Di Îslamê de rastî pîvana îman û exlaq e. Berhêlî, di vê serdema dinya me ya îroyîn ku çavkanîyên agahîyê pir bi cûr in û berberîbûna îdeolojîk zêde ne de di navenda aramîya ferdî û civakî de wek xêza jiyaneke rast û dirûst cih digire. Di vê bendê de emrê “…çawa ku li te hatîye emirkirin rast be”[1] him ji hêla gihandina derûnî û him ji bo pêkanîna pergala civakî nûnerîya bingeheke bi qîmet dike. Allah (ac) di Qur’ana Kerîm de wiha ferman dike:
“Tu û ew ên bi te re tobe kirine çawa ku li te hatîye emirkirin rast be (rast bin)! Bitir nebin! (Lewre) ew, kar û kirinên we dibîne.”[2]
Peyva berhêlî/îstîqamet di vê bendê de tê ser vê maneyê: “Berîya averêbûna rast û çep, oldarîyeke berdewamî û xêza jiyanê…” Sufyan b. Abdullah es-Seqafî (ra) ji Resûlullah (ass) re got “Ya Resûlullah! Şîretekî li min bike da ku ez ji tu kesî tiştekî din nepirsim.” Resûlullah (ass) jê re wiha got: “Bibêje ‘min îman bi Allah anî û paşê li ser îstîqamet sebat bike.’ ”[3]
Ev emrê rastbûnê wek berpirsîyarîyeke ku li Resûlullah (ass) û li ûmmeta wî hatîye barkirin e. Ûlemayên îslamê “rastbûyînê” wek pergala helwest û rêbaza di pîvana Qûr’an û Sûnnetê de bê jîyîn rave kirine.
Berteka Resûlullah (ass) ya dij vê ayetê birastî hukmê wê û mesûlîyeta derûnî û barê berhêlî ya li ser mûmînan herî zêde girantir dike. Resûlullah (ass) li ser vê mijarê wiha gotiye:
“Sûreya Hûd ez pîr kirim.”[4]
Lewre ev emir ne bitenê çalakîyeke ferdî ye, berevajî teslîmîyeteke îmanî û rewşa berxwedana bênavber di nava xwe de dihewîne. Li gorî rîwayeta Abdullah b. Mes’ûd (ra), Resûlullah (ass) wiha gotiye:
“Rastî, meriv dibe qencîyê, qencî jî digihîjîne cennetê. Meriv li ser rastîyê didomîne. Hetanî wisan ku li îndallah wek siddîq tê nivîsandin. Derew, meriv dibe ficûrê, ficûr jî digihîjine agir. Meriv dema di gotina derew de israr bike, axir li îndallah wek kezzab/pir derewkar tê nivîsandin.”[5]
Ev hedîs, bi me dide zanîn ku rastbûyîn ne bitenê qaîdeyeke exlaqî ye, ligel vê hêmaneke wisan e ku hêla qedera meriv ya bêdawî diyar dike. Pevcivana îman û pratîka rastîyê dibe wesîleya rûmetgirtina evd ya li îndallah. Allah (ac) di Qur’ana Kerîm de wiha ferman dike:
“Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û gotina rast/zexm/adil bibêjin. (Da ku Allah jî di muqabilê vê de) amelên we bisilhîne û gunehên we bibexşîne. Kî jî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike, bêguman wî qezenc û xelasîyeke mezin bi dest xwe xistîye.”[6]
Bêguman di rastîyê de bandoreke guhêrker ya li ser nîyeta însan heye. Meriv bi vê awayê aramîya wijdanî û tetmîna exlaqî û perwerdekarîya manewî bidest dihêxe.
Li gorî rîwayeta Ebû Hûreyre (ra), Resûlullah (ass) li ser vê mijarê wiha gotiye:
“Misilman ew kes e ku misilmanên din (ji hêla zerardayînê ve) ji dest û zimanê wî di ewlehîyê de ne…”[7]
Ev vegotin, bi eşkerehî nîşanê me dide ku rastî ji eşkêla/hemtaya mezîyetekê zêdetir e. Em dikarin bibêjin rastî bingeha civakekê ye. Ewlehî, veavahîya bingehîn ya civakê pêk tîne. Rastî û dilsozîtî jî vê rewşê diparêze.
Di şert û mercên roja me ya zorlêker de meriv bi pirsgirêkên weke herkîna agahîya lezgîn û bi rîska dezenformasyonê û bi mehana/bi erozyona etîk re rûbirû maye. Rastbûyîna di vê dorhêlê de di alema derûnî ya meriv de wezîfeya pisûleyê pêk tîne.
Emrên Qûr’anî û nimûnetîya Nebewî û rastîya ku çavkanîya ewlehîya civakî ava dike nîşanî me dide ku emrê “Rastbûyîn” ne bitenê peyvek e. Berevajî ev emir bo mûmînan terza jiyanê û nasnameyeke xurt e. Îstîqamet, ne jîyîna li ser bawerîyê tenê ye, di heman demê de meşeke wisan e ku di her qada jiyanê de armanca wê rastî ye.
Allah (ac) em ji wan kesên ku di zorahîyan de jî ji rastan in binivîse.
Rastîyê ne di axaftin tenê de di her rewş û helwestên me de di ziman û qelb û amelên me de bicih bike.
Allahûmme amîn.
[1] 11/Hûd, 112
[2] 11/Hûd, 112
[3] Mûslîm, Îmân 62; Tirmizî, Zûhd 61
[4] Tirmizî, Tefsîr, 3297; Kurtubî, IX, 107
[5] Bûxarî, 6094; Muslîm, 2607
[6] 33/Ehzâb, 70-71
[7] Tirmizî, 2627
İlk Yorumu Sen Yap