Yeqîn Û Îman Weke Rûh Û Bedenê Ne

Şertê (3.) Sêyemîn: Bê Şek û Şubhe Gotina li Ser Yeqînîyê

Ji bo kelîmeya tewhîdê feyde bide însan divê yê ku vê peyvê bêje qet berbayî şek û şubhe û gumanan nekeve û li ser yeqînîyekî qewî bîne ser ziman.

اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ ثُمَّ لَمْ يَرْتَابُوا وَجَاهَدُوا بِاَمْوَالِهِمْ وَاَنْفُسِهِمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَ

“Mumîn, enceq ew ên ku îman bi Allah û Rasûlê wî anîne, piştrê jî (di îmana xwe de) qet nakevin gumanê û di rêya Allah de bi mal û canê xwe cîhadê dikin. Ha ew in yên rast/yên sadiq.”[1]

Komek ji bedewîyan îdîa kirin û gotin ku ‘Em ji mûmînan in’. Allah -azze we celle- ayeta der heqê wan de nazil kir û ji ehwala wan ji bo me wiha diyar kir: ‘We hêj îman neanîye. Belê li gor zahir hûn bûne muslîm/hûn teslîmê îslâmê bûne, lê îmana yeqînî hêj di qelbê we de bi cih nebûye.’

قَالَتِ الْاَعْرَابُ اٰمَنَّاۜ قُلْ لَمْ تُؤْمِنُوا وَلٰكِنْ قُولُٓوا اَسْلَمْنَا وَلَمَّا يَدْخُلِ الْا۪يمَانُ ف۪ي قُلُوبِكُمْۜ وَاِنْ تُط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُ لَا يَلِتْكُمْ مِنْ اَعْمَالِكُمْ شَيْـًٔاۜ اِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

“Bedewîyan gotin: “Me îman anîye.” Bibêje: “We îman ne anîye, lê bibêjin em bûn îslâm.” Îman hêj di dilê we de bi cih nebûye. Eger hûn ji Allah û Rasûlê wî re îteatê bikin; ew ji kar û kirinên we tiştekî kêm nake. Bi rastî Allah Xefûr û Rahîm e.”[2]

Allah -azze we celle- di vê ayetê de îmana ji bo însan bi sûd û feyde diyar dike. Ew îman; îmana wan kesên ku di îmana xwe de bêguman in. Hedîseke nêzmaneyê vê ayetê de Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha dibêje:

“Kî şadeyî bi Lâîlâheîllallah Muhammedunrasûlullah bike û di vê şadeyîya xwe de bê şik û bêguman û bi qelbeke selîm bigêje Allah, dê bikeve cennetê.”[3]

Ji Bo Mayîna Li Ser Yeqînîyê Mirov Çi Bike?

Tehsîl û Hînbûna Îlmê

Ew kelîmeya tewhîdê ye ku, bi îmanekî di dereceya yeqînîyê de tê gotin, ha ev dibe wesîleya ketina cennetê. Kesê mûmîn mecbur e ku vê rewşa yeqînîyê muhafeza bike. Rêya vê jî hînbûna îlmê şer’î ye. Xwendina wê Kîtêbê ye ku delîlên wê qethî û eşkere û fêmbar e. Ji xeynî vê hînbûn û fêmkirin û xwendina beyanên Rasûlullah e sallallahualeyhivesellem.

Lewre yeqîn birayê îlmê ye. Şûbhe jî birayê cehaletê ye. Allah -azze we celle-. Qur’ana Kerîm kirîye şîfa.

يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَٓاءَتْكُمْ مَوْعِظَةٌ مِنْ رَبِّكُمْ وَشِفَٓاءٌ لِمَا فِي الصُّدُورِ وَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِلْمُؤْمِن۪ينَ

“Geli mirovan! Ji we re ji Rabbê we, şîretek û ji bo (derd û kulen) singa we şîfayek û ji bo mûmînan, hîdayet û rehmetek hatîye.”[4]

Birastî qelb jî weke bedenan in. Carinan sax in û carinan jî nexweş in. Ji nexweşînên ku îsabetê qelbê dikin yê herî dijwar gumankerî ye. Lewre gumankerî, îmana mirovekî li boşê derdixe. Gotin û pejirandina “Lâîlâheîllallah” ê xera dike. Lê belê Qur’ana Kerîm ew qelbên ku bi guman û nexweşînên manewî xera bûne, şîfa dide wan qelban. Dema ku qelb dikeve gumana Qur’ana Kerîm, bi hüccet û delîlên mûessîr û eşkere wê qelbê diselihîne û weke dermanekî şîfayê dide.

قُلْ فَلِلّٰهِ الْحُجَّةُ الْبَالِغَةُۚ فَلَوْ شَٓاءَ لَهَدٰيكُمْ اَجْمَع۪ينَ

“Bibêje: “Delîlên bilind (huccet’ul balîxe) ên Allah e. Eger wî bixwesta wê hûn hemû bigihandana hîdayetê.”[5]

Kelb, carinan rêya xwe şaş dike û di nav tarîtîyê de dimîne. Di hin mijaran de çi rast e û çi çewt e tênagihên û serê wî tevlihev e. Ew ayetên Qur’ana Kerîm ku weke nûr in, gelek gemmarî û tarîtîyan zelâl û ronak dike. Herweha Allah -azze we celle- abdên xwe ji tarîtîyan derdixe û beralîyê bal bi nûrê ve dike.

Éقَدْ جَٓاءَكُمْ مِنَ اللّٰهِ نُورٌ وَكِتَابٌ مُب۪ينٌۙ

يَهْد۪ي بِهِ اللّٰهُ مَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَهُ سُبُلَ السَّلَامِ وَيُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِ بِاِذْنِه۪ وَيَهْد۪يهِمْ اِلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ

“… Ji we re, ji Allah nûrek û kîtêbeke mûbîn (eşkere) hatîye. Allah bi wê (kîtêbê) ên didin pey rizaya wî derdixîne selâmetê. Wan bi îzna xwe ji tarîtîyê derdixîne ronahîyê û digihîne rêya rast.”[6]

Alîkarî Xwestina Ji Allah

Kesê mûmîn ji ber piştî rêşaşîtîya piştî hîdayetê herûdaîm xwe dispêre Allah -azze we celle-. Lewre ew ê ku xwedîyê hîdayetê ye Allah e. Mirovek enceq bi lütuf û kerema wî bigigîje hîdayetê. Ew ê ku Hafîz e jî ew e. Abdê xwe ji her new’ê nexweşînên madî û manewî diparêze.

Ji ber vê yekê çawa ku em hîdayetê jê daxwaz dikin, weke vê em ji Allah -azze we celle- daîmen vîya jî dixwazin ku piştî hîdayetê qelbê me û pîyên me li ser heq û hîdayetê sabît bigire.

رَبَّنَا لَا تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةًۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ

“Rabbê me! Piştî ku te em gihandina ser rêya rast, qelbê me (ji vê rêyê) nezivirîne. Ji bal xwe ve rehmetekê bide me. Bi rastî yê lûtf û îhsanê dide hew tu yî.”[7]

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- gelek caran evan dûayan dikir:

“Ya Allah ê ku qelban diqûlibîne! Tu li ser taatê sebat bidî qelbên me.”[8]

“Ya Allah ê ku qelban diqûlibîne! Li ser dînê xwe sebatê bide qelbê min.”[9]

Dûr Mayîna Ji Ehlê Şûbhe û Gumanan

Bi rastî şûbhe jî û yeqîn jî weke nexweşîna têger in. Eger hûn bi ehlê yeqîn re rûnin, ew yeqîna wan wê li ser we jî tesîr bike. Kesê ku bi gumandaran re runê ew ê jî ji şûbhe û gumanên wan para xwe bistîne. Ji ber vê yekê îslâm, wan kesên ku sadiq in û ew kesên li rizaya Allah digerin hevaltî û dostanîya wan ji me dixwaze.

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ وَكُونُوا مَعَ الصَّادِق۪ينَ

“Gelî ew ên îman anîne! Xwe ji Allah biparêzin û bi sadiqan re (heval) bin.”[10]

وَاصْبِرْ نَفْسَكَ مَعَ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَدٰوةِ وَالْعَشِيِّ يُر۪يدُونَ وَجْهَهُ وَلَا تَعْدُ عَيْنَاكَ عَنْهُمْۚ تُر۪يدُ ز۪ينَةَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَلَا تُطِعْ مَنْ اَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَنْ ذِكْرِنَا وَاتَّبَعَ هَوٰيهُ وَكَانَ اَمْرُهُ فُرُطًا

“Tu jî bi ew ên sibeh û evarê ji rizaya Rabbê xwe dixwazin û dûa dikin re, sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nezivirîne. Tu situ netewîne ji wî kesê ku me dilê wî ji zikirkirina xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewa û hewesa xwe û ew ê di amelê xwe de pêş de çûye.”[11]

Allah -azze we celle- emrê dûr ketina me ji wan kesên ku der heqê ayetên Allah de bi cahiltî mijul dibin û ew ên ku terka ayetên fêmbar û muhkem dikin û ew ên xwe noqî ayetên mûteşabîh dikin, dide.

وَاِذَا رَاَيْتَ الَّذ۪ينَ يَخُوضُونَ ف۪ٓي اٰيَاتِنَا فَاَعْرِضْ عَنْهُمْ حَتّٰى يَخُوضُوا ف۪ي حَد۪يثٍ غَيْرِه۪ۜ وَاِمَّا يُنْسِيَنَّكَ الشَّيْطَانُ فَلَا تَقْعُدْ بَعْدَ الذِّكْرٰى مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِم۪ينَ

“Dema te ew ên der heqê ayetên me de dikevin munaqeşê dîtin, heta derbasî gotineke din nebi rû ji wan bizivirîne. Eger şeytan, bi te bide jibîr kirinê, piştî ku hate bîra te (hema ji cem wan rabe û) bi wî qewmê zalim re rûnenê.”[12]

“Dema ku te ew kesên noqî ayetên Qur’anê ya mûteşabih bûne dît in, xwe ji wan biparêze. Lewre ew, kesên wisan in ku Allah ewana binav kirîye.”[13]

Hin însan û hin civat weke litav û teqnê ne. Dema hûn li cem wan rudinin dilê we teng dibe û ser û guh ji we dîçe. Digel mijarên olî/dînî tên axaftin qelb hişk û tarî dibe. Lewre mijara axaftinê meseleyên bê feyde ne. An ayetên mûteşabih in an jî hin kesên nezan der heqê ayetên Allah de mijul dibin. Lê hin civat û hin însan jî hene ku tu dibêjî qey ew behra îlm û edeb û exlâqê ne. Ew çiqas mijul bibin axaftina wan ji bo we dibe sebebê dilrihetî û dilşadî yê. Qelb mûsterîh û mûnşerîh û mutmeîn dibe. Lewre pir zelâl û eşkere diaxivin. Axaftina wan ji ayetên Qur›anê ya muhkem û fêmbar in. Li ser îlm û hîdayet û zanînê diaxivin.

Eger ji wan kesên ku Allah -azze we celle- der heqê wan de “Ji wan rû vegerîne” û Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesellem- “Xwe ji wan biparêze” gotîye, digel vê em berê xwe bidin wan û xwe ji şerrê wan muhafeza nekin ev, dê ji qelbê me re bibe şûbhe û ji dînê me re jî bi sebebê fitneyê. Divê em li ser vê mijarê pir hessas tevbigerin. Mesele pir muhîm e. hetanî ku Allah, di vê mijarê de Rasûlê xwe îqaz kirîye:

فَاصْبِرْ اِنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّ وَلَا يَسْتَخِفَّنَّكَ الَّذ۪ينَ لَا يُوقِنُونَ

“Aniha tu sebir bike. Bizanibe ku weada Allah heq e. Bila ew ên bi dil û yeqîn îman neanîne te sist û xav nekin.”[14]

Wesweseyên Tên Aqlê Mirov, Gelo Zerar Didin Kelîmeya Tewhîdê?

Wesweseyên tên aqlê însan qet tu zerarê nade Kelîmeya Tewhîdê. Lewre weswese weke hizr û ramanek e. Hetanî di hindurê qelb de bimîne û ne vegere bawerîyê zerarê nade xwedîyê xwe. Weswese an gumankerîya ku zerar dide Lâîlâheîllallahê ew e ku di qelb de cih digire û diqûlibe gumankerî û nependîtî û nedîyarîyê ye.

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesellem- wiha ferman kirîye:

“Hetanî neaxive û pê amel neke ji hêla wesweseyan ve Allah ûmmeta min bexişandîye.”[15]

Weswese ji şeytan e. Mirovek nikare pêşîya wesweseyan bigire. Ew ashabên xwedî îmaneke weke çîya ku Allah ji wan razî bûn, ew bixwe jî carinan diketin wesweseyan. Lê belê ew weswese zerarê ne daye îmana wan.

“Ji ashabîyan hin kes hatin cem Rasûlullah. Vê pirsê jê kirin: “Di dilê me de tiştê wisan (kîret/nexweşik) derbas dibin ku qethîyen em nikarin bînin ser ziman (tu di vê mijarê de çî dibêjî?) Rasûlullah wiha cewab da wan: “Ev, rewşa îmanê ya herî eşkere û zelâl e.”[16]

Em ji vê fêm dikin ku ji ashab jî hin kes ketine wesweseyan. Hin ramanên taloke ku ji bilêvkirina wî bixwe ditirsîyan hatine aqlê wan. Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesellem- ji ber vê yekê ewana rexne nekiriye, berevaj wan teskin kiriye û aramî daye ber dilê wan. Lewre di wan de ev xuya bibû ku ew eshabî ji vê rewşê ne razî bûn û aciz bûn. Hetanî ku ji axaftina van mijaran dahî îmtîna dikirin. Ev jî nîşan dide ku ew weswese di qelbê wan de qet cih negirtibû û di wan de gumankerî pêk nahatibû. Ew dilnerihetîya ku hest dikirin jî, rewşa eşkerehî û zelâlîya îmana wan nîşan daye. Kesên mûmîn û xwedî qelbê selîm û ew ên qedrê Allah -azze we celle- bi heqî teqdîr dikin ji van ramanan dilnerihet û bêhizûr dibin.

Dema Ku Wesweseyek Bê Aqlê Me Em ê Bikaribin Çi Bikin?

Wesweseyek bê aqlê mirovekî, divê ew kes tu caran wê wesweseyê bilêv neke û neaxive.

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesellem- wiha ferman dike:

“Hetanî neaxive û pê amel neke ji hêla wesweseyan ve Allah ûmmeta min bexişandîye.”[17]

Me di pêlên jor de ji eshabîyan mîsal dan. Ewan behsa wesweseyê kiribûn lê naveroka wê wesweseyê diyar nekiribûn. Lewre bilêvkirina wesweseyan dibe sebep ku ew weswese di qelb de bi kurahî cih bigire. Çawan ku tiştê di dilê mirov de tê ser zimanê wî weke vê, tiştê tê bilêvkirin jî dibe ku di kurahîya dil de cih bigire. Di bîvêjeke Kurdî de wiha tê gotin: “Fikrê mirov çibe, zikrê wî jî ew e.”

Bilêvkirina wesweseyan tê ser vê maneyê ku mirov bi vê awayê qelbê xwe dijehrîne. Çimkî qelb ji hevdu tesîr û bandor digirin. Tiştekî qenc bê axaftin ew ên ku seh dikin jê îstîfade dikin. Herweha tiştên xerab jî ji bo ewan sehkeran re dibe sebebê fitne û neqencîyê.

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 


[1] .Hucûrat: 15

[2] .Hucûrat: 15

[3] .Îmam Muslîm, îman; 27

[4] .Yûnus: 57

[5] .En’am: 149

[6] .Maîde:15,16

[7] .Alî- îmran: 08

[8] .Muslîm: 2654

[9] .Tirmizî: 2140

[10] .Tewbe: 119

[11] .Kehf: 28

[12] .En’am: 68

[13] .Buharî, 4547; Muslîm, 2665

[14] .Rûm: 60

[15] .Buxarî, 5269; Muslîm, 127

[16] .Muslîm, 132

[17] .Muslîm, 132

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver