Kesên Bîd’etker Xwe Bixwe Têxe Xetereyê

Em ê di vê beşê de li ser hin xetereyên/talûkeyên bîd’etê û zerar û xerabîya bîd’etkeran bisekinin. Da ku em zanibin lihevanîna bîd’etê û bîd’etkerî çiqas bixetere ye û potansîyela xerabîyê dihewîne. Ew kesên dibêjin “Bîd’et bi awayê ‘Bîd’eta Hesene’ û ‘Bîd’eta Seyyîe’ du beş in xwe bixwe dixin berpirsîyarî û webalekî herî giran.

Em bi tiştên dibêjin û rave dikin de wek bêkêmasî pêbawer in. Qenc û neqenca bîd’etê tûne. Rasûlullah (ass) vê mijarê bi awayekî herî zelal rave kiriye. Eshabîyên wî jî di vê xisûsê de îteata Rasûlullah (ass) kirine û vê heqîqetê di pratîka xwe de nîşan dane.

Îttîba û îteata Pêxember (as) di heman demê de îsbata hezkirina Allah e (ac). Ji vê rastîyê encamekî wisan derdikeve holê. Ew kesê amelekî ku Rasûlullah (ass) di warê dîn de nekirîye rabe bi nav û sifetên ji hev cûda bike, ha ew mirov di eslê xwe de di îdîaya hezkirina Allah (ac) de jî derewker e.

Ev tişt bi çi awayê fêm dibe? Lewre wî terka sûnnetê kiriye û qîma xwe bi bîd’etkerîyê anîye. Digel zelalî û tahirîya sûnnetê dev jê berdide û dide pey amelên bîd’et an jî ji ber ku xweş dibîne ji aqil û hewayên xwe hin amelên din derdixe.

Bêguman kesê îdîa dike ku îman bi Pêxember (ass) anîye divê vê îdîaya xwe bi tabîbûna sûnneta Rasûlullah (ass) îsbat bike. Bêguman Rasûlullah (ass) her çi amelên hene ku dê ûmmeta xwe nêzî cennetê bike û wan ji dojehê dûr bixe nîşan daye û rave kiriye. Weke vê Rasûlullah (ass) taatên Allah (ac) ferman kirine û tiştên ji însanan re heram kiriye jî ûmmeta xwe ji wan parastîye.

Me di rêzên borî de daxûyandibû ku pêwistîya îman anîna “Muhammedun Rasûlullah” di hemû tiştên wî me bi wan agahdar kiriye de rastandina/tesdîqkirina Rasûlullah (ass) bû. Ew kes eger birastî Pêxember (ass) tesdîq bikirana dê pêbawer bibûna ku Pêxember (ass) di warê dîn de her çi taat û îbadet hene nîşan daye û hînî ûmmeta xwe kiriye.

Di heman demê de ji bo ku xwe biparêzin ûmmeta xwe der heqê heram û masîyetan ve hişyar kiriye. Digel vê zanîn û bawerîyê kesê bîd’etker li gorî xweşdîtina xwe hin cureyên îbadet û taatê dernedixist. Ji ber vê yekê qet tu dilsozîtîya îdîaya wî kesê bîd’etker ya îttîbaya Rasûlullah (ass) tûne.

Amelên Xwedîyê Bîd’etê Ne Meqbûl E

Qûr’ana Pîroz dibêje û em jî dubare dikin ku tabîbûn û peyrevîtîya Rasûlullah (ass) ji bo kesê daxwazker rizgarî û xelasî ye. Lê belê kesê bîd’etker ji vê rizgarî û xelasîyê bêpar e. Amel kiriye lê ew amelên wî bi bêrûmetî û wek bê qîmet lê hatîye vegerandin. Li gorî rîwayeta dîya me Aîşe (r.anha) Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Her kî di dînê me de tiştekî ku tê de tûne ye derxîne ew tişt (amel) jê nayê qebûl kirin.”[1]

Ji îbareya “…tiştekî ku tê de tûne…” meqset; hemû peyv û amel ên ku ne mûwafiqê şerîetê ne. Wisan ku qaîde û delîlên şerîetê şadehî li ser wan gotin û amelan nake. Herwiha ji xwedîyê xwe re tê vegerandin û jê nayê qebûlkirin. Amelên kesê bîd’etker her çiqas zêde be jî û di kirina van amelan de her çiqas westayî/betilî be jî ew amelên wî li îndallah ne meqbûl e û lê hatîye vegerandin. Em vêya fêm dikin ku xwedîyê bîd’etê li îndallah wek tabîbûna hewa û hewesa xwe tê nirxandin. Ev jî xetere û zerara din e.

Tobeya Xwedîyê Bîd’etê Tûne

Tobeya xwedîyê bîd’etê tûne. Rasûlullah (ass) wiha gotîye:

“Medîne, Harem e. Ji alîyê Allah (ac) ve hatîye heramkirin. Her kî li wê derê bîd’etekî derxîne laneta Allah û melaîketan û însanan li ser wî bibare. Allah (ac) qet tu kar û kirinên wî qebûl nake.”[2]

Di orjînala vê metnê de bi awayê “Allah ji wî serf û adl qebûl nake” dibore. Di vê qisima hedîsê de qesta maneya wê di nava alîmên ku ev hedîs şerh kirine de bûye mijara nîqaşê. Hin ji wan gotine tobe û şefaet, hin ji wan gotine ferz û nafîle, hin ji wan jî gotine tobe û fidye ye. Der heqê bîd’etan û bîd’etkeran de welew ku ev hedîs tenê jî hebe divê kesê mûmîn bi hemû hêza xwe ji bîd’etan dûr bimîne. Dema ku ev hedîs bi wan hedîsên din re bê nirxandin encamekî wiha jî derdikeve holê:

“Xwedîyê bîd’etê li cem xwe zen dike ku ew bi her awayî li ser heqîyê ye. Kesê bîd’etker bi vê zena xwe qet tu car xwe muhtacê tobe û îstîxfarê nabîne.” Maneya “Tobeya kesê bîd’etker qebûl nabe” yek jî ev e. Herwiha fêm dibe ku amelên wan dê bê red kirin. Hal ev e ku dê bi rahmeta Allah (ac) amelên însanan bê qebûlkirin lê belê amelê kesê bîd’etker ji ber ku li ber lanetê ketîye nayê qebûl kirin.

Hasenê Basrî (rh) wiha gotîye:

“Allah (ac) tobeya xwedîyê bîd’etê qebûl nake.”[3]

Îmam Îbn Teymîyye (rh) vê mijarê wiha îzah dike:

“…Ji ber vê yekê wekî Sûfyanê Sewrî gelek îmamên ji selefê wiha gotine: ‘Bîd’et ji şeytan re ji masîyetan herî şîrîntir e. Lewre ji bîd’etan nayê tobe kirin, lê ji masîyetan tê tobe kirin. Maneya gotina ‘Ji bîd’etan nayê tobe kirin’ ev e: Xwedîyê bîd’etê, bîd’eta xwe ji bo xwe wek dîn girtîye û ew amelê wî yê xirab jê re li ser navê dîn pir şîrîn û xweşik hatîye nîşandan. Kesê ku amelê xwe xweş bibîne helbet ji wê amelê tobe nake. Lewre pêgava tobeyê ya yekemîn ev e; divê ew kes pêbawer be ku ew amelê wî (ya bîd’et) xirab e.’ Hetanî ku ew amelê xwe xweş bibîne wê jê tobe neke, berevajî dê li ser wê amelê sebat bike…”[4]

Mirovek dema derheqê mijara bîd’etê de pirtûkek bixwîne an guhdarîya vîdeoyekî bike an jî şîreta alimekî bibihîze dibe ku li ser vê mijarê serwext bibe û ji guneha bîd’etê tobe bike. Lê belê ew mirovê ehlê bîd’etê ji ber ku bîd’eta xwe ji dîn dibîne tu demê ji vê bîd’etê tobe nake.

Bîd’et Rêşaşîtî Ye, Xwedîyê Bîd’etê Jî Rêşaş E

Rasûlullah (ass) der heqê xeserata/zîyankarîya xwedîyê bîd’etê de wiha gotîye:

“Roja qiyametê ez ê li hêvîya kesên ji we ku dê bên cem min bimînim. Lê hin kes ji hatina cem min tên men kirin. Ez ê bibêjim: ‘Ya Rabbê min! Evana ji min in, ji ûmmeta min in.’ Dê wiha ji min re bê gotin: ‘Ma tu dizanî ku wan pişt te re çi kirine/di pey te re çi nûjenîyan derxistine?’ Ez jî wiha dibêjim: ‘Xwelî li serê wan kesan be ku piştî min (sûnneta min) guherandine.’ ”[5] Rasûlullah (ass) di hedîsekî din de wiha gotîye:

“…Ji tiştên ku piştre hatine derxistin xwe biparêzin. Lewre her bîd’et dalalet e, rêşaşîtî ye.”[6]

Wekî ku di hedîsê de hatîye ravekirin her bîd’et rêşaşîtî ye. Li gorî vê heqîqetê her bîd’etker jî rêşaş e û noqî dalaletê bûyî ye. Lewre Rasûlullah (ass) bixwe bi vê awayê binav dike. Cerîr b. Abdullah (ra) wiha gotîye:

“Her kî di îslamê de şiverêyeke nû/rê û rêbazeke nû veke ji wî kesê re xêra wê heye. Xêra kesên di wê rêyê de dimeşin jî jê re tê dayîn. Lê ji xêra wan ên din qet tu tişt kêm nabe. Her kî jî di îslamê de şiverêyeke xerab/rê û rêbazeke xerab veke, ji wî kesê re gûneha wê heye. Gûneha kesên di wê rêyê de dimeşin jî parek jê re tê dayîn. Lê ji gûneha kesên din qet tu tişt kêm nabe.”[7]

Her Bîd’etek Sûnnetekî Winda Dike

“Qet tu qewmê bîd’et derdixe tûne ku; muheqeq Allah (ac) ji nava wan sûnnetekî hevşêwe nekişîne û nestîne tûne be.”[8]

Abdullah b. Abbas (ra) wiha gotîye:

“Her sala ku însanan bîd’et derxistine, muheqeq sûnnetek winda dibe. Herwiha bîd’et divejin û sûnnet jî winda dibin.”

Her Bîd’etek Ji Ya Herî Xerabtir Re Derî Vedike

Bêguman xwedîyê bîd’etê di cihekî de nasekine. Her bîd’eta ku pêk tîne wî sewqê bal bi bîd’etetekî din ve dike. Nûqteya ku digihîjîyê ji rewşa destpêkê herî xerabtir e. Lewre kesê ji rê û rêbaza sûnnetê derkeve û dûr bibe êdî dibe dîlê/êsîrê şeytan û hewayê xwe. Ew her du çi bibêjin dê wan tiştan bike û rêya ku nîşan didin wê di wê rêyê de bimeşe.

Dema em li dîroka însanîyetê dinêrin em vêya dibînin: Gelek tiştên wek hûr û biçûk û bêqîmet dihatin dîtin paşê vegerîyan tiştên wisan mezin û giring ku gelek însan bi wan helak bûn. Hin bîd’etên amelî pir caran mirovan sewqê bîd’etên îtîqadî dikin. Herwiha zerar û xerabîya bîd’etê bi kesê bîd’etker tenê ne bisînor e. Zerar û xerabîya bîd’etan digihîje hemû ûmmeta îslamê. Zerar û xerabîya herî mezin yek jî ev e ku bîd’etên amelî û îtîqadî dibin sebebê derengmayîn an jî nehatina alîkarîya Allah (ac).

Dawîya beşa (12.) Dozdehem, dê bidome înşaAllah.


[1]. Bûxarî, 2697; Mûslîm, 1718

[2]. Bûxarî, 1734; Mûslîm, 2429

[3]. Şerh-u Îtîqad Ehli Sûnne, rîwayeta bi hejmara 285

[4]. Fetawa, 10/9

[5]. Bûxarî, 6212; Mûslîm, 2290

[6]. Tirmizî, 16

[7]. Mûslîm, Zekât 69

[8]. Ev gotin her çiqas di Mûsneda Îmam Ahmed (rh) de wek hedîs (4/105) qeydkirî be jî ramana racîh ew e ku wek gotina Hasen b. Sabît û Ûmer b. Abdulazîz hatîye neqilkirin.

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver