Hewcetîya Tekfîra Taxut

Tekfîra Taxut Şertê Kelîmeya Tewhîdê (Şertê Îmanê) Ye

لَٓا اِكْرَاهَ فِي الدّ۪ينِ قَدْ تَبَيَّنَ الرُّشْدُ مِنَ الْغَيِّۚ فَمَنْ يَكْفُرْ بِالطَّاغُوتِ وَيُؤْمِنْ بِاللّٰهِ فَقَدِ اسْتَمْسَكَ بِالْعُرْوَةِ الْوُثْقٰىۗ لَا انْفِصَامَ لَهَاۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ

“Di dîn de zordarî/kotekî tune. Rêya heq ji rêya batil (wek qethî) veqetîyaye. Kî taxut înkar bike û bi Allah îman bîne; wî xwe bi qulpeke zexm ku qetandin jê re tuneye girtî ye. Allah semî’ û alîm e.”[1]

Ji bo xwe lê girtina kelîmeya tewhîdê/urwetu’l wusqayê şert e ku taxut bê tekfîr kirin.  Çawan ku di orjînala ayetê de dibore ev bixwe jî ji eslê îtîqadê ye. Maneya ‘Kufr’ê; nuximandina tiştekî ye an jî tiştek wek tune bê hesibandin e. Di şer’a şerîf de tê vê maneyê ku îmana mirovekî wek tune bê hesibandin û ew bi navê ‘Kafir’ ku ev nav Allah daye, bê navandin.

Ji ber ehemmîyeta wê, înkar kirina taxut berî îman anîna Allah hetîye zikir kirin. Em vê uslûba ayetê di kelîmeya tewhîdêde jî dibînin. Kelîmeya Tewhîdê, pêşî bi gotina ” لَا/Lâ”dest pê dike. Yanê di serê ewwil de taxût û îlahên sexte tên red û înkar kirin. Piştre “Îlla Allah”ku ev jî tenê bi tenê îman anîna bi Allah e.

Rabbê me dema ehlê kitêb dawetê îslâmê dike ewana gazî çar esasan dike. Ji wan yek jî ev e ku tekfîra ew kesên ji tewhîdê ruvegerandine û eşkerekirina kesîyatîya îslâmê ye.

قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ تَعَالَوْا اِلٰى كَلِمَةٍ سَوَٓاءٍ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ اَلَّا نَعْبُدَ اِلَّا اللّٰهَ وَلَا نُشْرِكَ بِه۪ شَيْـًٔا وَلَا يَتَّخِذَ بَعْضُنَا بَعْضًا اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِۜ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُولُوا اشْهَدُوا بِاَنَّا مُسْلِمُونَ

“Bibêje: Gelî yên ehlê kîtêb! Werin bal wê kelîmeya ku di nava me û we de hevpar e. Eva ew e ku, em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadet nekin û ji wî re qet tiştekî nekin şirîk û emê Allah nehêlin û ji me hin wê hinekên din ji xwe re nekin rab. Eger rû vegerînin hûn jî bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman in.”[2]

Allah -azze we celle- ji bo kelîmeya hevpar çar esas zikir kirîye.

Îbadetê ji Allah re bikin

Ji Allah re qet tu şirîk çênekin

Ji însan tu kes bila da’wa rabbîtîyê li hevdu nekin

Ew kesên ku ji van esasan rû vedigerînin re wiha bêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman in.”

Bêguman taxut, ji van qaîdeyan bitemamî rû vegerandiye. Taxut, însanan gazî îteat û rab girtina ji xwe re dike. Bi hewcetîya kelîmeya hevpar û bi kesîyatîya îslâmê ew kesê divê li dijî wî çik bê sekinîn taxut bixwe ye.

Tekfîra Taxûtan Hewcetîya Beraeta Ji Şirkê Ye

Mirovek hetanî ji şirkê tobe neke û jê dûr nemîne mûslîmbûna wî ne mimkun e. Lewre îslâm; dîn ji bo Allah xaliskirin e û paqijîya ji şirkê û bi dileke safî teslîmîyeta Allah e -azze we celle-. Ew kesê ku di jîyana wî de şirk hebe weke ku di heman demê de ji çend îlahan re abdîtî bike. Ji ber vê yekê Allah, teberrî û dûrketina ji şirkê, ji bo wan kesên ku dixwazin bibin ji muslîman re wek şert daye pêş.

فَاِنْ تَابُوا وَاَقَامُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتَوُا الزَّكٰوةَ فَاِخْوَانُكُمْ فِي الدّ۪ينِۜ وَنُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ

“Eger ew tobe bikin, nimêjê bikin û zikatê bidin êdî di dîn de birayên we ne. Em ji bo civateke zana, wiha ayetên xwe yek bi yek beyan dikin.”[3]

Eger Allah -azze we celle- tiştekî emir kiribe ji bo mumînan bitenê teslîmîyet û amelkirin lazim e. Qethîyên ne şayanê muslîmekî ye ku li hember Allah -azze we celle- li alternatifan bigere û bi pirsyarkerî tevbigere.

اِنَّمَا كَانَ قَوْلَ الْمُؤْمِن۪ينَ اِذَا دُعُٓوا اِلَى اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ اَنْ يَقُولُوا سَمِعْنَا وَاَطَعْنَاۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

“Dema ku mû’min bi bal hûkmê Allah û Rasûle wî ve bêne dawetkirin da ku di navbera wan de hûkîm bide, gotina wan bes ev e: Me seh kir û em Îteatê dikin. Ha ev in ên xelas bûyî.”[4]

Allah -azze we celle- dema însanan xuliqandiye ewana kirîye du qefle. Qefleyek ji wan mûmîn in û yê din jî kafir in.

هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ فَمِنْكُمْ كَافِرٌ وَمِنْكُمْ مُؤْمِنٌۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ

“Ew ê hûn xuliqandinê ew e. Lê dîsa jî, ji we hinek kafir in û hinek jî mûmîn in. Allah kar û amelên we dibîne.”[5]

Mirov çi bike wê xwe ji şirkê dûr bike gelo? Hema bi gotina “Ez ji şirkê dûr im.”Ji bo beraeta ji şirkê têr dike gelo?

Ev pirsa ha ji Rasûlullah jî sallallahualeyhivesellem hate pirsîn:

“Zilamek hate cem Rasûlullah û vê pirsê jê kir: ‘Ya Rasûlullah! Dema razanê ku ez dikevim nav livînê xwe tiştekî ku ez bixwînim hînî min bike.’ Rasûlullah jê re wiha got: ‘Sûreya Kafîrûn bixwîne! Lewre ew, beraeta ji şirkê ye.”[6]

Hal ev e ku di sûreya Kafîrûn de lefza “Ez ji şirkê dûr û berî me.”nabore. Şuna vê lefzê de; dûr ketin û beraeta ji dînê kafiran û mabûdên wan ên ji xeyrî Allah û ji şirka muşrîkan û ji kafiran dibore. Fêm bû ku ji bo beraeta ji şirkê dûr ketina ji van temaman pêwist e. Ev her çar new’ê beraetê jî taxut dixe çarçova maneya xwe.

Tekfîra Taxûtan; Razîbûna Hûkmê Allah E û Navandina Ku Allah Binav Kirîye Ye

Birastî tekfîr, hûkmeke şer’î ye. Hûkimdanîna şer’î de heq û raye bitenê aîdê Allah e. Mirovek dema ku bê şert û qeyd teslîmê hikûm û emrên Allah bibe wê demê dibe mûslîm û mûmîn.

اِنَّمَا كَانَ قَوْلَ الْمُؤْمِن۪ينَ اِذَا دُعُٓوا اِلَى اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ اَنْ يَقُولُوا سَمِعْنَا وَاَطَعْنَاۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

“Dema ji bo ku Allah û Rasûlê wî di nava wan de hikûm bide têne gazîkirinê; gotina mûmînan bi tenê ev e: “Me bihist û îteat kir.”Ew ên xelas bûne ev in.”[7]

وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ وَلَا مُؤْمِنَةٍ اِذَا قَضَى اللّٰهُ وَرَسُولُهُٓ اَمْرًا اَنْ يَكُونَ لَهُمُ الْخِيَرَةُ مِنْ اَمْرِهِمْۜ وَمَنْ يَعْصِ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا مُب۪ينًا

“Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser meseleyekî hûkim bidin; êdî heqê mêr û jinên mumîn tuneye ku ew li gorî daxwaza dilê xwe tevbigerin. Kî li hemberî Allah û Rasûlê wî serî hilde; bi rastî ew zivirîye xerîfîyeke eşkere.”[8]

Allah -azze we celle- di vê mijarê de hûkmê xwe ya qethî daye. Li gor vê hûkmê ha ev kesên bi hûkmên ku Allah nazil kirîye pê hikûm nakin û li ser rêya wî dibin asteng û ew taxutên ku însanan gazî abdîtîya xwe dikin, kafir in.

Muameleya Bi Taxûtan Re Li Gor Hikmê Wan E

Li dijî taxut du çeşîd muameleya me yê bingehîn heye.

Tekfîr û înkar kirina taxut

Dûr ketin û beraeta ji taxut

Ev her du muamele jî şertê bingehîn a kelîmeya tewhîdê ye.

Dînê îslâmê însanan û berpirsîyarîyên me bi hinek navan diyar dike. Eger mirovekî bi navê “Muslîm”binav kiribe, ew êdî ji bo me bira ye, em hez jê dikin û dema alîkarî ji me bixwaze emê destê alîkarîyê dirêjî wî bikin û eqda nîkahê pê re tê kirin û em dibin welîyê wî û welayeta wî jî qebûl dikin. Eger li ser me bibe rayedar em wê otorîteya wî dipejirînin û li ser me bibe fermandar emê bibin eskerê wî û îteata wî bikin.

Mirovek eger bi navê kafir binav bibe kesê mûmîn ne mimkun e ku jê hez bike. Ew êdî wek bira nayê pejirandin û tu muslîm qethîyen nikare qîza xwe pê re bizewcîne. Eger bibe rêveber îteata wî, li ser mûmînan ne wacib e. Ew ji me re nikare bibe welî û nimêja li pey wî ne meqbûl e. Dema ku bimre ji bo wî ji Allah -azze we celle- daxwaza îstîxfarê nayê kirin û em piştî mirina wî nimêja wî jî nakin. 

Mûmîntî an jî kafirtîya mirovek, di heman demê de hema bêjin bi hezaran hikûm û ehkaman bixwe re derdixe holê. Eger taxut başebaş binav nebe ew hûkmên der heqê wî de wê betal bimînin ûîptal bibin. Ehkam û hidûdên Allah wê bên perçiqandin û pâk û pîs wê tevlihev bibin.

Ew gotegota ku dibêjin “Bi tekfîr kirina filankes wê çî bikeve destê wê?”birastî gotineke cahiltî ye. Eger ev mesele ne meseleyeke mûhîm bûna wê di Qur’ana Kerîm de hikmê kûfrê cih negirtibana. Halbukî ew kesê ku Qur’ana Kerîm dixwîne hemen hemen di her rûpela Qur’anê de evan hûkman dixwîne. De kerem bikin em van hûkman bi hev re bixwînin.

Allah -azze we celle- dema însanan xuliqandiye ewana kirîye du qefle. Qefleyek ji wan mûmîn in û yê din jî kafir in.

هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ فَمِنْكُمْ كَافِرٌ وَمِنْكُمْ مُؤْمِنٌۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ

“Ew ê hûn xuliqandinê ew e. Lê dîsa jî, ji we hinek kafir in û hinek jî mûmîn in. Allah kar û amelên we dibîne.”[9]

Allah, mûmînan “Ew kesên li ser hîdayetê”û kafiran jî “Ew kesên li ser dalâletê”binav kirîye.

فَمِنْهُمْ مَنْ هَدَى اللّٰهُ وَمِنْهُمْ مَنْ حَقَّتْ عَلَيْهِ الضَّلَالَةُۜ فَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّب۪ينَ

“… Bi vî awayî Allah, li hinekên wan hîdayet kir û li hinekên wan re jî, xerifîne heq bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta kafiran çawa bûye bibînin.”[10]

Veqetandina qenc û xerabên însanan dibe sebebê razîbûna Allah -azze we celle-. Mûmîn pâk û tahir in lê kafir pîs û mirdar in. Nexwe divê ku ev her du kom ji hev du bên veqetandin.

لِيَم۪يزَ اللّٰهُ الْخَب۪يثَ مِنَ الطَّيِّبِ وَيَجْعَلَ الْخَب۪يثَ بَعْضَهُ عَلٰى بَعْضٍ فَيَرْكُمَهُ جَم۪يعًا فَيَجْعَلَهُ ف۪ي جَهَنَّمَۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ۟

“Ev jî, ji bo wê ye ku Allah, yên mirdar ji yên paqij biqetîne û mirdaran li ser hev kom bike û hemûyan di cehennemê de bicivîne ser hev. Ew ên esil di ziyanê de ne, her ev in.”[11]

اَفَنَجْعَلُ الْمُسْلِم۪ينَ كَالْمُجْرِم۪ينَۜ مَا لَكُمْ۠ كَيْفَ تَحْكُمُونَۚ

“Ma em muslîman, qet weke gunehkaran dikin? Çi bûye bi we? Ma hûn çawa hikûm didin?”[12]

لَا يَسْتَو۪ٓي اَصْحَابُ النَّارِ وَاَصْحَابُ الْجَنَّةِۜ اَصْحَابُ الْجَنَّةِ هُمُ الْفَٓائِزُونَ

“Cennetî û cehennemî weke hev nabin. Esil kesên ku xelas bûyî ne ehlê cennetê ne.”[13]

Eger bi baldarî bê rênîn Allah, qenc û xerab; mûmîn û kafir; ehlê cennetê û ehlê cehennemê; paqij û mirdar ji hev cuda kirîye û veqetandiye. Ji wan ên ku neveqetandine re jî wiha dibêje û ewana rexne dike: “Çi bûye bi we?”, “Ma hûn çawa hikûm didin?”

De kerem bikin li ser vê mijarê em dor bidin Seyyîd Qutub -rahîmehullah- û piştre jî vê mijarê biqedînin:

وَكَذٰلِكَ نُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ وَلِتَسْتَب۪ينَ سَب۪يلُ الْمُجْرِم۪ينَ۟

“Ji bo ku gunehkar derkeve meydanê, em wiha ayetan yek bi yek beyan dikin.”[14]

Seyyîd Qutub-rahîmehullah- di tefsîra vê ayetê de şiroveyekî herî xweşik dike û wiha dibêje:

“Tiştekî têr balkêş e… Ev, stratejîya der barê bawerî û tevgerîna di vê aqîdê de rêbaza (metoda) Qur’anê berpêşî çavan dike. Bêguman armanca vê metodê bitenê ne ji bo rêyên mumînên salih eşkere bibe û derkeve holê ye. Armanca ji xeynî vê yek jî, ew rêşaşên ku di rêyên bâtil de ne da ku rêyên wan jî bi eşkerehî derkeve meydanê.

Lewre, ji bo rêya mumînan eşkere û vekirî diyar bibe, mecbûrîtîye ku rêyên mûcrîmên ji bi aşkerahî belî bibe. Ev qaîde di gihaneka rêyan de xetek e dıyarker e.

Ji bo safîbûna îmanê xêrê û qencîyê: daxuyakirina kûfrê û xerabîyê û sûcdarîyê mecbûrî ye. Hedefa diyarkirina îlahî ya der barê vê ayetê de yek jî ev e ku rêya mucriman apaşkera xuya bibe.

Lewre der barê derawa (pozisyon) û rêyên mucriman de şûbhe û nuqteyên tarî ku xuya dibin, wê ev rewş vebeyandinê li derawa û rêyên mumînan jî bike.

Çimkî ev du rêyên ji hev cuda ne. Weke du pêlên li hemberî hev in. Ji ber vê yekê hewceye ku reng û xetên wan eşkere û vekirî xuya bin.

Hewceye ku her Tevgera Îslamî bi daxuyanîya rêya mumînan û rêya mucriman dest bi karên xwe bikin. Ger destpêka wan bi tarîf kirina rêya mumînan û rêya mucriman be da ku taybetîyên veqetîner a mumînan digel taybetîyên veqetîner a mucriman qenc fêm bibe. Lê belê ne di alema teorîyan û nazarîyeyan de, di nav realîteyan de…

Bi vê awayê wê mensûbên dawa îslamê bizanibin ku rêya mumînan û rêya mucriman qet naşibin hevdu. Nişan û xetên di navbera mumînan û mucriman de wê tevlihev nebin. Û rêya mumînan û rêbaza/metoda tevgera wan û elameta wan ên xweserî ku dıyar bû pê de, êdî wê bizanibin ji wan însanên li hawîrdor kî müşrik e û ki mucrim e.

Dema ku îslâm hat û leqayî putperestîyê û xwedênenasîyê û ew dînên ku semawî bûn lê bi tehrîfata beşerî xerabibûn re hatibû.

Belê, di wê dema leqayî hatina van cereyanan/rewtekan û grûban de rêya mumînên salih û rêyên muşrîkên mucrim bi aşkerehî li ber çavan bû. Tevlihevbûna wan teqez/qethîyen ne mimkun bû.

Lê belê pirsgirêkên îro ku tevgerên îslamî yên sehîh rastî wan dibin, ne ji van pirsgirêkan in.

Pirsgirêk, di mewcûdîyeta welatên ku warên îslamê bûn de şênber dibe. Di wan welatên îslamê de Neteweyên ji sulaleya muslîman jiyana xwe domandibûn û di dewra wan de dînê Allah -azze we celle- hakîm bû û hûkmê şerîeta wî di merîyetê de bû.

Piştre van welat û neteweyan, îslamê ji hayata xwe derxistin û bitenê wek nasnameyê/wek hûwîyetê îlan kirin. Bi qozika/bi açiya bawerîyê de tevî zenna wan ku îslamê wek dîn qebûl dikin lê mixabin di bawerî û realîteyê de qaîdeyên îslamê înkar dikin. Lewre Îslam, şahdeyîya “ji Allah pê ve tunebûna îlahan”e. Şahdeyîya ji Allah -azze we celle- pê ve tunebûna îlahan jî ev e; xaliqê vê kâînatê tenê Allah e -azze we celle-.

Heq û rayeya teserûfa vê kâinatê aîdê Allah e -azze we celle-. Ew helwest û tevgerên evdan ku bi qest û nîyeta îbadetê dikin, divê bitenê teqdîmî Allah -azze we celle- bê kirin. Serkanîbûna temamê qanunan bitenê Allah -azze we celle- bê qebul kirin. Û der barê mijarên jîyanê de bawerîya bitenê teslîmîyeta Allah -azze we celle- mûşexes bûnê. Şahdeyî ha ev in.

Kî, di vê çarçovê de (di vê maneyê de) şahidîya ji Allah -azze we celle- pê ve tunebûna îlahan neanibe wî qet şahdeyî neanîye û bi vê rewşê neketiye îslamê. Navê wî û neseba wî û sifeta wî her çi be bila bibe ev netîce naguhere. Li kîjan heremê şert û mercên şahidîya ji Allah -azze we celle- pê ve tunebûna îlahan pêk nehatibê, tê vê maneyê ku ew herêm tu cara dînê Allah -azze we celle- ji xwe re ne kirine dîn û tu cara ne ketine îslamê de.

Îro li ser rûyê erdê milletên ku ji sulaleyên muslîman zêde bûne û bi navê muslîm binavkirî mewcûd in. Dîsa hin welatên ku zemanekî war û welatê îslamê bûn hene. Enceq em dinêrin ku ew milletên ha di roja me de şahidîya ji Allah -azze we celle- pê ve tunebûna îlahan pêk naynin. Weke vê ew welat û biladên ha jî, di vê maneya ku me anî ser ziman de dînê Allah -azze we celle- ji xwe re wek dîn hesab nakin û napejirînin.

Va pirsgirêka herî mezin ê ku li pêşîya Tevgerên   Îslamî yên sehih de ev e. Dijwarîya herî mezin ê li pêşiya van Tevgeran li alîyekî nefêmkirina qaîdeya Lâîlâheîllallahê û hawîrdora maneya îslamê, li alîyê din jî dorpêçkirina nediyarîtî û girtîbûn û tevihevbûna maneya şirk û cahilîyê ye.

Pirsgirêka herî mezin ê ku ev Tevgerên Îslâmî rastî wî tên nexuyabûna rêya mumînên salih û rêya muşrîkên mucrim e.

Tevlihevbûna elamet û taybetîyan e. Gelcoyîya navan û sifatan e. Li nuqteya veqetina rêyan de serwerîya şaşwazîyê ye.

Neyarên Tevgerên Îslamî vê qulêrê qenc dizanin. Ji ber vê yekê da ku ev qulêr hê zêdetir fireh bibe, pirsgirêk şore/leçqe bibe û linavhev bikeve xebatên xwe bi giranî li ser vê mijarê zêdetir dikin. Hingi ew qas, gotina rastî mirov dixe bin tohmeteke pir giran ku mirov ji ling û eniya wî girê dide. Tohmeta “muslîman tekfîr dikin.”Êdî mijar ji hikûm dayîna der barê îslâm û kûfrê divegere pirsgirêka serlêdana hakimtîya urf û kevneşopîyê, ne gotinên Allah -azze we celle- û Rasûlê wî.

Ha zorahîya herî mezin ev e. Jêderbaskirina vê astengê ji bo alîgirên dawa îlahî, yên ji her nesile re mecbûrî ye.

Kesên ku însanan dawetî rêya Allah -azze we celle- dikin di mijara bilêvkirina rastîyan de divê qethîyen bi şelafî û lihevayîxwazîyê ve nehemike, berê xwe ne de wê hêlî ve.

Divê, tu tirs û fikareyên wan tune be. Divê di bin bandora wan kesên ku wiha diqîrin “Binêrin, muslîman tekfîr dikin!”de nemînin û ji lewmên lomekera  jî netirsin.”[15]

Seyyid Qutub, pirsgirêkê pir xweş teşhîs kiriye û bi zimanekî zelal diyarkiriye. Der barê netbûna dawetê û paxavnekirina hin leqebên pêneketî (weke tekfîrvanî) de şîretên bikêr û bifeyde kiriye. Allah -azze we celle- wî bi rehmeta xwe şâd bike.

d. Rik Û Dijminahîya Bêdawî

وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَٓاءُ اَبَدًا حَتّٰى تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَحْدَهُٓ

“…Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin di navbera me û we de dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye…”

Paşê, divê ehlê tewhîd li hemberê wan di dilê xwe de dijminahî û rikeke bêdawî dê bihewînin.

Di eslê ayetê de lefza “Bedâ”hatiye emilandin. Yanê aşkerehî û xuyabûn. Dîsa ayet rik/kîn û dijminahî/neyartîyê ji hevdu diveqetîne. Lewre cihê kînê di dil de ye. Lê dijminahî kiryarîyeke/ameleke li der e.

Yanê ew kesê muwahhîd tenê bi kîn girtinê û bi buxzkirinê qîma xwe neyîne di heman demê de wê bi eşkerehî neyartîyê jî li wan bike. Sedema vê kîn û neyartîyê ne pirsgirêkên şexsî an dinyewî ne. Ev tevger, bitenê wê li ser xeta îman û kûfrê biqewime.

Heta ku ew muşrîk ji şirkên xwe vegerin û îman tenê bitenê bi Allah -azze we celle- bînin. Mumîn lehzeya îman bi Allah -azze we celle- anî pê de xwe ji temamên qeydên pûç rizgar dike û di jîyana xwe de li gor qaîde û qeydên Îslam û kûfrê tevdigere. Hezkirina wî li ser qaîdeya Îslamê ye û rik û dijminahîya wi jî li hemberî kûfr û şirkê ye.

Dostê mûmînan Allah e û Rasûlê wî ye û mûmîn in. Neyarên mûmînan jî taxut û abdên taxûtan e.

Eger ew dest ji şirka xwe berdin û li ser aqîdeya tewhîdê berê xwe bidin Allah -azze we celle- wê demê ewê jî bibin birayên mûmînan. Welew ku; wî kesî zirarên pir mezin dabe mûmînan û ji çend mûmînan kuştibe an jî ewana ji cih û warên wan nefîy kiribe jî piştî îmanê êdî ew dibin birayê mûmînan.

Di deftera mûmînan de rik û qîna der heqê kesê ehlê tewhîdê de tune ye. Lê ew ên ehlê şirkê ne û abdên taxut in, ne têde.

Têkoşîna Îbrahîm -aleyhîsselâm- A Fiîlî

Îbrahîm -aleyhîsselâm- di mûcadeleya taxutan de bi têkoşîna bi devkî ter nekiriye. Li dijî wan di qada fiîlî de jî çalakîyên xwe xistîye holê.

فَجَعَلَهُمْ جُذَاذًا اِلَّا كَب۪يرًا لَهُمْ لَعَلَّهُمْ اِلَيْهِ يَرْجِعُونَ

Paşê (Îbrahîm) ew pût hûr u hela kir. Ji bo ku jê bipirsin! Pûtê mezin tenê saxlem hişt.”[16]

Taxut, di bergeha îslâmê de mûnkerata herî mezin e. Helwesta der heqê temamê mûnkeratan de qaîde ev e ku ew mûnkerat bê tune kirin. Di mijara mûnkerata taxut de jî eynî qaîde carî ye. Divê ew jî ji qada jîyanê îzale bibe û ji ser rûyê erdê bê tûne kirin.

“Ji we kî mûnkeratekî bibîne bila wî bi destê xwe biguherîne. Eger quweta wî negêje vê bila bi zimanê xwe biguherîne. Quweta wî negêje vî jî bila bi qelbê xwe (buxz bike). Eva ha jî di îmanê de xeleqa herî zeîf e.”[17]

Berterafa taxut a bi dest, cîhad e ku ew jî zîrweya îslâmê ye. Eger mûmîn têr baş xurt bibn û rêveberîyeke îslâmî bi dest bixin û bibin xwedîyê alâyeke/senceqeke îslâmî, êdî li ser wan ferz e ku dest bi cîhadê bikin.

Meqseda cîhada îslâmê ev e ku; însanan ji bin kind û koletî û abdîtîya însananên din (yanê taxutan) derêxin û wan rizgar bikin. Hetanî li ser rûyê redê desthilatdarî/otorîte/hakimîyet bi temamî bibe aîdê Allah -azze we celle- ferzîyeta cîhadê jî li ser mûmînan carî ye. 

وَقَاتِلُوهُمْ حَتّٰى لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدّ۪ينُ لِلّٰهِۜ فَاِنِ انْتَهَوْا فَلَا عُدْوَانَ اِلَّا عَلَى الظَّالِم۪ينَ

“Heta (li ser rûyê erdê) fitne nemîne û dîn (otorîte) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dest (ji şer û kufrê) berdin, êdî ji zaliman pê ve, êrîşî tu kesî nayê kirin.”[18]

Weke rewşa îro, dema ku mûmîn ne xwedî rêveberîyeke îslâmî bin û di destê wan de senceqeke îslâmê tune be, li dijî taxûtan têkoşîna xwe bi devkî pêk tînin. Der heqê wî de hûkmê Allah -azze we celle- her çi be bi eşkerehî tînin ser ziman û beyan dikin û gel jî di vê mijarê de ronî/rewşendar dikin. Li dijî taxut û pergala wî yê batil de bi ziman û qelemên xwe cîhadê dikin.

Kesê ku quweta wî negêje tiştekî wisan ew jî ji qelbê xwe buxz dike. Eva ha di îmanê de her çuqas xeleqa herî qels jî be pir muhîm e. Lewre û ew kesên ku bi dest û ziman nikarin li dijî taxut têbikoşin paşê dibe ku tabiê pirhejmarê/piranîyê bibin dilê wan li taxut vebe û bidin pey wî. Birastî eva ha ji bo mirovekî dibe felaketa îmanê. Weke ku emê di pêlên pêş de behs bikin, hezkirina taxûtan jî ji wan hêmanên/unsurên ku “Lâîlâheîllallah”ê xera dikin e. Ji ber vê yeke ew kesê ku bi dest û bi ziman nikaribe tiştekî bike, bi buxz kirina taxut mes’ul e.

C. Ew Ên Îman Bi Taxut Anîne

Mirovek ya îman bi Allah tîne û taxut înkar dike, an jî îman bi taxut tîne û Allah înkar dike. Nîvek û navenda vê tune. 

اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا نَص۪يبًا مِنَ الْكِتَابِ يُؤْمِنُونَ بِالْجِبْتِ وَالطَّاغُوتِ وَيَقُولُونَ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا هٰٓؤُ۬لَٓاءِ اَهْدٰى مِنَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا سَب۪يلًا

“Ma tu ew ên ku ji kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî? Evan bi taxut û cibt (pût, xaç) bawerî tînin û ji bo wan kafiran jî dibêjin: ‘Ewana ji mûmînan bixêrtir in.”[19]

Ew kesên ku bawerî bi taxut anîne, ew ên ku taxut înkar nakin û di sefên wî de cih digirin, ew in. ne hewceye ku bêjin ‘Me îman bi taxut anîye.’ Kesên ku taxut red û înkar nake, ew vê rewşê çawa bina bike bila bike, wî di nezera şerîetê de îman bi taxut anîye. Ev ayet (Nîsa:51) der heqê mezin û zanyarên ehlê kitêb de nail bibû. Ewan jî îdîaya îman anîna taxut qebul nedikirin.  Lê belê ji bo ku di qada amêlê de taxut înkar nedikirin îslâm ewana bi cirma ‘îman anîna bi taxut’ sucdar kirîye.

Dîsa ev ayet wesfeke wan kesên ku bawerî bi taxut anîne eşkere dike. Ew jî ev e; kafiran tercîhê mûmînan dikin û vê hezeyanê didin pêş ku rêya kafiran ji rêya mûmînan herî rasterêtir e û bixêrtir e.

Mirovek eger rêbaz û menheca Rabbanî terk bike û bi wan rêbaz û menheca (weke hilbijartinên demokratîk û sazîyên lîberal) ji ewropa/ji rojava hatîne îthalkirin mucadele bike û vêya jî bi navê ‘Mucadeleya Îslâmî’ binav bike, ha ev bixwe dibe delîl ku wî îman bi taxut anîye.

Ew kesê ku wan mezlumên di war û welatên îslâmê de her roj bi sedan têne kuştin û warên wan li ser wan xera dibin û namusa wan talan dibin nabîne, lê can û malên filleh û cihûyên (ku li ba wan bi rûmet in) telef dibin re hêstirê çavan dirjîne û ji bo wan axîn û zarînê dike, wî îman bi taxut anîye.

Dawîya Beşa (11.) Diwanzdemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 


[1] .Baqara: 256

[2] .Alî- îmran: 64

[3] .Tewbe: 11

[4] .Nûr: 51

[5] .Texabûn: 02

[6] .Tirmizî: 3403

[7] .Nûr: 51

[8] .Ahzab: 36

[9] .Texabûn: 02

[10] .Nahl: 36

[11] .Enfal: 37

[12] .Qalem: 35,36

[13] .Haşr: 20

[14] .En’am: 55

[15] .Ji tefsîra Fi zilali’l Qur’an bi kurtahî

[16] .Enbiya: 58

[17] .Muslîm: 49

[18] .Baqara: 193

[19] .Nîsa: 51

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver