EL-MÛSAWWÎR/المصوّر

Ev nav ji koka “Sa-we-ra/Sûre” çêbûyî ye û dihê ser maneya suret û şêwe. El-Mûsawwîr, suret û şêweyên hemû heyînan pêşnûma dike. El-Mûsawwîr tê ser maneya Allahê sûret û şêwe dide evdên xwe. Delaletê vê maneyê dike ku xûliqandina Allah (ac) bi suret û şêwe pêk tê. Maneyeke El-Mûsawwîr jî ev e: Allahê ku azayên bedena însan lihevhatî xûliqandîye û li gorî meşîyeta xwe wan azayan bicih kiriye.

هُوَالَّذ۪ي يُصَوِّرُكُمْ فِي الْاَرْحَامِ كَيْفَ يَشَٓاءُۜ

“Yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we ew e.”[1]

Ew Allahê ku însan di şêweyên cûrbicûr de xûliqandîye û hinekan ji hinên din ji hêla sûret û barist/hacim û reng ve veqetandîye ji her qisûr û kêmasîyan mûnezzeh e. Ew e yê ku di rehîman de gav bi gav şêwe/sûret dide her yekê candar.

Esmayê El-Mûsawwîr wek nav bitenê di sûreya Haşr de dibore.

هُوَاللّٰهُ الْخَالِقُ الْبَارِئُ الْمُصَوِّرُ لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰىۜ

“Ew Allah e ku; (her tiştî ji tunebûnê heyî kiriye) El-Xaliq e. (Ew ê bê qisûr û bi aheng xuliqandîye) El-Barî ye. (Ew ê li gorî daxwaza xwe sûret dide mexluqên xwe) El-Musewwîr e. Hemû esmayên/navên herî xweşik yên wî ne…”[2]

Wekî din ev nav di Qûr’ana Kerîm de wek fiîl/kiryar di du cihan de dibore.

هُوَ الَّذ۪ي يُصَوِّرُكُمْ فِي الْاَرْحَامِ…

“Yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we ew e…”

يَٓا اَيُّهَا الْاِنْسَانُ مَا غَرَّكَ بِرَبِّكَ الْكَر۪يمِۙ اَلَّذ۪ي خَلَقَكَ فَسَوّٰيكَ فَعَدَلَكَۙ ف۪ٓي اَيِّ صُورَةٍ مَا شَٓاءَ رَكَّبَكَۜ

“Ya însan! Çi tiştî tu li hemberî Rabbê te yê Kerîm xapandîye? Ew e ku te xuliqand û te rêkûpêk kir û li ser ahengê/muwazeneyê çêkir. Bi awayekî ku daxwaz kiriye te civand û heyî kir.”[3]

El-Mûsawwîr ew e ku bergeha her tiştî li gorî daxwaza xwe şêwe dike û sererast dike. El-Mûsawwîr; ji bo danasîna hevdu, heyînan di sûretên cuda de dixûliqîne. Teswîr, dihê ser maneya plankirin û şekildayînê. Allahê El-Mûsawwîr însan di zikê dîya wî de di sê astan de borandîye.

Her astek ji yê din cihê ye. Însan di zikê dîya xwe de dibe xwînpareyek/alaqek. Paşê ew alaq dibe weke parçeyek goştê cûtî/mudxe. Piştre ew parçeya goşt li hestî dihê kirin. Axir ew wek heyîneke herî cûda/cihêreng dihê avakirin. Allah (ac) suret û şêweya însan ya taybetmendî ku dê ji hemû mirovên din cihê bibe di vê astê de pêk tîne.

Herwiha navê Allahê El-Mûsawwîr di vê merheleyê de tecellî dike. Bêgûman ev suret û şêwêdayîn bi kamiltîya atoman û hêmanên ku hêj berê de xûliqandî ne derdikeve rastê.

Wek mînak em bidin, sûreta însan tecellîya navê El-Mûsawwîr e. Cihê çav û bêvl û lêv û gûhên di rûyê însan de sûret dayîna Allahê El-Mûsawwîr e. Allahê El-Mûsawwîr mexlûqatên xwe çawa lêrasthatî naxûliqîne. Piştî xûliqandinê sûret û şêweyeke taybetmendî dide wan. Ligel vê mexlûqatên Allah (ac) naşibin hevdu.

Her yek ji wan xwedîyê xisûsîyetên xwe bixwe ne. Dema hûn zarokên bercêwî bidin ber çavên xwe hûnê ferqa di navbera wan de bibînin. Belê, bercêwî ne jî lê her yek ji wan xwedî taybetîyên cûda ne. Mînaka di vê mijarê de ya herî nûwaze ji hev cudatîya rêçtilîya bi milyaran însanan e.

Di vê gerdûnê de cureyên heyînên candar dibe ku bi milyaran, hetanî bi trîlyonan hene. Her cureyeke candar ji yên din cihêrengtir e. Her cureyek jî di nava xwe de bi taybetmendîyên xwe ji hevdu diveqetin.

Evd, pêwiste vê rastîyê qenc fêm bike ku dema vê nav û sifetê baş zanibe û pê serwext bibe û pêbawer be dê ji Rabbê xwe yê El-Mûsawwîr re hêj çêtir û bi dilsozîtî û li ser îxlasê evdîtîyê bike. Lewre evdîtî îbadeteke wisan e ku enceq bi îxlas û bi dilsozîtî bê kirin li îndallah meqbûl dibe.

Teswîr, Rêya Pûtperestîyê Vedike

Dîya me Aîşe (r.anha) wiha neqil kiriye:

“Ummû Habîbe û Ummû Seleme ji Rasûlullah (sav) re behsa kilîseyeke filleyan kirin ku li Habeşîstanê dîtibûn. Gotin navê wê kilîsê “Dêra Marîya” bû û di nava wê de hin sûret hebûn. Li ser vê yekê Rasûlullah (sav) ji wan re wiha got:

“Ewana kesên wisan in ku dema kesekî salih/qenc yê di nav wan de dimir li ser qebra wî kesî mizgeftek çêdikirin û sûretan xêz dikirin. Ha ew sûret (ên we dîtin) jî ji wan sûretan in. Ewana roja qiyametê li îndallah herî xerabtirê mexlûqatan in.”[4]

Ji vê hedîsê fêm dibe ku xêzkirina teswîran carînan ji bo qewmekî dibe sedema afateke weke şirk û pûtperestîyê. Îmam Kurtûbî (rh) di tefsîra sûreya Nûh ayeta 23. de ji Muhammed b. Ka’b wiha nekil kiriye:

“Hin pût hebûn ku bi navên kesên salih yên ji qewmê Nûh (as) hatibûn navandin. Piştî wefata wan kesên qenc ew qewm pir xemgîn bûn. Şeytan ji wan re wiha got:

“Ez ê ji we re heman sûretê wan kesên qenc sûretan xêz bikim da ku hûn wan herûdaîm bibîr bînin.”

Wan jî vê pêşnîyarîya şeytan qebûl kirin. Wî jî rabû sûretên wan kesên salih di nava mizgeftê de ji baqir û zirincê xêz kir û çêkir. Çiqas kesê qenc dimir sûretê wî jî çêdikir. Axir piştî demekê evdîtîya ji Allah (ac) terk kirin. Şeytan ji wan re got:

“Çi dibe ji we ku hûn perestîya tiştekî nakin?” Wan jî gotin:

“Ka em ê ji çi re perestîyê bikin?”

Şeytan ji wan re got:

“Perestîya îlahên xwe û yên bavûkalên xwe bikin. Ma hûn qet wan sûretên di mizgeftên xwe de nabînin?” Li ser vê mijarê rabûn ji xeynî Allah (ac) dest bi perestîya wan sûretan û pûtan kirin. Dema Nûh (as) ji wan re wek pêxember hatibû jê re wiha gotin:

وَقَالُوا لَا تَذَرُنَّ اٰلِهَتَكُمْ وَلَا تَذَرُنَّ وَدًّا وَلَا سُوَاعًاۙ وَلَا يَغُوثَ وَيَعُوقَ وَنَسْرًاۚ

“Û gotin: ‘Nebe ku hûn dev ji îlâhên xwe berdin. Dev ji Wedd û Suwa û Yexûs û Yeûq û Nesrê bernedin.”[5]

Abdullah b. Abbas (ra) wiha gotîye:

“Pût û pelatên qewmê Nûh, piştre bûn pûtên Ereban… Evana navên kesên qenc/salih yên ji qewmê Nûh bûn. Dema ku ew mirin şeytan di nav qewmê wan û di cîvata wan de pistepistê li wan kir ku pûtan biçikînin û wan bi navê bavûkalên wan binavînin. Wan jî wisan kir. Hetanî wefat kirin jî îbadet li wan pûtan nehatibû kirin. Çi dema ku ew mirin çûn û ilim jî ji holê rabû. Êdî însanan dest bi perestîya van kirin.”[6]

Ibnî Cerîr (rh) dibêje:

“Muhammed b. Qays (rh) wiha gotîye: ‘Ev kesên hanê qewmekî salih bûn ku di dewra navbera Âdem (as) û Nûh (as) de jiyîbûn. Peyrevên wan kesan jî hebûn. Dema ku ew jî mirin, hevalên wan ên li dûv wan gotin: ‘Em sûretên wan xêz bikin da ku dema em wan bi bîra xwe bînin bila me teşwîqê îbadetê bikin.’

Paşê sûretên wan xêz kirin. Dema ku ew nifş/nesil jî wefat kir û nesleke din hat şûna wan, şeytan ket nava wan û ji wan re wiha got: ‘Bavûkalên we yên berîya we perestîya van dikirin û bi saya wan baran li wan dibarîya.’

Êdî piştî vêya însanan jî dest bi perestîya wan pûtan kirin.”[7]

Dûaya Bi Navê El-Mûsawwîr

اَللّٰهُمَّ اَحْسَنْتَ خَلْقِي فَاَحْسِنْ خُلُقِي

Allahê min!

Te xûliqandina min çawa xweşik çêkiribe, tu exlaqê min jî xweşik bikî.

Allahê min!

Hîdayet bidî min û min bigihîjînî rêya rast.

Allahê min!

Ez ji te hîdayet û sebata li ser rêya rast dixwazim.

Allahumme amîn.


[1] 3/Al-î Îmran, 6

[2] 59/Haşr, 24

[3] 82/Înfîtar, 6-8

[4] Bûxarî, 1-165; Mûslîm, 1-375

[5] 71/Nûh, 23

[6] Bûxarî, 4920

[7] Tefsîra Taberî

Önerilen makaleler