Rawestana Tewhîdî û Exlaq Girtina Bi Navê Rab

a. Rab Girtina Serokên Sîyasî

Di vê mijarê de karaktera sembolîk Firewn e. Lewre Firewn doza Rabbîtîyê kiribû:

فَكَذَّبَ وَعَصٰىۘ ثُمَّ اَدْبَرَ يَسْعٰىۘ فَحَشَرَ فَنَادٰىۘ فَقَالَ اَنَا۬ رَبُّكُمُ الْاَعْلٰىۘ

“(Fîrewn) ew derewand û serî hilda. Paşê pişta xwe vegerand û (ji bo qedandina daweta tewhîdê) li ber xwe da. Piştre (peyrevên xwe) civand û gazî kir. Got: “Ez Rabbê we yê herî berz/bilind im!”[1]

Doza Firewn ya Rabbîtîyê ne di maneya xuliqandinê de bû. Lewre wî jî û peyrevên wî jî baş zanîbûn ku ew hemû jî mexluq in û evdên xuliqandî ne. Lê Firewn bi vê gotina xwe hakimîyet û serwerîyê îlan dikir.

Bala xwe bidin, di mijara îman anîna sêhrbazan de jî Firewn li ser vê taybetîyê disekine. Dema ku sêhrbaz li dij Mûsa (as) têk çûn û fêm kirin ku Mûsa (as) ne sêhrbaz e, pêxember e, îman bi Allah (ac) anîn. Firewn, serê pêşî ne bi îman anîna wan hêrs dibe. Ji ber ku bê destûra wî îman anîne hêrs dibe. Lewre bi çavê Rabbîtîyê li xwe dinêre û li gorî vê têgihiştina wî ew her çi bikin hewceye ku jê destûr bistînin.

Otorîteyên sîyasî yên vê dewrê jî di vê manê de doza Rabbîtîyê dikin û di heman rewşê de ne. Hûn ê ji kî re bibin dost an hûn ê neyartîya kî bikin û hûn ê di bin sîya kîjan alayê de bijîn û hûn ê li ser çi zimanê biaxivin û hûn ê zarokên xwe çawa perwerde bikin û bazirganîya xwe li gorî kîjan qanûn û qaîdeyan bikin… Axir di her qada jiyanê de divê hûn li gorî qanûn û rêznameyên wan tevbigerin. Lê ya rast Allah (ac) evdên xwe serberdayî nehiştîye. Di hemû qadên jiyanê de nîzamek danîye.

Rawestana Tewhîdî Ya Li Dij Şirka Rubûbîyetê

Di dirêjahîya dîroka însanîyetê de kesên ku Allah (ac) ji xwe re Rab girtine û yên ku ji xeynî Allah (ac) hin heyînan ji bo xwe wek Rab girtine herûdaîm hebûne û wê hebin jî. Bi delaleta ayetan em dikarin bibêjn ku ekserîyeta mirovan ji xeynî Allah (ac) hin heyînan ji xwe re kirine Rab. Îro jî rewş ev e. Îro jî pirên însanan olnas û zanyarên dîn û abid û welîyan û nebîyan û lîderên sîyasî û heta qismek ji wan jî melaîketan ji xwe re wek Rab dipejirînin. Li dij vê rewşê du berpirsîyarîya kesên muwehhîd heye:

Divê îlan bike ku Rabbê wî Allah e.

Dîsa hewceye îlan bike ku ew heyînên ji xeynî Allah (ac) wek Rab tên girtin di heqîqetê de ne Rab in û ev karê ha batil e.

Ji bîr nekîn!

Îslam û îman, helwest bixwe ye. Îsbata rubûbîyet û ulûhîyeta ji Allah re ye. Ev jî hewcetîya bawerîya me ya lefza “لا/La” ye. Gotina “La”, tê ser maneya redkirin û helwest girtinê. Ew dînê ku tê de “La” tûne be ew dîn ne îslam e û di wê dînê de qet tu xêr tûne.

Rab, Ew E Ku Perwerde Dike

Rab, ew e ku perwerde dike û hîn dike û terbîye dike. Lewre yê ku însan xuliqandîye ew e. Rêbaza perwerdeya herî munasib ya li gorî fitreta însan ew dizane. Rab, pergala perwerdeyê bi wasiteya rasûlan daxistîye. Mûfredat û naveroka perwerdeya wê Qûr’ana Pîroz û metoda wê jî sünnet û sîreta Rasûlullah e (ass). Armanca vê perwerdeyê ev e ku; mirovan ji şirk û bîdet û masîyetan paqij bike û wan li ser tewhîd û sûnnet û teqwayê ava û înşa bike.

Rêyeke rêşaşîtîyê ku însan ji tewhîda rubûbîyetê averê dike yek jî ev e ku digel Rabbê aleman pergalên perwerdehîyê datînin. Ji feylesofan hetanî Firewnan û ji tevgerên mîstîk hetanî dewletên modern her yek ji wan li gorî xwe pergalên talîm û perwerdehîyê danîne. Bi vê awayê ji alîyekî ve îsyan li Rabbê aleman kirin û însan jî ji bo xwe kirin weke cerbanoka/kobaya laboratuwarê.

Exlaq Girtina Bi Navê Rab û Bûyîna Ji Rabbanîyan

Rasûlullah (ass) me dawet dike ku em bibin ji rabbanîyan. Belê, bûyîna ji rabbanîyan tê ser çi maneyê?

Rabbanî ew kes e ku dibe tabîê nîzama Rabbê aleman ya tewhîd û sûnnet ê. Yanê ew ê ku Rab nas dike û bi tiştên ku jê hîn bûye bi wan evdîtîya Rab dike û însanan jî gazî evdîtîya Rab (ac) dike.

Rabbanîtî ne bitenê berpirsîyarîya alîman e, mesûlîyeta me hemûyan e. Bi alimên xwe û bi xwendekarên xwe ve ûmmeta tewhîdê bitevahî Rabbanî ye. Her yek ji me bi qasî zanîna xwe û bi qasî ilmê xwe mesûl e û mecbûre ku bibe ji Rabbanîyan.

Rabbanî bûn ew e ku kesê muslîm bêje “Rabbê min Allah e!” û paşê li ser heq sebat bike.

Rabbanî bûn gihîştina rêya heq/rêya rasterast e. Ne ew e ku mirov bêgûneh be an masûmîyet an jî melekbûn e.

Kesê ku nebe ji Rabbanîyan, bi navê Rab tê xapandin! Wekî ku me got Rabbanîtî mesûlîyeta her yekî ji me ye.

Carînan dibe ku însan bi kerem û hîlm û merhameta Allah (ac) xwe bixwe bixapîne. Ligel ku masîyetan dike Rabbê wî rizqê wî nabire û ew bi lezgînî ceza nake. Ji insan we ye ku ev rewşa wî dê hema wiha bidome. Lê ew bi vê halê dixape.

Lê belê divê ku li dij rahmet û kerem û îhsana Rabbê xwe mehcûb bibe û li ber xwe bikeve û vê rewşê wek fersend binirxîne û berê xwe bide Rabbê xwe.

Dûaya Bi Navê Rab

Evdên ku herî qenc Allah (ac) nas dikin pêxember in (asm). Çi dema ku em li duayên wan dinerin em vêya dibînin: Dema ku ew berê xwe didin Allah (ac) bi navê “Rab” tewessulê wî (ac) dikin. Di Qûr’anê de bi dehan mînak hene ku di dûayan de navê “Rab” pir zêde tê bikaranîn. Em ê li ser van dûayan çend mîsalan bidin û vê beşe biqedînin:

رَبَّنَا لاَ تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ إِذْ هَدَيْتَنَا

“Rabê me! Piştî ku te em gihande hîdayetê qelbên me nexerifîne…”[2]

رَبَّنَا هَبْ لَنَا مِنْ اَزْوَاجِنَا وَذُرِّيَّاتِنَا قُرَّةَ اَعْيُنٍ وَاجْعَلْنَا لِلْمُتَّق۪ينَ اِمَامًا

“Rabbê me! Ji jin û zarokên me ên ku ji bo me bibin çavkanîya şahîyê/çavronahîyê û aramîyê bide me. Û me ji mutteqîyan re bike pêşeng/îmam.”[3]

رَبِّ هَبْ لِي حُكْمًا وَأَلْحِقْنِي بِالصَّالِحِينَ

“Rabbê min! Hikum/hikmet bide min û min tevlî salihan bike…”[4]

رَبِّ اجْعَلْ هٰذَا الْبَلَدَ اٰمِنًا وَاجْنُبْن۪ي وَبَنِيَّ اَنْ نَعْبُدَ الْاَصْنَامَۜ

“Rabbê min! Vê bajarê hanê emîn/ewledar bike. Min û zarokên min ji perestîya pûtan biparêze.”[5]

رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا وَلِاِخْوَانِنَا الَّذ۪ينَ سَبَقُونَا بِالْا۪يمَانِ

“Rabbê me! Me û birayên me yên berîya me îman anîne mexfîret bike…”[6]

رَبِّ اِنّ۪ي لِمَٓا اَنْزَلْتَ اِلَيَّ مِنْ خَيْرٍ فَق۪يرٌ

“…Rabbê min! Ez hewcedarê her cureya xêrê me ku tu ji min re daxînî.”[7]

رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَإِسْرَافَنَا فِي أَمْرِنَا وَثَبِّتْ أَقْدَامَنَا وَانصُرْنَا عَلٰى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ

“Rabbê me! Tu gûnehê me û zêdegavîyên di karên me de efû bike û lingên me sabît bigire û li hemberî vê qewmê kafir alîkarîya me bike.”[8]

رَبَّنَا آمَنَّا بِمَا أَنزَلَتْ وَاتَّبَعْنَا الرَّسُولَ فَاكْتُبْنَا مَعَ الشَّاهِدِينَ

“Rabê me! Tiştên ku te nazil kiriye me îmân bi wan anîye û em bûne tabiê pêxember û me ligel wan ên (ji tewhîdê re) şahid in re binivîse.”[9]

Allahûmme amîn…

Dawîya Beşa (4.) Çaremîn

Dê Bidome Înşaallah…


[1]. 79/Nazîat, 21-24

[2]. 3/Al-î Îmran, 8

[3]. 25/Furqan, 74

[4]. 26/Şûarâ, 83-85

[5]. 14/İbrahim, 35

[6]. 59/Haşr, 10

[7]. 28/Qasas, 24

[8]. 3/Al-î Îmran, 147

[9]. 3/Al-î Îmran, 8

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver