El-Xaliq navek ji Esmaû’l Hûsna yên Allah (ac) ya herî xweşik e. El-Xaliq tê ser maneya ew Allahê ku afirînerê her tiştî ye. El-Xallâq jî tê ser vê maneyê: Allahê her lehze dixûliqîne û xûliqandinê bênavber dubare dike. El-Xaliq di Qûr’ana Kerîm de ji bo Allah (ac) yanzdeh (11) car tê bikaranîn. Du (2) car jî wek El-Xallâq dibore.
Allah (ac) wiha ferman dike:
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اذْكُرُوا نِعْمَتَ اللّٰهِ عَلَيْكُمْۜ هَلْ مِنْ خَالِقٍ غَيْرُ اللّٰهِ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۘ فَاَنّٰى تُؤْفَكُونَ
“Gelî însanan! Nîmetên Allah ya li ser xwe bi bîr bînin. Qey ji xeynî Allah xaliqekî ku ji erd û esman we dirizqîne heye? Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?”[1]
ذٰلِكُمُ اللّٰهُ رَبُّكُمْۚ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۚ خَالِقُ كُلِّ شَيْءٍ فَاعْبُدُوهُۚ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ وَك۪يلٌ
“Ha ew Allahê ku Rabbê we ye, ev e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew xaliqê her tiştî ye. (Nexwe) bitenê ji wî re evdîtî bikin. Ew, li ser her tiştî (çavnêr û venihêrvan û rêvebirê karûbaran) Wekîl e.”[2]
El-Xaliq ew e ku; hemû mexlûqan tesnîf dike. Pîvanekê dihêxe nava her komekî. Li gorî vê pîvanê heyînan bitevahî wek kurt û dirêj, biçûk û mezîn, mirov û ajal, heywanên firoke û marîjok, jiyan û mirin… Allah (ac), mexlûqan tesnîf dike afirînerê hemû heyînan e. Xuliqandin, heyîkirina tiştekî ya bê mîsal e. Ligel vê ji wî pê ve hemû heyîn mexlûq in, xûliqandî ne.
Her tişt di bin emr û xizmeta wî de ye. Jê pê ve xaliq tûne. Erd û esman û heyînên di navbera van herduyan de hene û ecelê wan û lebat û tevgera wan û peyv û fiêlê wan Allah (ac) xûliqandiye.
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اعْبُدُوا رَبَّكُمُ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ وَالَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَۙ
“Gelî însanan! Ji wî Rabbê xwe yê ku hûn û yên berî we xuliqandîye re îbadet/evdîtî bikin, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.”[3]
فَاتَّقُوا النَّارَ الَّت۪ي وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُۚ اُعِدَّتْ لِلْكَافِر۪ينَ
“…Nexwe, ji wê agirê ku ardûya/şewateka wê însan û kevir in, xwe biparêzin. (Ew agir) Ji bo kafiran hatîye amadekirin.”[4]
Ev ayetên hanê bingeha dîn in ku hebûna xaliq û xwedîbûna wî ya wesfên berz weke hêz û ilm û îrade û heyat îsbat dike. Bi vê awayê tê zanîn ku ev gerdûn piştre xûliqandî ye û di her fiêlê wî de hikmetek heye. Ev ayetên hanê di heman demê de îsbata vê tiştê dike ulûhîyet û rubûbîyet jî du qisimên tewhîdê ne.
Tewhîda Rubûbîyetê bi kurtahî pejirandina wê tiştê ye ku ew ê heyîn bitevahî ji tunetîyê xûliqandîye Allah e (ac).
Tewhîda Ulûhîyetê jî pejirandina wê tiştê ye ku yek îlâh û mabûd Allah e û yê layiqê evdîtîyê û hezkirinê û îteatê bes ew e.
Xûliqandin û Tewhîd
Dema em li wan navên delaleta xûliqandinê dikin dinerin tiştek bala me dikişîne: Di wan derên ku xuliqandin dibe mijara axaftinê muheqeq teqil li heqbûna tewhîd û li batilbûna şirkê tê dayîn. Ligel vê însanan ji bo evdîtîya Allah (ac) tên vexwendin û ji bo dûrketina şirkê tên hişyarkirin. Allah (ac) wiha ferman dike:
قُلْ مَنْ رَبُّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ قُلِ اللّٰهُۜ قُلْ اَفَاتَّخَذْتُمْ مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَ لَا يَمْلِكُونَ لِاَنْفُسِهِمْ نَفْعًا وَلَا ضَرًّاۜ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الْاَعْمٰى وَالْبَص۪يرُۙ اَمْ هَلْ تَسْتَوِي الظُّلُمَاتُ وَالنُّورُۚ اَمْ جَعَلُوا لِلّٰهِ شُرَكَٓاءَ خَلَقُوا كَخَلْقِه۪ فَتَشَابَهَ الْخَلْقُ عَلَيْهِمْۜ قُلِ اللّٰهُ خَالِقُ كُلِّ شَيْءٍ وَهُوَ الْوَاحِدُ الْقَهَّارُ
“Bibêje: ‘Rabbê erd û esmanan kî ye?’ Bibêje: ‘Allah e!’ Bibêje: ‘(Madem Rabbê erd û esmanan ew e, hûn dîsa) dev ji Allah berdidin û wan heyînên ku ne dikarin feydeyekî bi dest bixin û ne jî dikarin zerarekî ji xwe dûr bikin ji xwe re dikin welî/dost?’ Bibêje: ‘Kor û bînende qet dibin weke hev? An jî zulûmat/tarîti û ronahî dibin weke hev? Nexwe ew şirîkên ku ji Allah re tayîn kirine (wekî Allah) xuliqandine (û xuliqandina Allah û) xuliqandina (şirîkên wan) ji wan re bi hev şibîyane (li ser mijara ‘kî îlâhe’ de serê wan tevlîhev bû)? Bibêje: ‘Allah xaliqê her tiştî ye. Û ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.’ ’ ”[5]
Belê Allah (ac) xaliqê her tiştî ye. Herwiha yê ku feyde û zerar xûliqandîye ew e û ji kî re bixwaze xêr an jî zerar digihîjîne wî dîsa ew e.
Ew ê me û heyîn bitevahî ji tûnebûnê xûliqandîye Allah e. Her çi xêr û xweşîyên di destê me de hebin hemû lutf û îhsana wî ye.
Herwiha divê evdîtî û şikra me jî bitemamî aîdê wî be.
Ew ên ku weke me mexlûq û kêm û hewcedar in û xêrên digihîje wan ji Allah e û zerara ku jê parastî ne dîsa bi daxwaz û meşîyeta Allah (ac) pêk tê gelo çima însan wan tazîm û pîrozwer dikin û hetanî evdîtîya xwe teqdîmê wan dikin?
Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de wiha ferman dike:
وَلَئِنْ سَاَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَهُمْ لَيَقُولُنَّ اللّٰهُ فَاَنّٰى يُؤْفَكُونَۙ
“Eger ji wan bipirsî: ‘Kî wan xuliqandîye?’ bêşik wê bibêjin: ‘Allah!’ Çawa (ji tewhîdê) bi bal şirkê ve tên vegerandin!”[6]
Allah (ac) di sûreya Mûmînûn de jî çend pirsên weke vê beralîyê mûşrîkan dike:
قُلْ لِمَنِ الْاَرْضُ وَمَنْ ف۪يهَٓا اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُون. سَيَقُولُونَ لِلّٰهِۜ قُلْ اَفَلَا تَذَكَّرُونَ. قُلْ مَنْ رَبُّ السَّمٰوَاتِ السَّبْعِ وَرَبُّ الْعَرْشِ الْعَظ۪يمِ. سَيَقُولُونَ لِلّٰهِۜ قُلْ اَفَلَا تَتَّقُونَ. قُلْ مَنْ بِيَدِه۪ مَلَكُوتُ كُلِّ شَيْءٍ وَهُوَ يُج۪يرُ وَلَا يُجَارُ عَلَيْهِ اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ. سَيَقُولُونَ لِلّٰهِۜ قُلْ فَاَنّٰى تُسْحَرُونَ. بَلْ اَتَيْنَاهُمْ بِالْحَقِّ وَاِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ
“Bibêje: ‘Eger hûn dizanin (bibêjin) ka erd û tiştên di navê de aîdê kî ne?’ Wê bibêjin: ‘Aîdê Allah in.’ Bibêje: ‘Hûn qet şîret nagirin?’ Bibêje: ‘Rabbê heft asîman û erşê azîm kî ye?’ Wê bibêjin: ‘Allah.’ Bibêje: ‘Ma hûn natirsin û xwe naparêzin?’ Bibêje: ‘Ma ew ê ku melekûta/hikumranîya her tiştî di destê xwe de digire kî ye? Ew ê ku ew bixwe her tiştî diparêze lê qet tu kes li hemberî wî nayê parastin kî ye? Eger hûn dizanin (ka bibêjin kî ye ew)?’ Wê bibêjin: ‘Allah.’ Bibêje: ‘Çawa dibe ku hûn wisan bi sêhrê dikevin (bi şirkê tên xapandin û li dij heqîyê derdikevin)?”[7]
Di pir ayetên Qur’anê de ji muşrîkan pirsên mînahev hatine pirsîn û diyar bûye ku herdem ji van pirsan re bersiva ‘Allah’ didin. Lê ev bersivên hanê ji wan nehatîye pejirandin û binê heqîqeta derewkarîya wan hatîye xêzkirin.
Mirovekî ku bersiva van pirsan li ser bawerîyê wek ‘Allah’ dide, digel ku dizanin û îqrar dikin ku Allah (ac) xaliqê erd û asîman e gelo bi çi hincetê tê îzahkirin ku dev ji Allah (ac) berde û pûtên bi destê xwe çêkiriye re perestîyê bike û digel hukmên Allah (ac) qanûnan çêbike û dev ji nîzama Allah (ac) berde û bide pey qanûn û îdeolojîyên beşerî?
Şirîk çêkirina ji Allah re di heman demê de tê ser maneya înkar kirina Allah (ac). Welew ku muşrîk bi zimanê xwe bibêje: ‘Rabbê min Allah e’ jî rewş nagûhere. Ev rewşa wî ji derewekî îbaret e ku; bi zimanê xwe yekîtî û wehdanîyeta Allah (ac) îqrar dike lê bi azayên xwe û amelên xwe înkar dike.
Astên Xûliqandinê û Tecellîya Navê El-Xaliq
Allahê xaliqê hemû heyînan daxwaz dike ku însan li ser mexlûqatê bifikire:
فَلْيَنْظُرِ الْاِنْسَانُ مِمَّ خُلِقَۜ خُلِقَ مِنْ مَٓاءٍ دَافِقٍۙ يَخْرُجُ مِنْ بَيْنِ الصُّلْبِ وَالتَّرَٓائِبِۜ اِنَّهُ عَلٰى رَجْعِه۪ لَقَادِرٌۜ.
“(Herwiha) bila însan binêre ka ji çi hatîye xuliqandin? Ji aveke ku bişid tê avêtin hatîye xuliqandin. (Ew,) ji navbera hestîyê piştê û perasî de derdikeve. Qet guman tune (Allah), li ser vegera wî (ji vejandina wî ya piştî mirinê re) qadir e.”[8]
Xûliqandina Însan
Însan, ji şaneyek/hucreyek pêk tê ku ew jî ji dê û bav tê. Di nava her şaneyek de jî bîst û sê heb kromozom hene. Di nava van çil û şeş kromozoman de bi hezaran gen ên ku ji dê û bav tên û însan jê çêdibe hene.
Dema zarok bi Tecellîya navê El-Xaliq diwelide Allah (ac) nivîsbarîya wî ya Rabbanî bicih dike. Ji asta sperma di nava rehmê de dizeliqe hetanî bi her awayî wek însan diwelide xûliqandina însan demajoyeke mûhteşem e. Lewre di her lehzeyekî de ji esmayên Allah (ac) El-Xaliq û El-Xallâq û El-Barî û El-Mûsawwîr û El-Fatir tecellî dikin. Bêgûman qewmên dewrên berê kitekit û teferûatên demajoya xûliqandina însan nizanîbûn. Allah (ac) ji bo ku însan zanibin ev Qûr’an heq e van heqîqetan derxistê rastê.
سَنُر۪يهِمْ اٰيَاتِنَا فِي الْاٰفَاقِ وَف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَتّٰى يَتَبَيَّنَ لَهُمْ اَنَّهُ الْحَقُّۜ اَوَلَمْ يَكْفِ بِرَبِّكَ اَنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌ
“Em ê ayetên xwe hem di ufûqê de hem jî di nefsa wan de nîşanî wan bidin da ku bi awayekî teqez ji wan re diyar bibe ku ew (Qur’an) heq e. Şahidbûna Rabbê te ya li ser her tiştî ne bes e?”[9]
Gelo çawa ew Allahê Xaliq û Xallâq û Barî û Mûsawwîr û Fatir nayê hezkirin? Ji wî Allahê berz û bilind re evdîtî nayê kirin? Çawa dibe ku însan dest ji vî Rabbê berz û bilind berdide û ji Gûmbet û zîyaretan û ji potikan û ji rohanîyetan û ji mexlûqatên xûliqandî hêvîyan dike?
قُتِلَ الْاِنْسَانُ مَٓا اَكْفَرَهُۜ مِنْ اَيِّ شَيْءٍ خَلَقَهُۜ مِنْ نُطْفَةٍۜ خَلَقَهُ فَقَدَّرَهُۙ ثُمَّ السَّب۪يلَ يَسَّرَهُۙ ثُمَّ اَمَاتَهُ فَاَقْبَرَهُۙ ثُمَّ اِذَا شَٓاءَ اَنْشَرَهُ كَلَّا لَمَّا يَقْضِ مَٓا اَمَرَهُۙ
“Însanê qehr lê ketî, çi qas jî nankor e! (Allah) ew ji çi tiştî xuliqand? Ji dilopek av xuliqand û teqdîr kir. Paşê rê jê re hêsan kir. Paşê ew mirand û kire qebrê. Paşê kî bixwaze ew vedijîne. Qet/Tu Car! Wî, fermana (Allah) ku lê hatîye kirin hêj pêk neanîye.”[10]
Qûr’ana Kerîm, ayetên der barê gerdûnê de diborin axir pêwendîya wê bi tewhîdê pêk tîne. Demajoyên xûliqandina însan û pergala gerdûnê însan radigihîjîne tewhîdê.
Însanên li ser rûyê erdê dijîn eger daxwaz bikin ew aheng û tekûzî û aramî û ewlehîya li erd esman de di jiyana wan de jî pêk bê divê qanûnên Allahê xaliqê hemû heyîn û însanan di nava xwe de tetbîq bikin. Lewre tiştê ku ahenga di navbera însanan de pêk bîne enceq ehkamê şer’a şerîf e.
Hetanî qanûnên wî Allahê ku pergala gerdûnê û parzemînan sererast kiriye û behran bi aheng birêve dibe hebe ew kes an komên bi nîzama mirovan qayîl dibin zalim bixwe ne. Zalimeke ku zilmê him li nefsa xwe him jî li gerdûnê dike…
Dûaya Bi Navê Allahê Xaliq
Rabbê me!
Tu xaliqê her tiştan î. Tu ew î ku dixûliqînî û sureta herî xweşik û fitretê didî mexlûqên xwe û xaliqê bê qisûr î.
Ji bo mexlûqên xwe perestîyê heq dikî.
Rabbê me!
Tefekkûra li ser mexlûqên te û bi rênîna wan fêmkirina berzîtî û ezameta xwe ji bo me hêsan bikî.
Tu me ji wan ên li ser fitreta tewhîdê dijîn û li ser fitreta te digihîjin te binivîsî.
Allahumme amîn.
[1] 35/Fatir, 3
[2] 6/En’am, 102
[3] 2/Baqara, 21
[4] 2/Baqara, 24
[5] 13/Ra’d, 16
[6] 43/Zûxrûf, 87
[7] 23/Mûmînûn, 84-89
[8] 86/Tariq, 5-8
[9] 41/Fûssîlet, 53
[10] 80/Abese, 17-23



