Dı Pêvajoya Hılbıjartına Demokratîk De Ji Nû Ve Bıbîranîna Laîlaheîllallah’ê

Kesên liser rûyê erdê digerin, hûn îro ji kîjanî ji wan bipirsin her yekî ji wan dê xwe wek li ser rê û rêbaza heqqê tekdim bike. Kom an kesên vê îdîayê berpêş dikin pir in. Lê belê rê û rêbêza heq yek e.

Her kom an kesên vê îdîayê didin pêş helbet xwe bi hin delilên li gorî dilê xwe xwedî delîl in an jî xwe wisan teselli dikin.

Bêguman gotinên (delîlên) herî xweşik û zelal kelamullahe. Ji rê û rêbazan jî rê û rêbaza herî bixêr rêya Muhammed’e sallallahu aleyhi ve sellem.

Em îro dibin ronahîya îslamê de bi rênînekî baldarî li rewşa alema însanîyetê binêrin dê ev xuya bibe ku bi piranê li derveyê daîreya îslamêde ne. Helbet mijara piranîyê jî izafîye. Wek mîsal em bêjin ji sedî pêncî û yek jî piranîye u ji sedî not û neh jî piranîye. Lê çi heyf ew piranîya ku jî îslamê dûrin hê bêhtir nêzîkî nîspeta ji seda not û neha ne.

Piranîya tenê bi serê xwe di nezera îslmê de bê qîymete. Lewra di îslamê de pîvana esil heq e. Eger ne tabî’e heqqê bin ferqa piranîya însanan û kayê di kadînê de nîn e. Di vê maneyê de piranî, di hin ayetên Qur’ana Pîroz de hatîye zem kirin. Zem kirina piranîyê ne tenê ji bo fillehan û cihûyn û budîstan rewacdar e. Hejmara wan hemûyan li gorî reqemên îroyîn hema bejîn bi qasî nîvê nifûsa dinyayê ye. Mijara zem kirina piranîyê ji bo wan kesên ku xwe wek misilman dibînin û xwe nîsbetê îslamê dikin, ji bo wan jî rewacdar e.

Allah subhanehu ve teâlâ wiha ferman kirîye:

“Piranîya wan heta ji Allah re şirîkan çênekin iman pê naynin.” (12/Yusuf, 106)

Ayetekî din:

“Eger tu tabî’ê piranîya li ser rûyê erdê bibî wê te ji rêya Allah averêbıkin. Ew ji zen ê pê ve nadin pey tiştekî din û ew her derewan dikin.” (5/En’am, 116)

Ayetekî din:

“…Bi rastî pîr kes ji nezanî bi hewesên xwe (xelkê) dixerifînin. Muhaqqeq Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne baş dizane.” (6/En’am, 119)

Ayetekî din:

“…Bêguman Allah li ser însanan xwedîkerem e. Lê belê piranîya însanan (jê re) şikur nakin.” (2/Baqara, 243)

Ayetekî din:

“…Jixwe piranîya însanan ji rê derketine.” (5/Maide, 49)

Ayetekî din:

“…Bêguman piranîya însanan derketına hizûra Rabbê xwe înkar dikin.” (30/Rûm, 8)

Di Qur’ana Pîroz de di heman maneyê de gelek ayet hene.

Xisusekî herî muhîm jî ev e ku dê şirk di nav vê ummetê de dîsa xuya bibe. Weke ku tê zanîn piştî wefata Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem bûyerên (hedîseyên) îrtîdadê derketibû rastê. Hz. Ebubekr radıyallahu anh bi dîrayetekî pir xurt li dijî van bûyerên îrtîdadê sekinî û di demeke kurt de xist bin kontrolê. Lêbele ev rewşên xerab di tarîxê de gelek car ji nûde xuya bûn. Mixabin rewşa îro ji ne rewşeke dilrihetkere ku dilê mumînan pê dilxweş be.

Em dikarin bêjin ku bawerî û tevgerînên şirkê û îrtîdadê îroyîn herî xurttir û zêdetir jî îşaretê vê mijarê dike.

Li gorû rîwayeta Ebu Saîd el-Xudrî radıyallahu anh Rasulûllah sallallahu aleyhi ve sellem wiha gotîye:

“Hûnê bihost bi bihost bidin pey wan qewmên berîya xwe. Hetanî wisan ku eger ew têkevin qula gumgumakê hûnê ji bidin pey wan û têkevin wê derê.

Ji Rasûlullah wiha hate pirsin:

__ Ya Rasûlallah! Ew qewm (ên tu behsa wan dikî) cihû û fille ne?

Rasulûllah sallallahu aleyhi ve sellem wiha cewab da:

__ Wekî din kî ne?” (Buxarî, Müslîm)

Li gorî rîwayeta diya me Aîşe radıyallahu anha Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem wiha gotîye:

“Hetanî ku (ji nûde) perestî (îbadet) ji Lat û Uzza re newe kirin şev û roj neqedin (qiyamet ranabe).” (Müslûm)

Ji Ebû Hureyre radıyallahu anh hatîye rîwayetkirin, gotûye: Min ji Rasîlullah sallallahu aleyhi ve sellem bihîst, wiha got:

“Hetanî ku jinên qewmê Dewsîyan li dora Zu’l Xalasa pindên xwe neloqînin û ba nedin qiyamet ranabe. ” (Buxarî, Müslîm)

Qula Gumgumokê Ya Îroyîn: Demokrasî

Misilmanek li war û welatên îslame binêre û bala xwe bide wan kesên ku dibêjin ‘Em ji misilmanin… Em jî ji ummeta Rasûlullah’ın sallallahu aleyhi ve sellem…’ dê bi vê heqiqetê rû bi rû bimîne: Ev hedîsên Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem îro teheqquq kiriye û li ber çava ye.

Belê.

Cihuyan û filleyan û feylesofên ateîst û xwedênenas bi navê demokrasîyê dînekî îcad kirin. Di naw xwe de bi cih kirin û piştre jî berê xwe dan war û welatên îslamê. Carinan bi bombebarana û carinan bi felsefeyan xwestin ku wî pûtê modern di nav dil û qedên xelkê me de jî biçikinin. Pir xebat kirin û dawiyê de bi destê hevkarên xwe yê binkî gihîştîn armanca xwe.

Ev (Demokrasî) belayêkî wisan bû ku hema bêjin kes an komekî pê semewq nebûbe nemaye. Ew xaçperest û sîyonîst bi sedan salan li ber xwe dan û xebat kirin û êrîş kirin şev û rojên xwe kirin yek ji bo ku ummeta îslamê ji tewhîdê dûr bikin. Di encamê de bi vê dînê pûç û hefnikî biumumîyet gihiştîn meqseda xwe. Bi vê dinê aporeû xerifî berê însanan ji hîdayeta Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem vegerandin û dûrkirin û beralîyê şirk û rêşaşiyê ve kirin.

Mixabin, me dît ku ekserîyata însana berê xwe dan wan fille û cihû û hevparên wan yên welatîyên me (hevparên binkî) û weke di hedîsê de ji borî li pey wan ketin û çûn di qula gumgumokê de (Demokrasîyê de) bi cih bûn.

Demokrasî wek tevgera (hereketa) îrtîdadê di nava civakê de pêl bi pêl belav dibe.

Demokrasî çawa wek alternatîfa aqideya tewhîdê derketîye rastê, weke wê laîkî jî wek alternatîfa sunneta Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem tê pêkanîn.

Di vê rewşê de rêber û rêzanê wan kesan dîsa fille û cihû ne. Dibin tabî’ê îdeolojîyên weke qewmîyetperwerî û neteweperwerî ku herdû jî îdeolojîyên xweserê Îblis e.

Di terzê heyata laîkî de û tabî’bûna îdeolojîyên rêşaşî de jî mînak û modelê wan dîsa ew fille û cihû ne.

Perestîya Lat Û Uzza Û Vegera Lı Dora Zu’l Xalasa

Îro pût û pelatên bi navê Lat û Uzza ku di qas û meydana de çikandî ne nîn in. Eger dinav xelkê de şirk û pûtperestî hebe navê wan pûtan her çi be û şeklê perestîya pûtan bi çi awayê be bila bibe ferq nake.

Lewre di vê esirê de gelek şeklên perestîya ku ji pûtan re tên kirin hene û roj bi roj hêj zêdetir dibin.

Ji qebirperestîyê bigirin hetanî welatparêzîyê û ji demokrasîyê bigirin hetanî kapîtalîzmê û weke van pir bawerîyên pûç û fiêlên şirkê xuya bûne.

Îro gelek pûtên razber (soyut) û pûtên berbiçav (somut) wek Lat û Uzza yên modern; an di meydana de çikandî ne, an wek meqbera/zîyareta şêx filankes avakirî ne, an wek fikir û ideolojî û bawerî di hiş û qelbê însana de nexşbune, an jî di qanunbingehî de wek hukim bi cih bûne.

Dewr û dewran çû û hat û dîsa vegerîya wê dewra tîpûtarî ku perestî ji Lat û Uzza yên modern re tê kirin.

Îro em vê jî dibînin ku jinên qewmê Dewsîyan pinên xwe li dora Zu’l Xalasa ba didin diloqînin.

Zu’l Xalasa pûtxaneyeke li Yemenê ye ku wek perestgeh/îbadetxane tê bikarinîn. Lê ya rast ev mijara pind loqandinê zûde ji jinên qewmê Dewsîyan borîye û gihîştiye rewşeke pir wehîm.

Di serê pêşî de Rafizîyan hema li her beled û bajaran ji bo xwe bi navê turbe û meqber weke ‘Zu’l Xalasa’ perestgehan çêkirin û bi vê awayê îrtîdat kirin.

Ka gelo, ew Ebubekrê Siddiq ê bi qudret û xwedî dirayet?

Li gorî riwayeta Ebu Mûsa radıyallahu anh, Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem wiha gotîye:

“Berîya qiyamet rabe dê fitneyên wisan derkevin ku her fitneyek wekî parîya şeva tarîye. Ha di wê demê de mirovek wek mûmîn digihîje sibehê û wek kafir lê dibe êvar, an ji wek mûmîn lê dibe êvar û wek kafir digihîje sibehê… ” (Ebû Dawûd û Tırmızî)

Weke ku di hedîsê de hatiye beyankirin gellek însan wek mûmîn li ser wan dibe êvar lê wek kafir digihîjin sibehê. Bi rastî ev mijar wisan bûye ku êdî wekî hedîseyên alelade/jirêzê tê dîtin.

Mirovekî dîbêje ‘ez misilmanim’, gelo çawan çêdibe ku wek mûmîn li ser dibe êwar û wek kafir digihîje sibehê?

Der heqê îzahkirina vê mijarê de emê çend mîsalên ji nav heyata rojane teqdimê we bikin.

Ew zarukên ku Allah subhanehu ve teâlâ wek ronahîya çavan û şênahîya dilan daye, eger û bav rabin wan zarokên xwe yê qicucankî bi destê wan bigirin û teslîmî dibistanên laîk û rojavahez bikin ha bi vê amelê wê rewşê û axireta xwe wêran dikin.

Mijara lihevnekirinê de eger mirovek rabe ji bo çareseîya lihevnekirina navbera xwe û şirîkê xwe an mêrebayê xwe an jî cîranê xwe teqdîmê şer’a şerîf neke û ji hîkmê Allah subhanehu ve teâlâ û Rasûlê wî sallallahu aleyhi ve sellem rûvegerîne û berê xwe bide dadgehên (mehkemeyên) taxutî, ha bi vê amelê xwe malik li xwe mîrat dike û dibe ji wan kesan ku wek kafir digihîjin êvarê.

Em dibînin ku exlebê/ekserîyetê însana bi daxwaz û îradeya xwe ji hikmê Allah subhanehu ve teâlâ û Rasûlê wî sallallahu aleyhi ve sellem rûyê xwe vedigerînin û bi darizandina (muhakemeya) li gorî qanûnên kufrê qaîl dibin.

Misaleke din.

Bila qenc bê zanîn ku ji pêxemberan pê ve qet tu kes ne bêguneh û bêrî ye. Eger mirovek bêje: ‘Hin sifet û esmayên ku xweserê Allah e, qismek ji wan li ser şêxê min (an jî li der xoceefendî û lîderê min) xuyaye’ ew jî ji wan kesên ku wek kafir li ser wan dibe êvar, yek ji wan e.

Mijara beşdarbûna hilbijartina demokratîk jî di vê çarçovê de tê nirxandin. Lewre di hilbijartina demokratîk de qaîdeya esil piranî ye. Di hilbijartinên demojratîk de jî û di demokrasîyê de jî tu kes guhê xwe nade tabî’bûna heq e. Di demokrasîyê de a esil piranî û pirhejmarî ye, ne tabî’bûna heqqê ye. Roja hilbijartinê de ew kesê ku wek misilman dest bi rojê dike piştre diçe ser sindoqên hilbijartina demokratîk û raya xwe dide bi vê amelê dikeve rewşeke pir taloke.

Lewre bi vê amelê beşdarî hilbijartina demokratik dibe û wek muşrîk digihîje evarê.

Bila ev jî bê zanîn ku ew kesên dibin muşrîk di heman demê de çiloqê wan dernakeve, an jî dest û pê û bêvil (poz) û gûh li wan ne kêm û ne ji zêde dibe.

Hetanî bi tobeyekî ji dil û can tobe nekin êdî ew jî ji demokratan e. Jixwe hikmê demokratan li gorî îslamê vikîvekirî li rastê ye.

Mijarekî din jî pejirandina (qebûlkirina) terza jiyana laîkî û rojavayî (ewropayî) ye. Ev cureya terza jiyanêji serî heya binî berevajê îslamê û sûnneta Rasûlullah e sallallahu aleyhi ve sellem.

Di terza heyata laîkî de tiştê ku Allah subhanehu ve teâlâ heram (qedexe) kirîye serbest e. Dîsa di terza heyata laîkî û rojavayî de tiştên ku Allah subhanehu ve teâlâ ji bo însana helal an jî emir kirîye wek heram tê binavkirin. Hetanî wisan ku hêz û îqtidar bikeve destê wan di heman demê de pêamelkirina gelek emrê Allah subhanehu ve teâlâ û sunneta Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem bi qanûnan qedexe dikin.

Di terza jiyana laîkî û rojavayî de fisq û ficûr û her cureyê bêexlaqiyê tê pejirandin û tê jiyandin.

Kesên terzê jiyana laîkî û rojavayî dipejîrinin û dijin, bi vê helwestên xwe ji ayetên Allah subhanehu ve teâlâ û ji sunneta Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem rûyê xwe vegerandine. Êdî ew jî êvarê li ser helakî ne û sibehê li ser helakî din in.

Gelek însan kelîmeya tewhîdê telafûz dikin û di rojekî de bi dehan cara dibejên Lailaheillallah lê belê di heman demê de van fiêlan jî dikin.

Di malên xwe de û di dibistanên laîkî de û di kargehên xwe de û di daîreyên fermî (resmî) de û li ser meqber û zîyaretan û parlementoyê de û di wan ‘Mescîdu’d Dîrar’ an de û di qişleyên artêşa taxut de û di dadgehên (muhakemeyê) dikin de û di wan stadên ku îro perestgehên herî mezinin de û li navenda (merkeza) partîyên sîyasî (ku li wan dera hikmê Allah û Rasûlê wî hece hece berevaj dikin û diguherînin) xwedênenas de dê ji xwe re pût û pelatan çêkin û bidin pêy van…

Piştre jî dê vegerin û bi dehan cara bêjin Lailaheillallah.

Dê bêjin Lailaheillallah û dotira rojê carek din dest bi van fiêl û amelan bikin.

Ew meselaya ku di hedîsa Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem de dibore weke van mîsalan derdikeve holê.

Çawa ku me berê de jî diyarkiribû piştî wefata Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem bûyerên îrtîdadê derketin rastê û di nav Erebîstanê de di demeke pir kurt de belav bibû.

Murtedên wê dewrê bi piranî hêj di saxitîya wî de Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem dîtibûn û dengê wi bihîstibûn. Zehfê wan ne jî ew bixwe bibûn muxetebê da’wet û teblîxa Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem.

Sebebê îrtîdada wan ne wekehev bû. Hin ji wan ayetên Qur’anê li gorî dilê xwe û hewesên xwe tewîl dikirin û bi vê awayê îrtîdad dikirin, ji rêya heq û hidayetê vedigerîyan.

Hin ji wan jî ji ber doza serokatîyê îrtîdad kirin û qewme xwe jî li dû xwe kişkişandin. Bi kurtasî her qewm bi mehneyên hewaî û nefsanî ji dîn derketin û bûn ji murtedan.

Bi rastî ev bûyerên îrtîdadê di tarîxa îslamê de hedîseyên pir balkêş in. Lewre Rasûlullah sallallahu aleyhi ve sellem hêj di demeke nêzik de wefat kiribû eshabîyên wî bi piranî li heyatê bûn. Hz. Ebubekr radıyallahu anh jî di meqama xîlafetê de bû.

Hedîseyên îrtîdadê çawa ku ji dewra seadetê ne dûr bû bila baş bê zanîn ku ji vê dewra me jî qet ne dûr e.

Di dîroka îslamê de rewş bi kurtasî wiha bû. Piştî zelalbûna vê rewşê tu kes nikare vê îdîayê berpêş bike û bêje: ‘Xelkê me nezan in û ji îslamê dûr in û bi cahiltîyê jî mezur in. Her wiha ew çi bikin bila bikin dîsa jî ji şirkê masûm in!’

Ev îdîayên hanê li î’ndallah qet ne meqbûl û mu’teber e.

Bila tu kes xwe nespêre van gotegotan û bi xapên şeytanê xapînok nexape.

“Rabbê me! Piştî ku te em gihandin ser rêya rast qelbê me (ji wê hîdayetê) vernegerîne. Bêguman yê Wehhab (yê dayende û bexşende) tu yî.” (3/Al-î Îmran, 8)

Hemdê bê hed bi Allah’ê alemîn, selat û selam li ser Rasûlê wî yê emîn.

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver