Dı Zahır Û Batın De Rewşên Guherbar û Der Heqê Teqîyyeyê De

Ev bi gotinên Hamd b. Atîk re bi aheng e. Bi rastî ev gotin pir muhîm in. Digel vê yekê ez bi vê jî bawerîm ku ev gotin ne aîde wan îmamên xwedîyê îlmekî mezin, em bêjin mesela ev gotin aîde me bûya muheqqeq em ê bi tekfirkarî û bi xarîcîtîyê bihatana sucdarkirin. Hal ev e ku ayet[1] di îfadekirina vê mijarê de delîlekî eşkere ye. Ev rewş û rewşa wî kesî ku di bin îkrahê de û ji ber gotina lefzên kufrê mazur e ji hevdû cuda ne. Kesên ku em behsa wan dikin qet bi tu awayî merûzê lêxistin û îşkenceyê ne bûne û di bin îkrahê de ne mane. Ew tîştên ku wan kesan sewqê dostanî û muwefaqeta kafiran dike: Hezkirina dinyayê û tirsa ji dest çûyîna malê dinyayê û zebûnîya/mûptela bûna mal û meqam û xanîyên xweşik in. Bi tercîhkirina dinyayê li ser axîretê her wiha di muqabilê dîn û aqîda tewhîdê de hin malên dinyayê ne hêja distînin. Dema ku vê jî dikin, digel ne di rewşekî wusan de ne jî, xwe li baheneyên îkrahê ve digirin û zarûretan wek mazeret nîşan didin.

Ji bo vê , piştî nehya dostgirtina dijminê xwe û mubahkirina tekîyyeyê ji bo kesên di bin îkrahê de Allah azze we celle wiha ferman dike:

وَيُحَذِّرُ كُمُ اللّهُ نَفْسَهُ وَإِلَى اللّهِ الْمَصِيرُ 

“… Allah, we ji (ezabê) xwe haydar dike. (jixwe) veger bi bal Allah ve ye.” [2]

…قُلْ إِن تُخْفُواْ مَا فِي صُدُورِكُمْ أَوْ تُبْدُوهُ يَعْلَمْهُ اللّهُ

“(ji wan re) bibêje : Hûn tiştên di singa (dilê) xwe de biveşêrin jî, eşkere jî bikin, Allah pê dizane…” [3]

Allah azze ve celle di wê ayeta ku di pey van ayetan de tê wiha ferman dike:

يَوْمَ تَجِدُ كُلُّ نَفْسٍ مَّا عَمِلَتْ مِنْ خَيْرٍ مُّحْضَرًا وَمَا عَمِلَتْ مِن سُوَءٍ تَوَدُّ لَوْ أَنَّ بَيْنَهَا وَبَيْنَهُ أَمَدًا بَعِيدًا وَيُحَذِّرُكُمُ اللّهُ نَفْسَهُ وَاللّهُ رَؤُوفُ بِالْعِبَاد

“Roja ku her kes qencî û neqencîyên ku kiriye li ber xwe hazir dibîne. (Di wê rojê de însan) dê bixwaze ku di navbera wî û neqencîyên wî de mesefeyeke dûr hebe. Allah we ji dij derketina li hemberî xwe ditirsîne. Allah ji abdên xwe re Raûf (pir bi şefqet) e.” [4]

Ha ev, ji bo kesên Kitêba Allah -azze we celle- aqil dikin û fêmdikin re tehdîdên mezin in. Lê belê ew kesê ku Allah azze we celle wî bêxe fîtneyê, dê tu yê ji bo wî qethîyen tu alîkarekî nebînî û tu yê jî nikaribî ji bo wî tiştekî bikî.

Ûlema, didin zanin ku hin hidûdên îkrahê hene ku gelek însanên di mijarê dîn de sersarîyê dikin û vê meseleya îkrahê ji bo xwe wek mazeret didin pêş. Hafiz Îbn-î Hacer rahîmehullah hin ji wan hidûdan wiha behs dike:

A Yekemîn: Ew hêz an kesên ku wî mirovê di bin îkrahê de digirin ger quwweta wan têrî pêkanîna kiryarîyên wan bike û fersend û îmkana xelasîya wî kesê ku di bin îkrahê de ye ji destê wan tune be.

A Duyemîn: Qeneata wî kesê ku di bin îkrahê de baş rûnê ku tiştê jê tê xwestin neke ew tehdîdên lê dikin dê bînin serê wî.

A Sêyemîn: Bi qasî ku belayê li ser xwe bikaribe dûr bike û pê de berdewama gotin û amelên jê tê xwestin nedomîne.

A Çaremîn: Ew îşkence an cezayên ku bi wan tê tehdîtkirin, ger gotina kufrê nebêje dê nikaribe tehemmûl bike. Weke îşkenceyên giran û jê kirina uzuvê bedena însan û şewata di nava agir û kuştin, ji cezayên zêdeyî quwweta însan re mîsal in. Çawa ku tê zanîn ew ayeta ligel mazereta îkrahê de der heqê Ammar b. Yasîr radîyallahu anh de nazîl bibû. Di encama kuştina dê û bavê wî îşkenceyên ku hatin serê wî de ew gotinên ku jê dixwestin, axir pê dane gotin.

A Pêncemîn: Di lehzeya ku îkrah qedîya û pê ve, di heman demê de ger îslama xwe eşkere bike. Eger misilmanîtîya xwe îzhar bike, dê bê qebûl kirin ku ew li ser îslamê ye. Enceq kufr îzhar bike di lehzeya fıêlên kufrê bike û lefzên kufrê bêje û pê de êdî ew kafir e.

Aliman diyar kirine ku di navbera hêman ên (unsur ên) îkrahê de cudahî hene. Îkraha li ser gunehan an li ser gotina lefzên kufrê an jî pêkanîna dostanîya bi kafiran re û her wekî din ji hevdu veqetandî ne. Îkraha li ser gotina lefzên kufrê tenê bi vê qeydê caîz dibînin ku îşkence li wî kesî tê kirin û bi tehdehîyên zêdeyî quwweta xwe merûz dimîne.

Di vê mijarê de van mîsalan diyarî me dikin, mesela kesekî ku zêdeyî quweta wî îşkence lê bê kirin an uzuvekî bedena wî bê jêkirin an ji muddetî pir dirêj di zîndanê de bê hepiskirin.

Ammar b. Yasîr ku ayeta îkrahê der heqê wî de nazîl bibû, piştî dibe şahidê kuştina dê û bavê xwe û merûzê îşkenceyên pir giran û zêdeyî quwweta xwe dimîne hetanî parsûyên wî tên şikandin, yanê bi kurtahî di rêya Allah azze we celle de rastê tehdehîyên zêdeyî quwweta xwe dimîne û êdî fêmdike ku dê bê kuştin, hêja wê gotina kufrê dibêje. Yên ku di nav fitneyê de helak bûne û hetanî qirika xwe noqî teqna (litava/hezeka) şirk û kufrê bûne û jî bo van amelên xwe teqîyyeyê wek bahane didin pêş… Bî rastî tiştê ku hatiye serê wan, ne ji seda yekê ku hatine serê Ammar radîyallahuanh in. Wekî ku me berê jî gotibû kesê ku Allah berê wî bide bi bal fitneyê ve tu nikarî li hemberî Allah alîkarîya wî bikî.

Li ser van temaman ehlê ilmê dibêjin ku ligel meseleya îkraha li ser gotina lefzên kufrê de tercîh kirina sebir û ezîmet hê efdaltir e. Digel vê yekê ev, helwesta eshabîyan û tabiîn û pêşewayên ehlê ilmê ye jî.

Bi saya wê helwestê esasê dîn bi eşkerehî derket holê û dîn bilind û mezin bûye. Di vê mijarê de hêj pir zêde delîl hene. Çawan wekî ku Îmam Ahmed rahîmehullah li hember fitneya “Xalqu’l Qur’an” de helwestekî zelal û eşkere xistibû rastê em dikarin der barê helwestên îmaman ya bi vê awayê gelek mîsalan nîşan bidin. Ev alimên hanê, vê ayeta Allah azze we celle zikir dikin :

وَمِنَ النَّاسِ مَن يَقُولُ آمَنَّا بِاللَّهِ فَإِذَا أُوذِيَ فِي اللَّهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللَّهِ

“Ji însanan hin hene ku dibêjin “me iman bi Allah anîya” ; lê belê gava ku di rêya Allah de bêne êşandin îşkenceyê însanan wekî ezabê Allah digirin…” [5]

Alîm bi me didin zanîn wekî rewşa ku di navbera Şuayb aleyhisselam û qewmê wî de qewîmîye weke vê , eger ew kes di bin îkrahê de be û hin bijêre (vebijêrk) lê bê teqdîmkirin ha ev halê wî nakeve şîmûla/çarçova îkrahê. Ev rewşa wî a muhayyer bûnê berevaja îkrahê ye. Wisan ku : Dema ku di navbera “vegera kufrê û terka welatê xwe” de wî muhayyer hiştin Şuayb aleyhisselam hîcretê tercîh kir. Alim jî di vê fikr û remanê de ne ku di nav van bijêreyan/vebijêrkan de tercîh kirina kufrê qethîyen ne caîz e. Meqseda me yê ku em van zikir dikin ev e: Da ku ew kesên aqilmend bi xerîbîya da’wetvanên tewhîdê û xerîbiya wan kesên ku dixwazin li gori dînê xwe heyata xwe bidomînin û bi vê rewşê serwext bin. Em dixwazin ev jî bê zanin ku îro ekserîyetê însanan bê îkrah û bê îlca fewc fewc dikevin dînê taxutan. Heyata dinyayê û war ên dinyayê û mal û mertebeyên dinyayê tercihê dinê Allah azze we celle dikin û dînê Allah bi bedelekî kêm û nehêja de difiroşin. Xwe ji wekhevbûna wan kesan biparêzin… Nexwe hûnê jî bibin ji poşman an!..

Bi daxuyanîya van mîsalan xweşnedîtin an lomandina pirên însanan der barê gotinên Şêx Hamd b. Atîk de, dê ji holê rabe. Em bînin bîra xwe ka şêx çi gotibû:

“Sebebê mayîna wî kesê di vê rewşê de (rewşa ku batil de muxalifê muşrika û di zahir de muwafik bûna wan) hêvî û xebata wî yê destpêkirina malê dinyayê û mewqî û meqaman e. Ji ber vê, qaşo ji bo welat û millet û ji bo silametîya mal û ehlê xwe, di zahir de ji kafiran re wekî dost xuya dibe. Kesê ku di vê halê de ye murted e. Bi qelbê xwe nerazîbûna wî yê ji kufrê re dê qet feyde nedê.”

Di vê gotina “Digel di batil de muxalif bûna kafiran” de meqset -Allahûalem- yanê “li gorî îdîayên mirov bixwe” ye. Nexwe ji xeynî danezanîn û teblîxa wehîyê pê ve îmkana zanîna batilên însanan ne mimkun e.

Wekî qiseya Xatib b.Ebi Beltea eger ne bi danezanîna wehîyê be em ê batinê însanan çawan bizanîbin? Digel vê yekê Allah azze we celle me bi hînbûn û tehqîqa batinên însanan mesûl û mûkellef negirtîye. Bîlakis em bi hikûm dayîna li gor zahir mesûl in. Çawa ku ew kesên nifaqa xwe vedişêrin û dostanîya xwe ji îslamê re nîşan didin û li ser wan elamet û şîarên îslamê xuya dibin şûr ji wan tê kişandin; weke vê ew kesên di zahir de dostên kufrê ne û li ser wan elamet û şîarên kufrê hene û neyarê îslamê ne êdî şûr hejandina li ser wan jî heq e. Lewre Allah di hûkmê dinyayê de me bi tevgerînê li gorî zahir mesul kiriye. Ê ku bi dizî û eşkerehîyê dizane, rastîyê ji derewan diveqetîne û dê însanan li gorî nîyeta wan bivejîne piştre jî li gorî amelên wan bikişîne hîsabê Allah e. Li gorî rîwayeta dîyame Aîşe radîyallahuanha, Resûlullah aleyhîssalatuwesselam wiha gotiye: “Artêşekî/Ordîyekî ku di navê de hin leşkerên dilxwaz û hin jî bi zorê ketinê, dê tevde bin erd bibin û helak bibin. Lê di roja qîyametê de Allah dê wan li gorî nîyeta wan heşir bike. Û li gori amêlê wan wê bikişîne hîsabê.”

Çawa ku di sehîha Buxarî de derbas dibe Umer b. Xettab radîyallahuanh wiha gotîye:

“Dema ku Rasûlullah di nav me de bû wehîy dihat, piştî wî wehîy hat birîn. Niha ji amelên we enceq yên ku tên dîtin em digirin. Em kî li ser amelekî xêrê bibînin em ê nêzî wî bibin û wî biparêzin, tiştên wî yên ku diveşêre me eleqedar nake. Ji ber amelên wî yên veşartî, wê hisaba xwe bide Allah. Em kî jî li ser amelekî neqencî bibînin eger ew bibêje tiştên wî yê veşartî qenc in jî em jê bawer nakin û wî naparêzin.”

Digel vê yekê Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam hem di cîhadê de hem jî di rewşên din de tevgerîna lî gorî vê qaîdeyê emir kiriye.

Mesela Abbas b. Abdulmuttalîb…

Da’weta îslamê lê hatibû kirin, wî jî qebûl kiribû. Lê di wê dewra ku Mekke hêj daru’l kufr bû li Mekkeyê mabû û hîcreta daru’l îslamê, yanê hîcreta Medîneyê nekiribû. Roja Bedrê ew jî di nav sefên muşrîkan de bû. Di dawîyê de misilmanan wî êsîr girtin.

Muemeleya ku pê re dihat kirin ne li gori rewşa wî yê batın ku wî jî wiha îdîa dikir, li gorî halê wi yê zahir bû. Lewre ew dî sefên muşrîkan de bû. Di hin rîwayetan de ji bo ku beranberî muşrîka derkeve şer, îkrah lê hatiye kirin. Di rîwayetekî de Abbas, vê mijara îkrahê wek mazeret dide pêş. Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam li hemberî vê rewşê jê re wiha dibêje: “Tiştê ku tu dibêjî Allah çetir dizane. Eger gotina te rast be dê Allah mukafata te bide. Lê belê rewşa te ya zahir wiha xuya dike ku tu li dijî me bûyî.” [6]

Nebi aleyhisselam fiêlên wî li gorî zahir nirxandîye û wekî wan êsîrên muşrîk enceq di muqabilê fîdyeyê de wî daye berdan.

Di Sehîhê Muslîm de qîseyeke nezî vê dibore. Vê hedîseyê Îmran b. Husayn rîwayet dike. Zilamekî ji Benî Uqeyl êsîr hatîbû girtin. Misilmanîtîya xwe îdîa dikir digel vê , Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam wî azad nekiribû.

Belê. Ji van rîwayetan jî tê fêmkirin ku em di heyata dinyayê de ne ji batinan, ji zahiran mesul in. Muheqqeq ev jî ji bo me îhsanekî Allah e. Eger ne wisan bibana, dê îslam û misilman ji bo wan kesên zindiq û dilxerab re bibûya mijara tinaz û pêkenîyê. Hedîseya Xatib b. Beltea di vê mijarê de nimûneyekî xweşik e. A esil ewe ku kesê fiêlekî wek fiêla Xatib b. Beltea bike ligor zahir dibe kafir. Di vê rewşê de jî dêla amelê wî, misilman an dê wî bikûjin an jî dê wî êsîr bigirin. Ev dêl (gerew) aîdê hûkmê dinyayê ye.

Kesên ku rewşa murteda qisimên wan û delîlên didin pêş û tewilên wan; hûccetên kesên ku li Museyleme xapîyane û lê şahdeyî dikirin; qiseyên Sûmame û Yeşhûrî bizanîbin û li hemberî van temaman li gorî zahirê wan, muemeleyên Ebu Bekir radîyallahuanh bide ber çavê xwe ew rastîya ku em qest dikin dê qenc fêmbike.

Serî lêxistina li kitêbên Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehullah dê pir bi feyde bibe. Daxuyanîyên wî yê di vê xusûsê de pir in. Di mijara Xatib de helwesta Umer jî di vê hêlî ve bû. Peyvên Umer yê der heqê Xatib de pir giran bû, lê Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam digel vê Umer red nekiriye û jê re:

“Ki ji birayê xwe yê misilman re bêje “Hê kafir” ew îtham/sucdarî divegere ji herduyan yekî” negotîye. Her wiha rastîya batına Xatib diyar kiriye û der heqê wî de wiha gotiye:

“Allah belkî li ehlê Bedrê muttalî bûye û wiha ferman kiribe: Hûn çi daxwaz dikin bikin, cennet ji we re wacib bûye an jî ‘Min we mexfiret kiriye’. Xatib b. Ebî Beltea jî wiha gotiye: ‘Min ev karê hanê ne bi qesta kufrê kiriye û min ne ji bo îrtîdadê an jî ji bo razîbûna kufrê kiriye.’ Li ser gotinên wî, Rasûlullah wiha got û wî ji wê tiştê paqij kir: ‘Muheqqeq wî ji we re rastîya xwe got’. Li gorî rîwayeta Îmam Ahmed û Ebu Ya’la, Xatib wiha gotiye: ‘Muheqqeq min ev karê hanê ne ji bo xapandina Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam an jî ji ber nîfaqê kiriye. Ez dizanîm û bawerim ku Allah azze we celle dê Rasûlê xwe serdest bike û nûra xwe jî wê temam bike’. Dîsa di rîwayetekî din ku Îmam Ahmed û Ebu Ya’la neqil dikin de wiha dibêje:

“Ya Rasûlallah! Qesem bi Allah be ew bawerîya di qelbê min de neguherîye”.

Ger dîqat bê kirin Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam dibêje: “Muheqqeq wî ji we re rastîya xwe got”.

Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam vî sehabîyê ku beşdarî Bedrê bibû îstîsna kiriye û wî ji wan şûbheyan paqij kiriye. Rastîya wî tesdîk kiriye û şahdehî daye ku Xatib vê amelê ne ji ber kufrê an jî ji ber îrtidatê pêk anîye.

Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam diyar kiriye ku ev fiêl ji gunehên mezin in. Enceq di muqabilê beşdarîya wî yê Bedr’ê, mexfîret buna wî jî eşkere kiriye.

Gelo ew kesên ku îro cirma dost girtina kafiran sivik dibînin û di kirina van cirman de xwe dispêrne qiseya Xatib, di nav wan de yên başdarî Bedrê bûne hene? An jî ji wan tu kes heye ku Allah azze ve celle li qelbê wan nihêrîye? Nexwe ji ber van tiştan der barê vê cirma mezin de ew qas rehet in û bêxem in û sersar in?

Eger em bizanibin tiştên ku vedişêrin rast in û ev fiêlên wan ne ji ber kufr û riddetê yê jî dîsa em nikarin vê pirsê ji wan bikin. Lewre piştî wefata Nebî û qut bûna wehîyê em ê halên wan ên batınî çawan bizanibin? Piştî ku Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam ne di nav me de ye dê kî şahdeyiyê li rastîya wan bike?

Ji ber vê yekê der heqê wan kesên xwe nêzî kafiran dikin û bi wan re dost in û bi wan re radibin û rûdinên de em jî ligor rewşa zahirê wan hikûm didin. Heke ji xeynî xûyanekên wî yê zahir haleke wî yê din hebe em wê jî hewaleyê Allah azze we celle dikin. Eger ji sebebê ku di nav sefên kafiran de bûye û hatibe kuştin, dê li gori niyeta xwe heşir bibe. Eger wek êsîr bê girtin wekî ku me berê de diyar kiribû dê li ser wî hûkmê kafiran bê tetbîq kirin. Misilman, di mijara kuştina van kesan de mazur in. Ew kes misilmanîtîya xwe û dostanîya xwe yê li misilmana îdîa bike jî ev wiha ye.[7]

Hafiz b. Hacer rahîmehullah der barê wan lefzên ku di mektuba Xatib de hatibû dîtin wiha dibêje “Gelî Qureyşîyan. Muheqqeq, Rasûlullah bi elaletekî wekî tarîtîya şevê û wekî lehîyê di ser we de tê. Qesem bi Allah ew tenê bi serê xwe jî bi ser we de bigire, dê Allah alîkarîya wî bike û ew weada ku dayê dê pêk bîne. Xwe xelas bikin, wesselam.” [8]

Suheylî jî bi vê awayê neqil dike. Mirovekî aqilmend vê mektubê bi baldarî bixwîyne, di wê mektubê de der barê alîkarîya Allah dê îtîmadekî pir qewî û hûrmetekî pir zêde wê bibîne. Digel vê yekê li ser vê fiêlê, Allah azze we celle ayetek wiha nazil kiriye ku kê dixwîyne canê wî diveciniqe, direcife:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا عَدُوِّي وَعَدُوَّكُمْ أَوْلِيَاء تُلْقُونَ إِلَيْهِم بِالْمَوَدَّةِ وَقَدْ كَفَرُوا بِمَا جَاءكُم مِّنَ الْحَقِّ يُخْرِجُونَ الرَّسُولَ وَإِيَّاكُمْ أَن تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ رَبِّكُمْ إِن كُنتُمْ خَرَجْتُمْ جِهَادًا فِي سَبِيلِي وَابْتِغَاء مَرْضَاتِي تُسِرُّونَ إِلَيْهِم بِالْمَوَدَّةِ وَأَنَا أَعْلَمُ بِمَا أَخْفَيْتُمْ وَمَا أَعْلَنتُمْ وَمَن يَفْعَلْهُ مِنكُمْ فَقَدْ ضَلَّ سَوَاء السَّبِيلِ

“Gelî ew ên îmam anîne! Hûn ew ên dijminê min û dijminê we ne ji xwe re nekin dost. Digel ew heq a ku ji we re hatiye înkar dikin jî hûn ji wan hez dikin. Ji bo ku we bi Allahê rabbê we ye îman anîbû hûn û pêxember ji welatê we derxistibûn. Eger hûn ji bo ku di rêya min de cîhad bikin û rizaya min bi dest bixin derketibin; ma hûn çawa ji wan hez dikin? Lê ez bi tiştên hûn vedişêrin jî, eşkere dikin jî, dizanîm. Ji we kî vêya bike, êdî ew ji rêya heq zivirî ye.” [9]

Eger hûn viya baş bifikirin û hay jê hebin (bi dîqat bin) Allah azze we celle dê we hîdayet bike. Hûnê qenc fêmbikin ku Allah viya, çawan wekî dost girtin û hezkirina neyarên xwe qebûl dike. Piştre li rewşa wan kesên ku xwe nisbetê îslam û da’wetê dikin binêrin. Qaşo ji bo îslamê çawan hûrmetê li pergala (li sîstema) wan û li qanûnên wan û li parlamentoyên wan dikin û dile xwe bi wan xweş dikin. Her wiha dê tû yê bi vê jî serwext bibî ku da’wa tewhîdê û da’wetvan û muwahhîdên ehlê ilmê çiqas hindik û xerîb in.

Dawîya Beşa (11.) Yazdemîn (Dê berdewam bibe,înşaallah)

 

 

[1]       .   16/Nahl/106

[2]       .   3/Al-i Îmran, 28

[3]       .   3/Al-î Îmran, 29

[4]       .   3/Al-î Îmran, 30

[5]       .   29/Ankebût, 10

[6]       .   Îmam Ahmed

[7]       .   Di ve mijarê de li gotinên Şêxu’l Islam Ibn-i Teymiyye -rahîmehullah- ku der barê artêşa di rêya Mekkeyê de bin erd û helak bibûn û êsîr girtina Abbas binêrin ; Mecmuu’l Fetewa, 28/537 : Îbnu’l Qayyim, Zadu’l Mead, 3/422.

            Ji bo sebebê nizûla vê ayetê li sehîha Buxarî melayîket canê wan distinin jî wan ên ku zilm li xwe dikirin re dibêjin: “Hûn di çi karî de bûn? Dibêjin :” Em li ser rûyê erdê belengaz bûn .” Melayiket dibêjin : “Qey erdê Allah ne fireh bû ku we tê de hicret bikirana ?” Ev ên ha êwirgeha wan cehennem e; vegera wê derd çi tişteki xerab e!”

            Lewre ev mijar pir muhim e. Xebatên xwe yê di vê meseleyê de zêde bikin. Xewarîyê ji ser xwe bavêjin û nebin wan tiralên teqlîdkar.

[8]       .   Fethu’l Barî 7/521

[9]       .   60/Mumtehîne, 1

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver