Ferqa Dı Navbera Rexnekırın/Kêmdîtına Dînê Muşrîkan û Sebkırın/Çêrkırına Pût û Îlahên Wan

Bûna ji Milletê Îbrahîm ev tiştên ku emê bijmêrin hewcetî dike: Pêk anîna dijminahîya wan û buxza ji wan û parastina însanan ji qanûnên wan û gazî kirina dûr bûna ji dostên wan û ew kesê ku wan qanûnên şirkê têxin mer’îyetê de û berîbûna ji wan kesên bi dilsozî tabîên wan qanûnan. Hewcetî ye ku batıl bûn û kêmasî û sextebûna van qanûnên hanê, li dijî dînê Allah azze we celle wek pozbilindî û serhildanê tê nirxandin.

Ev tiştên hanê bi temamî, ger ebdên qanûnên şirkê wek seb û çêr qebûl bikin jî, nakeve şîmûla/çarçova hukmê heramîya ku di ayeta sûreya En’am ê de hatîye destnîşankirin. Bîlakîs çawa ku ji îzahatên li jor hate fêêmkirin ger ev xusûsên hanê ji alî da’wetvanan ve bi eşkerehî derê holê û rasterast bê gotin. Lê belê hin kesên cahil, sebkirina ku hukmê wî di ayetê de xuya bûye digel vê yekê seb û çêrên rêveber û kargerên wan û makeqanûna wan û sirf ji bo tehrikbûna wan bikin ha ev dikeve şîmûla heramîya ku bi ayetê sabit e. Ev rewş dibe sebebê vê yekê; kesên xwe bi navê misilman diwesfînin û ji xeynî qanûndanînê di wan mijarên din de şahdeyî li tewhîda Uluhiyet û Rubûbîyetê dikin, di encamê de ev dev avêtina wan wek çêrên ji Allah azze we celle re dê li wan vegere.

Çawa ku mufessîran jî diyarkiriye ev helwesta sirf bi naveroka tehrîkê di encamê de “seba Allah” dikin, yanê bi cahiltîyeke tarî û bi dijminahî seba Allah azze ve celle dikin. Eynî wekî ku zilamek seb û çêr li bavê zilamekî din bike. Di vê rewşê de yê din jî wê seba/çêrê bavê wî bike. Dibe ku her du jî kûrên yek bavî bin… lê belê çavsori û xezeb û fîtkirin/kişkişandin na hêle ku insan bi ramanekî xweşik bifikire. Û di encamê de ew jî seb û çêr li xesmê xwe dike. Bi rastî bi wê hêlê ve tê kişkişandin.

Muhammed Reşîd Rıza di tefsîra xwe de wiha dibêje:

Tiştê ku mirovekî bi bal sebkirinê ve beralî dike, sebkirina sirf ji bo heqaretê tê kirin e. Hal ev e kuberalîkirina ehlê batıl bi hmla fikirandinê ve zidde vê rewşê ye. Weke vê bê seb û çêr, ger ev xusûsên hanê bi wan bidin zanîn: Ev îlahên wan sexte ne, tîştekî seh nakin, însanan ji Allah azze we celle dûr dikin. Roja qîyametê dê nikaribin şefeatê li tu kesî bikin. Quwwet û qudreta wan têr nake ku di hewarîya zindî an miriyan de herin û feyde an jî zêrarekî bigihîjînin wan.

Ew rewşa ku di navbera Îbrahîm aleyhisselam û qewmê wî de qewîmî bû bifikirin! Îbrahîm çawa dîqata wan bi bal zeîfî û pûçîtîya îlahên wan ve kişandibû. Ne ji bo tehrîk û heqaretê wisan tevdigerîya. Ji bo baş bifikirin û nakokîyên/tezatên xwe bi çavên xwe bibînin bi wê awayê hereket dikir û bi wan re niqaş dikir. Her wiha rewşa wan ê xerab û tezatên wan derkete holê. Îbrahîm bi wan re xeyîdî û weke ku di Qur’ana Pîroz de dibore wiha got:

أُفٍّ لَّكُمْ وَلِمَا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ أَفَلَا تَعْقِلُونَ

“Xwelî li serê we û li serê yên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin be. Ma hêj hûn hişê xwe nadin serê xwe?” [1]

Li ser neqla Abdullah b. Amr radîyallahuanh ku wî ew hedîsa borî bû rîwayet kiriye, li wê hedîsê baş bifikire. Di mijara dîyarkirina ku mûşrîkan ji Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam re “Nexwe ew ê ku (der heqê îlah û bav û kalên me de) wiha wiha dibêje tu yî ha!” digotin, wisan dibêje: “Qesta wan, tiştên ku Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam der heqê pût û kalên wan de gotibû ji wan gotinan ji yên ku gihabû ber guhê wan bû. Şermezarkirin/lomekirin û zem kirin di nava Ereban de îfadeyekî wekî seb kirinê, an jî di nêzî wê ma’neyê de tê fêmkirin. Îbn-î Teymîyye di kîtêba xwe yê ‘Sarîmu’l Meslû’l’ de behsa vê mijarê dike û di vê ma’nê de qebûl dike.[2]

Lê belê qesta li vê derê seb kirina ku ne bi qesta tehrîk kirinê ye. Çawa ku Allah azze we celle bi emrê da’weta tewhîdê û bi tabî’ bûna Milletê Îbrahîm wî şandibû, Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam bixwe jî vê emrê, yanê emrê bûyîna ji Milletê Îbrahîm pêk dianî. Li gorî mûşrîkan ev da’weta tewhîdê sebkirina wan û îlahên wan e.

Lewre Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam dînê wan pûç û betal kiribû. Heqîqeta wan îlahên sexte û aciziya wan apaşkere nîşanê wan dabu û wan kêm xistibû. Weke vê, ne bi qesta tehrîk û kişkişandina wan, ji bo ku vê rêya pûç û betal biterikînin batıl bûna rêyên bav û kalên wan jî vikîvekirî eşkere dikir.

El-Qasimî, di tefsîra xwe de ji Fexredînê Razî vê jêgirtinê/îqtibasê dike: “Di ayetê de (sûreya En’am, ayeta 108.) li vê mijarê dîqat tê kişandin. Da’wetvanên tewhîdê ger ji tiştên bê feyde dûr bimûnin. Ne hewceye ku mirov seba pûtên mûşrîkanbike. Bilêvkirina bê rûhîtîya wan û bê qudretîya wan ji bo wan dê bes be.”

Ne seba ku hatîye heram kirin tenê, kafir ji rexnekirina îlahên xwe qethîyen razî nabin. Lewre di her halûkarê de meqseda da’weta tewhîdê qulibandina pûtên wan û redkirina îlahên wan e. Ji ber vê yekê bilêvkirina dalaleta bav û kalên xwe jî û zem kirina îlahên xwe jî weke seb kirinê/çêr kirinê qebûl dikin. Hetanî der heqê Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam de wiha gotibûn: ‘Heta berî vêga kesekî bi vê awayê ku me lê tehemûl kiribe tune. Der heqê dînê me de bi neqencî diaxive. Dînê me xerab nîşan dide. Civaka me parî kir û îlahên me jî zem dike/kotî dike.

Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehullah di kîtêba xwe yê ku sîreta Nebî aleyhîsselam daye dest de di qisima dûyemîn de wiha dibêje:

“Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam dema ku dînê qewmê xwe zem kir û zanyar û giregirê wan bi cehaletê wesifand, paşê wan jî neyartî lê kirin û wiha gotin: ‘Ev sîstema/pergala me biçûk û kêm dixe û dînê me rexne dike û dilomine û seba îlahên me dike.’ Weke rojê li ber çavan e ku Rasûlullah tu carî seb li îlahên wan û li Îsayê kurê Meryemê û li melaiketan û li kesên salih nekirîye. Lê wexta bi wan da zanîn ku îbadet kirina li wan tiştan batıl e, qewmê wî van gotinên wî wek seb û çêr û heqaret qebûl dikirin.

Wek netîce em dikarin bibêjin ku ev fîêlên hanê ku me anî ser ziman qethîyen nakevin çarçova heramîya seb kirinê de. Çimkî di van fielan de meqset ne sebkirin e. Hetanî tevgerîna bi vê awayê bibe sebeba sebkirina kafiran li misilmanan û li îslamê jî, ji bo yek misilmanekî sirf ji ber vê yekê terka eşkerekirina dîn û da’weta tewhîdê qethîyen ne caîz e.

Lewre ev, ji bo kafiran di ma’neya seb û çêr de be jî, di heqîqetê de beyana hûccet û delîlan e. Ev jî ji bo muşrik û kafiran seba herî giran e. Em dînê xwe ji bo çav û birûyên belek ên kafiran naguherînin û em xwe ji yek rûknekî dinê xwe dûr nakin. Temamê vê dinê spartîyê esasa îman anîna Allah û redkirina taxutan e. Her wiha li vê mijarê pir dîqat bikin! Vê rewşê û ew gotinên ku der barê qanûna, pergalan/sisteman, rêveberan û taxutên di esra me de tên gotin qiyas bikin.

Taxût, ne tenê pûtên ji kevîr û zinaran tên traştin e. Heke taxût tênê bi vê awayê bê mehdût kirin, naveroka ma’neya vê kelîmeyê dê vala bibe.

Lewma, ev qaîdeya hanê “Nekirina wê amelê ku dê bibe sebebê çêrên kafira li dinê îslamê” enceq ji bo amelên mubah û mustehab re muteber e. Ji bo wacîbatan ev qaîde qethîyen ne muteber e. Yanê ji bo îhtîmalekî ku dê kafir di muqabilê teblîx û eşkerekirina dîn û tewhîdê dê heqaretê li misilmanan û seb li dîn bikin, an jî ji bo meqseda pêş girtina seba kafiran terka amelên wacib ne mewzûbehs e. Eger em vê qaîdeyê li temamê wacîbatan şamîl bikin dê ji din, qisimekî pir mezin zayî bibe.

Ebu Bekir b. El-Arabî, di kîtêba xwe yê “Ahkamu’l Qur’an” de wiha dibêje:

“Ev delaletê vê tiştê dike: mirovekî ku xwedî heq be ji bo zerarek negihîje dîn dê bikaribe ji heqê xwe bibore. Ev mijar ger bi berfirehî bê nirxandin. Bi kurtahî em dikarin wiha bibêjin, eger ew heq ji wacîbatan be di her halûkarî de, dê bê stendin. Eger têborîn/dev jê berdan caîz be ew gotina ku me diyarkiribû li ser vê mijarê dê bê tetbîq kirin, Allahualem.

Muhammed Reşîd Riza jî wiha dibêje:

Ebu Mansur dibêje, eger sualeki wusa bê pirsîn : Ji ber ku kesên heq nekiri ji seb û çêran bên parastin Allah -azze we celle- sebkirina ji kesên ku heq dikin re jî heram kiriye. Her wiha Allah azze we celle cîhada bi kafiran re li ser me ferman kiriye. Dema em bi wan re şer dikin ew jî bi me re şer dikin. Ma qey ev tişt ne munker e ku xwîyna misilmanekî bele heq bê rijandin û bê kuştin? Eynî weke vê mijarê, wan kafiran heq diderewandin, digel vê yekê Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam bi teblîx û xwendina Quranê hat emirkirin (Belê, em ê van rewşan çawa li hevdû binin?)

Cewaba vê suale ev e : Seba (çêra) îlahên muşrîkan mubahekî ne ferz e. Lê cîhada li hemberî kafiran û teblîx ferz e. Eger ji ber fiêlekî mubah fesad derkeve ew fiêla mubah dê bê qedexe kirin, yanê dê yesak bibe. Enceq der barê fiêlekî ferz de ev hûkîm nayê dayin.”

Ji bo wan kesên wucûbîyeta eşkere kirina dîn red dikin û vê hedîsa Buxarî ji bo xwe wek delîl berpêş dikin re ew îzahatên borî dibe cewabekî qewî. Hedîsê ku Buxarî rîwayet kiriye der heqê vê ayetê de ye.

وَلاَ تَجْهَرْ بِصَلاَتِكَ وَلاَ تُخَافِتْ بِهَا وَابْتَغِ بَيْنَ ذَلِكَ سَبِيلاً …

“Di nîmêja xwe de dengê xwe pir bilind neke û bitemamî kêm jî neke, di navbera herduyan de rêyeke nîvend bigire.” [3]

Buxarî bi kurtasî wiha rîwayet dike: “Ev ayet li Mekkeyê nazil bûye. Di wê dewrê de da’wet di merhaleya veşarîtî de bû. Eger dengê xwe bilind bike dê muşrîk dengê wî seh bikirana û seb li Quranê û ê ku wê nazil kiriye û yên ku wê teblîx dikin re bikirana. Li ser vê Allah emrê ‘Di nîmêja xwe de dengê xwe pir bilind neke û bitemamî kêm jî neke…’ da. Yanê dengê xwe zêde bilind neke da ku muşrîk seh nekin. Zêde kêm jî neke da ku eshabê te dengê te bibihîzin. Di navbera herduyan de rêyeke nîvend bigire.”

Li Mekkeyê herkesî bi meseleya redkirina pûtan dizanîbu û da’weta misilmanan apaşkere li meydanê bû û da’wa Allah azze we celle çik li pîya bû. Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam û eshabîyên wî jî, bi awayekî zelal û eşkere ji pûtan berî bûn. Her wiha ji bo defkirina mefsedeta seb û çêran, terka xwendina Quranê a bi dengbilindî qethîyen nûra da’wetê natefîne û ji hêla menfi (neyînî) ve bandor(tesîr) li dawatê nake. Çîmkî, muşrîk nexwazin jî Quran li her derê pêl bi pêl belav dibû. Milletê Îbrahîm hewqas dihat îlankirin, di wê dewrê de ê ku digot “ez misilman im” bi sabiîtîyê, yanê bi “ji dîn vegerandinê” dihat itham kirin! Lewma da’wet pir zêde eşkere bû. Jî tevlihevbûn û tereddûdê re cih tune bû.

Digel vê, deng Bilindkirina di nimêjê de bi qasî ku yên di nimêjê de sehbikin û pê de hewcetîya zêdetir tune û ne ji wacîbatên nimêjê ne.

Ji ber vê yekê ji bo pêşgirtina netîceyekî wusa li ser qaîdeya “Di rewşên xusûsî de ji xeynî wacîbatan caîzbûna terikandina mubah û mustehaban” terka vê jî caîz e. Ev rewş, ne weke terka wacîbekî ye. Her wiha îmam, dengê xwe bi cemeata xwe bide sehkirin têr dike. Çawan ku Allah azze we celle ji Rasûlê xwe re aleyhissalâtuwesselam wiha emir kiriye:

“Dengê xwe bitemamî kêm jî neke” [4]

Yanê qet nebe bila eshabîyên bi te re dengê te sehbikin. Li vê derê şûbheyekî ku hin kes didin pêş heye. Mesele di Quranê de wiha dibore:

 أَلَمْ يَجِدْكَ يَتِيمًا فَآوَى

“Ma dema tu sêwî bûyî wî (Rabbê te) tu nehewandî?” [5]

Çawa ku ayeta Quranê jî behs dike mesele alîkarîya Ebu Talîp ku li Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam kiriye û eman û parastina kafirekî li ser misilmanekî ye. Misalên vê meseleyê zehf in.

Em dikarin di nava van mîsalan de çend heban bijmêrin: Îbnu’d Daxînne, li Mekkeyê Ebu Bekir hîmaye kiriye û jê hez dikir. Weke vê Necaşî di dema filletîya xwe de alîkarîya misilmana kiribû û wana li welatê xwe wek penaber bicih kiribû.

Esasa vê şûpheyê ev e: Misilmanek alîkarî û hewandina kafirekî ku hem aqîdeya wî hem jî awayê jiyana wî muxalifê wî ye dê çawan qabûl bike? Berîbûn û veqetandina ji muşrîkan de ev rewşa hanê û Milletê Îbrahîm ne dijî hev in?

Bi alîkarîya Allah azze we celle em ê wiha cewab bidin vê sualê: Di navbera van mîsalan û da’weta Milletê Îbrahîm an jî Nebî û Rasûlan de tu nakokî/tezat tune ye.

Lewre wekî ku me berê jî gotibû di vê meseleyê de du nuqte hene:

Nuqteya ewwil: Dûr ketîna ji îlahên wan ên batil û red kirina mabûd û taxutên wan ên ku ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin.

Nuqteya diduya: Buxz û neyartîya ji wan muşrîkên muannid ku li ser batilên xwe israr dikin.

Weki ku me di ser de jî got nuqteya ewwil, daxwazeke bê ewiqandin û bê îhmalkirin ku di lehzeya ewwil de ji terefê wî misilmanî ve bê pêkanîn. Hetanî wacib e ku komek misilman vîya îlan û eşkere bikin û derêxin meydanê. Heta ku tevgerîna bi vê awayê ji bo misilmana bibe şîar û eslê dîn belav bibe û însan bi safîtîya da’wetê serwext bibin.

Em werin ser nuqteya diduya. Hetanî li ser batilê israr neyê kirin û dijminî li hemberî ehlê heq ê pêk newe, nayê tetbiq kirin. Ji bo vê misal, Ebu Talib e.

Ew bixwe li ser kufrê bû. Lê wî tu carî ji heq û ehlê heqqê re buxz û neyartî nîşan neda bû. Bîlakis ji xwedîyê heq û ji Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam re parêzkarî dikir û piştgirî dida wan. Di hedîsekî de ku Buxarî rîwayet dike Abbas radîyallahuanh ji NebÎ re Ebu Talib wiha diwesfÎne:

“Te tu feyde neda apê xwe. Hal ev e ku wî, mudafeaya te dikir, piştgirî dida te û ji bona te xwe hêrs dikir.”

Ev karên Ebu Talib welew ku ji ber têkilîyên asabîyyetê jî wiha tevgerîyabe rewş naguhere. Li ser vê mijarê kiteba Allame Şenqitî ya “Edwau’l Beyan” pir bikêr e û serî lê bê dayîn dê baş be.[6]

Şenqitî di kitêba xwe de li ser mijara “Piştgiriya dîn bi mirovekî facir an jî bi qeydên asabîyyetê” disekine. (Her wiha batilbûna pêkanîna hezkirina li vê esasê jî bi eşkerehî diyar dike.) Dersa ku em ê ji vê derê bigirin ev e: Hetanî dema paşî ûmîd ji wan kesên di vê rewşê de neyê birin, hema dibe ku bi hidayetê re tabîê heqqê bibin. Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam jî, ji ber vê yekê hetanî di ber cankêşîya wî jî ûmîd ji apê xwe Ebu Talib ne birî bû. Ew apê wî ku di saxîtîya xwe de wiha digot: “Wallahî, ger ew qelebalix jî bin hetanî ku ez nekevim binê erdê dê destê wan negihîje te. Tu li pey da’wa xwe bimeşe û vê dawê biqîrîne, qet astengî nekişîne.”

Li vê derê em dixwazin dîqat bikişînin nuqteyekî. Wisan ku: Di wan demên ku Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam bi apê xwe Ebu Talib re bû û jê alîkarî û piştgirî didît, Rasûlullah yek carek jî bi mehneya/bahaneya mesleheta dîn û da’wayê ; şalûzîtî li apê xwe nekirîye. Bilakîs apê wî jî baş dizanîbû ku Nebî aleyhisselam dînê wan kêm dibîne û pûtên wan zem dike. Hetanî Qureyşîyan, ji bo ku Rasûlullah dev ji rexnekirina îlahên wan û cahiltîya wan berde û da’weta xwe biterikîne, Ebu Talib wek navbeynkar tayîn kiribûn da ku li ser Nebî ji bo razîkirina apê xwe yê ku wî mudafea dikir û dibû piştgirê wî re qethîyen ji da’wa xwe tawîz neda bû. Ji apê xwe re vê gotina xwe yê meşhûr got:

“Wallahî, çawa quweta we nagihîje rojê ku hûn parîyek jê bigirin weke vê quweta min jî nagihîje wî tiştî ku ez pê hatime fermankirin dev jê berdim.” [7]

Ebu Talib ji ber ku kafir bû, Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam tu cara hezkirin û girêdayîbûna xwe ne dabû apê xwe. Rasûlullah di tetbîqa vê ayeta Allah azze we celle de ji bo me mîsal û rêzan e:

 … لَا تَجِدُ قَوْمًا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ يُوَادُّونَ مَنْ حَادَّ اللَّهَ وَرَسُولَه

“Qewmekî bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe, tu nabînî ku ew kesên ji Allah û Rasûlê wî re dijminantîyê dikin ji xwe re dikin dost…” [8]

Her wiha ji bo hîdayeta wî pir li ber xwe dida. Eşkereye ku daxwazîya hîdayeta wî û jê hezkirin tiştên ji hevdu cuda ne. Tevlî alîkarî û piştgiriya wî, dema ku Ebu Talib mir, Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam nîmêja wî nekir. Allah azze we celle, Rasûlê xwe ji îstixfara ji bo Ebu Talib nehiy kiriye û wiha ferman dike:

 مَا كَانَ لِلنَّبِيِّ وَالَّذِينَ آمَنُواْ أَن يَسْتَغْفِرُواْ لِلْمُشْرِكِينَ وَلَوْ كَانُواْ أُوْلِي قُرْبَى مِن بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمْ أَنَّهُمْ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ

“Piştî eşkere bû ku ew ehlê cehennemê ne ew mirovên (eqrebayên) wan bin jî, ji bo muşrikan efû û îstixfar xwestin, ne karê pêxember û muminan e.” [9]

Dema ku Alî radîyallahuanh xebera mirina Ebu Talib ji Rasûlullah re anîbû Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam jê re wiha gotibû: “Here û wî defin bike” [10]

Weke vê, ev mijar der berê wan însanên ku Şûeyb aleyhisselam li hemberî kafiran diparêzan jî mewzubehs e. Allah bi me dide zanin ku dijminên Şûayb wiha gotine:

 … قَالُواْ يَا شُعَيْبُ مَا نَفْقَهُ كَثِيرًا مِّمَّا تَقُولُ وَإِنَّا لَنَرَاكَ فِينَا ضَعِيفًا وَلَوْلاَ رَهْطُكَ لَرَجَمْنَاكَ 

“(Jê re) Gotin: Ya Şûeyb ! Em ji gotinên ku tu dibêjî fêmnakin û bi rastî em te di nav xwe de zeîf dibînin! Eger ne ji eşîra te buya muheqqeq meyê te bidana ber keviran û bikuştana…” [11]

Hal ev e ku ew “eşîra wî” kafir bûn. Dîsa Allah azze we celle bi me dide zanîn ku dijminên Salih aleyhisselam çawan ji welîyên wî (ji mezinên wî) xwe diparêzin:

 قَالُوا تَقَاسَمُوا بِاللَّهِ لَنُبَيِّتَنَّهُ وَأَهْلَهُ ثُمَّ لَنَقُولَنَّ لِوَلِيِّهِ مَا شَهِدْنَا مَهْلِكَ أَهْلِهِ وَإِنَّا لَصَادِقُونَ

“Ji hevre bi navê Allah sond xwarin û wiha gotin: Em ê bi şev bavêjin ser Salih û ehlê wî (em ê tevan bikujin) piştre em ê ji welîyên wî re bibêjin: Me kuştina wan bi çav nedîtîye. Muheqqeq em rast dibêjin.” [12]

Dawîya Beşa (9.) Nehemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

 

[1]       .   21/Enbîya, 67

[2]       .   Sarîmu’l Meslu’l: Rûpela 528.

[3]       .   17/İsra, 110

[4]       .   17/İsra, 110

[5]       .   93/Duha, 6 

[6]       .   3/41-43, 406-407

[7]       .   Taberanî û yên din rîwayet kirine.

[8]       .   58/Mucadele, 22

[9]       .   9/Tewbe, 113

[10]      .   Îmam Ahmed, Neseî û yên din rîwayet kirine

[11]      .   11/Hud, 91

[12]      .   27/Neml, 49

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver