EL-MUHEYMÎN/مهيمن

Navê El-Mûheymîn ji Esmaû’l Hûsna ye. Der barê koka vê navê de zimannasên Erebî îxtîlaf kirine. Hin zimannasan gotine ji ber ku navê El-Muheymîn û El-Mûmîn nêzwate ne ji hêla koka xwe ve jî nêzî hevdu ne. Hin aliman li ser wateya vê navê ramanên cuda neqil kirine:

“Şehîd, Emîn/Ewledar, Musaddiq/Yê ku tesdîq dike, Parêzger/Çavnêr, Çavdêr. Ji bo ku heyînek wek Mûheymîn bê navandin divê van her sê hêmanan di nava xwe de bihewîne. Çavdêrî û parastina tiştên çavdêrîya wan dike û der heqê tiştên diparêze de şahidîya wî ya di îstîkbalê de.”

Maneya navê Muheymîn ev e: Her tişt di bin kontrola Allah de ye û hez evdên xwe dike û venihêra nefsa wan e.

Ev nav di Qûr’ana Kerîm de du car dibore. A yekem di sûreya Haşr ayeta 23. de wek esma/nav û ya din jî di sûreya Maîde ayeta 48. de wek sifet dibore.

هُوَ اللّٰهُ الَّذ۪ي لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۚ اَلْمَلِكُ الْقُدُّوسُ السَّلَامُ الْمُؤْمِنُ الْمُهَيْمِنُ

“Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Xwedîyê hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) El-Melîk e. (Ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) El-Quddûs e. (Ew ê ji hemû kêmasî û qisûran munezzeh û selametî dide evdên xwe) Es-Selam e. (Ew ê îman û ewlehîyê dide qelban) El-Mûmîn e. (Ew ê her tişt di bin kontrola wî de ye û xwedîyê otorîteya mutleq û hakimîyetê) El-Muheymîn e…”[1]

وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا

“Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur’anê) bi heqî nazil kir…”[2]

Navê Muheymîn Çawa Tecellî Dike?

Kâînat bitevahî di bin venihêrî û kontrola Allah (ac) de ye. Wî çawa ev gerdûn bêqisûr û nûwaze xûliqandîye weke vê di çavnêrî û venihêrîya wê de jî bêqisûr û nûwaze ye.

اَلَّذ۪ي خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ طِبَاقًاۜ مَا تَرٰى ف۪ي خَلْقِ الرَّحْمٰنِ مِنْ تَفَاوُتٍۜ فَارْجِعِ الْبَصَرَۙ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ ثُمَّ ارْجِعِ الْبَصَرَ كَرَّتَيْنِ يَنْقَلِبْ اِلَيْكَ الْبَصَرُ خَاسِئًا وَهُوَ حَس۪يرٌ وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَٓاءَ الدُّنْيَا بِمَصَاب۪يحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاط۪ينِ وَاَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابَ السَّع۪يرِ

“Ew (Allah) e ku; di rewşa tebeqeyan de heft esman (ên her yek bi yên din re hevaheng û li ser hevdu ne) xuliqand. Tu di xuliqandina Rahmân de qet tu bêahengîtî/hevnegirtî nabînî. Va (mexluqên wî li holê ne) çavê xwe lê vegerîne, ma tu yê qet tu qelşek/gedûgek tê de bibînî? Paşê (ji bo lêgerîna qisûrê) du carê din çavê xwe lê vegerîne. Wê çav, tiştek bi dest nexistî û betilandî li te vegere. Sond be, me asîmana dinyayê bi qendîlan xemilandîye û wan (stêrkan) ji bo şeytan (ên ku dixwazin agahîyên esman bihisînin) me kir (wesîte) ya recimandinê. Û me ji bo wan agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.”[3]

Dema em yek bi yek li wan tiştên ku Allah (ac) xuliqandîye dinêrin em parastin û venihêrîyeke nûwaze û bêqisûr dibînin. Wek mînak Qûr’ana Kerîm gelek caran van dîmenan dide ber nezera însan û dibêje li esman binêrin. Xûliqandineke wisan e ku hiş û aqilê însan disekine. Bi awayeke nûwaze kontrol û venihêrîya wê ya bi milyon salan jî xweşikahîyeke cuda ye.

Li ser me tawanek heye. Li ser wê jî cismên esmanî yên wisan hene ku ji vê dinya me pirzêde mezintir û girantir in û wan hildigire. Ev tawana dêwasa/hiphipe bê sitûn û bê qolon di valahîya fezayê de daleqandî disekine. Allah (ac) li ser vê mijarê wiha ferman dike:

وَجَعَلْنَا السَّمَٓاءَ سَقْفًا مَحْفُوظًاۚ وَهُمْ عَنْ اٰيَاتِهَا مُعْرِضُونَ

“Me asîman jî (ji bo di ser wan de nekeve) kir banekî parastî. Wan, ji ayetên wî rû vegerandine.”[4]

خَلَقَ السَّمٰوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا وَاَلْقٰى فِي الْاَرْضِ رَوَاسِيَ اَنْ تَم۪يدَ بِكُمْ وَبَثَّ ف۪يهَا مِنْ كُلِّ دَٓابَّةٍۜ وَاَنْزَلْنَا مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً فَاَنْبَتْنَا ف۪يهَا مِنْ كُلِّ زَوْجٍ كَر۪يمٍ

“Asîman bê sitûn xuliqandîyê. Hûn wê dibinin. Ji bo ku erd we nehejîne (li wê derê ji çiyan) qazixan çikandîye û ji her zindîyan li wir belav kiriye. Me ji esman av daxistîye û li wê derê ji her hêşînahîyên xweşik cot bi cot xuliqandîyê.”[5]

Ew girseyên hiphipe di wê valahîyê de li hevdu nakevin û nabin sedema kaos û felaketê û di rêgeha xwe de tevdigerin û diherikin. Ha ev bixwe kontrol û venihêrîya Allahê El-Muheymîn e. Eger Allah (ac) vê pergala gerdûnê yek lehzeyek jî bê kontrol bihêle dê felaketên ku di dîrokê de nehatîye dîtin bên serê alema însanîyetê.

اِنَّ اللّٰهَ يُمْسِكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ اَنْ تَزُولَاۚ وَلَئِنْ زَالَتَٓا اِنْ اَمْسَكَهُمَا مِنْ اَحَدٍ مِنْ بَعْدِه۪ۜ اِنَّهُ كَانَ حَل۪يمًا غَفُورًا

“Bêguman Allah, erd û asîman radigire da ku nekevin. Eger bikevin ji wî pê ve qet tu kes nikare wan ragire. Bêguman ew, (yê ku cezayên heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paşve davêje/texîr dike) Halîm û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.”[6]

Eger ev kontrol û otorîteya Allah (ac) ya nûwaze nebûna dê pergala gerdûnê tevlîhev bibûna. Zanîna navê Allah (ac) ya El-Muheymîn û mûşahadeya tecellîyên wî ya bênavber înşîrahê dide qelbê mûmînan. Ev şiûr, barê îmtîhanên şer’î û qaderî sivik dike. Li dij zorahîyan ferasetekî muhkem û îradeyekî weke pola û sebireke xweşik dide mûmînan.

Ji bo wî mûmînê bawerîya bi Allahekî wisan anîye ku kontrol û serwerîya wî bi awayekî nûwaze dorpêçker e êdî jê re qet tu astengî û zorahîya ku bi ser nekeve tune. Ev jî aqîdeyekî wisan e ku hemû rêyên ku şeytan dixwaze bikeve qelbê însan lê tê girtin.

Eger ev heqîqet baş fêm nebe di jiyana însan de her tişt ji bo wî dibe fitne û de wî ji evdîtîya Allah (ac) asteng bike. Jin û zaroyên wî jê re dibin fitne… Endîşeya rizqê ji bo wî dibe fitne… Daxwaza jîyînê û tirsa mirinê ji bo wî dibe fitne…

Ew kesê vê heqîqetê fêm neke li dij jiyaneke bi zorahîyan dorpêçkirî de dê qels û bêhêz bimîne. Her bûyera li xweşa wî naçe dê bibe sebebê hilweşîna wî ya derûnî. Birastî ew kesê pêbawer be ku her tişt di bin kontrola Allahê El-Muheymîn de ye li dij zorahîyên jiyanê xurttir dibe. Bi bûyeran û bi sebebê wan ve naeliqe. Ew, serwerîya mutleq ya li pişt hedîseyan dibîne.

Qûr’ana Kerîm Jî Muheymîn E

وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا

“Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur’anê) bi heqî nazil kir…”[7]

Allah (ac) di vê ayetê de bi me dide zanîn ku Qûr’ana Kerîm jî Muheymîn e. Lewre ev Kitêb di bin parastina Allah (ac) de ye û dê hetanî qiyametê vê taybetîya xwe biparêze. Jixwe çiqas agahîyên dînî yên berîya îslamê de hebin mecbûre ku di parzûna Qûr’anê de biborin. Hemû agahîyên piştî Qûr’anê hatine hilberandin jî divê di heymeneya/di venihêrîya Qûr’anê de be.

Her çi agahî û zanistîyên di bin tesdîq û venihêrîya Qûr’anê de bibore ew îslamî ye, aîdê îslamê ye. Ew agahî û zanistîyên di bin tesdîq û venihêrîya Qûr’anê de neborin jî ne agahî û zanistîyên îslamî ne. Qûr’ana Kerîm ji me re ne bitenê ji bo ilmên olî, ji bo zanistîyên fennî jî muheymîn û venihêr e. Lewre zanistî dişehite lê belê Qûr’ana Kerîm naşehite. Zanist, berhema însan e. Qûr’an, wehîya Allah e. Zanist dibe ku agahîyên xwe yên berê betal bike û biçewtîne. Lê belê Qûr’ana Kerîm agahîyên wehîyê yên berê tesdîq dike.

Eger Qûr’ana Kerîm di têkîlîyên ferdî û civakî û navneteweyî de ne muheymîn/venihêr be fêm dibe ku bi heqî îman pê nehatîye anîn. Digel bi îdîaya îman anîn û xwendina Kitêbê tiştê berê qewmên berîya me de dabû rêşaşîtîyê jî ev bû. Îdîaya bawerîya wan hebû lê pê amel nedikirin. Dixwendin li bi hukmên wê hukim nedikirin.

Ew kes an jî civakên ku bi hewcetîyên/bi pêwistîyên Kitêbê amel nakin û di lihevnekirinên xwe de wê Kitêbê li ser xwe hakem nagirin û di karûbarên rêveberîyê de pê hukim nakin, bi rastî ne li ser tiştekî ne. Yanê ew xwe nisbetê Kitêbê bikin jî li îndallah/li cem Allah ne ji ehlê wê Kitêbê ne.

قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لَسْتُمْ عَلٰى شَيْءٍ حَتّٰى تُق۪يمُوا التَّوْرٰيةَ وَالْاِنْج۪يلَ وَمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكُمْ مِنْ رَبِّكُمْۜ وَلَيَز۪يدَنَّ كَث۪يرًا مِنْهُمْ مَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ طُغْيَانًا وَكُفْرًاۚ فَلَا تَأْسَ عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِر۪ينَ

“Bibêje: ‘Gelî Ehlê Kitêb! Heta hûn Tewrat û Încîl û ya ku ji Rabbê we ji we re nazil bûye (bi hukmên di navê de amel nekin û) qayîm nekin hûn qet ne li ser tiştekî ne.’ Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur’an) wê kufr û harîtîya pirên wan zêdetir bike. Tu ji bo qewmê kafir xemgîn nebe!”[8]

Ew kesên ayet behsa wan dike ew in ku tiştê ji Kitêbê li xweşa wan be wê demê dibin tabîê wê û ya ku ne li xweşa wan be davêjin pişt gûhê xwe. Bi vê awayê qismekî ji ayetên Allah (ac) înkar dikin. Lewre dîn yekpare ye û bitevahî aîdê Allah e. Muslîmtî jî enceq bi teslîmîyeteke bêkêmasî pêk bê.

Allahê El-Muheymîn Hez Evdên Xwe Yên Venihêra Nefsa Xwe Ne Dike

Exlaqgirtina bi navê El-Muheymîn ew e ku; mirov li ser nefsa xwe otorite deyne û wê bixe bin kontrole. Allah (ac) der heqê van kesan de wiha gotîye:

وَاَمَّا مَنْ خَافَ مَقَامَ رَبِّه۪ وَنَهَى النَّفْسَ عَنِ الْهَوٰىۙ فَاِنَّ الْجَنَّةَ هِيَ الْمَأْوٰىۜ

“Kî jî ji meqamê Rabbê xwe bitirse û ji daxwazên nefsa xwe (yên ne meşrû re) bibe asteng, Qet tu guman tune, cennet (jê re) sitargeh e.”[9]

Ev ayet bi me dide zanîn ku nefs herûdaîm hin daxwazîyan dike. Ev daxwazîyên wê bi wasewasên şeytan pêk tê. Evdîtî ew e ku bikeve pêşîya van daxwazan û nefsa xwe ji kirina van tiştan bide paş. Du rêyên vê têkoşînê heye. Mirov ya dê nefsa xwe bixe bin venihêrî û kontrola îradeya xwe an jî dê nefs bixwe wî kesê bixwe bin kontrola xwe. Sitargeha kesên yekemîn cennet û ya duyemîn jî cehennem e.

فَاَمَّا مَنْ طَغٰىۙ وَاٰثَرَ الْحَيٰوةَ الدُّنْيَا فَاِنَّ الْجَح۪يمَ هِيَ الْمَأْوٰىۜ

“Her kî ji hedê xwe bibore û bitirtî bike… Û jiyana dinyayê tercîh bike… Qet tu guman tune, cehennem (jê re) sitargeh e.”[10]

Îmam Xazalî dibêje Allah (ac) bi sê tiştan ev gerdûn kontrol dike: “Îlim, qudret û berdewamîya herduyan.” Şîreta wî ya li wan kesên dixwazin nefsa xwe terbiye bikin jî ev e: Ew kes eger nefsa xwe nas bike û bibe xwedî îrade û li ser vê mijarê sebatkar be dê bi nefsa xwe bikaribe.

Naskirana Nefsê

Allah (ac) sê sifetên nefsê hînî însan kiriye.

Nefsa Emmare (Nefsa pirzêde emrê xerabîyan dike.)

Nefsa Lewwame (Nefsa xerabîyan dilomîne.)

Nefsa Mutmaînne (Nefsa gihîştîye sukûnetê/îtmînanê.)

A yekemîn ew nefsa pirzêde emrê xerabîyan dike ye.

وَمَٓا اُبَرِّئُ نَفْس۪يۚ اِنَّ النَّفْسَ لَاَمَّارَةٌ بِالسُّٓوءِ اِلَّا مَا رَحِمَ رَبّ۪يۜ اِنَّ رَبّ۪ي غَفُورٌ رَح۪يمٌ

“Ez nefsa xwe tezkîye/berî nakim. Lewre nefs -ew ên ku Rabbê min li wan hatîye rahmê ne tê de- emrê xerabîyê dike…”[11]

Nefsa lewwamê jî a duyemîn e û di her însanê de heye. Ev jî teqwaya ku di cewhera her însanê de heye temsîl dike.

لَٓا اُقْسِمُ بِيَوْمِ الْقِيٰمَةِۙ وَلَٓا اُقْسِمُ بِالنَّفْسِ اللَّوَّامَةِ

“Bi roja qiyametê sond dixwim. Bi wê nefsa pirzêde lomekar jî sond dixwim.”[12]

A sêyemîn jî nefsa mutmaînne ye. Allah (ac) der heqê wê de wiha gotîye:

يَٓا اَيَّتُهَا النَّفْسُ الْمُطْمَئِنَّةُۗ اِرْجِع۪ٓي اِلٰى رَبِّكِ رَاضِيَةً مَرْضِيَّةًۚ

“Ya ew nefsa mutmeîn bûye! Wek razîbûyî û razîkirî li Rabbê xwe vegere.”[13]

Birastî xala destpêka însan nefsa emmare ye ku pirzêde emrê xerabîyan dike û ew di însan de hêla fucûrê temsil dike.

فَاَلْهَمَهَا فُجُورَهَا وَتَقْوٰيهَاۙ وَنَفْسٍ وَمَا سَوّٰيهَاۙ

“Bi nefsê û bi yê ku ew sererast kiriye… Bi wî ya ku îlhama xerabîyê û teqwayê lê kiriye (sond bi van hemûyan be ku).”[14]

Ew kesên nefsên xwe dilomînin û Allah (ac) û axîretê bi bîra xwe tînin jî dibin xwedîyê nefsa mutmaînne. Bi awayekî wisan tên pêşwazkirin ku ew ji Allah (ac) razî ne û Allah (ac) jî ji wan razî ye. Zanibin ku ew nefsa lomekarê xwe be, bi rûmet e. Ew, dengê teqwa ya ku Allah (ac) îlhamê nefsa wî dike ye. Divê em gûhên xwe bidin wê dengê da ku ew deng bilindtir bibe. Ew deng; di berdêla gûnehan de dengê poşmanîya ku ji dil û can tê hestkirin e.

قُلْ كُلٌّ يَعْمَلُ عَلٰى شَاكِلَتِه۪ۜ فَرَبُّكُمْ اَعْلَمُ بِمَنْ هُوَ اَهْدٰى سَب۪يلًا۟

“Bibêje: ‘Herkes li gorî xûy/tebîet/meşreba xwe tevdigere. Ji we kî li ser rêya rast be Rabbê we herî çêtir dizane.’ ”[15]

Kesê bixwaze venihêrîya nefsa xwe bike û wê bixe bin kontrola xwe divê taybetîyên kesayetîya xwe qenc nas bike. Divê bizanibe ka gelo hêzdarî û zeafîyetên wî çi ne. Ka gelo şeytan ji kîjan derîyê de nêzî wî dibe? Nefsa wî xerabîyan bi kîjan peyvan dixemilîne?

Divê zanibe ka kîjan amelên salih ji bo qelbê wî wek derman û şîfa ye û kîjan guneh ji bo wî weke zikê nerm e. Dê nefsa xwe nas bike da ku bikaribe pê re têbikoşe û wê bixe bin kontrola xwe. Dijminê ku nayê naskirin mirov nikare pê re micadele bike. Eger bike jî dê têk biçe. Madem evdîtî têkoşîna li dij şeytan û nefs e herwiha naskirina wan jî beşeke ji evdîtîyê ye.

Li Dij Nefsê Bûyîna Xwedî Îrade/Qûdret

Qûdret ew e ku di guherandina xerabîyan û beralîbûna xêran de mirov xwedî îrade bibe. Lewre ev tişt sûnnetullaheke negûherbar e: Allah (ac) dixwaze ku evd pêgavekî bavêje û îradeya xwe ya li ser xêrê bêxe holê.

اِنَّ اللّٰهَ لَا يُغَيِّرُ مَا بِقَوْمٍ حَتّٰى يُغَيِّرُوا مَا بِاَنْفُسِهِمْۜ

“…Bêguman heta ku qewmek rewşa xwe neguherîne, Allah rewşa (ser û berê) tu qewmî naguherîne…”[16]

Dema ku pêgava ewil ji evd hat, Allah (ac) bi piştekî û alîkarîya xwe vê pêgavê qewîn dike. Allah (ac) hez mûmînên xwedî îrade û hêzdar dike. Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Mûmînê hêzdar li îndallah ji yê qels bixêrtir e û ji Allah (ac) re hêj şêrîntir e; lê di herduyan de jî xêr heye. Di mijara xêrê de tu bihêrs be. Ji Allah alîkarî bixwaze û nebe ji wanên dikevin aczîyetê.”[17]

Kesên ku dinyayê dixwazin û ji bo rizqê xwe dikevin endîşeyê û xeyala wan xanîyeke herî xweşiktir û otomobîlekî sermodel e helbet dê îradeya wan jî di vê îstîqametê de şekil bigire. Di îş û karên dinyewî de daxwazker in lê di xebat û xizmetên ûxrewî de bêdil û zexel in.

Ligel vê însan carînan jî bi bêdilîtîyê tê ceribandin. Naxwaze ku qet tu tiştî bike. Di demên wisan de divê ji hêz û qudreta xwe teberrî bike û divê zimanê wî bi zikra “La hawle we la qûwete îlla bîllah…” meşxûl bibe. Bi tobe û îstîxfara pirzêde dê nefsa xwe ji barê wê xelas bike. Lewre guneh û masîyet barên manewî yên pir giran in ku pişta mirov qilûz dikin. Rizgarîya ji wan jî tobe û îstîxfara pirzêde ye.

Di Berdewamkirina Van Herdu Mijaran De Sebatkarî

Em nefsa xwe bi îlim û qûdretê dixin bin kontrolê. Lê em însan in. Em çiqas qenc bin jî dîsa dibe ku em meyla gûnehan bikin û ji bîr bikin û bibin ji zilimkaran û bikevin xefletê. Xeta û guneh ji bo însan e. Eger Allah (ac) mirada bêgûnehtîya me bikirana dê me wek melaîket bixûliqandana.

Sebatkarîya der heqê kontrola nefsê de nayê maneya bêgûnehtîyê. Sebat ew e ku; mirov gunehan bike jî berdewama têkoşîna kontrol û venihêrîya nefsa xwe bidomîne. Ev jî bûyîna ji “tewwabîn” mimkûn e.

اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ التَّوَّاب۪ينَ وَيُحِبُّ الْمُتَطَهِّر۪ينَ

“…Bêguman Allah ji wan kesên ku pir tobe dikin hez dike. Ji kesên xwe pir paqij dikin jî hez dike.”[18]

Em li ber xwe didin da ku em gûnehan nekin. Digel vê eger em guneh bikin jî em dev ji vê têkoşîna xwe bernadin. Em ê bi paqijkirina xwe ya bi tobe û îstîxfarê meşa xwe bidomînin. Tobe ji bo di vê rêyê de berdewama wan kesên di rê de tera dibin û ser û nava xwe paqij dikin re heye.

Eger ev mijar fêm nebe sebata têkoşîna kontrola nefsê pir zor e. Lewre her cara guneh dike şeytan nêzî wî kesî dibe û pistepista neserkeftîbûna wî ya di vê têkoşînê de dike. Însan bal bi bêomîdîyê ve dikişkişîne. Bila neyê jibîr kirin ku; sebata têkoşîna kontrola nefsê bi exlaqgirtina tobeyê pêk tê.

Dûaya Bi Navê El-Muheymîn

Ya Rabbê me yê El-Muheymîn!

Her tişt di bin venihêrî û kontrola te de ye.

Her tişt li ber îradeya te sitûxwar û teslîmê otorîteya te bûye.

Rabbê me!

Tu El-Muheymîn î. Hez evdên xwe yên muheymîn dikî.

Teqwayê bide nefsa me û wê zelal bike.

Rabbê me!

Bi îhsan û alîkarîya xwe venihêrtîya nefsa me û beralîkirina wê ya bal bi xêrê ve ji bo me hêsan bike.

Allahumme amîn.


[1] 59/Haşr, 23

[2] 5/Maîde, 48

[3] 67/Mûlk, 3-5

[4] 21/Enbîya, 32

[5] 31/Lûqman, 10

[6] 35/Fatir, 41

[7] 5/Maîde, 48

[8] 5/Maîde, 68

[9] 79/Nazîat, 40-41

[10] 79/Nazîat, 37-39

[11] 12/Yûsuf, 53

[12] 75/Qiyamet, 1-2

[13] 89/Fecr, 27-28

[14] 91/Şems, 7-8

[15] 17/Îsra, 84

[16] 13/Ra’d, 11

[17] Mûslîm, 2664

[18] 2/Baqara, 222

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver