole ye. Yanê delaletê vê maneyê dike ku Allah (ac) bê berdêl û pirzêde dide. Navê El-Wehhâb di Qûr’ana Kerîm de sê (3) car dibore.

رَبَّنَا لَا تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةًۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ

“Rabbê me! Piştî ku te em gihande hîdayetê qelbên me nexerifîne. Ji bal xwe ve rahmetekê bide me. Bêguman tu, (ew ê bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab î.”1

Tecellî û Berpirsîyarîya Me Ya Dij Navê El-Wehhâb

Her nîmet û xweşîyên di jiyana insan de hîbe û dîyarîya Allahê El-Wehhâb e. Ne mimkûn e ku insan van nîmetan bijmêre. Allah (ac) wiha ferman dike:

وَاٰتٰيكُمْ مِنْ كُلِّ مَا سَاَلْتُمُوهُۜ وَاِنْ تَعُدُّوا نِعْمَتَ اللّٰهِ لَا تُحْصُوهَاۜ اِنَّ الْاِنْسَانَ لَظَلُومٌ كَفَّارٌ۟

“Wî, her tiştên ku we jê xwestîye daye we. Eger hûn bixwazin nîmetên Allah bijmêrin hûn nikarin wan tevan bijmêrin. Bêguman însan heyîneke pirzêde zilimkar e û pir nankor e.”2

Em ê behsa çend hîbê û dîyarîyên ku Allahê El-Wehhâb dane me bikin.

Zarok, Hîbêya Rabbanî Ye. Allah (ac) ji kî re û çiqas daxwaz bike ewqas zarok dide wî. Birastî zarok ji bo evdên wî dîyarîyeke taybet e û tecellîya navê El-Wehhâb e. Ji ber vê yekê dayîna zarok wek hîbe hatîye binavkirin:

Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Çi daxwaz bike dixuliqîne. Ji kî re bixwaze (zarokê) keç, ji kî re bixwaze kur dibexşîne.

“(Ew ji kî re bixwaze) ji zarokên kêç û kur bi hev re/cêwî dide wan. Kî jî bivê bernegir/aqîm dihêle. Lewre ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.”3

Kesên ji Allah (ac) zarok dixwazin divê bi navê Allahê El-Wehhâb tewessûlê bikin û pirzêde dûa bikin û bi dayîna Allah (ac) qayîl bin. Lewre Allahê El-Wehhâb ligel navê El-Alîm dide. Astengên tibbî an fizîkî bila wî sewqê bêomidîyê neke. Çimkî Rabbê wî El-Qadir e. Qet tu tişt li ber qûdreta wî nikare bisekine.

Ferzenda Salih/Zûrrîyeta Qenc Hîbeya Allahê El-Wehhâb E. Weke me got zarok hîbeya Allahê El-Wehhâb e. Dîyarîya esil ew e ku zarokên hatine dayîn ji salihan/ji qencan bin, yanê bi navandina Qûr’anê ji dê û bav re bibin ronahîya çavan.

وَالَّذ۪ينَ يَقُولُونَ رَبَّنَا هَبْ لَنَا مِنْ اَزْوَاجِنَا وَذُرِّيَّاتِنَا قُرَّةَ اَعْيُنٍ وَاجْعَلْنَا لِلْمُتَّق۪ينَ اِمَامًا

“Ew wiha dibêjin: ‘Rabbê me! Ji jin û zarokên me ên ku ji bo me bibin çavkanîya şahîyê/çavronahîyê û aramîyê bide me. Û me ji Mutteqîyan re bike pêşeng/îmam.’ ”4

Allah (ac) dema salihbûyîna zaroyên pêxemberan vedibêje navê El-Wehhâb an jî lêkera وَهَبَ bikar tîne. Peyva hîbe ji bo Allah (ac) bîst (20) car tê bikaranîn. Nîvê van jî der barê zarokdayîn û salihbûna zarokan de ye. Navê El-Wehhâb herî zêde li ser malbatê tecellî dibe. Lewre malbat hêlîna insan e. Malbat, stargeha insan e. Eger li wê derê hevjîneke salîha û zarokên qenc hebin ew der dibe hêlîneke heqîqî û stargeheke aramdar û bendereke ewledar. Maleke ku li wê derê evdîtîya Rabbê aleman nayê kirin ew der weke gor e.

Rasûlullah (sav) wiha gotîye:

“Ev her sê tişt ji dilşadîya beniâdem e; hevjîna salih/salîha, xanîyeke xweş û siwareke qenc. Ev her sê tişt jî ji şeqaweta beniâdem e; hevjîna neqenc, xanîyê xirab û siwareke xirab.”5

Zêr û zîv û mal û milk dibe ku li dinyayê mirov kêfxweş bikin. Lê belê li axîretê ew kesên Allah (ac) merhamet li wan kiriye ne tê de pirên van sebebê poşmanîyê ye. Insan dij Rabbê xwe mehcûb dibe û hisabdayîn zortir dibe. Hevjînekî salih û xanîyeke baş û zarokên qenc li dinyayê jî û li axîretê jî çavronahî ye.

Rasûlullah (sav) li ser mijara tiştên bifezîlet wiha gotîye:

“Xwedîtîya tiştê herî bi fezîlet; zimaneke zikirdar û qelbeke şikûrdar û li ser îmanê hevjîneke alîkar.”6

Nîmeta Xwezî Bi Wê Tê Anîn: Navê El-Wehhâb li ser hin kesên bextewar tecellî dike û dibin xwedî nîmetên wisan ku mirov xwezîya xwe li wan tîne. Rasûlullah (sav) wiha gotîye:

“Ji dû kesan pê ve xwezî li kesekî din nayê kirin. Ew kesê ku Allah (ac) mal/milk dayê û ew jî di rêya heq de xerc dike û ew kesê Allah (ac) hikmet daye wî û ew jî bi vê awayê hikum dide û vê hikmete hînî kesên din jî dike.”7

Dibe ku gelek insan bi mal û ilim bên riziqandin. Lê ev herdu nîmetên hanê bi îmtîyaz dide. Yanê him vê nîmetê dide evdê xwe û him li ser vê nîmetê di karên xêran de serkeftin dide evdê xwe.

Baldar bin! Gelek insanên ji wan re mal hatîye dayîn hene ku malê wan li wan malik xera kiriye. Dibe sebebê jihev pelişandina malbata wan û ji dostên xwe dûr dibin û ji wan re dibin weke dijmin. Dewlemendî gelek caran ji hin kesan re dibe weke ezab. Xewên şeva li wan diherime. Pir kes hene ji ber bi ilmê xwe pozbilindî dikin bi wê ilmê xwe zelîl dibin û kortalan dihêxin navbera xwe û civakê. Civak hez alimên wisan nake û alim jî hez wê civakê nake.

Kesê mûşrîk bi tiştên ku Allahê El-Wehhâb teqsîm kiriye qîma xwe pê nayne. Carînan bi dizî û carînan jî bi eşkerehî îtîraz dike. Mixabin ev exlaqa liberabûnê/îtîrazê di nava civakên mûşrîk de belavbûyî ye. Hetanî wisan ku misilmanên ji exlaqê wan yê kapîtalîst bibandor bûne ew bixwe jî bi vê exlaqê malûl in.

Xelata Sebata Li Ser Hîdayetê: Ji hîbeyên/xelatên herî mezin û giring yek jî hîdayet e. insan enceq bi hîdayeta Allahê El-Wehhâb ji tarîtîyan bigihîje ronahîyê û ji ficûra nefsa bigihîje teqwayê û ji ezaba wî rizgar bibe û bi rahmeta wî şad bibe. Hîdayet, nîmeteke wisan mezin e ku Allah (ac) kêm kesan bi vê nîmetê xelat kiriye.

وَلَقَدْ ذَرَاْنَا لِجَهَنَّمَ كَث۪يرًا مِنَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِۘ لَهُمْ قُلُوبٌ لَا يَفْقَهُونَ بِهَاۘ وَلَهُمْ اَعْيُنٌ لَا يُبْصِرُونَ بِهَاۘ وَلَهُمْ اٰذَانٌ لَا يَسْمَعُونَ بِهَاۜ اُو۬لٰٓئِكَ كَالْاَنْعَامِ بَلْ هُمْ اَضَلُّۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْغَافِلُو

“Sond be, me ji bo cehennemê ji cin û însanan gelek kes xuliqandin. Qelbê wan heye lê bi wî fêm nakin. Çavê wan heye lê bi wan nabînin. Guhê wan heye lê bi wan nabihîzin. Evana weke heywanan in, heta hê (ji heywanan) jî rêşaştir in. Ew, yên di xefletê de bixwe ne.”8

Di nava kemanîya kesên gihîştine hîdayetê de sebatkarîya wan kesên ku bi hîdayetê hatine xelatkirin, ewana bextewar bixwe ne. Parastina hîdayetê, yanê hetanî mirinê sebata li ser îslamê berpirsîyarîya hemû mûmînan e.

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ حَقَّ تُقَاتِه۪ وَلَا تَمُوتُنَّ اِلَّا وَاَنْتُمْ مُسْلِمُونَ

“Gelî ew ên îmân anîne! Bi awayê layiqî wî ye ji Allah bitirsin û hûn bitenê wek muslîm/evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah bimirin.”9

Hilbijartina îslâm wek dîn, bi serê xwe têr nake. Ya herî mûhîm ew e ku hetanî nefesa xwe ya dawî mayîn û wefata li ser vê îslamê ye. Ev jî bi van tiştan mimkûn e. Xweparastina ji şirkê ku ew ziddê tewhîdê ye. Ji bo ku me ji şirkê biparêze dûakirina ji Allah re. Têr xwendina Qur’ana Kerîm û meal û tefsîra wê û hînbûna sunneta sehîh e. Di navenda heyatê û dawetê û têkoşînê de bicih kirina tewhîdê. Alîkarîya dînê Allah.

رَبَّنَا لَا تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةًۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ

“Rabbê me! Piştî ku te em gihande hîdayetê qelbên me nexerifîne. Ji bal xwe ve rahmetekê bide me. Bêguman tu, (ew ê bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab î.”10

Nîmeta Alîkarê Qenc Û Bixêr. Xelateke ji Allah (ac) yek jî ew e ku dema bi berpirsîyarîyekê tê wezîfedarkirin bi navê xwe yê El-Wehhâb alîkarekî bixêr jê re dike rêheval. Rasûlan ji ber ku bi mezinahîya vê nîmetê serwext bûn ji Allahê El-Wehhâb alîkarek dixwestin.

وَاجْعَلْ ل۪ي وَز۪يرًا مِنْ اَهْل۪يۙ

“Ji malbata min wezîrekî/alîkarekî bide min.”11

Dema Mûsa (as) daxwazîya alîkarîyekî ji Rabbê xwe dike, Allahê El-Wehhâb dûayê wî qebûl dike. Harûnê birayê Mûsa (as) ji bo wî wek alîkar hilbijart û bi vê awayê piştevanîya wî kir.

Bêgûman divê em zanibin ku berpirsîyarîyên îslamî li ser me weke emanet in. Helbet mirov dê nikaribe vê emanete tenê bi serê xwe hilgire. Hewcedarîya alîkaran heye da ku di xêran de bibin alîkar û di xerabîyan de bibin asteng. Rasûlullah (sav) wiha gotîye:

“Dema yek ji we berpirsîyarîyek hilgire û Allah jî ji bo wî xêr murad bike alîkarekî salih dide wî. Eger ji bîr bike dê ew alîkar bîne bîra wî. Dema bîne bîra wî dê alîkarîya wî bike. Eger Allah ji bo evdê xwe ya xêr û qenc daxwaz nekiribe alîkareke xerab derdixîne pêşîya wî. Zilam dema ji bîr bike alîkarê wî nayne bîra wî û alîkarîya wî jî nake.”12

Ji ber vê yekê dînî, dinyewî û manewî her çi be bila bibe, di hemû îş û karên xwe de divê mirov berê xwe bide Allahê El-Wehhâb.

Nîmeta Hikûm Û Hîkmet. Allah (ac) daxwaz dike ku kesên mûwwahhîd li ser rûyê erdê bibin waris û li wê derê bi hûkmên wî di çalakîyên xelîfetî û avakirinê de bin.

وَنُر۪يدُ اَنْ نَمُنَّ عَلَى الَّذ۪ينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْاَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ اَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِث۪ينَۙ

“Em daxwaz dikin ku li ser rûyê erdê qencîyê bi qelsan (bi mustezefan) bikin û wan bikin rêber (ên peyrevîtî li wan tên kirin) û wan (li ser rûyê erdê) bikin waris.”13

Firewnan; li ser sparteka nîjad/irq û derawaya/statûya civakî û komên meslekan gel herûdaîm ji hevdu biçûk û parî dikin. Civak çiqas ji hevdu parî bibin, ew qas jî dibin dijminên hevdu û qelstir dibin. Ferdên civaka parvebûyî û lihevketî û bendbendî bûyî ji bo ewlehî û aramîyê li xelaskarekî digerin. Di vê rewşê de ew xelaskar jî Firewn e…

Allah (ac) jî vê daxwazê dike ku hemû însan li ser aqîda tewhîdê bicivin û bi sibxeta/bi boyaxa îslâmê bên boyaxkirin û ji temamê nasnameyên nejidil/nasnameyên sunî azad bibin û îslâm wek nasnameya xwe ya eslî bipejirînin. (Allah) dixwaze ku ew civakên ku di vê mijarê de bi ser ketine, bi aqîda tewhîdê û bi exlaqa edaletê bibin rêber û warisên ser rûyê erdê.

Nîmeta ku Allah (ac) li ser rûyê erdê daye ûmmeta îslamê ya herî mezîn rêvebertîya îslamî, yanê xîlafeta li ser menheca Nebewî ye. Dema ku însan bi qedrê nîmetan nizanibin û sînorên Allah (ac) neparêzin û îsyanê bikin Allah (ac) nîmetên li ser wan barandîye ji wan distîne.

Exlaqgirtina Bi Navê El-Wehhâb

Navê El-Wehhâb naveke ji esmaû’l hûsna ye ku divê kesê mûmîn bi vê navê bibe xwedî exlaq. Kesê misilman hewceye ku ji bo razîbûna Allah (ac) û bê berdêl û bi dilxweşî malê xwe bide. Ferza vê dayînê zekat û ya mûstehab înfaq û ya bifezîlet jî dîyarî û hîbe ye. Ligel vê ya di dawîya ûfqa îmana berz de jî îsar e. Îsar ew e ku mirov xwişk û birayê xwe yê misilman tercîhê nefsa xwe bike. Allah (ac) wiha ferman kiriye:

وَسَارِعُٓوا اِلٰى مَغْفِرَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ وَجَنَّةٍ عَرْضُهَا السَّمٰوَاتُ وَالْاَرْضُۙ اُعِدَّتْ لِلْمُتَّق۪ينَۙ. اَلَّذ۪ينَ يُنْفِقُونَ فِي السَّرَّٓاءِ وَالضَّرَّٓاءِ وَالْكَاظِم۪ينَ الْغَيْظَ وَالْعَاف۪ينَ عَنِ النَّاسِۜ وَاللّٰهُ يُحِبُّ الْمُحْسِن۪ينَۚ

“Bi bal mexfîreta Rabbê xwe ve û bi bal wê cenneta ku firehîya wê bi qasî erd û esmanan e ve bilezînin/bibezin. (Ew,) ji bo Mutteqîyan hatîye amadekirin.Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.”14

لَنْ تَنَالُوا الْبِرَّ حَتّٰى تُنْفِقُوا مِمَّا تُحِبُّونَۜ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ شَيْءٍ فَاِنَّ اللّٰهَ بِه۪ عَل۪يمٌ

“Heta ji tiştên ku hûn jê hez dikin (fîsebîlîllah) înfaq nekin, hûn nagihêjin birrê/qencîyê. Hûn çi înfaq bikin bêşik Allah pê dizane.”15

Mûkâfat/berdêl jî ji cinsê amel e. Mirov çiqas fîsebîlîllah bide dê Allahê El-Wehhâb jî ewqas zêdetir hîbe bike û bide. Bêgûman Allah (ac) ji înfaqkirin û dayîna evdên xwe razî dibe. Ew ên didin di îmana xwe de rast û dilsoz in. Ew, ji Rabbê xwe jî û ji nîmetên wî yên dane jî hez dikin. Dema ku nîmetan fîsebîlîllah didin xûya dibe ku ew pirzêde ji Allah (ac) hez dikin. Ji ber vê yekê navê vê dayîne wek “sedeqe” hatîye binavkirin. Lewre di dayînê de ya herî bi qîmet ew e ku di rêya Allah (ac) de bê fedakirin.

Ew Allahê El-Wehhâb dema pîrîtîya wî de Îsmaîl da Îbrahîm (as). Di mûqabilê ve dîyarîya Rabbanî de Îbrahîm (as) çi kir? Rabû Îsmaîl (as) ji Allah (ac) re qûrban kir. Ev nezra Îbrahîm (as) ji alema insanîyetê re du xelat da qezenckirin. Xatemû’l enbîya Mûhammed (ass) ku ew ji nesla Îsmaîl e û îbadeta qûrbanê.

Herwiha hewceye ku her insan li jîyana xwe binêre û xelatên Allahê El-Wehhâb yên taybet tesbît bike. Eger bixwaze vê xelatê bike nîmeta cennetê a bêdawî divê fîsebîlîllah nezir bike. Ev xelatên Rabbanî dibe ku zarok an behremendî/qabilîyet an îmkan an jî serwet be… Bêgûman ev nîmetên Allahê El-Wehhâb eger fîsebîlîllah bê bikaranîn ew çax bi qîmet û rûmet û bêdawî dibe. Eger ji bo dinya û berjewendîya şexsî bê bikaranîn bê qîmet û bê rûmet û bihûrbar dibe.

Berpirsîyarîyên Me Ya Dij Allahê El-Wehhâb

Insan bi gelemperî digel ewqas nîmetan herûdaîm gazin û gilîyan dikin. Hin ji wan ji zaroyên xwe an ji hevjînên xwe an ji tendirûstîya xwe an jî ji karên xwe gazin dikin. Lê belê eger ev gazin û gilîyên hanê hemû li ser kaxizek bê nivîsîn wê di çend rêzan de biqede. Digel vê rastîyê eger nîmetên Allah (ac) bên nivîsîn darên li ser rûyê erdê bibin qelem û behr û çem jî bibin hibir wê dîsa nikaribin nîmetên Allahê El-Wehhâb binivîsin.

اِعْمَلُٓوا اٰلَ دَاوُ۫دَ شُكْرًاۜ وَقَل۪يلٌ مِنْ عِبَادِيَ الشَّكُورُ…

“…Ya malbata Dawûd! Ji bo şikurdarîyê amel (ên salih) bikin. Ji evdên min yên şikurdar pir kêm in.”16

Weke ku di ayetê de dihê diyarkirin insan pir nankor e. Mirovên şikurdar hindik in. Çima? Lewre insan di heman demê de jibîrker e. Ji bo şikurdarîyê pêwiste ku insan van nîmetên bêjimar bibîr bîne. Divê em vê heqîqetê tu car ji bîr nekin. Şikûrdarî şêweyeke evdîtîyê ye, nankorî jî şêweyeke îsyanê ye. Qîadeyeke jîyana dinyayê heye. Nîmet jî dert jî parîyên vê jiyanê ne. Her du rewş jî îmtîhana insan e. Qîadeyeke din jî ev e: Kul û derdên dinyayê bijimar in lê belê nîmetên wê nayên hejmartin. Tiştên Allah (ac) distîne pir hindik in. Qet tu guman tune ku tiştên Allah (ac) dide evdên xwe ji wan pirzêdetir e.

Dûaya Bi Navê El-Wehhâb

رَبَّنَا لَا تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةًۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ

“Rabbê me! Piştî ku te em gihande hîdayetê qelbên me nexerifîne. Ji bal xwe ve rahmetekê bide me. Bêguman tu, (ew ê bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab î.”17

قَالَ رَبِّ هَبْ ل۪ي مِنْ لَدُنْكَ ذُرِّيَّةً طَيِّبَةًۚ اِنَّكَ سَم۪يعُ الدُّعَٓاءِ

“Rabbê min! Ji bal xwe ve zurîyeteke pakîpaqij îhsanî min bike. Bêşik tu dûayan seh dikî/îcabet dikî.”18

رَبَّنَا هَبْ لَنَا مِنْ اَزْوَاجِنَا وَذُرِّيَّاتِنَا قُرَّةَ اَعْيُنٍ وَاجْعَلْنَا لِلْمُتَّق۪ينَ اِمَامًا

“Rabbê me! Ji jin û zarokên me ên ku ji bo me bibin çavkanîya şahîyê/çavronahîyê û aramîyê bide me. Û me ji Mutteqîyan re bike pêşeng/îmam.”19

رَبِّ هَبْ ل۪ي حُكْمًا وَاَلْحِقْن۪ي بِالصَّالِح۪ينَۙ

“Rabbê min! Hikum/hikmet bide min û min tevlî salihan bike.”20

1 . 3/Al-î Îmran, 8

2 . 14/Îbrahîm, 34

3 . 42/Şûra, 49-50

4 . 25/Fûrqan, 74

5 . Mûsned, 1445

6 . Tirmizî, 3094; Ahmed, 22437

7 . Bûxarî, 73; Mûslîm, 816

8 . 7/A’raf, 179

9 . 3/Al-î Îmran, 102

10 . 3/Al-î Îmran, 8

11 . 20/Ta-Ha, 29

12 . Ebû Dawûd, 2932; Ahmed, 24414

13 . 28/Qasas, 5

14 . 3/Al-î Îmran, 133-134

15 . 3/Al-î Îmran, 92

16 . 34/Sebe, 13

17 . 3/Al-î Îmran, 8

18 . 3/Al-î Îmran, 38

19 . 25/Fûrqan, 75

20 . 26/Şûara, 83

Önerilen makaleler