Çıma Peyva Tewhîdê?

Beşa (2.) Duyemîn

Di hengama me de yanê di dewra me de ekserîyetê dawetvanan qet behsa vê peyvê naynin ser ziman. Lewre li gor wana ji ber ku herkes ehlê tewhîdê û muslîm e û peyva Lâîlâheîllallahê tînin ser ziman hewcetîya vê behsê tune. Weke ku di rûpelên pêş de wê bê ditin hal ev e ku, tene bigotina vê kelîmeyê pirên însanan dê qet tu sûd û feyde newergirin.

Bele, gel (xelk) bi piranî peyva Lâîlâheîllallahê bi zimanê xwe dibêjin. Lê maneya wê nizanin û ji şertên wê jî bêxeber in. Ji ber vê yeke firêze û peyvên cûrbecûr ku dijî kelîmeya tewhîdê ye di heyat û jîyana wan de tên dîtin.

Kesên ku vê berhema me bixwîne dibe ku pirseke wisan bê hişê wî:

Çima Lâîlâheîllallah?

Sebebê hurnêrîna Lâîlâheîllallahê em dikarin wiha rêz bikin:

1. Ev Kelîme Banga Hevpar A Temamê Rasûlan E

Allah azze we cellewiha ferman dike:

وَمَاأَرْسَلْنَامِنقَبْلِكَمِنرَّسُولٍإِلَّانُوحِيإِلَيْهِأَنَّهُلَاإِلَهَإِلَّاأَنَافَاعْبُدُونِ

“Me berîya te tu Rasûl neşandiye ku me jê re wiha wehîy nekiribe: ‘Ji min pê ve tu îlâh tunin û ji min tenê re îbadetê bikin.” [1]

وَلَقَدْبَعَثْنَافِيكُلِّأُمَّةٍرَّسُولاًأَنِاعْبُدُواْاللّهَوَاجْتَنِبُواْالطَّاغُوت

“Sond be ji her ummetê re ji bo ku bibêjin: Ji Allah re îbadetê bikin û xwe ji taxut biparêzin me Pêxemberek şand…” [2]

Weke ku di rûpelên pêş de wê bê dîtin, abditîya ji Allah re û parastina ji taxut di bergeha/di çarçova maneya Lâîlâheîllallahê de ye.

Temamê pêxemberan aleyhîmusselâmqewmên xwe cara yekem dawetî vê peyvê kirin. Weke vê ku di Qur’ana Kerîm de dîroka pêxemberan tê vegotin ev mînak derdikevin pêşîya me. Di vê mijarê de pir ayet di sûreya A’raf de hene.

لَقَدْأَرْسَلْنَانُوحًاإِلَىقَوْمِهِفَقَالَيَاقَوْمِاعْبُدُواْاللَّهَمَالَكُممِّنْإِلَهٍغَيْرُهُإِنِّيَأَخَافُعَلَيْكُمْعَذَابَيَوْمٍعَظِيمٍ

“Sond be, me Nuh bi Pêxemberî ji qewmê wî re şand. Got: Gelî qewmê min! Abdîtî ji Allah re bikin, ji wî pê ve tu îlah ji we re tune. Bi rastî ez ji ezabê rojeke mezin yê ku bê sere we ditirsim.” [3]

وَإِلَىعَادٍأَخَاهُمْهُوداًقَالَيَاقَوْمِاعْبُدُواْاللّهَمَالَكُممِّنْإِلَهٍغَيْرُهُأَفَلاَتَتَّقُون

“Me, ji qewmê Ad re jî, birayên wan Hûd (bi Pêxemberî şand). Got: Gelî qewmê min! Abdîtî ji Allah re bikin; ji wî pê ve tu îlah ji we re tune. Hûn hê jî xwe (ji ezabê wî) naparêzin?” [4]

وَإِلَىثَمُودَأَخَاهُمْصَالِحًاقَالَيَاقَوْمِاعْبُدُواْاللّهَمَالَكُممِّنْإِلَهٍغَيْرُهُ

“Me ji (qewmê) Semûd re jî, birayên wan Salih (şand). Got: Gelî qewmê min! Abdîtî ji Allah re bikin, ji wî pê ve tu îlah ji we re tune…” [5]

وَإِلَىمَدْيَنَأَخَاهُمْشُعَيْبًاقَالَيَاقَوْمِاعْبُدُواْاللّهَمَالَكُم مِّنْإِلَهٍغَيْرُهُ

“Me ji qewmên Medyen re jî birayên wan Şueyb (şand). (Ji wan re) Got: Gelî qewmê min! Abdîtî ji Allah re bikin, ji wî pê ve tu îlah ji we re tune…” [6]

Em ji ayetên Qur’anê viya fêm dikin; destpêka daweta Pêxemberan digel amelên herî xerab ku di nava qewmê wan de (weke şerab û zina û lewateyî û hîlekarîyên wezinandînê) hebûn lê ne bi men kirina van gunehan dest bi teblîx û dawetê kirin.

Daweta Pêxemberan aleyhîmûsselâmdi serde bi vê peyvê destpêkiriye. Allah azze we celleji Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmre wiha ferman dike:

… أُوْلَئِكَالَّذِينَهَدَىاللّهُفَبِهُدَاهُمُاقْتَدِهْ

“Ha ev (Pêxember) in, ew ên ku Allah wan hîdayet kiriye. Nexwe tu jî tabiê hîdayeta wan bibe.” [7]

Her wiha Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmjî tabî û peyrêwîyê wan pêxemberan aleyhîmûsselâmbû û qewmê xwe di serê ewîl de gazî dawe û doza Lâîlâheîllallahê dikir.

Civaka Mekkeyê di nava cahilîyê de û di hengamekî tîpûtarîtîyê de bû. Her çi amelên ku di şerîatê de heram û hetîketî ne, di nava wê qewmê de sebebê pesinandînê bû. Digel vana Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmînsanan pêşanî ne bangî xweş rêwiştîyê, yanê exlaqa xweş dikir, bilakis însanan gazî kelîmeya tewhîdê dikir.

Dawetvanên îroyîn jî ger dixwazin tabîê sunneta Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmû daweta Pêxemberan aleyhîmûsselâmbibin divê ew jî ji cihê destpêka wan dest bi xebatê bikin.

Dema ku dawetvanek li ber xwe da şeytan di wê lehzê de wê dest bi xap û telbîsatan bike:

“Ev civak muslîm in, hewcetîya vê civakê ne tiştekî din e, tenê xweşrêwiştî (exlâqê xweş) û duristî ye”

Bi rastî ev gotin, ji heqîqetê pir dûr e. Kesên ku di vê zihnîyetê de ne an mahîyeta şirkê fêm nekirine an jî xwe li nefêmkirinê datînin. Eger em civaka dewra Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmû civaka îroyîn bidin berhevdu dimênekî (menzereyekî) wiha dê xuya bibe:

Mirovên wê civaka ku Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmji wan re bi Pêxemberî hatibû şandîn, alîkarî ji pût û seneman daxwaz dikirin. Ew pût û senem û peyker jî, li ser navê wan kesên salih û qenc ku di demên borî de li heyatê bûn.

Di civaka îroyîn de jî gumbet û zîyaretên wan kesên ku ji suleha û ji ewlîyayan tên hesibandin alîkarî ji wan tê xwestin. Gelo ji ber ku pûtên wan qewmên berê çikandî bûn, yên qewmên îro jî dirêjkî ne ev amelên wekehev ji bergeh û çarçoveya şirkê derdikeve?

Civaka ku Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmji wan re hatibû şandin de însanan, rayeya qanûndanînê didan parlamentoya wê dewrê ku di mercên wê qernê de avahîyekî kinêminê bû.

Civaka îro ku em jî di nav wan de dijîn vê destûrmendîyê didin parlamentoyê. Parlamentoya îro li gor “parlamento”ya wê dewrê avahîyeke modern û estetîk e.

Gelo ji van herdu parlamentoyan ku yek kevnar û kinêminê ye û yê din jî modern û estetîk e; tenê ev cudahî têr dike ku ji bergeh û çarçoveya şirke derkevin? Lewre di her halûkarê de rayeya qanûndanînê ji Allah azze we cellexesp dibe.

Însanên di nava wê civaka dewra cahilîyê, ji bo agahîyên der heqê bûyerên pêşeroja xwe de hîn bibin diçûn cem falavêj û remilvanan. Gelek însanên ji vê civaka îro ku em jî tê de dijîn, ew jî berê xwe didin falavêj û remilvanên vê qernê ku navê wan astrolog û medyum û şêx û meleyên nîviştvan ên sextekar in.

Di vê rewşê de çi ferq di navbera herdu civakê de heye?

Ev amelên xerab di dewra cahilîyê de jî şirk bûn; amelên weke wan di vê qernê de jî şirk in. Tiştekî ku vê amelê ji çarçova şirkê derêxe tune.

Di wê dewrê de şer û ceng û têkilîyên dostanî û hezkirin û neyartî; li ser rêgez û esasên qewmîyet û welat an jî li ser dewlemendî û mal û milk û zêr û zîvan pêk dihat.

Belê ka îro çi ferq heye?

Em dikarin pir mîsalan bidin û gelekî qiyasan bikin, di encamê de evê xuya bibe ku neqeba qavmên dewra cahilîyê û qavmên qerna bist û yekem (21.) de tu ferq tune. Madem ku her du civak jî di nava şirk û kûfrê de soberî dikin çima em jî ji destpêka Rasûlan aleyhîmûsselâmdest bi bang û daweta xwe nakin?

Nexwe dawetvanên vê dewrê xwe ji wana rasertir û rasterêtir dibînin ku ji menheca bang û daweta Pêxemberân aleyhîmûsselâmberê xwe vedigerînin?

An em jî weke muşrîken Mekkeyê tevbigerin? Ewana qenc dizanîbun ku ev kelîme heq e û hinek maneyê vê peyvê dibe ku bê vegotin lê bar û mesulîyeta vê kelîmeyê qet nayê qebûl kîrîn.

Sebeba me yê destnepêka tewhîdê her çi be, di navbera herdu civakan de ferq tune. Tevlî vê, eger dawetvanên vê dewrê ji menheca Rasûlan aleyhîmûsselâmrûyê xwe bizivirînin û li gorî zanîna xwe tevbigerin di vê rewşê de wê amelên wan berhewa bibe û bi eşkerehî wê bibin dijberê pêxemberan.

Allah azze we cellewiha ferman dike:

فَلْيَحْذَرِالَّذِينَيُخَالِفُونَعَنْأَمْرِهِأَنتُصِيبَهُمْفِتْنَةٌأَوْيُصِيبَهُمْعَذَابٌأَلِيمٌ

“Herweha ew ên ku dijberîya emrê Wî (Allah) dikin bila ji mûsîbeteke ku wê bi ser wan ve bê, yan jî, ji ezabekî canêşî ku wê îsabetê wan bike bitirsin.’’ [8]

Ibn-î Kesîr rahîmehullahdi vê mijarê de wiha dibêje:

“Dijberîya emrê Allah ev e ku, dijberîya bang û menheca Wî ye azze we celle.’’

Belayê ku dê li ser wan de bê jî wek “kûfr û nifaq û bîd’et”tefsîr dike.

Di pirtûka xwe yê “Zadu’l Mesîr” de Ibnu’l Cewzî rahîmehullahjî vê mijarê wiha îzah dike:

“Di mijara belayê ku îsabetê muxalîfe Rasûlan aleyhîmûsselâm bike de sê raman hene:

1. Rêşaşî

2. Kûfr

3. Belayekî li dinyayê.”

Şêx Şenqitî di tefsîra xwe de dide zanîn ku di Qur’anê de çar maneyên peyva “fitnê”hene û ew viya dineqîne:

“Fitneya li vê derê di maneya rêşaşîyê de ye. Yanê, Allah rêşaşîyê wan kesên ku dijberîya Rasûlullah dikin wê herî zêdetir bike.” [9]

Gelo, dawetvan di mijara dawetê de çima dijberîya ferman û menheca Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmdikin?

Xwezî jî Allah azze we cellebitirsîyana û bila bizanibana ku ev xebata wan ê binavê dawetê wê di roja qiyametê de bêqîmet û berhewa be. Îro, ev gelê ku di nava şirkên cûrbecûr de digevizin ji sedema van dawetvanên sexte ku xwe ji muslîm ên herî qenc dihesibînin û li ser van zen û hizrên xwe jî di şirkên xwe de berdewam dikin.

Civakên îro li ser heqqê lêgerin û tehqîgatê nakin. Ji wan re tê gotin ku dîn hema bitenê nimêj û hec û zekât e. Xumar û şerab jî tişten xerab û heram in. Bi ramana “Çawan be Allah azze we celle wê muslîmân bibexşîne”ji tewhîdê dûr ketin. Civaka ku îro ji tewhîdê qet qiset nakin em vê ayete bi bîra wan dixin:

لِيَحْمِلُواْأَوْزَارَهُمْكَامِلَةًيَوْمَالْقِيَامَةِوَمِنْأَوْزَارِالَّذِينَيُضِلُّونَهُمبِغَيْرِعِلْمٍأَلاَسَاءمَايَزِرُونَ

“(Evan gotinên wan) Ji bo ku roja qiyametê hemû gunehên xwe û hinek gunehên ew ên bi nezanî xerifîne hildigirên. Binêre çi tiştên xerab hilgirtine.” [10]

Dîsa em dixwazin viya bi bîr bixin ku; di teblîxa dîn de heqqê neqandinê hetanî ji Rasûlan re jî tune bû. Bi vê emrê hatibun fermankirin ku wehîy ji wan re bi çi awayî nazil bûyî, vê wehîye bê kêmahî bigihînin însanan.

يَاأَيُّهَاالرَّسُولُبَلِّغْمَاأُنزِلَإِلَيْكَمِنرَّبِّكَوَإِنلَّمْتَفْعَلْفَمَابَلَّغْتَرِسَالَتَهُوَاللّهُيَعْصِمُكَمِنَالنَّاسِ

“Ya Rasûl! Ew (wehîy) ê ku jî Rabbê te jî te re nazil bûye teblîx bike. Eger tu vê wezîfa xwe nekî, êdî te pêxembertîya Rabbê xwe teblîx nekiriye. Allah dê te jî (neqencîyên) însanan biparêze…” [11]

Ji bo amelek li îndallah meqbûl bibe şert e ku ew amel bi ixlas û li ser tewhîd û sunnetê bê kirin. Ne wisan be ew amel li îndallah bê qîmet e. Daweta dawa îslâmê jî amelek e. Şert e ku ev amel jî bi îxlas be û menheca dawetê mûnasibê sûnnetê be.

Buxarî û Muslîm, ji dîya me Aîşe radiyallahanha rîwayet kirine ku Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmwiha dibêje:

“Kî, amelê ku me nekiriye bi wê amel bike ew amelê wî li îndallah merdud e (jê nayê qebûl kirin.)”

Di menheca dawetê de ji kesê ku ne peyrêwîyê Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmbe amelên ku kiribe jê qebûl nabe. Allah azze we cellewiha ferman kiriye:

 فَمَنكَانَيَرْجُولِقَاءرَبِّهِفَلْيَعْمَلْعَمَلًاصَالِحًاوَلَايُشْرِكْبِعِبَادَةِرَبِّهِأَحَدًا

“… Kî dixwaze rastî Rebbê xwe bê, bila amelên qenc bike û bila tu tiştî di îbadeta ji Rebbê xwe re neke şirîk.” [12]

Ibnî Kesîr rahîmehullahwîha dibêje:

“Amelên salih û neajotina şirîkên ku di ayetê de diborin, li îndallah şertên qebulkirina amelan e. Yanê divê ku mirov di amelên xwe de tabiê sunneta Rasûlullah be.”

Allah azze we celledi ayeteki din de wiha ferman kirîyê:

بَلَىمَنْأَسْلَمَوَجْهَهُلِلّهِوَهُوَمُحْسِنٌفَلَهُأَجْرُهُعِندَرَبِّهِوَلاَخَوْفٌعَلَيْهِمْوَلاَهُمْيَحْزَنُونَ

“Nexêr; kî bi qencîkarî berê xwe bide Allah (ji Allah re abdîtîyekî bi xwerû teqdîm bike) xêra wî li cem Rebbê wî ye. Ji wan re ne tirsek heye û ne ji xemgîn dibin.” [13]

Ibnî Kesîr rahîmehullahbi me dide zanîn ku Saîd bin Cûbeyr radiyalluhanhvê ayete bi “îxlas û ittîbaya Rasûllullah aleyhîssalâtuwesselâm”tefsîr kiriye. Ibnî Kesir dîsa bi me dide zanîn ku di vê ayetê de şertên qebulkirina amelan dido ne û vê gotina xwe bi hedîsa li jor piştgir dike.

Ibn Kesir wiha pê de diçe:

“Di amelekî de îxlas hebe jî eger ew amel ne muwafiqê sûnnetê be qethîyen ne meqbûl e. Weke vê mijarê amel ger muwafiqê sûnnetê be lê ne bi îxlas be, ew amel jî ne meqbûl e.’’

Em xwe didin ber van delîlan û dibêjin ku: Ew dawetvanên ku di dewra me de barê vê dawetê dane pişta xwe ji bo amelên wana berhewa nebin hewceye ku bi hûrnêrîn li menheca Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmbinêrin.

Ji dawetwanên muheqqîq re (lêkolîner re) wê bi zelâlî diyar bibe ku; ji bingehê heta serûbinê vê dawetê Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmtu demê yek misqalek jî ji tewhîdê dûr neketiye.

Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmdema pêşî ku hat bi kelîma tewhîdê dest bi dawetê kir. Heta kêlîya ku wefat dikir jî, li ummeta xwe vê şîret û nesîhetê dikir:

“Nebe nebe!..

Hûn qebran nekin mescîd.” [14]

Wi aleyhîssalâtuwesselâmdi kêliya wefata xwe de jî, ji ummeta xwe re telkîn û şîreta aqîde û esasên tewhîdê dikir.

Dawîya Beşa (2.) Duyemîn

(Dê Berdewam Bibe ÎnşâAllah)

 

[1]       .   21/Enbîya, 25

[2]       .   16/Nahl, 36

[3]       .   7/A’raf, 59

[4]       .   7/A’raf, 65

[5]       .   7/A’raf, 73

[6]       .   7/A’raf, 85

[7]       .   6/En’am, 90

[8]       .   24/Nûr, 63

[9]       .   Xwendevan dikarin li tefsîra Sureya Nur ayeta 63’yan de di van tefsîrên ku navê wan derbas dibin binêrin. Her weke vê ji îmam Ahmed -rahîmehullah- ev riwayet gihaye me ku ew jî bi me dide zanîn ku fitneya wê isabetê dijberên Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmbike şirk e.

[10]      .   16/Nahl, 25 

[11]      .   5/Maîde, 67

[12]      .   18/Kehf, 110

[13]      .   2/Baqara, 112

[14].Buxarî, Kîtabu’l Cenaîz 1324; Muslîm, Kîtabu’l Mesacîd531 

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver