Ravekirina Kelîmeya Tewhîdê Û Têgeha Îlâh Û Îbâdetê

Beşa (4.) Çaremîn

Gelî birayan, dîsa ev kelîmeye ku sedema şer û cihadê ye.

Ev peyve ku kur û bav anî hemberê hev du. Ev peyv bû sedema neyartîya dê û zarokên wê. Ew peyve ku Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâm di serde û gelek ji wan pêxemberan di oxira wê de pir zor û zehmetîyê kişandin. Ev peyveke wiha ye ku qet tu zaruret ji rûvegera naverok û teblîxa wê re destur tune ye.

Cîhad ku zîrveya îslamê ye di oxira vê peyvê de tê kirin.

Ev peyvê ku Nuh -aleyhîsselâm- bê gazin û bêzarbûn neh sed û pêncî sal gazî vê kelîmeyê kiribû. Fezîlet û ehemmîyeta vê peyvê zehfî mezine ku bi vegotinê nayê hejmartin.

Herê, madem ev peyv pir muhîm û bifezîlet e, bextewarîya dînyayê û axîretê girêdayîyê vê peyvê ye; wê demê berê pêşî divê ku destpêk bi vê peyvê be û ev peyv bê vegotin û nivîsandin.

Maneya Kelîmeya Tewhîdê

Ji bo maneya peyva tewhîdê fêm bibe weke ku me di wan rûpelên borî de anî ser ziman, divê cara yekem têgeha “îlah”fêm bibe. Lewre eslê vê peyvê red û înkar kirina temamê kes û kusên dozdarên îlahtîyê û qebul kirin û teslîmîyeta yek îlahî ye.

Dema ku em dibêjin “Lâ îlâhe” tê vê manê ku “Qet tu îlâh tune!” Em bi vê gotina xwe hebuna îlahekî ji nav vê heyînîyê red û înkar dikin. Piştî înkar kirina ulûhîyeta ji nav heyînîyê em dibêjin “Îllâ”. Yanê em di vê de îstisna dikin. Ew îstîsnayê (îllâ) ku em di “Lâ îlâhe” de dikin ew jî ev e: “Lâ îlâhe îllallah”. Yanê ji Allah pê ve qet tu îlâh tune. Em ji temamên heyînîyan wesfê îlahtîyê nefîy dikin (dûr dikin) û tenê bitenê ji bo Allah azze we celle îsbat dikin. Dema ku têgeha (qewrama) îlâhê qenc fêm bibe emê Kelîmeya Tewhîdê jî hê çêtir fêm bikin.

Îlâh Çîye?

وَمَا أَرْسَلْنَا مِن قَبْلِكَ مِن رَّسُولٍ إِلَّا نُوحِي إِلَيْهِ أَنَّهُ لَا إِلَهَ إِلَّا أَنَا فَاعْبُدُونِ

“Me berîya te tu Rasûl neşandiye ku me jê re wiha wehîy nekiribe: ‘Ji min pê ve tu îlâh tunin û ji min tenê re îbadetê bikin.” [1]

Rabbê me pêşî îlân dike ku jê pê ve tu îlâh tunin û piştre wiha ferman dike: “… ji mim tenê re îbadetê bikin.”

Ev jî vîya bi me dide zanîn; îlâh ew heyînîye ku abdîtî tenê bitenê lê tê kirin e.

وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ آَلِهَةً لِيَكُونُوا لَهُمْ عِزًّا (18) كَلَّا سَيَكْفُرُونَ بِعِبَادَتِهِمْ وَيَكُونُونَ عَلَيْهِمْ ضِدًّا (28)

“Ji bo ku rûmet û quwetê bide wan; dev ji Allah berdan û ji xwe re hinek îlahên din girtin. Nexêr! Wê (ew îlahên derewîn) îbadetên wan înkar bikin û wê neyartîya wan bikin.” [2]

 Belê, kî ne ew ên têne redkirin û ê ku wek îlah tên naskirin? Allah azze we celle wiha ferman dike:

وَإِلَهُكُمْ إِلَهٌ وَاحِدٌ لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ الرَّحْمَنُ الرَّحِيمُ

“Îlahê we îlahekî tenê ye. Ji wî pê ve tu îlah

Tune. Ew Rahman e, Rahîm e.” [3]

Derheqê vê ayete de raman û şîroveyên hin mûfessîran wiha ne:

Îmam Taberî diyar dike ku “Îlah; yê ku îbadet jê re tê kirin e.”

Razî, piştî ku vê mijarê di tefsîra xwe de eşkere dike wisan dibêje: “Diyar dibe ku îlah, yê ku jê re îbadet tê kirin e.”

Qadî Beydawî:

“Îlah ew e ku layîqê îbadetên we ye” dibêje.

Ji van neqlan fêm bû ku maneya îlah yê ku îbadet lê tê kirin e. Ayetên ku îşaretê vê maneyê dikin gelek in.

وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ آَلِهَةً لِيَكُونُوا لَهُمْ عِزًّا (18) كَلَّا سَيَكْفُرُونَ بِعِبَادَتِهِمْ وَيَكُونُونَ عَلَيْهِمْ ضِدًّا (28)

“Ji bo ku rûmet û quwetê bide wan; dev ji Allah berdan û ji xwe re hinek îlahên dîn girtin. Naxer! Wê (ew îlahên derewîn) îbadetên wan înkar bikin û wê neyartîya wan bikin.” [4]

Ger em bala xwe bidin, ev ayet rê girtina îlahên ji xeyrî Allah diyarî me dike. Piştre jî behsa înkara wan kesên ku bi navê “îlah” ji wan re karanîna îbadetê tê kirin. Ev jî nîşanî me dide ku îlah ew ê ku îbadet lê tê kirin e.

Gotîna Lâîlâheîllallahê; red û înkar kirina temamê kes û kusên dozdarên îlahtîyê ye û di heman demê de diyar kirina mercîê îbadetê ye ku ew jî Allah ê wahîdu’l ehed e. Kesê ku vê peyvê bîne ser ziman di serê ewil de vê qabul dike ku wê her demî tenê ji Allah re îbadetê bike û wî tewhîd bike. Yanê, yekîtîya wî, di her hal û kar û qala xwe de nîşan bide. Di qisima “Lâ” de nefîy (yanê înkar) heye, di qisima “îlla” de jî îsbat heye.

Ka em binêrin, gelo ewan Rasûlân aleyhîmûsselâm ev têgeha/ev qewrama îlâh çawan beyan kirine?

وَمَا أَرْسَلْنَا مِن قَبْلِكَ مِن رَّسُولٍ إِلَّا نُوحِي إِلَيْهِ أَنَّهُ لَا إِلَهَ إِلَّا أَنَا فَاعْبُدُونِ

“Me berî te tu rasûlek ne şandiye ku me jê re wîha wehîy nekiribe: ‘ji min pê ve tu îlah tunin û ji min tenê re îbadetê bikin.” [5]

Allah azze we celle Lâîlâheîllallahê ji her pêxemberî re wehîy kirîye. Her pêxemberek jî qewmên xwe dawetê vê kelîmeyê kirîye. Niha em bihevre daweta pêxemberan aleyhîmûsselâm tehqîq bikin. Ewan pêxemberan vê kelîmeyê çawan tefsîr kirine û dema ku gotine “Ulûhîyeta bitenê aîdê Allah e azze we celle qest û mirada wan çi bû?

وَلَقَدْ بَعَثْنَا فِي كُلِّ أُمَّةٍ رَسُولًا أَنِ اُعْبُدُوا اللَّهَ وَاجْتَنِبُوا الطَّاغُوتَ

“Sond be ji her ummetê re ji bo ku bêjîn: ‘Ji Allah re îbadetê bikin û xwe ji taxût biparêzin me pêxemberek şand…” [6]

لَقَدْ أَرْسَلْنَا نُوحًا إِلَى قَوْمِهِ فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُمْ مِنْ إِلَهٍ غَيْرُهُ إِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ عَظِيمٍ

“Qesem be, me Nuh bi pêxemberî ji qewmê wî re şand. Got: Gelî qewmê min! Abdîtî ji Allah re bikin, ji wî pê ve tu îlah ji we re tune. Birastî ez ji ezabê rojeke mezin yê ku bê serê we ditirsim.” [7]

وَإِلَى عَادٍ أَخَاهُمْ هُودًا قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُمْ مِنْ إِلَهٍ غَيْرُهُ أَفَلَا تَتَّقُونَ

“Me ji qewmê Ad re ji birayên wan Hûd (bi pêxemberî şand). Got: Gelî qewme min! Abdîtî ji Allah re bikin, ji wi pê ve tu îlah ji we re tune. Hûn hê jî xwe (ji ezabê wî) naparêzin?” [8]

Va, ji zimanê pêxemberan aleyhîmûsselâm eslê vê peyvê.

Dema ku em maneya vê kelîmeyê tenê bitenê wek “Îbâdet kirina ji Allah re” îzah dikin dibe ku hinek pirs û sûal bên hişê xwendevanên me.

“Ma qey kes heye ku ji Allah azze we celle pê ve ji hinek kes û kûsan re îbadetê dikin heta ku hûn dibêjin divê ev peyv ji nû de fêm bibe?”

Birastî pirsgirêka herî muhîm jî ev e!

Dema ku însan maneya îbadetê fêm nakin an jî îbadetê bitenê ji nimêj û rojî û hec û zekatê pêkhatî zen dikin, pirskirina vê pirsê jî tebiî ye. Sebebê ku em vê peyvê tînin rojevê ev e:

Ronîkirina/rewşendarkirina wan kesên ku bi şev û roj dibêjin Lâîlâheîllallah, lê ji ber ku maneya wê nizanin an jî di çarçoveyeke zehfî teng de fêm dikin ew li cem xwe dibêjin qêy îbadetê jî Allah re dikin. Lê belê bi vê zena xwe tevli Allah azze we celle dibe ku bi hezaran ji îlahên sexte re îbadetê dikin. Armanca me yê ku em vê peyvê tînin rojevê yek jî hîşyarkirin û serwextkirina van kesan e. Dibe ku ji xeletiyên xwe vegerin û jî gevizandina di nava çala necaseta şirkê rizgar û paqij bibin.

Peyva îbadetê bi Erebî ji koka (a’-be-de) muştaq e, yanê jî vê kokê çêbuye.

Tê van maneyan:

Abdîtî

Îteata bi situxwarî

Perestî, yanê bikaranîna îbadetê

Girêdayîya tiştekî bi tiştekî din û neqetandîna jê.

Tiştekî ku mirov ji karên wî dest jê bide berdan.[9]

Emê di der heqê îbadetê de çend mîsalan ji Qur’anê bidin. Bi van mînaka emê hê çetîr fêm bikin ku ev însanên hawîrdorê me ji kî re îbadetê dikin.

Di Qur’anê De Têgeha (Qawrama) Îbadet

1. Dayîna Rayedarîya Hakimîyetê Ji Kesên Din Re Jî Îbadet e:

اتَّخَذُوا أَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ أَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللَّهِ وَالْمَسِيحَ ابْنَ مَرْيَمَ وَمَا أُمِرُوا إِلَّا لِيَعْبُدُوا إِلَهًا وَاحِدًا لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ

“Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û rahîb (keşe) ên xwe û Mesîhê kurê Meryemê ji xwe re kirine Rebb. Lê li wan hatibû emirkirin ku ji yek îlahekî bi tenê re îbadet bikin. Ji wî pê ve tu îlah tunin. Ew, ji tiştên ku pê ve şirîkatîyê dikin munezzeh e/berî ye.” [10]

“Rasûlullah ji wan eshabîyên ku li dora wî kom bibûn re vê ayetê dixwend:

‘Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û rahîb (keşe) ên xwe û Mesihê kurê Meryemê ji xwe re kirine Rebb…’

Di wê lehzê de Adîyy b. Hatem ket hizûrê. Adîyy, wê demê xirîstîyan bû. Di sitûyê wî de jî xaçeke zîvî hebû. Çawa vê ayetê seh dike bi lez ji Rasûlullah re wiha got:

‘Nexêr! Wana qet ji keşîşên xwe re îbadetê bikarnedianin/nedikirin…’

Rasûlullah wiha bersiv/cewab da wî:

‘Tiştên ku Allah, helal kiribû keşîşân wan tiştan ji wan re heram kirin û tişten ku Allah heram kiribû jî kesîşên wan ewan tiştan helal kirin. Ew jî tabîê keşîşên xwe bibûn. Ev amelên wana îbadet e ku ji keşîşên xwe re dikin.’ “ [11]

Mirovek çi bike ew amel û kirina wî dibe rebb girtina yekî din an tiştekî din?

De kerem bikin ji bo cewaba vê pirsê em serî li Rasûlullah bidin. Lewre wezîfeyekî wî aleyhîssalâtuwesselâm jî tebyîna/aşkerekirina Qur’anê ye.

بِالْبَيِّنَاتِ وَالزُّبُرِ وَأَنْزَلْنَا إِلَيْكَ الذِّكْرَ لِتُبَيِّنَ لِلنَّاسِ مَا نُزِّلَ إِلَيْهِمْ وَلَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ

“(Me ji wan re) delîlên eşkera û kîtêb (şand). Ji te re jî, zîkîr (Qur’an) şandiye da ku, tiştê ji wan re nazil bûye, tu beyan bikî û ji bo ku ew jî vêya baş bifikirin.” [12]

Qur’ana ku rehmet û hîdayet e û Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâm ku mufessîrê wê ye, bi me didin zanîn ku: Ew ehlê kitêb ên ku rayedarîya veguhertina helal û haramên Allah azze we celle didin zanyarên xwe navê vê amêlê wan îbadet e. Û bi dayîna rayedarîyê jî, zanyaran ji xwe re kirine Rebb. Wezîfa Rasûlullah ragihandin û îzah kirin e, yanê teblîx û tebyîna Qur’anê ye.

A niha bifikirin: Gelo ew kesên ku bi zimanê xwe Kelîmeya Tewhîdê dibêjin û hetanî ji xwe re kirine wird û beşdarê hilbijartinên demokratîk dibin û ji bo rayedarîya/yetkîya veguhertin û betalkirina qanûnên xweda rayê xwe didin hin partî an jî şexsan; bi vê amelên xwe hewcetîya Kelîmeya Tewhîdê pêk anîne û bitenê ji Allah re îbadet kirine, an jî, ji xeyrî Allah azze we celle îbadet ji hin rabbên din re kirine?

Dibe ku hin kes wiha bibêjin:

“Birastî hûn heqdar in! Çawan ku di ayetê de û di tefsîra wê de jî dibore evê ha çewt e, xelet e. lê belê

أَفَأَمِنَ الَّذِينَ مَكَرُوا السَّيِّئَاتِ أَنْ يَخْسِفَ اللَّهُ بِهِمُ الْأَرْضَ أَوْ يَأْتِيَهُمُ الْعَذَابُ مِنْ حَيْثُ لَا يَشْعُرُونَ

“(Me ji wan re) delîlên eşkere û kitêb (şand). Ji te re jî, zikir (Qur’an) şandiye da ku, tiştê ji wan re hatîye daxistin, tu beyan bikî û ji bo ku ew vêya baş bifikirin.” [13]

Niha carek jî wisan bifikire. Ew kesên peyva tewhîdê bi ziman û heta bi gotînê têr nabin ji xwe re kirine wirdê rojane piştre çi dikin?

Bi kêf û coş diçin ser sindoqên hilbijartina demokratik û deng, yanê ray didîn. Ji bo çi di hilbijartinên demokratîk de rayên xwe didîn?

Ji bo qanûnên Allah azze we celle bi qanûnên evdan bên veguhartin. Ji bo rayedarî û yetkî bidîn hin însanan an partiyan da ku hikûm û ehkamên Allah betal bikin. Di vê rewşê de îbadet ji kî re tê kirin? Gelo li gorî hewcetîya peyva tewhîdê bitenê ji Allah re îbadet hatîye kirin? An jî îbadet ji hin lîderên partîyan re û bi girêdayîyeke dilsozî îbadet hatîye kirin?

Tevgera civaka îro nîşan dide ku ji xwe re rabb û mabûdên modern çekirine.

Diyar dibe ku ekserîyeta civakê, di eslê tewhîdê de yanê di mijara îbadeta ji Allahê wahid û ehad re de di reşaşîyekî eşkere û şirkekî pir giran de lewitî ne.

Eşkereye ku bitenê ev mijar jî ji bo ku naveroka tewhîdê têkeve rojevê bes e.

Niha dibe ku hin mirov wiha bêjin:

“Belê, hûn heqdar in, hûn heqlî ne! Çawan ku ji vê ayetê û ji tefsîra wê jî fêm dibe pêgirtîbûna hilbijartina demokratîk xelet e. Lê belê divê ev jî bê zanîn ku ew kesên diçin ser sindoqên hilbijartinê ne ji bo armanc û meqseda veguhartina qanûnen Allah azze we celle deng û ray didîn. An jî ne ji bo dayîna rayedarîya hêza çekirina qanûnan bidîn hinek însanan rayên xwe davêjin sindoqan. Bi navê îslamê derdikevin holê… Ne bi armanceke wisan tevdigerin…”

Em ji van kesan re wiha cewab didîn û dibejîn: Eger em bala xwe bidîn vê hedîsê wê ev diyar bibe ku ehlê kitêb vê mijarê bi vê awayê nizanîbûn. Heta ku Adîyy b. Hatem jî vê heqiqatê ji Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâm seh dike hêja fêm dike û pê serwext dibe û îtîraz dike.

Herwiha eşkerehîya îbadeta wan ji xeyrî Allah azze we celle ji holê ranabe, weke ku çawan keşîşan ji xwe re kiribun rabb ev rastî jî li ber çavan bû û ne gûherî bû.

Lewre rayedarîya qanûnçêkerî tenê bitenê aîdê Allah e azze we celle. Ew Allah e ku bi nîmetên cûrbicûr kerem li însan kirîye. Xaliq ew e, raziq ew e. Hakimîyeta di milk û melekûtê de jî aîdê wî ye. Helbet yê ku di milkê xwe de teserrûfê bike jî ew bixwe ye. Ji bo zanîna vê mijarê ne hewceye ku mirovek mele be an jî feqetî kiribe. Mirovek di milkê xwe de bi dilê xwe tevdigere û teserrûfê dike. Weke vê Allah jî, hakimê yekane ye û otorîteya mutleq di destê wî de ye û heq û rayeya qanûnçêkerî jî aîdê wî ye.

أَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْأَمْرُ تَبَارَكَ اللَّهُ رَبُّ الْعَالَمِينَ

“…Bala xwe bidin! (Dîqat bikin!) Xuliqandin jî, emir jî aîdê Allah e. Ew Allahê rabbê âleman çi qas mezin e.” [14]

Her xwendevanek vê mîsâlê bila li ser xwe bide. Kî ji we destûr dide ku mirovekî xerîb were û li ser erd û milkê we li gor dilê xwe îş û teserrûfatan bike? Kesek jî, ji tiştekî wisan re destûr nade û dê vê karê wek xesp û zilim binirxîne.

Weke vê, ev erd û asîmân û temamên heyînî û însan tevde milkê Allah e azze we celle. Herweha Ji bo temamê insanan, ku ew jî di eslê xwe de milkê Allah in, tevlî ku heq û rayeya qanûnçêkerî aîdê Allah e hin kes radibin vê heqqê xesp dikin. Weke ku me li jor îzah kiribû, insan, xeletîya vê tiştê bi fitreta xwe bixwe jî dizane. Lê belê li pey vê heqîqeta fitrî nakeve û lê napirse. Ji ber vê sebebê jî îdraq nake ku ev tiştê kirîye cirmeke çi qas mezin e.

Mirov; ha rayeya xuliqandinê, ha rayeya qanûnçêkerîyê dide hin kesên ji xeynî Allah azze we celle, di navbera van her dû mijaran de qet tu ferq nîne. Di herdû rewşê de jî îbadet ji xeynî Allah ji hin kesên din re tê kirin. Di vê mijarê de hin ayetên cûda jî hene û nîşanî me didîn ku dayîna rayedarîya qanûnçêkerî ji însanan re kufreke eşkere ye.

إِنِ الْحُكْمُ إِلَّا لِلَّهِ أَمَرَ أَلَّا تَعْبُدُوا إِلَّا إِيَّاهُ ذَلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ وَلَكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ َ

“… Hikûm bitenê yê Allah e. Wî emir li we kiriye ku hûn ji wî tenê re îbadet bikin. Lê belê pirên însanan bi vêya nizanin.” [15]

Allah azze we celle di vê ayetê de beyan dike ku hikûm enceq aîdê wî ye; piştre îbadetên li her kes û tiştên ji xeyrî Allah men dike.

Demek kî însan, rayeya/yetkîya qanûnçêkerîyê bide kî; tê wê maneyê ku îbadetê jî teqdîmê wî dike. Tiştekî pir balkêşe ku hem di dewra Yusûf aleyhîsselâm de jî, di we dewra ku ev ayet nazil bibû jî û îro jî ekserîyetê însanan tênagihên ku ev bawerî aqîdeya heq e. An jî zehfê însanan naxwazin vê heqîqetê fêm bikin.

أَمْ لَهُمْ شُرَكَاءُ شَرَعُوا لَهُمْ مِنَ الدِّينِ مَا لَمْ يَأْذَنْ بِهِ اللَّهُ

“Gelo qey hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûra wî nedaye, ji wan re di dîn de dikin şerîet…” [16]

Ew kesên di mîjarên ku Allah azze we celle destûr nedaye wan de qanûnan çêdîkin, bi vê awayê ew bixwe ji Allah re şerîkan çêdikin.

Mîsaleke di vê esra me de ya herî eşkere yek jî; li gor lazimîya dînê demokrasîyê ji bo rayedarîya qanûnçêkerî tehsîsê hin însanan bikin tevîbûna hilbijartinê û bikaranîna dengan, yanê bi dayîna rayan e.

Belê, eger mirovek rayeya hakimîyetê bitemamî bide Allah, tê vê manê ku ew kes tenê bi tenê ji Allah re îbadetê dike. Weke din, eger vê rayeyê bide hin kesên din, di vê rewşê de ew êdî wî kesî ji xeynî Allah re şerîk çêkirîye û îbadetê jî li wî dike.

Dawîya Beşa (4.) Çaremîn

Dê Berdewam Bibe Înşaallah…

 

 

[1]       .   21/Enbîya, 25

 

[2]       .   19/Meryem, 81-82

 

[3]       .   2/Baqara, 163

 

[4]       .   19/Meryem: 81-82

 

[5]       .   21/Enbiya, 25

 

[6]       .   16/Nahl, 36

 

[7]       .   7/Araf, 59

 

[8]       .   7/Araf, 65

 

[9]       .   Ev beşa hanê bi kurtahî, ji kîtêba Mevdûdî a “Kur’ân’a Göre Dört Terim” neqil bûye.

 

[10]      .   9/Tewbe, 31

 

[11]      .   Vê qisseyê, Ibnî Kesîr û Taberî di tefsîra sûreya Tewbe ayeta 31.’de neqil dikin. Ji xeynî vê yekê Tirmizî di tefsîra sûreya Tewbe de di hedîsa bi hejmara 3095 de diyar dike.

 

[12]      .   16/Nahl, 44

 

[13]      .   16/Nahl, 44

 

[14]      .   7/Araf, 54

 

[15]      .   12/Yusuf, 40

 

[16]      .   42/Şûra, 21

 

 

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver