Helwesta Me Ya Li Dij Pêxember Divê Çawa Be?

Gelo helwesta me ya li dij pêxember ka divê çawa be? Pêwistîyên îman anîna bi pêxember çi ne? Dema kesê got “Ez îman bi pêxember tînim” ka li ser wî kesê çi mesûlîyet hene? Dema ku em van pirsan beralîyê Qur’anê bikin binêrin em bersivên çawa distînin.

Weke ku tê zanîn, hezkirina Allah (ac) pêwistîya îmanê ye. Ew mirovê bibêje “Ez ji Allah (ac) hez nakim” muslîmtîya wî nabe mijara axaftinê. Mirovek eger hezkirina Allah (ac) îdîa bike, di muqabilê vê îdîayê de Allah (ac) qanûna hezkirinê ji me re diyar kiriye û pêwistîya hezkirina xwe bi me daye zanîn û di heman demê de Allah (ac) ji hezkirinê re qaîdeyek danîye. Qaîdeya vê hezkirinê Allah (ac) di Qur’anê de ji me re wiha beyan dike:

قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ

“Bibêje: ‘Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike…’ ”[1]

Wê demê, ew kesê îdîaya hezkirina Allah (ac) dike, hewceye ku vê îdîaya xwe îsbat bike. Allah (ac) dema behsa îsbata wê dike, dibêje îsbata wê tabîbûna/peyrêwîtîya Rasûlullah e (ass). Di vê xalê de tefsîra vê ayetê ya ku Ibnî Kesîr (rh) kiriye em ê neqil bikin. Ibnî Kesîr (rh) wiha dibêje: “Her kî îdîaya hezkirina Allah (ac) bike û ji xeynî rêya pêxember (ass) rêyekî din bişopîne ew kes di îdîaya xwe ya hezkirina Allah (ac) de derewkar e, ne rast dibêje.

Em dikarin ji wan kesên ku îdîaya hezkirina Allah (ac) dikin re wiha bibêjin: “Eger birastî tu hez Allah (ac) dikî, divê ku tu bibî tabîê Rasûlullah (ass). Di tiştên pêxember ferman kiriye de hewceye ku tu îtaeta wî bikî û tiştên ku qedexe kiriye jî divê tu xwe ji wan dûr bikî. Ji xeynî awayê ku pêxember (ass) hîn û nîşanî me kiriye pê ve bi cureyekî din perestî û evdîtîyê nekî. Pêwist e ku enceq di çarçoveya wî diyar kiriye de evdîtîya Allah (ac) pêk bînî. Ha ev bixwe dibe îsbata îdîaya te ya hezkirina Allah (ac). Allah (ac) di kesayetîya Rasûlullah (ass) de ji me îsbata hezkirina xwe daxwaz dike. Weke vê, Allah (ac) bi îtaeta Rasûlullah (ass) jî daxwaza îsbata hezkirina zatê xwe dike.

Ew kesê ku dibêje “Muhammedun Rasûlullah”, eger di qada jiyana xwe de cih û rûmetê nade navê pêxember (ass) an di qada jiyana xwe de sunnet û rêbaza pêxember naşopîne û di qada perwerdehîya/talîma zarokên xwe de û di têkilîyên xwe yên civakî de û di îbadetên xwe de û di nêzîkahîya Allah (ac) de sunneta Rasûlullah (ass) ne anîbe hişê xwe û ne fikirî be û di wê xalê de endîşe nekiribe ka gelo wî kesî pêwistîyên “Muhammedun Rasûlullah” pêk anîye an na? Kesekî di vê rewşê de dema hezkirina Allah (ac) bîne ser ziman, ev mirov di hezkirina Allah (ac) de rastbêj e an na?

Em xwe dispêrin ayetên Allah (ac) û dibêjin ev mirov ji derewkaran e. Eger ev mirov birastî hezkirîyê Allah (ac) bûna, dê tabîê pêxember bûya û wê fermanên wî bicih bianîya û ji wan tiştên ku qedexe kiriye jî dûr bimana.

Wekî em hemû dizanin ku bawerîya bi Allah (ac) û bi roja axîretê ji esasên îmanê ne. Allah (ac) ew kesên bawerîya Allah (ac) û roja axîretê tînin ser ziman vê îdîaya wan di heman demê de qebûl nake. Ji bo qebûlkirina îdîaya îmana wan hin şert hene. Allah (ac) wiha dibêje:

فَاِنْ تَنَازَعْتُمْ ف۪ي شَيْءٍ فَرُدُّوهُ اِلَى اللّٰهِ وَالرَّسُولِ اِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِۜ ذٰلِكَ خَيْرٌ وَاَحْسَنُ تَاْو۪يلًا۟

“…Li ser mijarekî ku hûn li hev nakin de eger hûn bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin (ji bo wê meseleyê çareser bikin) wê bibin cem Allah û Rasûlê wî. Ev, herî bixêrtir e û ji hêla encamê ve jî herî xweşiktir e.”[2]

Serlêdayîna hukmê Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) jî ji teref Allah (ac) ve wek îsbata îdîaya îman anîna bi Allah (ac) û bi roja axîretê tê binavkirin. Bi vê awayê wekî ku me teqdîm kir, ew mirovê îdîaya hezkirin û îman anîna bi Allah û bi roja axîretê dike di hemû qadên jiyana xwe de di lihevnekirin û îxtîlafên navbera xwe de eger serî li hukmê Allah (ac) û rasûlê wî (ass) nede û li gorî kêf û hewayê xwe serî li dadgehên dijî hukmên Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) bide, ka gelo ew kes çiqas bawerî bi Allah (ac) û bi roja axîretê anîye?

Îtaeta Bi Dilsozîtî

Dibe ku bi zimanê xwe îdîa bike û bibêje min îman bi Allah û bi roja axîretê anîye, lê Allah (ac) vê îdîaya bawerîyê qebûl nake. Ji ber ku îman anîna bi Allah û bi roja axîretê bi pêwistîya hakem girtina Rasûlullah (ass) û di lihevnekirinên di navbera xwe de serlêdana wî yê.

Di ayetekî din de Allah (ac) qesem li ser rubûbîyeta xwe dike û dibêje wan mirovan bawerî ne anîne. Dema em dibêjin van mirovan îman ne anîne bingeha vê gotina me ayetê Qur’anê ye. Divê em vê ayetê baş bifikirin.

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتّٰى يُحَكِّمُوكَ ف۪يمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْۙ ثُمَّ لَا يَجِدُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْل۪يمًا

“Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.”[3]

Ka gelo kî ne ew ên îman ne anîne? Ew ên ku Allah (ac) der heqê wan de li ser zatê xwe qesem dike kî ne?

“…hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin…”

Yanê dema ku te wek hakem qebûl bikin jî, divê di wê hukmê ku te dayî de di qelbê wan de qet tu guman û tengezarî tune be.

Di vê rewşê de ew kesê bi îdîaya îman anîn û muslîmtîyê dibêjin me bi Allah û bi roja axîretê îman anîye, îsbata vê îdîaya wan hezkirina Allah (ac) û di heman demê de peyrewîtîya Rasûlullah (ass) e. Eger ew ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe serî li hukmê Allah (ac) û Resûlê wî nede an jî pêxember wek hakem qebûl neke, wî kesî îman neanîye. Paşê der heqê hukmê ku hatîye dayîn jî divê di dilê xwe de bi qasî zerreyê jî hesta tengezarîyê nebihîze. Berevajî bi wê sonda ku Allah (ac) bi nefsa xwe kiriye ew mirov ne ji mûmînan e. Herwiha ev gotina wî ya “min îman bi pêxember anîye” ji peyveke vala pê de ne tiştekî din e. Ev jî tu demê qet feyde nade wî kesê.

Allah (ac) wiha dibêje:

وَيَقُولُونَ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالرَّسُولِ وَاَطَعْنَا ثُمَّ يَتَوَلّٰى فَر۪يقٌ مِنْهُمْ مِنْ بَعْدِ ذٰلِكَۜ وَمَٓا اُو۬لٰٓئِكَ بِالْمُؤْمِن۪ينَ

“Dibêjin: ‘Me îman bi Allah û bi Rasûlê wî anî.’ Piştî vêya komek ji wan (di pey vê soza xwe de) rû vedigerînin. Evana ne mumîn in.”[4]

Belê, ew her çiqas bi zimanê xwe bibêjin me îman anîye û me îtaet kiriye jî, Allah (ac) vê yekê ji wan qebûl nake. Bawerîya bi Rasûlullah (ass) û îtaeta pê ji îmanê ye. Ekserîyeta mirovan, pêwistîya peyrewîtîya pêşîyên xwe û cemaetên xwe û seydayên xwe ji îtaeta emrên Allah (ac) û Resûlê wî (ass) pêştir dibînin. Ev karê hanê tenê bi nivîs û weaz û gotinan nabe. Hewceye ku bi vê bê amelkirin.

Allah (ac) di Quranê de Rasûlullah (ass) bi me daye nasandin û di xala îman û îtaetê de vê mijarê dişertîne.

وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ وَلَا مُؤْمِنَةٍ اِذَا قَضَى اللّٰهُ وَرَسُولُهُٓ اَمْرًا اَنْ يَكُونَ لَهُمُ الْخِيَرَةُ مِنْ اَمْرِهِمْؕ

“Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser tiştekî hukim dan, der heqê wî karî de ji bo mêr û jin ên mumîn re qet tu heqê hilbijartinê tune…”[5]

Dawîya beşa (2.) dûyemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd, 3/Âl-î Îmrân, 31

[2]. Meala Tewhîd, 4/Nîsa, 59

[3]. Meala Tewhîd, 4/Nîsa, 65

[4]. Meala Tewhîd, 24/Nûr, 47

[5]. Meala Tewhîd, 33/Ahzâb, 36

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver