Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Îxlas Û Rastî Esasen Abdîtîyê Ne 05-11-2020 Sayfa : 41-46 / Yazar : Osman SADIKOĞLU

 

وَمَٓا اُمِرُٓوا اِلَّا لِيَعْبُدُوا اللّٰهَ مُخْلِص۪ينَ لَهُ الدّ۪ينَ حُنَفَٓاءَ وَيُق۪يمُوا الصَّلٰوةَ وَيُؤْتُوا الزَّكٰوةَ وَذٰلِكَ د۪ينُ الْقَيِّمَةِۜ

"Lê, ew bi vêya tenê hatibûn emir kirin: "Bi henîfî (bi muwahhîdî/bi yekgirvanî) dîn ji bo Allah xalis bikin û ji wî tenê re îbadet bikin û nimêjê îqame (rast) bikin û zekâtê bidîn. Dîn ê rast ev e."[1]

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesellem- wiha ferman kirîye:

"Ew kesê ku kelîmeya tewhîdê ji dil û can û bi îxlas gotibe, wê roja qiyametê bi şefeata min pir zêde dilşâd bibe."[2]

Ji şertê sihheta kelîmeya tewhîdê yek jî gotina bi sidq û bi dilsozî ye.

Îxlas

Ev kelîme ji koka "Xe-Le-Se" muştaq e, yanê, ji wê kokê zêde bûye.[3] Tê ser maneya pâk bûn û safî bûnê. Ev kelîme herî zêde ji bo paqijkirin û safîkirina ew tiştên bi eyb û bi qisûr tê emilandin.[4]

Kesê ku vê kelîmêye anî ser ziman bitenê wê ji bo rizaya Allah -azze we celle- ji amelên dinyewî û ji şanîdanîyê dûr û bi wesfê rastîyê vê kelîmeyê bibêje.

Di encamê de ji van rîwayetan fêm dibe ku, ew kelîmeya tewhîdê yê ku bê şanîdanî û ji emelên dinyewî dûr û bitenê ji bo riza îlahî tê gotin e. Ha ev e yê ku însana xelas bike. Îxlas û sidq amelên qelbê ne. Fêmkirina hebûn û tunebûna wan ne hêsan e. Lê belê ji helwest û tevgerînên kesê ku kelîmeya tewhîdê anî ser ziman sedeqata xwe yê di vê mijarê de divê nîşan bide.

…فَاعْبُدِ اللّٰهَ مُخْلِصًا لَهُ الدّ۪ينَۜ اَلَا لِلّٰهِ الدّ۪ينُ الْخَالِصُۜ…

"… Herweha tu bi bawerîyeke ji dil îbadetê ji wî re bike. Baş bizanibin ku dînê xalis bi tenê yê Allah e…"[5]

Çawa ku ev dîn aîdê Allah e -azze we celle- û "Xalis" e, yanê bê eyb û bê qisur e; weke vê mensûbên vê dînê jî divê ku bi dilsozî û bi îxlas û bi qelbeke safî ebdîtîya xwe teqdîmê Allah -azze we celle- bikin. Dema ku tewekkul bikin bila tewekkula wan ji Allah re be. Dema ku daxwazîyeke wan hebe û dest vekin bila destê xwe ji Allah re vekin û qelbê xwe beralîyê wî bikin û jê re dua bikin. Di qada jîyanê de ji bo însan hûkmên dîyarker divê hûkmên Allah bin. Pêwiste ku tenê bitenê ji şer’a şerîf re sitûyê xwe bitewîne û bi qanûnên şer’ê bê muhakeme kirin. Hezkirin û buxzkirin û tirs û hêvîyên xwe bitenê û xalisane ji bo Allah pêk bîne. Yanê ziman û qelb û azayên din, divê ku abdîtîya xwe bi îxlas û bi dilsozî tenê bitenê ji bo Allah bikin.

Îxlasa Ji Şirkê Paqij Dike

"Lâîlâheîllallah" nefîy kirina îlahtîya ji xeynî Allah e. Di heman demê de jî îsbata îlahtîya tenê bitenê ji Allah re ye. Ji Allah pê ve tu heyînîyekî ku îbadetê heq dike tune. Ji ber van maneyan ji bo kelîmeya tewhîdê "Kelîmetu’l Îxlâs" tê gotin. Maneya wê jî ev e: Ew kelîmeya ku, dîn bitenê ji bo Allah xalis û tehsîs dike.

Maneya şirkê jî ev e ku, ji sifetên Allah hin sifetan ji mexluqekî re bê dayîn ha ew dibe şirk. An jî ew îbadetê enceq ji bo Allah tê kirin ku ji hin mexluqên din re bên kirin, ew jî dibe şirk.

Şirk, zid û berevaja kelîmeya tewhîdê ye. Li cihekî şirk hebe, li wê derê behsa kelîmeya tewhîdê nayê kirin. Tewhîd hebe, şirk li tu cihî nahewe. Ji ber vê yekê Allah -azze we celle- ji wan kesên ku dixwazin bikevin îslâmê di serê ewil de teberrîya wan a ji şirkê daxwaz dike.

فَاِنْ تَابُوا وَاَقَامُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتَوُا الزَّكٰوةَ فَاِخْوَانُكُمْ فِي الدّ۪ينِۜ

"Eger ew tobe bikin û nimêj bikin û zekâta xwe bidin êdî ew di dîn de birayê we ne…"[6]

Eger mirovek di heman demê de hem ji Allah re şirîkan çêke û hem jî bêje Lâîlâheîllallah, di vê rewşê de amelên wî kesî qewlên wî diderewîne. Ew gotina Lâîlâheîllallah a ku ji Allah re şirîk tê ajotin gotinbêjê xwe naxe dînê îslâmê û ew kes nabe ji muslîman.

قُلْ اِنّ۪ٓي اُمِرْتُ اَنْ اَعْبُدَ اللّٰهَ مُخْلِصًا لَهُ الدّ۪ينَۙ وَاُمِرْتُ لِاَنْ اَكُونَ اَوَّلَ الْمُسْلِم۪ينَ

"Bîbêje: ‘Li min hate ferman kirin ku ez îbadetê ji bo Allah tenê bikim û bi dilekî yeqîn dîn ji wî re xalis bikim. Û li min hate fermankirin ku ez bibim ji muslîmên pêşî."[7]

فَادْعُوا اللّٰهَ مُخْلِص۪ينَ لَهُ الدّ۪ينَ وَلَوْ كَرِهَ الْكَافِرُونَ

"Bi xweşa kafiran neçe jî, dîn ji Allah tenê re xalis bikin û jê re dûa bikin."[8]

هُوَ الْحَيُّ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ فَادْعُوهُ مُخْلِص۪ينَ لَهُ الدّ۪ينَۜ اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ

"Ew Heyy (Zindî) ye. Ji wî pê ve tu îlah tunin. Dîn ji wî tenê re xalis bikin û jê re dûa bikin. Hemd ji Rabbê aleman re ye."[9]

Ew kesê ku xwe ji şirkê paqij bike û dîn û abdîtîya xwe jî ji Allah tenê re xalis bike û bêje Lâîlâheîllallah, ha ew kes muslîmekî muwehhîd e. Çawa ku têketina dîn bi îxlas e, pêwiste ku ew îxlas herudaîm bê mihafezakirin û dîn jî ji her cureyên şirkê bê parastin. Lewre her çeşîdên şirkê ku piştre derdikevin dibe sebebê betalbûna kelîmeya tewhîdê û hemû amelên salih.

قُلْ اَفَغَيْرَ اللّٰهِ تَأْمُرُٓونّ۪ٓي اَعْبُدُ اَيُّهَا الْجَاهِلُونَ وَلَقَدْ اُو۫حِيَ اِلَيْكَ وَاِلَى الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِكَۚ لَئِنْ اَشْرَكْتَ لَيَحْبَطَنَّ عَمَلُكَ وَلَتَكُونَنَّ مِنَ الْخَاسِر۪ينَ بَلِ اللّٰهَ فَاعْبُدْ وَكُنْ مِنَ الشَّاكِر۪ينَ

"Bibêje: ‘Gelî cahilan! Ma qey hûn emir didin min ku ez ji Allah pê ve ji yekî re din re îbadetê bikim? Bi sond, ji te û ji yên berî te re hatîye wehîy kirin ku: "Eger hûn şirîkatîyê bikin, wê hemû keda we pûç û betal bibe û tu yê bibî ji zîyandaran. Naxêr, êdî ji Allah tenê re îbadetê bike û bibe ji şikurdaran."[10]

اَلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَلَمْ يَلْبِسُٓوا ا۪يمَانَهُمْ بِظُلْمٍ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمُ الْاَمْنُ وَهُمْ مُهْتَدُونَ۟

"Ew ên îman anîne û bawerîya xwe û zilm tevlihev nekirine hene; ên ji tirsê emîn in û rêya rast dîtine ha ew in."[11]

"Ji ûmmeta min her kî ji Allah re şerîkan çêneke û li ser vê halê bimire wê bikeve cennetê"[12]

Ew Îxlasa Ji Rîyayê û Ji Nîyetên Xerab Paqij Dike

Çawa ku em dînê xwe û abdîtîya xwe ji bo Allah xalis dikin, weke vê ger em evana ji bo rizaya Allah jî bikin. Ger weke îbadetên me, nîyetên me jî xasseten ji bo Allah bin. Weke din tu meqsedên hewaî û dinyewî tune bin.

Dema mirovek têkeve îslâmê bitenê ji bo telîmîyeta Allah û ji bo abdîtîya wî û ji bo bi destxistina rizaya wî dibêje Lâîlâheîllallah. Divê qelbê xwe, ji pesindanê û ji şanîdarîyê û ji tabîbûna pirhejmarîyê û ji nîyeta menfîetê safî bike. Ger di gotina Lâîlâheîllallah de ji rastan û ji dilsozan be.

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha ferman dike:

"Her kî bitenê bi daxwazîya rizaya Allah kelîmeya tewhîdê bibêje; wê Allah, agirê dojehê/cehennemê ji bo wî heram bike."[13]

"Her kî bi sidqeke ji dil şadehî bide û bibêje ‘Ji Allah pê ve tu îlah tune û Muhammed jî rasûlê wî ye’ wê Allah agirê dojehê/cehennemê jê re heram bike."[14]

Mirovek bibêje Lâîlâheîllallah, lê ev gotina wî xasseten ne ji bo Allah be û bi vê gotinê hin meqsedên din bide pêş; ev gotina hanê wî kesî ji şirkê û ji dojehê xelas nake. Bilêvkirina Lâîlâheîllallah a bi sidq û îxlas xwedîyê xwe beralîyê rastîyê û dilsozîyê dike. Gotina wî amelên wî tesdîq dike, herweha amelên wî jî qewlên wî tesdîq dike. Wê di hemû qadên heyata wî îstîqrar hebe. Di dawa xwe de û di têkoşîna xwe de û kar ên xwe de û di mala xwe de û di têkilîyên xwe yê cîrantîyê de wê eseren Lâîlâheîllallahê xuya bibe.

Allah -azze we celle- wesfê ewan kesên di tewhîdê de sadiq in wiha dide:

 

لَيْسَ الْبِرَّ اَنْ تُوَلُّوا وُجُوهَكُمْ قِبَلَ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ وَلٰكِنَّ الْبِرَّ مَنْ اٰمَنَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَالْمَلٰٓئِكَةِ وَالْكِتَابِ وَالنَّبِيّ۪نَۚ وَاٰتَى الْمَالَ عَلٰى حُبِّه۪ ذَوِي الْقُرْبٰى وَالْيَتَامٰى وَالْمَسَاك۪ينَ وَابْنَ السَّب۪يلِ وَالسَّٓائِل۪ينَ وَفِي الرِّقَابِۚ وَاَقَامَ الصَّلٰوةَ وَاٰتَى الزَّكٰوةَۚ وَالْمُوفُونَ بِعَهْدِهِمْ اِذَا عَاهَدُواۚ وَالصَّابِر۪ينَ فِي الْبَأْسَٓاءِ وَالضَّرَّٓاءِ وَح۪ينَ الْبَأْسِۜ اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ صَدَقُواۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُتَّقُونَ

"Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin rojhilat û rojava. Esil qencî ev e ku; mirov bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi kîtêban û bi pêxemberan îman bîne; ji malê xwe yê jê hez dike, ji bo eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û koleyan xêrê bike û nimêj bike û zekât bide; dema peymanekî çêkiribe, ehd peymana xwe bi cih bîne; di tengî û nexweşî û şer de sebir bike. Ha ev kes in yên rast. Û mutteqî jî tenê ev in."[15]

مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ رِجَالٌ صَدَقُوا مَا عَاهَدُوا اللّٰهَ عَلَيْهِۚ فَمِنْهُمْ مَنْ قَضٰى نَحْبَهُ وَمِنْهُمْ مَنْ يَنْتَظِرُۘ وَمَا بَدَّلُوا تَبْد۪يلًاۙ

لِيَجْزِيَ اللّٰهُ الصَّادِق۪ينَ بِصِدْقِهِمْ وَيُعَذِّبَ الْمُنَافِق۪ينَ اِنْ شَٓاءَ اَوْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ كَانَ غَفُورًا رَح۪يمًاۚ

"Ji mûmînan hinek mêr hene ku bi ehd û soza xwe ya dabûn Allah re sadiq man. Ji wan hinekan serê xwe di vê rê de dan û hinek jî (li hêvîya dora xwe) sekinîne. Wan tu carî soz û ehdên xwe neguherandin. Lewra wê Allah, rastgoyan ji ber rastîya wan ve xelat bike. Eger bixwaze wê ezab li munafiqan bike, yan tobeyên wan qebûl bike. Bêguman Allah Xefûr û Rehîm e."[16]

اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ ثُمَّ لَمْ يَرْتَابُوا وَجَاهَدُوا بِاَمْوَالِهِمْ وَاَنْفُسِهِمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَ

"Mûmîn ew kes in ku; îman bi Allah û bi Pexêmberê wî anîne û neketine şûbheyan û bi mal û canê xwe di rêya xwedê de şer kirine. Ew ên rast ha ev in."[17]

لِلْفُقَرَٓاءِ الْمُهَاجِر۪ينَ الَّذ۪ينَ اُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَاَمْوَالِهِمْ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنَ اللّٰهِ وَرِضْوَانًا وَيَنْصُرُونَ اللّٰهَ وَرَسُولَهُۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَۚ

"Ew xenîmetên ku Allah dane we; ji bo wan muhacirên xizan in, ku evana ji mal û warên xwe hatine derxistin û ji Allah lûtf û riza xwestine û alîkarîya dînê Allah û Pêxemberê wî kirine. Ew ên rast û dûrist in, ev in."[18]

 Ew kesên ku roja qîyametê ji Lâîlâheîllallahê feyde bibînin ha ev in:

قَالَ اللّٰهُ هٰذَا يَوْمُ يَنْفَعُ الصَّادِق۪ينَ صِدْقُهُمْۜ لَهُمْ جَنَّاتٌ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ رَضِيَ اللّٰهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪ي

"Allah got: ‘Îro ew roj e ku rastîya sadiqan bi kêrî wan tê. Ji wan re cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de ebedî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Xelasîya herî mezin ev e." [19]

Hin kes hene ku bê îxlas û ne bi dilsozî kelîmeya tewhîdê tînin ser ziman. Herweha hin amelên ku dibe sebebê betalbûna tewhîdê jî dikin. Di heman demê de li der dorê xwe muameleya mûmîn dibînin. Lê Allah -azze we celle- ji ber ku nîyeta wan a di qelb de dizane ewana mustehaqê ezaba ebedî dike. Weke wan munafiqen dewra Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- de ji bo ku wek Muslîm muamele bibînin Lâîlâheîllallah dianîn ser ziman lê ji dil ne bawer bûn.

اِنَّ الْمُنَافِق۪ينَ يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَهُوَ خَادِعُهُمْۚ وَاِذَا قَامُٓوا اِلَى الصَّلٰوةِ قَامُوا كُسَالٰىۙ يُرَٓاؤُ۫نَ النَّاسَ وَلَا يَذْكُرُونَ اللّٰهَ اِلَّا قَل۪يلًاۘ مُذَبْذَب۪ينَ بَيْنَ ذٰلِكَۗ لَٓا اِلٰى هٰٓؤُ۬لَٓاءِ وَلَٓا اِلٰى هٰٓؤُ۬لَٓاءِۜ وَمَنْ يُضْلِلِ اللّٰهُ فَلَنْ تَجِدَ لَهُ سَب۪يلًا

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْكَافِر۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِن۪ينَۜ اَتُر۪يدُونَ اَنْ تَجْعَلُوا لِلّٰهِ عَلَيْكُمْ سُلْطَانًا مُب۪ينًا

اِنَّ الْمُنَافِق۪ينَ فِي الدَّرْكِ الْاَسْفَلِ مِنَ النَّارِۚ وَلَنْ تَجِدَ لَهُمْ نَص۪يرًاۙ اِلَّا الَّذ۪ينَ تَابُوا وَاَصْلَحُوا وَاعْتَصَمُوا بِاللّٰهِ وَاَخْلَصُوا د۪ينَهُمْ لِلّٰهِ فَاُو۬لٰٓئِكَ مَعَ الْمُؤْمِن۪ينَۜ وَسَوْفَ يُؤْتِ اللّٰهُ الْمُؤْمِن۪ينَ اَجْرًا عَظ۪يمًا

"Li gorî aqlê xwe munafiq, dixwazin Allah bixapînin. Lê ew, wan dixirîne. Dema radibin nimêjê bi sistî û bi dinexwazî radibin, ji mirovan re rîyayê dikinû Allah pir hindik zikir dikin. Ew di navbera îman û kufrê de diçin û tên. Ne meylî vana dikin û ne jî meylî wana dikin. Allah kî ji rêya rast zivirandibe, êdî tu ji bo wî rêya rast nabînî. Gelî ew ên îman anîne! Dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost. Ma qey hûn dixwazin delîleke eşkere bidin Allah. Bêguman munafiq, di agir de di tebeqê herî jêr de ne. Tu ji bo wan qet alîkarekî nabînî. Lê ew ên tobe kirine û rewşa xwe sererast kirine û dînê xwe (îbadetên xwe) bitenê ji bo Allah dikîn (cuda ne); a evana (di rastîyê de) bi mumînan re ne. Allah, dê mukafateke mezin bide mumînan."[20]

Ji bo ku ji nîmetên Dewleta Îslâmê a Medînê li gorî dilê xwe îstîfade bikin ew munafiq û bedewîyan bi zimanê xwe digotin Lâîlâheîllallah. Hetanî nîmet hebûn li ser îslâmê sebatkar xûya dibûn. Lê dema musîbetan de, di heman demê de ji dînê îslâmê îrtîdat kirin.

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَعْبُدُ اللّٰهَ عَلٰى حَرْفٍۚ فَاِنْ اَصَابَهُ خَيْرٌۨ اطْمَاَنَّ بِه۪ۚ وَاِنْ اَصَابَتْهُ فِتْنَةٌۨ انْقَلَبَ عَلٰى وَجْهِه۪۠ خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةَۜ ذٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُب۪ينُ

"Qismekî însanan jî hene; li ser alîkî Allah re îbadetê dikin. Eger xêrek bigihîje wî, dilê wî mutmeîn dibe. Lê eger xerabîyek bigihîje wî, ew dev û rû (ji dînê xwe) vedigerîne. Wî dinya jî, axîret jî winda kirîye. Ziyana aşîkar ev e."[21]

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ فَاِذَٓا اُو۫ذِيَ فِي اللّٰهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللّٰهِۜ وَلَئِنْ جَٓاءَ نَصْرٌ مِنْ رَبِّكَ لَيَقُولُنَّ اِنَّا كُنَّا مَعَكُمْۜ اَوَلَيْسَ اللّٰهُ بِاَعْلَمَ بِمَا ف۪ي صُدُورِ الْعَالَم۪ينَ

وَلَيَعْلَمَنَّ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْمُنَافِق۪ينَ

"Ji însanan hinek kes hene ku dibêjin: ‘Me bi Allah îman anîye.’ Lê dema di rêya Allah de ezîyetekê bibînin, (îşkence û) fitneya însanan weke ezabê Allah dihesibînin. Lê dema ji Rabbê te serkeftîn û alîkarîyek were; dibêjin: ‘Bi sond em bi we re bûn.’ Ma qey Allah bi wan tiştên di singa hemî kesan de hene, nizane? Bi rastî Allah, bi yên îman anîne dizane û bi munafiqan jî dizane."[22]

Weke wan kesên ku dibêjin Lâîlâheîllallah, lê ne ji bo îman û teslîmîyetê, berevaj, ji bo peyrêwîtî û tabîbûna pirhejmarîyê vê kelîmeyê dibêjin.

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha ferman dike:

"Dema kesê mirî têxne gorê…Du melek têne ser wî û wiha jê dipirsin: ‘Tu der heqê wî zilamî (Muhammed) de çî dibêjî?’ Kesê Mumîn wiha cewab dide: ‘Ez şadehî didim ku ew abdê Allah e û Rasûlullah e…’ Kesên munafiq û kafir jî wiha dibêjin: ‘Ez nizanim… Ez nizanim… Hema ew însanên din çi digotin min jî ew tişt digot…" [23]

Emê Rastî û Îxlasê Çawa Fêm Bikin?

Di qada heyatê de her îmtîhanekî ku em bi wan rû bi rû dimînin, ji bo pîvandina îxlas û sedeqeta me firsetek e. Lewre Allah -azze we celle- di her halûkarî de rastgo û virker û paqij û necis û kesên talibe dinyayê û meftunê axîretê ji hevdu bi îmtîhanan vediqetîne.

اَحَسِبَ النَّاسُ اَنْ يُتْرَكُٓوا اَنْ يَقُولُٓوا اٰمَنَّا وَهُمْ لَا يُفْتَنُونَ

وَلَقَدْ فَتَنَّا الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَلَيَعْلَمَنَّ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ صَدَقُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْكَاذِب۪ين

"Qey însan zen dikin ku bibêjin: ‘Me îman anîye, wê hema bêne berdan û neyêne ceribandinê.’ Bi sond me yên berî wan jî ceribandin. Allah, bi kesên rast dizane û bi derwkweran jî dizane."[24]

مَا كَانَ اللّٰهُ لِيَذَرَ الْمُؤْمِن۪ينَ عَلٰى مَٓا اَنْتُمْ عَلَيْهِ حَتّٰى يَم۪يزَ الْخَب۪يثَ مِنَ الطَّيِّبِۜ

"Allah, heta rindîyê û xerabîyê, ji hev neveqetîne; mumînan li ser wî halê ku hûn li ser in nahêle…"[25]

Xwezî li wî kesî ku îmtîhanên tên serê wî di heman demê de îmana wî zêdetir dike û sidq û îxlasa wî qewîtir dike. Dîsa xwezîya me li wî kesî ku bi îmtîhanan kêmahîyên xwe dibîne û tobe dike û vedigere bi Rabbê xwe ve û dînê xwe ji bo Allah xalis dike û ji xeletiyên xwe dizivire.

اِلَّا الَّذ۪ينَ تَابُوا وَاَصْلَحُوا وَاعْتَصَمُوا بِاللّٰهِ وَاَخْلَصُوا د۪ينَهُمْ لِلّٰهِ فَاُو۬لٰٓئِكَ مَعَ الْمُؤْمِن۪ينَۜ وَسَوْفَ يُؤْتِ اللّٰهُ الْمُؤْمِن۪ينَ اَجْرًا عَظ۪يمًا

"Lê ew ên tobe kirine û rewşa xwe sererast kirine û dînê xwe (îbadetên xwe) bitenê ji bo Allah dikîn (cuda ne); a evana (di rastîyê de) bi mumînan re ne. Allah, dê mukafateke mezin bide mumînan."[26]

Xwelî li ser wan kesan be, tevlî ku îmtihan dibin lê kêmahîyên xwe nabînin û ji bo telafîya wan kêmahîyên xwe pêgavekî navêjin.

اَوَلَا يَرَوْنَ اَنَّهُمْ يُفْتَنُونَ ف۪ي كُلِّ عَامٍ مَرَّةً اَوْ مَرَّتَيْنِ ثُمَّ لَا يَتُوبُونَ وَلَا هُمْ يَذَّكَّرُونَ

"Ma ew nabînin ku her sal carekê an du caran têne ceribandin. Dîsa jî tobe nakin û îbretê nagirin."[27]

Her îmtîhanên dînî û dunyewî em ji bo xwe wek pîvanek bipejirînin û nefsa xwe bikişînin hîsabê. Em îmtîhanê xwe weke ayîneyekî bihesibînin û bîr û bawerîya xwe yê tewhîdê di wê ayînê de seyîr bikin. Divê em ji bîr nekin ku her îmtîhanek weke ayetekî Rabbê me ye. Û ew -azze we celle- abdên xwe bi ayetan/bi îmtîhanan terbîye dike.

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 

[1] .Beyyîne: 05

[2] .Buxarî

[3] .Mu’cem Meqayisu’l Luxa, madeya "x-l-s"

[4] .Bnr. Muftedatu’l Qur’an, madeya "x-l-s"

[5] .Zumer: 02,03

[6] .Tewbe: 11

[7] .Zumer: 11, 12

[8] .Mumîn: 14

[9] .Mumîn: 65

[10] .Zumer: 64-66

[11] .En’am: 82

[12] .Buxarî, 1237; Muslîm, 94

[13] .Buxarî, 128; Muslîm, 32

[14] .Buxarî, 425; Muslîm, 263

[15] .Baqara: 177

[16] .Ahzab: 23-24

[17] .Hucûrat: 15

[18] .Haşr: 08

[19] .Maîde: 119

[20] .Nîsa: 142-146

[21] .Hacc: 11

[22] .Ankebût: 10-11

[23] .Buxarî,1374

[24] .Ankebût: 02,03

[25] .Al-î Îmrân: 179

[26] .Nîsa: 146

[27] .Tewbe: 126

Bu Sayfayı Paylaş :