Destpêk

(Beşa Yekemin)[1]

Bı Mane Û Bı Şert Û Bı Bergeha Wê ve Lâîlaheîllallâh[2]

Ebû Hanzele[3]

وَلَقَدْبَعَثْنَافِيكُلِّأُمَّةٍرَسُولًاأَنِاُعْبُدُوااللَّهَوَاجْتَنِبُواالطَّاغُوتَ

“Sond be ji her ummetê re ji bo ku bibêjin: Ji Allah re îbadetê bikin û xwe ji taxût biparêzin me pêxemberek şand…” [4]

Teqdîm

بِسْمِاللّهِالرَّحْمَنِالرَّحِيمِ

Bêguman hemd ji Allah re ye. Em jê re hemd dikin û daxwaza alîkarîyê û mexfîretê jî jê dikin. Em ji şerra nefsên xwe û ji xerabîyên amelên xwe, xwe dispêrin Allah azze we celle.

Ewê ku Allah azze we cellewî hîdayet kiribe kes nikare berê wî bide bi rêşaşîyê ve. Ewê ku berê wî dabe rêşaşîyê ve jî, kes nikare wî hîdayet bike. Ez şahdeyî didim ku ji Allah pê ve tu îlah tune. Ew, wahîdû’l ehed e. Qethîyen tu şerîkê wî tune ye. Dîsa şahdeyî didim ku Muhammed aleyhisselatuwesselamabdê wî û rasûlê wî ye.

يَاأَيُّهَاالَّذِينَآمَنُواْاتَّقُواْاللّهَحَقَّتُقَاتِهِوَلاَتَمُوتُنَّإِلاَّوَأَنتُممُّسْلِمُونَ

“Gelî yên ku îman anîne! Bi awayê layîqî wî ye ji Allah bitirsin û bitenê hûn her wek muslîm bimîrin.” [5]

يَاأَيُّهَاالنَّاسُاتَّقُواْرَبَّكُمُالَّذِيخَلَقَكُممِّننَّفْسٍوَاحِدَةٍوَخَلَقَمِنْهَازَوْجَهَاوَبَثَّمِنْهُمَارِجَالاًكَثِيرًاوَنِسَاءوَاتَّقُواْاللّهَالَّذِيتَسَاءلُونَبِهِوَالأَرْحَامَإِنَّاللّهَكَانَعَلَيْكُمْرَقِيبًا

“Gelî însanan! Hûn xwe ji Rabbê xwe biparêzin, ew Rabbê ku hûn ji yek nefsê xuliqandiye, hevjîna (hevala) wî jî ji cinsê wî xuliqand û ji herduyan jî gelek mêr û jin zêde kiriye. Ew Allah ê ku hûn bi qedrê navê wî ji hev daxwazîyê dikin û ji nepêkanîna heqên eqrebeyan jî xwe biparêzin. Beguman Allah li ser we muraqib e (çavnêr e).” [6]

يَاأَيُّهَاالَّذِينَآمَنُوااتَّقُوااللَّهَوَقُولُواقَوْلًاسَدِيدًا

يُصْلِحْلَكُمْأَعْمَالَكُمْوَيَغْفِرْلَكُمْذُنُوبَكُمْوَمَنيُطِعْاللَّهَوَرَسُولَهُفَقَدْفَازَفَوْزًاعَظِيمًا

“Gelî yên ku îman anîne! Ji Allah bitirsin û gotina rast bibêjin. (Ger hûn wisan bikin) Allah dê karên we li hev bîne û gunehên we efû bike. Kî îteata Allah û Rasûlê wî bike; bê şik ew gihîştiye xelasîyeke herî mezin.” [7]

Piştî vê, bêguman gotinên herî xweşik kelamullah e, ji rêyan jî rê ya herî bixêr rêya Muhammed e aleyhîssalâtuwesselâm

Pêşgotin

Laîlaheîllallah, banga hevpar yên temamê rasûlan e aleyhîmûsselâm. Ew peyv e, ev kelîmeye ku qewman bi navê kafir û muslîm ji hevdu cuda dike…

Ev peyv e, ev kelîmeye ku encama însanan li dinyayê û li axîretê wê bide diyarkirin…

Di rûpelên dirokê de ev peyve ku bav û kur derxistiye hemberê hev du…

Ev peyve ku Nuh aleyhisselâmxiste keştîya (gemîya) xelasîyê û kurê wî yê ku kulîlka dilê wî bû, kir mehkûme wan pêlên berizî û di wan de xeniqand.

Ev peyve ku Lût aleyhisselâmrizgar kir û barana helakê li ser jina wî û qewmê wî barand.

Ev peyve ku Îbrahîm aleyhisselâmli hember bav û qewmê xwe bi ziravekî heyirandî wisan da axaftin: “Hûn jî, bav û kalen we jî jirêketî û tewişî ne.”

Şixul û karên herî xirab ew ên ku piştre hatine derxistin in. Tiştên piştre hatine derxistin bitemamî bîdet in û her bîdet jî rêşaşî ye. Her rêşaşî jî çêtir layîqê agir e.

Ê ku Benî Îsraîl ji taxutê wê dewrê xelas kir û wana çil salan li çol û berîyan da gerandin jî dîsa ev peyv, ev kelîme bû.

Dîsa ev peyv bû, ev kelîme bû ku dibû sedema zordarîya kesên zadegan li hember pêxemberan.

Ev peyve ku di ayetên Qur’anê de destpêka vegotina mucadele û tekoşîna pêxemberan e.

Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâmku di nav qewmê xwe de yê herî ewledar bû, piştî ku vê kelîmeyê anî ser ziman bi îftîrayên “derewkarî”û “hozanî”û “mecnunî” hate deximandin.

Ê ku gel û qewman ji kind û koletîyê rizgar kir û li ser rûyê erdê kire mîrê mîran jî ev kelîme bû.

Em hê jî bijmêrin emê bikaribin ji bo ehemmîyet û giringîya vê peyvê bînin ser ziman bi sedan hevok û delîlan bibînin. Di dewra pêxemberên berê aleyhîmusselâmû di dema Rasûlullah de aleyhîssalâtuwesselâmxêz û giringîya vê peyvê pir xuyaye û eşkere bû.

Mixabin (maalesef) ev kelîme di vê qerna me de windayî maye. Dawetvan û waizan vê peyvê ji lîsteya dawet û banga heqqê derxistine û weke ku bi temamî ji bîr kirine. Di vê hengâma ku şirk belav buye û serdema xwe yê tîp û tarî de ye; li ser Dawetvanên îslâmê hewceye ku vê kelîmeyê bi manê û şertên wê, bi awayeke lêhatî û li gorî menheca Qur’anê bibêjin û eşkere bikin. Heta kesên bi dilsozî girêdayîyê vê peyvê ne û yên bi sîxurî (bi casusî) dijberê wê ne xuya bibe.

Hemd ji Allah azze we cellere be, li ser van erda nesileke (nifşeke) nû derket holê ku ev nesil vê kelîmeyê fêm dikin û bi dilsozî girêdayîyê wê ne.

Hinek birayên me ji tunebûna berhemeke (kîtêbeke) ku pê dersa peyva “Laîlaheîllallah”bikin gazin dikirin. Me jî bi nîyeta tevkirînîyeki ji daweta tewhîdê re ji bo ummeta îslâm û ji bo van birayên me re ku di rêya dawetê de alîkarîyekî me bigihîje wana me qerara nivîsandina vê pirtûkê kir. Em alîkarî bitenê ji Allah azze we celledixwazin.

Me di bin serpêkên mijar de erebîya ayetên Qur’ana Kerîm jî daye. Ji bo xwendevanên bixwazin van ayetan jiber bikin. Ji bo ku ji wan re bibe hêsanî me wisan kir.

إِنْأُرِيدُإِلاَّالإِصْلاَحَمَااسْتَطَعْتُوَمَاتَوْفِيقِيإِلاَّبِاللّهِعَلَيْهِتَوَكَّلْتُوَإِلَيْهِأُنِيبُ

“… Ez tene dixwazim we li gorî quweta xwe islah bikim. Serkeftina min bi alîkarîya Allah e. Min xwe spartîye wî tenê û ber bi wî de fitilîme.” [8]

Dawîya Beşa (1.) Yekemîn

(Dê Berdewam Bibe ÎnşaAllah)

 

[1]       .   Birinci Bölüm

[2]       .   Anlamı, Şartları ve Kapsamıyla LÂÎLÂHEÎLLALLÂH

[3]       .   Ev berhema ku ji teref Ebû Hanzele ve bi navê “LÂÎLÂHEÎLLALLÂH” telîf bûye, wergera wê ya Kurdî ji alî Osman Sadıkoğlu ve pêk bûye. Em jî wek Kovara Tevhid wergera vê berhema giring û bi rûmet a bi Kurdî bi mehane beş bi beş teqdîmê xwendevanên xwe bikin.

[4]       .   16/Nahl, 36

[5]       .   3/Âl-î Îmran, 102

[6]       .   4/Nîsa, 1

[7]       .   33/Ahzab, 70-71

[8]       .   11/Hûd, 88

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver