Navên Allah Yên Herî Xweşik

بِسْمِ ٱللّٰهِ ٱلرَّحْمَنِ ٱلرَّحِيمِ

Destpêk

Bi destûra Allah (ac) em ê dest bi rêzenivîsa li ser mijara El-Esmaû’l Husna, yanê li ser navên Allah (ac) yên herî xweşik bikin.

Em hemû xwe bi navê Muslîm dinavînin. Kesên ku dibêjin em Misilman in bitevahî vê jî dibêjin ku em evdê wî ne û em pir hez Allah (ac) dikin. Dîsa em dibêjin Allah (ac) xaliqê bê dest û pa û mar û mûr e. Tiştê ku Allah (ac) daxwaz kiribe, teqez wê ew tişt bibe. Hêsanîya di îş û karan de ji Allah e (ac). Xuliqandin û tendûristî û riziqandin jî jê ye. Wî, di jiyana dinyayê de çi heywan/ajal û çi heşînahî hebe bi hemû rengê xwe ev xweza ji bo însan musexer kiriye.

De ji kerema xwe em binêrin ka em Allah (ac) bi rastî çiqas nas dikin? Allah (ac) di hin ayetên Qur’ana Pîroz de xwe bi me dide naskirin.

وَلِلّٰهِ الْأَسْمَاءُ الْحُسْنَى فَادْعُوهُ بِهَا وَذَرُوا الَّذِينَ يُلْحِدُونَ فِي اَسْمَائِهِ سَيُجْزَوْنَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ

“Navên herî xweşik (el-esmau’l-hûsna) aîdê Allah in. (Nexwe) ji wî re bi van navan dûa bikin. Dev ji ew ên der heqê navê wî de ketine îlhadê/çewtîyê berdin. Ji ber tiştên ku kirine wê di nêzîk de bêne cezakirin.”[1]

Îlhad: Tê ser maneya çewtî û meyîl û jirêketine. Der barê El-Esmaû’l Husna de jirêketina bi her awayî îlhad e. El-Esmaû’l Husna ku bitevahî aîdê Allah in, binavkirina hin heyînan bi van navan û terka dûakirina ji Allah (ac) re bi El-Esmaû’l Husna û ji mexluqatên wî hewarî û medet xwestin û înkara mane û sifetên naveroka van navan û texrîf û tewîlkirina wan; temsîla/şibandina Allah bi evdan û şibandina/temsîla evdan bi Allah û terkkirina El-Esmaû’l Husna ku (Esmau’l Husna) dibin wesîleya nêzbûna Allah (ac) û bi hin mirovan re tewessûla ji Allah (ac) re… Her yekî ji van, mînak û mîsala îlhadê ye.

قُلِ ادْعُوا اللّٰهَ اَوِ ادْعُوا الرَّحْمَنَ اَيًّا مَّا تَدْعُوا فَلَهُ الْأَسْمَاءُ الْحُسْنَى

“Bibêje: ‘Dixwazin bi (navê) Allah (dûa bikin) û dixazin bi (navê) Er-Rahmân (ji Allah re) dûa bikin. Hûn dûayên xwe bi kîjan (navê) bikin, navên/esmaên herî xweşik yên wî ne…’ ”[2]

Muşrîkên Mekkeyê digotin: “Rahman jî kî ye? Muhammed me gazî tewhîdkirina Allah (ac) dike lê ew bixwe ji du îlahan ra lavahîyê dike.” Sedema vê gotina wan ev bû: Wan bi navê Rahîm dizanîbûn lê navê Rahman nebihîstibûn, seh nekiribûn. Allah (ac) bi wan da zanîn ku çend nav û sifetên Allah (ac) hebin jî qet tu zerar nade wehdanîyeta wî. Çawa ku em ji bo însanekî bibêjin “Filankes dibîne û dibihîze û dizane û dimeşe û şareza ye û bi aqil e û hwd. ev nayê ser maneya ku ew çend kes e. Divê nav û sifetên Allah (ac) jî di vê bergehê de fam bibe.

اللّٰهُ لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ لَهُ الْأَسْمَاءُ الْحُسْنَى

“Allah… Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Esmayên/Navên herî xweşik bi tevahî aîdê wî ne.”[3]

Ev ayet jî, ji bo kesê mûmîn li dij El-Esmaû’l Husna berpirsîyarîya tewhîdê bibîr dixe. Ji xwe meqseda El-Esmaû’l Husna jî evdîtîyekî li ser tewhîdê ji Allah (ac) re ye.

هُوَ اللّٰهُ الَّذِي لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ الْمَلِكُ الْقُدُّوسُ السَّلَامُ الْمُؤْمِنُ الْمُهَيْمِنُ الْعَزِيزُ الْجَبَّارُ الْمُتَكَبِّرُ سُبْحَانَ اللّٰهِ عَمَّا يُشْرِكُونَ

“Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Xwedîyê hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) El-Melîk e. (Ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) El-Quddûs e. (Ew ê ji hemû kêmasî û qisûran munezzeh û selametî dide evdên xwe) Es-Selam e. (Ew ê îman û ewlehîyê dide qelban) El-Mûmîn e. (Ew ê her tişt di bin kontrola wî de ye û xwedîyê otorîteya mutleq û hakimîyetê) El-Muheymîn e. (Ew ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e. (Ew ê dilşikestinan cebr dike/diborîne û her tiştî sitûxwar dike) El-Cabbar e. (Ew ê herî mezin û xwedî kibrîya) El-Mutekebbîr e. Allah, ji tiştên ku ew şirîk çêdikin berî/munezzeh e.”[4]

هُوَ اللّٰهُ الْخَالِقُ الْبَارِئُ الْمُصَوِّرُ لَهُ الْأَسْمَاءُ الْحُسْنَى يُسَبِّحُ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ

“Ew Allah e ku; (her tiştî ji tunebûnê heyî kiriye) El-Xaliq e. (Ew ê bê qisûr û bi aheng xuliqandîye) El-Barî ye. (Ew ê li gorî daxwaza xwe sûret dide mexluqên xwe) El-Musewwîr e. Hemû esmayên/navên herî xweşik yên wî ne. Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.”[5]

Îmam Bûxarî û Mûslîm (rh) ji Ebû Xureyre (ra) wiha neqil kirine ku Rasûlullah (sav) wiha gotîye:

“Bêguman not û neh navên Allah hene. Her kî wan navan ji ber bike/îhsa bike dê bikeve cennetê.”

Îhsakirina El-Esmaû’l Husna ji mûmînan re dibe wesîleya weadeke Nebewî ku ew jî ketina cennetê ye. Belê ka em binêrin îhsakirin tê ser çi maneyê:

Jimartina yek bi yek

Amelkirina bi maneya naveroka El-Esmaû’l Husna

Jiber kirina/hifz kirina El-Esmaû’l Husna

Men kirina ji tiştên ku Allah (ac) ji wan ne razî ye

Bi pêkanîna pêwendîya navbera El-Esmaû’l Husna û têgihiştin û amelkirina bi tevahî.

Ji bo tabîbûn û mînakgirtina wan kîjan mimkun be, divê bi wê navê bi El-Esmaû’l Husna bê amelkirin. Wek mînak em bidin: El-Kerîm û Er-Rahîm.

Allah (ac) dixwaze ku evdên wî rehmê li hevdu bikin û di navbera xwe de xwedî kerem bin.

El-Esmaû’l Husna; ji bo mûmînan îtîqad û tesewûreke sehîh ava dike.

Esmaû’l Husna; însan digihîjîne tewhîdê û ji şirkê diparêze.; hest û ramanên însan zelal dike û serrast dike.

El-Esmaû’l Husna; dibe wesîleya xweşrêwiştîyê/exlaqê xweş.

Dawîya Beşa Destpêkê

Dê Bidome Înşaallah…


[1]. 7/A’raf, 180

[2]. 17/Îsra, 110

[3]. 20/Ta-Ha, 8

[4]. 59/Haşr, 23

[5]. 59/Haşr, 24

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver