Di Dûrketina Heramîyan De Hezkirina Rasûlullah

Allah (ac) wiha ferman dike:

فَاِنْ لَمْ تَفْعَلُوا فَاْذَنُوا بِحَرْبٍ مِنَ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ۚ

“Eger we (kiryarîyên bi riba) bernedabe (di vê rewşê de) li hemberî Allah û Rasûlê wî şer îlân bikin!”[1]

Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Xwarina ribayê gunehekî mezin e ku berdêla heftê û sê gûnehên herî mezin e. Derenceya wê ya herî sivik jî ev e; wekî ku mirovek dîya xwe mehr bike.”[2]

Hin kesên bi devên xwe îdîaya hezkirina Rasûlullah (ass) dikin digel van nassên eşkere wiha dibêjin: “Belê, rast e! Lê em çi bikin. Em li pey rizqê xwe digerin. Bi awayekî din em ê nikaribin debara xwe bikin. Dema em qrêdî nekşînin û qertên qrêdîyê bikar neynin em ê zerar bikin.”

Ligel van gotinên xwe ev kesên hanê îdîaya hezkirina Rasûlullah (ass) dikin!

Allah (ac) wiha ferman dike:

…وَيَرْزُقْهُ مِنْ حَيْثُ لَا يَحْتَسِبُۜ وَمَنْ يَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِ فَهُوَ حَسْبُهُۜ وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يَجْعَلْ لَهُ مَخْرَجًاۙ…

“…Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke. Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e…”[3]

Kesê ku dibêje ez di hezkirina xwe de dilsoz im divê di aqîdeya wela û berayê de jî vê dilsozîtîya xwe nîşan bide. Lewre Allah (ac) dost girtina kafiran heram kiriye û li ser vê mijarê wiha ferman dike:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارٰٓى اَوْلِيَٓاءَۢ بَعْضُهُمْ اَوْلِيَٓاءُ بَعْضٍۜ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَاِنَّهُ مِنْهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ

“Gelî ew ên îmân anîne! Cihû û filleyan ji xwe re nekin dost. Ew dostê hevdu ne. Ji we her kî wan ji xwe re bikin dost, muheqeq ew jî ji wan e. Bêguman Allah koma zilimkaran nagihîne hîdayetê.”[4]

Êdî di navbera wî û Allah (ac) de tu têkilî nemaye. Allah (ac) îmana kesên ku bi awayê tevdigerin qebûl nake. di helwest û tevgerîna muslîman de pîvana herî zexm ayetên Allah (ac) û hedîsên Rasûlullah in (ass). Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Bêgûman tiştê ku bi îslamê ve herî zexmtir girê dide hezkirin û bûxzkirina ji bo Allah/fîsebîlîllah e.”[5]

Qulpa herî saxlem a îmanê hezkirin û bûxzkirina fîsebîlîllah e. Ji vê hedîsê fêm dibe ku bûxzkirina ji kufr û kafiran qûlpa îmanê ya herî zexim e. Pirên însanên ku xwe nisbetê îslamê dikin û dibêjin em tabiê sûnneta Rasûlullah in (ass) di muqabilê van gotinan de wiha dibêjin: Belê tu wiha dibêjî lê filan alim an fulan ûstad wiha wiha gotîne dibêjin:

“Fille hemû ne weke hevdu ne. Birastî ew ên li dij Mûslîman xwedî kîn û xeyz in ne Cihû ne. Ew ên li dij Mûslîman xwedî kîn û kift in Filistînî ne. Ew ên Cihûyan diarînin/provoke dikin û radikin pîya jî Filistînî ne.”

Lê belê ev îdîaya wan bi ayetê Allah (ac) hatîye red kirin. Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm’de wiha ferman dike:

لَتَجِدَنَّ اَشَدَّ النَّاسِ عَدَاوَةً لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا الْيَهُودَ وَالَّذ۪ينَ اَشْرَكُواۚ

“Sond be, di nava însanan de tu yê bibînî ku ji mumînan re di dijmintîyê de yên herî dijwar Cihû û muşrîk in…”[6]

Dema ku hûn vê delîlê bidin pêşîya wan ew jî wiha dibêjin: “De tu jî zêde pê de neçe! Ma qey tu dizanî an alim û olnas dizanin.”

Ev mirov bi delaleta ayetên Qûr›anê derewkar e û di îmana xwe de xwediyê zennê ye. Birastî wî mirovî îman ne anîye. Ji kerema xwe demekî van kesan û eshabîyên Rasûlullah (ass) bidin berhev û qiyas bikin. Allah (ac) ferman kir û got Cihûyan û Filleyan dost negirin. Eger dê û bavê we û birayên we jî kafir bin hûn wan ji xwe re wek dost negirin. Piştî ku Allah (ac) vê ayetê nazil kir wê demê li helwesta wela û bera ya eshabîyan binêrin û bixwînin ka çawa di heman demê de bûn dijminê dê û bavê xwe yên muşrîk û çawa li dij eqrebayên xwe yên pûtperest şûr kişandine.

Em ê ji jiyana eshabîyan mînakekî bidin. Wekî tê zanîn Mûs’ab b. Ûmeyr (ra) di nava eshabîyan de xwedî cihrewşekî/derawayekî bijarte bû. Ebû Azîz b. Ûmeyr ê birayê Mûs’ab (ra) di şera Bedrê de wek dîl/êsîr hatibû girtin. Sahabeyekî ji Ensarîyan destên wî girê dida. Mûs’ab b. Ûmeyr (ra) ji wî eshabîyê re wiha got: “Wî têr şidandî girê bide, lewre dîya wî pir dewlemend e. Dê fîdyeyekî zehf bide.” Li ser vê gotinê birayê wî Ebû Azîz wiha got: “Qey tu ne birayê min î? Dîya me ne yek e?” Mûs’ab (ra) wiha bersiv da wî: “A niha tu ne birayê min î. Berevajî ew kesê ku te girê dide birayê min e.”

Wekî ku dihê dîtin Mûs’ab (ra) zilamê îmanê ya kamilbûyî ye. Mûs’ab (ra) bi pratîka xwe nîşan daye ku pêwendîya aqîde û îmanê ji pêwendîya eqrebatî û nesebê pêşdetir e.[7]

De kerem bikin li hezkirina Mûs’ab b. Ûmeyr ya Allah (ac) û Rasûlullah (ass) binêrin û îdîaya hezkirinê ya kesên derewkar binêrin û bibînin. Ji bo ku em ji xwe re wek pîvan bigirin û rizgar bibin van herdu dîmenan qiyas bikin.

Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Ew kesên mey/şerab çêdikin û yê ji bo wî tê çêkirin û yê vedixwe û dikşîne/neqil dike û dide kişandin û yê îkram dike û yê difiroşê û pereyê wê dixwe û yê distîne û ji bo xwe dide sitendin bitevahî lanet li wan hatîye kirin.”[8]

Allah (ac) mey/şerab bi teqezî heram kiriye. Rasûlullah (ass) wekî ku di hedîsê de dibore lanetê li heşt sinif mirovan kiriye ku di nav wan de meyçêker û meyvexwar jî hene. Îro ew mirovê di restoranên bimey de dixebite û di heman demê de xwe nisbetê îslamê dike û îdîaya hezkirina pêxember dike wiha dibêje:

“Belê, gotina we pir rast e. Lê ka em çi bikin? Eger em dev ji vê karê berdin em ê bê kar û birçî bimînin. Jixwe min ev karê hanê jî bi zehmetî bidest xistîye. A niha ez ê çawa dev ji vê karê berdim?”

Rasûlullah (ass) di hedîsekî din de wiha dibêje:

“Mûxalefetê li muşrîkan bikin. Rihên/rîyên xwe berdin/dirêj bikin û simbêlên xwe biqûsînin.”[9]

Birastî pir hedîs hene ku Rasûlullah (ass) ji kesên rih qûsandî rûyê xwe vegerandiye. Em hûkmê vê mijarê li vê derê dirêj nakin. Lê em ê qiyasekî bikin. Şîreta me li wî mirovî ev e: Xebat û şixûla cihekî ji bo binpêkirina emrê şerîetê nabe hincet. Eger tu li helalîye bigerî îş û kar pir in. Allah (ac) derîyên rizqê berfireh kiriye. Allah (ac) ji wan ên ji Rabbê xwe ditirsin re wiha wead kiriye:

…وَيَرْزُقْهُ مِنْ حَيْثُ لَا يَحْتَسِبُۜ وَمَنْ يَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِ فَهُوَ حَسْبُهُۜ وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يَجْعَلْ لَهُ مَخْرَجًاۙ…

“Gelî ew ên îmân anîne! Cihû û filleyan ji xwe re nekin dost. Ew dostê hevdu ne. Ji we her kî wan ji xwe re bikin dost, muheqeq ew jî ji wan e. Bêguman Allah koma zilimkaran nagihîne hîdayetê.”[10]

Allah (ac) dibêje ji rizqê xwe netirse. Lê ew kesê îdîaya hezkirina Allah (ac) dike dibêje: “Nexêr! Îro riziq pir bi zehmet e, em nikarin karekî din bibînin.” Digel ku qet tu ûzrekî wî ya şer’î tune jî diçe rihê xwe traş dike û diqûsîne.

Heman şiklî em dizanin û dibêjin wûcûbîyeta rih berdanê heye, paşê bi îtîfaq tê zikir kirin ku rih traş kirin heram e an jî mekrûhekî nêzî heramê ye. Hemû pêxember bi rih bûn û hemû eshabîyên Rasûlullah (ass) bi rih bûn û Rasûlullah (ass) vê tiştê emir kiriye. Hetanî wisan ku Pêxemberên din jî bi rih bûn. Vêya jî Qûr’ana Pîroz bi me dide zanîn:

قَالَ يَبْنَؤُ۬مَّ لَا تَاْخُذْ بِلِحْيَت۪ي وَلَا بِرَاْس۪يۚ

“(Hârûn) got: “Hê kurê dîya min! Rih (ê min) û pora min nekişkişîne!”[11]

Ji vê ayetê fêm dibe ku Harûn bi rih bû. Bêguman pêxember bitevahî îmamê da’wetvanan in. Wekî din ûlemayên dewrên berê bitevahî bi rih bûn. Wisan ku ew bixwe di ilm û da’wet û îttîbaa sûnnetê de herî li pêş bûn.

Hin kes jî hincetekî wisan didin pêş: “Eger em bi rih bin dê mirov ji me û ji daweta me rû vegerînin.” Ha ev kesên wisan jî îdîaya hezkirina Rasûlullah (ass) dikin.

Dema ayeta qedexekirina meyê û emrê tesettûrê nazil bûn li helwesta eshabîyan binêrin. Ji wan tiştên ku di jiyana wan de ji bo wan nebe nabe bû çawa di heman demê de terk kirin bifikirin. Li dilsozîtîya wan a di hezkirina Rasûlullah (ass) de binêrin. Û li hezkirina van kesan bifikirin. Ew jî îdîaya hezkirina Rasûlullah (ass) dikin. Di navbera wan de çiqas ferq heye

Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Wê ji ûmmeta min hin qewim bên; dê zinayê û hevrîşimê û meyê û amûrên mûzîkê helal bihesibînin…”

Piştî ku vê hedîsê Rasûlullah (ass) ev ayet xwend û wiha got: “Bêguman ev ayet ji bo vê mijarê hatîye daxistin.”[12]

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَشْتَرِي لَهْوَ الْحَدِيثِ لِيُضِلَّ عَنْ سَبِيلِ اللّٰهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَيَتَّخِذَهَا هُزُوًا أُولَئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُّهِينٌ

“Ji însanan hin kes jî hene; ji bo ku binezanî ji rêya Allah vegerînin û tinazên xwe pê (bi ayetên wî) bikin peyva pûç distînin. Ha ji yên wisan re ezabekî riswaker heye.”[13]

Wekî ku bi ayet û hedîsê eşkere bû mûzîka bi enstrûmanan tê îcra kirin hatîye qedexekirin. Hedîsa Rasûlullah (ass) îro li darîçavan derket holê û ew kesên îdîaya hezkirina Pêxember (ass) didin pêş di heman demê de bi navê pîrozîya mewlûda Pêxember (ass) bi van tiştan amel dikin. Nakokîyekî herî mezin e; bi tiştên ku Pêxember (ass) heram kiriye rojbûna wî pîroz dikin. Ev kesên hanê îdîaya hezkirina Pêxember (ass) bi tiştên Pêxember heram kiriye nîşan didin. Lê belê Allah (ac) qanûna hezkirinê wisan qebûl nake. Lewre Allah (ac) di mijara hezkirinê de şert û qaîde danîye:

قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ

“Bibêje: ‘Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike…’ ”[14]

Dawîya beşa (8.) heştemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 2/Baqara, 279

[2]. Hakim, Mûstedrek; 2259 (Ev hedîs li gorî şertên Bûxarî û Mûslîm wek sehîh tê nirxandin.)

[3]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 65/Talaq, 2-3

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 51

[5]. Ahmed b. Hanbel, Mûsned

[6]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 82

[7]. Tefhîmu’l Qûr’an, Mewdûdî: C. 6, Rp. 169

[8]. Sûnena Ebû Dawûd, 3670

[9]. Bûxarî, Libas, 64; Mûslîm, Taharet, 54

[10]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 51

[11]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 20/Ta-Ha, 94

[12]. Buhari, 5649

[13]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 31/Lûqman, 6

[14]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 3/Al-î Îmran, 31

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver