Tarîf û Bergehe Bîd’etê

Bîd’et çi ye? Der heqê Bîd’etê de nêrin û nirxandina Qûr’ana Pîroz û sûnneta Nebewî çi ye? Di ronahîya Qûr’an û sûnnetê de eshabîyan û tabiîn û ulemayên berê çi gotinê?

Em ê binêrin ka bîd’etê hesene û bîd’etê seyyîe heye gelo? Em ê di vê beşê de ji wan kesên ku dibêjin bîd’etê hesene heye re hin delîlan bidin pêş ku vê îdîaya wan pûç û betal dike.

Dema ku mirovek bîd’etekî derdixe an jî dibe tabiê bîd’etî din ew kes êdî nikare îdîa bike ku îteata Rasûlullah (ass) dike. Berevajî ew bi vê tevgera xwe dijberîya Pêxember (ass) dike. Mixabin wekî ku em bitevahî dibînin îro di nav vê ûmmeta ku xwe nisbetê îslamê dikin de Bîd’etên bêjimar derketine û bi cih bûne.

Eger em bixwazin tiştekî bi însanan re binasînin divê serê pêşî em bixwe wê tiştê baş nas bikin. Bîd’et; ji koka “be-de-‘a” mûştaq e û li ser zimanê Erebî tê maneya “îcat kirin, înşa kirin, çêkirin û derxistina holê ya bê mînak.” Ji çêkirina bîd’etê re îbtîda’ û ji kesê ku bîd’et derdixe an pê amel dike re jî mûbtedî’ tê gotin.

Peyva bîd’et bi maneya ferhengî ji tiştê qenc an xirab yên ku piştre hatine derxistin re jî tê bikaranîn. Bi maneya istilahî/şer’î de bitenê ji karên di qada dîn/ol de piştre derketine holê re tê bikaranîn. Ûlemayê îslamê bîd’et wek dijberê sunneta Rasûlullah (ass) binav kirine û nasandine.

Ûlemayê îslamê bi gelemperî vê tarîfê dikin: “Di qada dîn/ol de tiştên piştî Rasûlullah (ass) hatine derxistin bîd’et in. Di vê warê de tarîfa herî xweşik û berfireh tarîfa îmam Şatibî ye.

“Bîd’et rêyeke wisan e; ji bo îbadetkirina ji Allah (ac) re ya herî zêde bê kirin beralîbûna rêyekî ye ku ew rê bi awayekî dînî xûya dibe. Bîd’et ew tişt e ku di dîn de eslê wê tûne û piştre hatîye îcat kirin û ji hêla xwedîyê wê ve tevî dîn bûye.”[1]

Bi awayekî fêmbartir em dikarin wisan bibêjin: Bîd’et; piştî wefata Rasûlullah (ass) ew tiştên bi qesta îbadetê hatîne derxistin in. Wisan ku ne Rasûlullah (ass) û ne jî eshabîyan bi wan tiştan amel kirine.

Belê ji van tarîfan çi fêm dibe. Dema ku behsa bîd’etê bê kirin em li vêya dinêrin. Ew tiştê wek bîd’et hatîye navandin divê di warê dîn de be. Ligel vê nûjenîyên/nûyîtîyên di qada karûbarên dinyewî de dibin wesîleya hêsanîyê nakevin bergeha bîd’etê. Wekî çi mesela? Em dikarin çend mînakan bidin. Teşî, Çakûç, Tevşo, Bivir, Telefon, Seyare, Kompîtûr, Balafir, Keştî û hwd.

Bîd’et; di warê dîn de pêk tê… Nûjenîyên di mijarên jiyana dinyayê de bi maneya istilehî/şer’î de nabe bîd’et. Hin kes jî hene ku di vê mijarê de aqlê wan tevlîhev e. Lewre li gorî wan kesan rêwîtîya bi balafirê an bi seyare û otobosan jî bîd’et e! Ev kesên hanê bi tarîfa bîd’etê hêj bitemamî ne serwext in. Eger carekî tenê li ser vê mijarê li kitêbên aliman mêze kiribana nediketin vê nakokîyê û cûdatîya di nûjenîya dînî û dinyewî de wê ji hevdu ferq bikirana.

Em ê li ser vê tarîfê mijara bîd’etê li ser du beşan binirxînin da ku bi hêsanî fêm bibe.

1. Bîd’eta Heqîqî

2. Bîd’eta Îzafî

Bîd’eta Heqîqî tê ser vê maneyê ku eslê wê tiştê bi tu awayê di dîn de tune. Mesela nimêja şeva rexaîbê de tê kirin û rojîya di wê rojê de tê girtin… Ev cûreya rojî û nimêjê li gorî navandina alimên muheqîq bîd’eta heqîqî ye. Lewre eslê vê tiştê di sûnneta Rasûlullah (ass) de tune.

Bîd’eta Îzafî jî tê ser vê maneyê ku di dîn de eslê wê heye lê bi awayê pêkanîn û eda kirinê de eslê wê di dîn de tune. Li ser vê mijarê em dikarin mînakekî wisan bidin. Wek mînak zikir di eslê dîn de heye û Qûr’an û sûnnet me teşwîqê zikre dike. Belê zikir kirina bi dengekî bilind û di nav xeleqê de bi reqs û govendê di eslê îslamê de tune. Li ber mûzîkê û bi ketina cezbeyê qethîyen di dîn de tune. Ha ev bîd’eta îzafî ye.

Birastî ji bo ûmmetê musîbeta herî mezin ev cûreya bîd’etê ye. Cûreya bîd’eta yekem bi rehetî tê pûçkirin. Bi ayet û hedîsan û bi îrşada ûlemayê îslamê em dikarin bibêjin ev tiştên hanê qethîyen di dîn de tune û bi vê awayê em dikarin vê meseleyê ji însanan re rave bikin.

Dema hûn ji xwedîyên bîd’eta îzafî re şîretan bikin dê ji we re wiha bibêjin: “Ma qey zikirkirina Allah (ac) heram e? Zikirkirina Allah (ac) rêşaşîtî ye? Zikirkirina Allah (ac) bîd’et e an tiştekî piştre hatîye derxistin e.”

Hemû Bîd’et Rêşaşîtî Ne…

Em jî wiha dibêjin; zikirkirina Allah îbadet e. Allah (ac) me gazî zîkrê kiriye. Pêxember (ass) kesê zikir dike û nake dişibîne zindî û mirî. Lê bi şiklê ku hûn dikin zikirek tune. Delîla me ya herî baş mînaka nimêjê ye. Allah (ac) nimêj kirinê li me emir kiriye. Çawa ku nimêj emir kiriye di heman demê de ka em ê çawa nimêja xwe bikin bi wesîleya Rasûlullah (ass) bi me hîn kiriye. Bi heman awayê Allah (ac) rojî girtinê jî li ser me ferman kiriye. Tefsîleta wê jî Pêxember (ass) ji me re rave kiriye. Eger Allah (ac) ji me re îbadetekê ferman kiribe divê pêkanîna wê jî lêhatîyê sunnetê be.

Rojîya meha remezanê îbadetek e û li ser hemû mûslîman ferz e. Wek mînak ez ê rojî bigirim. Lê ji dema îmsakê hetanî îftarê Pêxember (ass) çawa rojî digirt, divê ez jî wisan bigirim. Weke vê zikir jî di dîn de heye. Pexember (ass) bêdeng û bê xeleqe girtin û bê qîrîn zikir dikir. Ew mirovê bibêje ez ê bi qîr û gazî zikir bikim gotina wî kesî betal e. Ji xwe Allah (ac) dema zikir li ser Rasûlullah (ass) emir dikir, ûsûla wê jîhîn kiriye. Allah (ac) wiha ferman dike:

وَاذْكُرْ رَبَّكَ ف۪ي نَفْسِكَ تَضَرُّعًا وَخ۪يفَةً وَدُونَ الْجَهْرِ مِنَ الْقَوْلِ بِالْغُدُوِّ وَالْاٰصَالِ وَلَا تَكُنْ مِنَ الْغَافِل۪ينَ

“Bi lavelaveke ji dil û bi tirs û bi dengekî nizim/navincî sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike. Nebe tu bibî ji xafilan!”[2]

Ev ayet giringî û edeba zikrê diyar kiriye. Rasûlullah (ass) û eshabê kîram (ra) di çarçova vê edebê de Allah (ac) zikir kirine. Ew ayînên ku navê wan ‘Xeleqeyên zikrê’ ne û ne li gorî vê edebê ne ji hin dînên din hatine sitendin û ew tişt ne ji îslâmê ye.

Îmam Kurtûbî (rh) di tefsîra vê ayetê de wiha dibêje:

“Dema te dûa kir bi dengekî ne bilind û ne jî bi dizî, rêyeke di navbera herduyan de bigire. Ev jî bi me dide zanîn wekî ku di gelek cihan de dibore zikirkirina bi dengê bilind hatîye qedexekirin.”[3]

Bi vê mînakê me xwest ku em mijar rave bikin. Ev bîd’eta îzafî ye. Bîd’eta xwedîyê wê bi tu awayî îqna nabin ku ew xwedî bîd’et in. Ji ber di dîn de eslê wê dibîne, zen dike ku ev amela wî meşrû ye.

Me di destpêkê de vê pirsê kiribû: Bawerîya bi Rasûlullah (ass) çi ye? Ji şertê hezkirin û Îttîbaya Rasûlullah (ass) yek jî bi awayê ku Pêxember (ass) nîşan daye û hîn kiriye ji Allah re (ac) îbadet kirin e. Eger em baş bifikirin em ê bizanibin ku di nav însanan de ew kesê ku Allah (ac) herî baş nas dike Rasûlullah (ass) e. Herwiha di van meseleyan de ew ê pirs jê bê kirin serî lê bê dayîn Rasûlullah (ass) e.

Niha em ê pêşî serî li Qur’an’ê bidin û paşê jî gûhdarîya Pexember (ass) bikin. Em dibînin ku wan bîd’etê wek bîd’eta hesene û bîd’eta seyyîe ne sinifandine. Hemû bîd’et di dîn de wek rêşaşîtî hatine tarîf kirin.

Allah(ac) di Qûr’ana Pîroz de wiha ferman dike:

اَلْيَوْمَ اَكْمَلْتُ لَكُمْ د۪ينَكُمْ وَاَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَت۪ي وَرَض۪يتُ لَكُمُ الْاِسْلَامَ د۪ينًاۜ

“…Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart…”[4]

Rojek zilamekî Cihû tê cem Ûmer b. Xattab (ra) û wiha dibêje: “Ya Emîrû’l Mûmînîn! Di Kitêba we (Qûr’anê) de ayetek heye ku ew ayet li ser me bihata daxistin me yê wê rojê wek îd/cejn îlan bikirana.” Ûmer b. Xattab (ra) wiha dibêje: “Ew ayeta ku tu behsa wê dikî kîjane?” Zilamê Cihû wiha got: “Ew ayeta ‘Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart…’ ” Ûmer b. Xattab (ra) wiha bersiv da wî: “Em dizanin ku ev ayet kîjan roj û li ku derê nazil bûye. Ev ayet roja înê dema ku Rasûlullah (ass) li Arafatê bû hatîye daxistin. (Yanê ji xwe ew cihê ku ev ayet nazil bûye ji bo me cihê îdê/cejnê ye û ew roja ku ev ayet nazil bûye ji me mûslîman re îd/cejn e.)”[5]

Wekî ku di ayetê de dibore tiştekî hatibe temam kirin, kamil û bêkêmasî ye. Eger tiştekî din li ser bê zêdekirin êdî ew tişt dibe zêde pê de çûn û ji hedê xwe borandin. Eger di vê mijarê de israr bê kirin êdî ev mesele dikeve bergeha tûxyanê. Çima?

Lewre Allah (ac) dibêje û bi me dide zanîn ku wî ev dîn wek kamîl ji me re hiştîye. Lê hin kes radibin dibêjin “Nexêr! Helbet çend kêmasî hene ku em dixwazin temam bikin!” Tiştên ku bi vê meqsedê dixwaze têxe dîn jî bîd’et in.

Ha ev bixwe hed borandin û tûxyan e…

Dawîya beşa (9.) Nehemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Îmam Şatibî, El-Î’tîsam; 1/48-49

[2]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd 7/A’raf, 205

[3]. Îmam Kurtûbî, el-Camiû li Ahkami’l Qûr’an, C.7, Rp. 564

[4]. Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 5/Maîde, 3

[5]. Bûxarî-Mûslîm, Mûttefekûn Aleyh, 1974

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver