ﷲ/Allah/El-Îlah
El-Îlah, ji navên Rabbê me yên herî xweşik e. Bêguman hemû esmayên Allah (ac) xweşik û giring in. Lê belê navê El-Îlah çatîya/serbana lîsteya El-Esmaû’l Hûsna ye û navê herî muhîm e. Du sebebê vê rewşê heye:
1. Koka peyva lefzetullah e. Lefza Allah, navêkî taybet e ku mexsûsê Rabbê me ye û bitenê ji bo wî tê bikaranîn û El-Esmaû’l Hûsna bitevahî di nava xwe de dihewîne.
2. Kelîmeya Tewhîdê û Kelîmeya Şehadetê ku remz û nîşana qebûlkirina Îslamê ye; tê ser vê maneyê ku ji Allah pê ve qet tu îlah tune û wek îlah bitenê Allah tê qebûlkirin. Hemû pêxemberan (asm) qewmên xwe gazî pejirandina ulûhîyeta Allah (ac) kirine. Îlah, tê ser maneya Allahê ku îbadet û evdîtîyê heq dike.
وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ اٰلِهَةً لِيَكُونُوا لَهُمْ عِزًّاۙ
“Ji bo ku ji wan re bibe rûmet/serdestî/çavkanîya hêzê, ji xeynî Allah ji xwe re îlâhan girtin!”[1]
كَلَّاۜ سَيَكْفُرُونَ بِعِبَادَتِهِمْ وَيَكُونُونَ عَلَيْهِمْ ضِدًّا۟
“Nexêr! (Roja qiyametê) wê îbadetên wan înkar bikin û wê li hemberî wan (wek dijmin) cih bigirin.”[2]
وَمَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ مِنْ رَسُولٍ اِلَّا نُوح۪ٓي اِلَيْهِ اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّٓا اَنَا۬ فَاعْبُدُونِ
“Me berîya te tu pêxemberek ne şandîye ku me wiha lê wehîy nekiribe: ‘Bêguman ji min pê ve qet tu îlâh tune. Herwiha bi tenê îbadetê min/evdîtîya min bikin’.”[3]
Ji van ayetan fêm bû ku ew ê îlahe ku di heman demê de yê îbadet lê tê kirin e, yanê mabûd e.
Delîlên Yek Îlahtîya Allah (ac)
Pergala di gerdûnê de/di kaînatê de ji bo wehdanîyet û yek îlahtîya Allah (ac) delîl e.
لَوْ كَانَ ف۪يهِمَٓا اٰلِهَةٌ اِلَّا اللّٰهُ لَفَسَدَتَاۚ فَسُبْحَانَ اللّٰهِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَ
“Eger (li erd û esmanan) ji Allah pê ve hin îlâhên din hebûna wê (pergala wan) xera bibûna. Ji ber sifetên ku lêhatîyê/nîsbetê wî dikin, Allahê ku Rabbê arşê ye ji wan munezzeh e.”[4]
Tiştên li ser rûyê erdê û li esmanan û di navbera herduyan de û tiştên di kaînatê de ji misqalê zerre bigirin hetanî gersitêrkan her çi hebin bitevahî Allah (ac) xuliqandiye. Ji Allah (ac) pê ve kî dikare van bixuliqîne/çêke?
Di dirêjahîya dîroka însanîyetê de li ser hebûna Allah (ac) qet tu nîqaş çênebûye.
Di mijara ku Allah (ac) îbadetê heq dike û pêwistîya îbadeta jê re de jî nîqaş çênebûye. Nîqaşa ku çêbûye jî der heqê wehdanîyet û tewhîdkirina wî de çêbûye. Yanê hin kom û qewman gotine gelo em ji Allah (ac) tenê re îbadetê bikin an ligel îbadeta wî em dikarin ji hin navberan re jî perestîyê bikin an na?
Bala xwe bidin, her çi delîlên der heqê wehdanîyet û yek îlahtîya Allah (ac) hene, delîl û huccetên aqlî ne. Lewra însan li ser vê fitretê hatiyê xuliqandin.
Lê belê însan carînan noqî dinyayê dibe û bi lîstik û kêfxweşîya wê pêmijûl dibe. Çiqas noqî dinyayê bibe ew qas ji Allah (ac) xafil dimîne û wî ji bîr dike. Allah (ac) der heqê van kesan de wiha dibêje:
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذ۪ينَ نَسُوا اللّٰهَ فَاَنْسٰيهُمْ اَنْفُسَهُمْۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
“Hûn nebin wekî wan kesên (ji bo) ku Allah ji bîr kirine, Allah jî ew bi wan daye ji bîr kirin. Evana, yên fasiq bixwe ne.”[5]
Vebûna Peyva Lâ Îlâhe Îllallâh
Allah (ac) wek remz û nîşana îslamê kelîmeya “Lâ îlâhe îllallâh” hilbijartîye. Lâ îlâhe îllallâh, îşareta tewhîdkirina Allah (ac) û red kirina hemû heyînên ji xeynî wî ku da’wa îlahtîyê dikin dike. Ji ber vê yekê jê re “Kelîmeya Tewhîd” hatîye gotin.
لا: Kelîmeya Tewhîdê bi “لا/Na” dest pê dike. Ev herf, dema ku tê serê peyvekî maneya wê bi berfirehî neyînî/nefy dike.
إله: Me dît ku îlah tê ser maneya mabûd û ew ê îbadet lê tê kirin e. Ji ber ku لا hatîye serê wê, hemû îlah û mabûd û uluhîyet têne nefykirin.
اَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْاَمْرُۜ تَبَارَكَ اللّٰهُ رَبُّ الْعَالَم۪ينَ
“…Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e. Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas mezin e.”[6]
Taxut û mustekbîrên her dewrê dîn dikin biçik û parî. Allahê xaliqê her tiştî li esman hepis dikin. Dibêjin Allah (ac) serwer û hikumdarê esmanan e. Li ser rûyê erdê jî îlahên curbicur hene ku li ser navê Allah (ac) teserrûfê dikin û daxwazên însanan digihîjînin wî û di karên însanan de nîyabeta/wekîltîya Allah (ac) dikin.
Taxut û mustekbîrên her dewrê di nava gel/civak de parvekerî û fesadîyê dikin. Doza neteweperwerîyê di navbera wan de bi cih û belav dikin. Hinek ji wan çepgir in hinek jî rastgir; hinek ji wan laîk in hinek ji wan mutesewwif in. Gel di her qadî de bi awayê hizb û kom û grup ji hevdu tên veqetandin.
Taxut û mustekbîrên her dewrê însan bixwe di nava xwe de dikin parî. Wisan dibe ku însan di karên xwe yên rojane de geremolê de dimîne. Dema bixwaze cil û libasan li xwe bike divê çav bide modeyê. Tiştê ku mode dide pêşîya wî cuda ye û daxwaza wî û hêza wî ya madî cuda ye. Tiştên di rêzefilman de dibîne cuda ye û ûrf û kevneşopên derdora ku tê de dijî cuda ye. Dixwaze ku di mijarekî sîyasî de bibe xwedî fikirekî lê ji her serîyekî dengekî cuda dertê.
Ew însanê ku ji hêla dîn û civak û alema derûnî ve bûye biçik û parî êdî bi her awayî dibe ku bê beralîkirin û bê îstîsmarkirin. Ji xwe daxwaza taxutan jî ev e.
Di muqabilê vê de Lâ îlâhe îllallâh ku tewhîdkirina Allah (ac) ye. Êdî ji bo kesê muslîm di navenda hemû qada jiyanê de Allah (ac) heye. Ew tiştên mustekbîr û taxûtan dixwestin ku bimijin û parçe bikin bi vê awayê li hevdu dicivîne.
Kesê dibêje Lâ îlâhe îllallâh êdî dizane ku ji bo çi dijî û wê ji bo çi bimire. Meqseda jiyana wî belî ye. Ev însan êdî ji îstîsmara mijokan re girtî ye. Kî çi bibêje jî ji bo wî yek mercîyek heye ku ew jî Allahê wahîdu’l ehed e.
Duaya Bi Navê Allah (ac)
قُلِ ادْعُوا اللّٰهَ اَوِ ادْعُوا الرَّحْمٰنَۜ اَيًّا مَا تَدْعُوا فَلَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰ
“Bibêje: ‘Dixwazin bi (navê) Er-Rahmân (ji Allah re) dûa bikin û dixwazin bi (navê) Allah (dûa bikin.) Hûn dûayên xwe bi kîjan (navê) bikin, navên/esmaên herî xweşik yên wî ne…’ ”[7]
Dawîya Beşa (2.) Dûyemîn
Dê Bidome Înşaallah…
[1] 19/Meryem, 81
[2] 19/Meryem, 82
[3] 21/Enbîya, 25
[4] 21/Enbîya, 22
[5] 59/Haşr, 19
[6] 7/A’raf, 54
[7] 17/Îsra, 110
İlk Yorumu Sen Yap