Er-Rabb, Çawa Xalıq û Razıq e Xwedîyê Hakımîyeta Mutleq e Jî

ÇäÑÈ/Er-Rab Beşa (1.) Yekemîn

Rab, ji navên xweşik yên Allah e (ac). Di rêziman de wek kirde, yanê faîl tê bikaranîn. Tê ser maneya “Terbîye û perwerdekirin û gav bi gav/wek tedrîcî înşa kirin.” Rab ew e ku hemû aleman terbîye dike ku ev terbîye jî ne ji rêzê ye. Terbîyeyeke bi merhale û ji biçûk heta mezin û ji kêmasîyê bi bal kemalê ve ye. Rab ew e ku li ser hemû aleman otorîteya mutleq e.

Di Qûr’anê de piştî lefzetullah peyva herî zêde tê bikaranîn Rab e. Kelîmeya Rab, di Qûr’anê de neh sed û şêst û du car (962) ji bo Allahê rabbê aleman hatîye bikaranîn. Birastî tiştekî balkêş e, di ayeta yekemîn ya ku nazil bûye de navê Rab heye.

اِقْرَاْ بِاسْمِ رَبِّكَ الَّذ۪ي خَلَقَۚ

“Bi navê Rabbê xwe yê xuliqandîye, bixwîne!”[1]

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ

“Hemd (Pesn/Sena) bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.”[2]

قُلْ اَعُوذُ بِرَبِّ النَّاسِۙ

“Bibêje: “Ez xwe bi Rabbê însanan diparêzim.”[3]

Yanê hûn ji kîjan hêlî ve berê xwe bidin Qûr’ana pîroz û hûn ji kîjan hêlî ve derkevin em rastî navê Rab dibin.

Tecellîyên Navê Rab û Tewhîd

Însan, ligel hemû alema heyînê tecellîgaha navê Rab e. Ew (ac), islahkerê her tiştî û perwerdekara mutleq e. Ha vaye dinya! Allah (ac) vê dinyayê bi yek carekî nexuliqandîye, bi navê Rab merhale merhale xuliqandîye.

ءَاَنْتُمْ اَشَدُّ خَلْقًا اَمِ السَّمَٓاءُۜ بَنٰيهَا۠ رَفَعَ سَمْكَهَا فَسَوّٰيهَاۙ وَاَغْطَشَ لَيْلَهَا وَاَخْرَجَ ضُحٰيهَاۖ وَالْاَرْضَ بَعْدَ ذٰلِكَ دَحٰيهَاۜ اَخْرَجَ مِنْهَا مَٓاءَهَا وَمَرْعٰيهَاۖ وَالْجِبَالَ اَرْسٰيهَاۙ مَتَاعًا لَكُمْ وَلِاَنْعَامِكُمْۜ

“Ma xuliqandina we zor e an (xuliqandin) a asîman? (Wî) ew ava kir. Banê/Tawanê wê bilind kir û ew sererast kir. Şeva wê tarî kir û dema dûhâyê/berbangê eşkere kir. Piştî vê jî li ser rûyê erdê belav kir (an jî gêr kir/gindirand). Jê av û mêrga/çêreya wê derxist. Çiyan çikand/qayîm kir. Ji bo feyda we û heywanên we.”[4]

Allahê berz û bilind, piştî xuliqandina kaînatê her yek heyînekî bi navê xwe yê Rab perwerde/terbîye dike. Her yek ji wan tabîê qanûna Rab e ku wî jê re qanûnan diyar kiriye. Allah (ac) ji bo her yek ji wan re li gorî fitreta wan qanûnek danîye û rêyek nîşan daye.

قَالَ فَمَنْ رَبُّكُمَا يَا مُوسٰى قَالَ رَبُّنَا الَّذ۪ٓي اَعْطٰى كُلَّ شَيْءٍ خَلْقَهُ ثُمَّ هَدٰى

“(Firewn) got: “Rabbê we kî ye, ya Mûsa? Got: “Rabbê me (bi lêhatîya cureyan) xulqîyeta hemû tiştan dide û paşê jî rêya rast nîşan dide.”[5]

وَالشَّمْسُ تَجْر۪ي لِمُسْتَقَرٍّ لَهَاۜ ذٰلِكَ تَقْد۪يرُ الْعَز۪يزِ الْعَل۪يمِۜ وَالْقَمَرَ قَدَّرْنَاهُ مَنَازِلَ حَتّٰى عَادَ كَالْعُرْجُونِ الْقَد۪يمِ لَا الشَّمْسُ يَنْبَغ۪ي لَهَٓا اَنْ تُدْرِكَ الْقَمَرَ وَلَا الَّيْلُ سَابِقُ النَّهَارِۜ وَكُلٌّ ف۪ي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ

“Roj jî bi rêgeha xwe ya diyarbûyî û bi cihê sekna xwe ve diherike. Ev, teqdîra (wî Allahê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e. Me ji bo heyvê jî hin menzîlên seknê heyî kirin. Paşê ew dikeve şikilê çiqilê dara xurmê (dibe weke kevana zirav). Ne roj digihîje heyvê û ne jî şev dikare bikeve pêşîya rojê. Hemû di rêgehekî de diherikin.”[6]

Allahê Rabbê aleman însan jî wisan xuliqandîye. Wî di zikê dîya wî de û piştî diwelide jî bi awayê merhale mezin dike, ava dike û înşa dike. Ev, tecellîya rububîyetê ye.

Perwerdekarîya/Terbîyeya Însan Ya Bi Qeder û Bi Şerîetê

Însan wek manewî bi du awayan mûxetebê qanûn û terbîyeya Allah e (ac).

A yekem, Qeder e. Qedera însan; qanûn û qaîdeyên ji hêla Allah (ac) ve hatine diyarkirin in. Însan, li gorî sunnetullah/li gorî qanûnên Allah dijî û dimire.

A duyem jî, şerîet e. Allah (ac) ji bo însan û civakê qanûnan danîye û bi van qanûnan însan û civakê terbîye dike. Lê qanûnên şer’î, wekî qederê û qanûnên kewnî ne mecbûrî ye. Wisan ku: însan nikare mudaxaleya hilatin û avakirina rojê an jî jiyan û mirinê bike. Enceq bikaribe bibe tabiê van qanûnan. Lê qanûnên şer’î ne wisan in. Allah (ac) îrade daye însan û heqê hilbijartinê daye wî. Eger bixwaze wê sitûyê xwe ji Rabbîtîya Allah (ac) re bitewîne û bibe tabiê Rabbîtîya wî. Eger vêya nexwaze wê rabbîtîya xwe bixwe îlan bike û qanûnên xwe çêbike. Êdî ya wê bibe tabiê nefsa xwe an jî wê bide pey qanûnên ku hin kesên din çêkirine.

Rubûbîyet Ji Du Tiştan Pêkhatî Ye

Rubûbîyeta Allah (ac) du qisim in. Yek ji wan xuliqandine û ya din jî qanûndanîne. Delîlê vê heqîqetê jî ev e:

اَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْاَمْرُۜ تَبَارَكَ اللّٰهُ رَبُّ الْعَالَم۪ينَ

“…Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e. Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas mezin e.”[7]

Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e. Lewre ew ji bo ku dixuliqîne di emirkirinê de jî xwedîyê heq û serwerîyê ye.

Qûr’ana Pîroz di çil û du (42) cihan de îfadeya “Allahê Rabbê aleman” bikar tîne. “Allahê Rabbê erd û esmanan” jî di diwanzdeh (12) ayetan de dibore. Li gorî vê heqîqetê Allah (ac) ew e ku;

Xaliqê her tiştî ye

Raziqê hemû mexluqatan e

Ew e yê ku dimirîne û ji nû ve divejîne

Xwedîyê hakimîyeta/serwerîya mutleq û qanûnçêkera kewnî û şer’î ye

Xwedîyê şefaetê ye ku bê destûra wî qet tu kes nikare şefaetê li kesekî din bike.

Di Rubûbîyetê De Şirk

Rabbê aleman Rab girtina xwe têr nabîne. Hewceye ku evdên wî jê pê ve ji bo xwe qet tu Rabbê din negirin û nepejirînin. Rab girtina ji xeynî Allah (ac) bi du awayan çêdibe:

a. Mirovek ji heyînekî re bibêje “Ev, Rabbê min e.”

b. Taybetîyeke ji wesfên Rubûbîyeta Allah (ac) dayîna bi hin heyînên din û bi vê awayê Rab girtina wan.

Ew Ên Ji Xeynî Allah Rab Digirin

Qûr’ana Pîroz bi me dide zanîn ku însanan ji xeynî Allah (ac) pênc sinif heyînan ji xwe re wek Rab girtine. Allah (ac) sê sinifan di sûreya Tewbe ayeta 31. de rave dike:

اِتَّخَذُٓوا اَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَالْمَس۪يحَ ابْنَ مَرْيَمَۚ وَمَٓا اُمِرُٓوا اِلَّا لِيَعْبُدُٓوا اِلٰهًا وَاحِدًاۚ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ 

“Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.”[8]

Di vê ayetê de behsa sê qisiman tê kirin ku wek Rab hatine girtin:

Kesên di dîn de olnas û zanyar in.

Kesên abid

Îsayê kurê Meryem

Em Van Sernavan Hinek Vekin:

a. Rab Girtina Olnas û Zanyaran

Adîy b. Hâtim et-Tâî hate Medîneyê. Dema ket nava mescîdê, di wê lehzê de Resûlullah (ass) vê ayete dixwend. Adî, bi dengekî îtîrazî axivî û got: “Wan perestîya keşîş û olnasên xwe nedikirin.” Resûlullah (ass) wiha bersiv da wî:

“Erê, lê olnas û zanyarên wan, tiştên ku Allah ji wan re heram kiribû ji bo wan helal kirin û helal jî ji wan re heram kirin. Ew jî bûne tabiê wan. Ha ev bixwe perestîya keşîş û olnasên wan e.”

Ev ayet û tefsîra Resûlullah (ass) ya der heqê wê de veya nîşanî me dide:

1- Di diyarkerîya tiştên helal-heram û meşrû-xeyrîmeşrû û çewt-rast de mercîê yekane Allah e (ac).

2- Çi alim û çi rewşenbîr û çi parlamenter û çi abid û çi rêveber û çi serokeşîr… Her kî vê rayeyê bide yekî ji van; ev tê ser vê maneyê ku wî ji xeynî Allah (ac) ji bo xwe Rab girtîye.

3- Ji bo Rab girtinê ne hewceye ku mirovek rabe ji heyînekî re bibêje “Ev, Rabbê min e!” an jî “Ev, îlahê min e!” Dema ku taybetîyên Rabbîtîyê an îlahtîye bide heyînekî ew tişt dibe Rabbê wî/Îlahê wî kesê.

4- Ev rayeya hanê bi zanîn an bi nezanîn ji xeynî Allah (ac) ji heyînekî din re bê dayîn rewşa wî kesê naguhere. Lewre di mijara Rab girtina ji xeynî Allah (ac) de cahiltî nabe hincet û mazeret.

Cahiltî, di vê mijarê de sebeb e, ne mazeret e. Adî b. Hâtim jî nizanîbû ku ew tiştên dikin Rab girtina ji xeynî Allah e (ac). Ji ber vê yekê dema ku tefsîra Resûlullah (ass) seh kir matmayî mabû.

Li gorî têgihiştina wî jî Rab girtin; bitenê rukû an jî secdekirina ji heyînekî re ye.

b. Rab Girtina Abidan

Abid ew kes e ku; ji civakê destê xwe dikşîne û dûr dibe û xwe dide taatê û umrê xwe bi îbadetê diborîne. Filleyan ji van kesan re digotin “ruhban”.

Evana di nava civakê de wek kesên salih dihatin dîtin û hezkirîyê însanan bûn û di nav wan de rêzdar û qedirbilind bûn. Dem bi dem di hezkirin û rêzgirtinê de ji pîvanê borîn. Wan tazîm kirin û îbadetên pêwiste ku ji Allah re bikin êdî j bo wan dikirin. Nedigotin: “Evana Rabbê me ne!” Lê belê ji ber ku ji wan abidan re tazîm û perestîyê dikirin li îndallah wekî ku wan wek Rab pejirandine hatin nirxandin.

Wan wek şefaetvan dipejirînin.

Bi wan re tewessûlê dikin.

Ji wan re dua dikin û alîkarîyê ji wan dixwazin.

Pêbawer in ku ew bi xeybê dizanin.

Qebr û gumbetên wan tazîm dikin û dikin zîyaretgah.

c. Rab Girtina Pêxemberan

Filleyan jî piştî wî Îsa (as) ji xwe re wek Rab girtin. Rab girtina wan a Îsa Mesîh, zêde pê de çûna der heqê wî de ye. Hal ev e ku Îsa (as) jî weke wan pêxemberên din hemû însanan gazî Rab girtina Allah (ac) dikir.

اِنَّ اللّٰهَ رَبّ۪ي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ

“Bêşik Allah, Rabbê min û Rabbê we ye. Jê re îbadetê bikin. Ev (rêya ku ez we gazî dikimê), sirati’l mustaqîm e/rêya rasterast e.”[9]

Weke ku me dît ayeta 31. ya sûreya Tewbe temasa sê cûreyên Rab girtinê kir. Qûr’ana Kerîm, di mijara Rab girtinê ji xeynî van, behsa hin cûreyên din jî dike.

Dawîya Beşa (3.) Sêyemîn

Dê Bidome Înşaallah…


[1]. 96/Alaq, 1

[2]. 1/Fatîhe, 2

[3]. 114/Nas, 1

[4]. 79/Nazîat, 27-33

[5]. 20/Ta-Ha, 49-50

[6]. 36/Ya-Sîn, 38-40

[7]. 7/A’raf, 54

[8]. 9/Tewbe, 31

[9]. 3/Al-î Îmran, 51

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver