Ji Bo Muwehhîdên Dilsoz Meala Qur’ana Pîroz

اِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ وَاِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ

Bêşik me zikir (Qur’an) nazil kirîye. Birastî parêzvanê wê jî em in.”1

Meala Tirkî: Ebû Hanzele (Halis Bayancuk)

Wergera Kurdî: Osman Sadıkoğlu

2. SÛREYA BAQARA

Ev sûre li Medînê nazil bûye û du sed û heştê û şeş (286) ayet e.

Bi navê Allahê Rahman û Rahîm (dest bi xwendinê dikim.)

الٓمٓۚ (1)

1. Elif, Lâm, Mîm.

1. Elîf. Lâm. Mîm.

ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَۚ ف۪يهِۚ هُدًى لِلْمُتَّق۪ينَۙ (2)

2. Bu Kitap; kendisinde hiçbir şüphe olmayan, takva sahiplerine yol gösteren bir Kitap’tır.

2. Ev Kîtêb (Qur’an), tê de qet guman tune (ku ji alîyê Allah ve hatîye şandin) û ji bo mutteqîyan rehber e.

اَلَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَۙ(3)

3. O (takva sahipleri), gayba iman eder, namazı dosdoğru kılar ve kendilerine verdiğimiz rızıktan infak ederler.

3. Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.

وَالَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَۚ وَبِالْاٰخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَۜ (4)

4. Sana indirilen ve senden önce indirilen (Kitaplara) iman eder, Ahiret Günü’ne yakinen inanırlar.

4. Û ew (ên mutteqî) bi kîtêba ku ji te re nazil bûye îmân tînin û bi (tîştên ji pêxember) ên berî te re nazil bûne jî bawer in û ew li ser yeqînê îmân bi axîretê jî tînin.

اُو۬لٰٓئِكَ عَلٰى هُدًى مِنْ رَبِّهِمْ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ(5)

5. Bunlar, Rablerinden bir hidayet üzerelerdir. Ve onlar kurtuluşa erenlerin ta kendileridir.

5. Ew ên ha ji alîyê Rabbê xwe ve li ser hîdayetê ne û yên xelas bûyî jî, her ew in.

اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا سَوَٓاءٌ عَلَيْهِمْ ءَاَنْذَرْتَهُمْ اَمْ لَمْ تُنْذِرْهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ(6)

6. Şüphesiz ki o kâfirleri uyarsan da uyarmasan da fark etmez! Onlar iman etmezler.

6. Bêguman tu ew ên kafir (bi ezaba Allah) bitirsînî jî û netirsînî jî, ji wan re ferq nake. Ew (dîsa jî) îmân naynin.

خَتَمَ اللّٰهُ عَلٰى قُلُوبِهِمْ وَعَلٰى سَمْعِهِمْۜ وَعَلٰٓى اَبْصَارِهِمْ غِشَاوَةٌۘ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌ۟ (7)

7. Allah, kalplerini ve kulaklarını mühürlemiştir. Gözleri üzerinde de perde vardır. (Hakikati anlayamaz ve göremezler.) Onlara büyük bir azap vardır.

7. Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kirîye û perde kişandiye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَمَا هُمْ بِمُؤْمِن۪ينَۢ(8)

8. İnsanlardan öylesi vardır ki: “Allah’a ve Ahiret Günü’ne iman ettik.” derler. (Hakikatte) iman etmiş değillerdir.

8. Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mûmîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”

يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُواۚ وَمَا يَخْدَعُونَ اِلَّٓا اَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَۜ(9)

9. Allah’ı ve iman edenleri aldattıklarını sanırlar. (Hakikatte) sadece kendilerini aldatmaktalardır. Farkında da değillerdir.

Kitap ehli müşriklerin sapkın Allah tasavvuru için bk. 5/Mâide, 64

9. Li gorî xwe/ji wan we ye ku ew Allah û mûmînan dixapînin, lê ew xwe bixwe dixapînin û tênagihîjin.

(Ji bo tesewwûra rêşaş/jirêderketî ya ku muşrîkên ehlê kitêb der heqê Allah de dipejirînin, bnr. 5/Maîde, 64)

ف۪ي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌۙ فَزَادَهُمُ اللّٰهُ مَرَضًاۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌۙ بِمَا كَانُوا يَكْذِبُونَ(10)

10. Onların kalplerinde hastalık (şüphe ve şehvet) vardır. Allah da onların hastalığını arttırmıştır. Yalan söylemeleri/Yalanlamaları nedeniyle onlar için can yakıcı bir azap vardır.

10. Di dilê wan de nexweşî (şûbhe û şehwet) heye. Allah jî, nexweşîya wan zêde kirîye. Ji ber ku derewan dikin, ji bo wan ezabekî dijwar heye.

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ لَا تُفْسِدُوا فِي الْاَرْضِۙ قَالُٓوا اِنَّمَا نَحْنُ مُصْلِحُونَ(11)

11. Onlara: “Yeryüzünde bozgunculuk yapmayın.” denildiğinde: “Biz sadece ıslah edicileriz.” derler.

11. Dema ku ji wan re tê gotin: “Li ser rûyê erdê fesadîyê nekin!” Dibêjin: “Em bitenê ehlê islahê ne/xêrxwaz in.”

اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ الْمُفْسِدُونَ وَلٰكِنْ لَا يَشْعُرُونَ(12)

12. Dikkat edin! Onlar bozguncuların ta kendileridirler. Lakin farkında değillerdir.

(“Allah (cc), müminlerin Ehl-i Kitab’ı dost edinmesini yasaklıyor (5/Mâide, 51), kâfirleri dost edinmenin fitneye sebep olup bunun, yeryüzünde bozgunculuk olacağını belirtiyordu (8/Enfâl, 73). Münafıklar, Allah’ın (cc) yasağını çiğniyor ve ‘Biz, müminler ile Ehl-i Kitab’ın arasını buluyor, ıslah ediyoruz.’ diyorlardı.” (İbni Ebi Hatim, 124, İbni Abbas’tan) Bunun üzerine Allah (cc) okuduğumuz ayeti indirdi. Ayet, hangi niyet ile yapılırsa yapılsın, Allah’ın (cc) sınırlarını çiğnemenin bozgunculuk olduğunu, iyi niyetin yasaklanmış bir ameli meşrulaştırmayacağını göstermiştir.)

12. Baldar bin/Dîqat bikin! Birastî ew ên mufsîd/fesadîyê dikin her ew bixwe ne, lê ew vê fêm nakin.

(Allah (cc) mûmînan ji dost girtina ehlê kîtêb qethîyen men dike (5/Maîde, 51). Di sûreya Enfal ayeta 73’in de diyar dike ku; dost girtina kafiran dibe sebebê fitnê û zêdebûna fesada li ser rûyê erdê. Kesên munafiq vê emrê Allah (cc) binpê dikirin û wiha digotin: “Em navberîya mûmînan û ehlê kîtêb dikin, em ehlê islahê ne.” (Bnr. Îbnî Ebî Hatim, 124, ji İbnî Abbas) Ayet, bi me dide zanîn ku; bi çi nîyetî bê kirin jî, her amelê ku emrê Allah pê binpê bibe, ew amel alozî ye/fesad e. Ji vê ayetê fêm dibe ku nîyeta qenc amelên xerab qet tu carî meşru û meqbul nake.)

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ اٰمِنُوا كَمَٓا اٰمَنَ النَّاسُ قَالُٓوا اَنُؤْمِنُ كَمَٓا اٰمَنَ السُّفَهَٓاءُۜ اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ السُّفَهَٓاءُ وَلٰكِنْ لَا يَعْلَمُونَ(13)

13. Onlara: “İnsanların iman ettiği gibi iman edin.” denildiği zaman: “Biz sefihlerin/zayıf akıllıların iman ettiği gibi mi inanalım?” derler. Dikkat edin! Onlar sefihlerin/aklı zayıf olanların ta kendileridir. Lakin bilmiyorlar.

13. Dema ji wan re bê gotin: “Wekî ku însanan îmân anîye hûn jî îmân bînin.” Dibêjin: “Erê, em ê çawan wekî wan hişsivikan/sefîhan îmân bînin?” Hişyar bin/Dîqat bîkin; birastî hişsivik/sefîh her ew bixwe ne, lê bi vê nizanin.

وَاِذَا لَقُوا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا قَالُٓوا اٰمَنَّاۚ وَاِذَا خَلَوْا اِلٰى شَيَاط۪ينِهِمْۙ قَالُٓوا اِنَّا مَعَكُمْۙ اِنَّمَا نَحْنُ مُسْتَهْزِؤُ۫نَ(14)

14. İman edenlerle karşılaştıkları zaman: “İman ettik.” derler. Şeytanlarıyla baş başa kalınca ise: “Biz sizinle beraberiz, ancak biz (iman edenleri) alaya almaktayız.” derler.

14. Dema ku leqayî mûmînan dibin dibêjin: “Me îmân anîye!” Lê dema ku bi şeytanên xwe re tenê dimînin dibêjin: “Em bi we re ne, bes em henekên xwe/tinazên xwe bi wan re dikin.”

اَللّٰهُ يَسْتَهْزِئُ بِهِمْ وَيَمُدُّهُمْ ف۪ي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ(15)

15. (Hakikatte ise) Allah onlarla alay eder ve azgınlıkları içinde bocalayarak (yaşamaları için) onlara mühlet verir.

15. (Birastî) Allah tinazê xwe bi wan dike û ji bo ku ew di nava bitirîyê de şaşomaşo (jîyana xwe bidomînin) muhletê dide wan.

اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ اشْتَرَوُا الضَّلَالَةَ بِالْهُدٰىۖ فَمَا رَبِحَتْ تِجَارَتُهُمْ وَمَا كَانُوا مُهْتَد۪ينَ(16)

16. İşte onlar hidayeti sapkınlıkla değişmişlerdir. (Bu değişim neticesinde) ticaretleri kâr etmemiş, doğru yolu da bulamamışlardır.

16. Ha ew in, ên ku hîdayetê firotine bi dalaletê. (Di encama vê firotinê de) tîcareta wan kar nekirîye û wan rêya rast jî nedîtine.
 

1. 15/Hîcr, 9