Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Berata Rizgarbûnê Û Mizgîna Cennetê: Kelîmeya Tewhîdê

Osman SADIKOĞLU 2019-09-16

 

Beşa (3.) Sêyemîn

2-Maneya Vê Kelîmeyê Û Meqseda Xuliqandina Me Wekhev E

Belê armanca xuliqandina benîâdem û maneya vê kelîmeyê wekhev e. Armanca xuliqandina însan û naveroka tewhîdê jî bi yek kelîmeyekî îbadet e.

وَمَاخَلَقْتُالْجِنَّوَالْإِنسَإِلَّالِيَعْبُدُونِ

"Ji bo ku ji min re îbadetê bikin; min cin û însan xuliqandin." [1]

Ji bo têkilîya peyva tewhîdê bi îbadetê re em serwext bin divê têgeha (qewrama) "îlah"jî qenc fêm bikin. Allah -azze we celle-wiha ferman dike:

وَإِلَهُكُمْإِلَهٌوَاحِدٌلاَّإِلَهَإِلاَّهُوَالرَّحْمَنُالرَّحِيمُ

"Îlahê we îlahekî tenê ye. Ji wî pê ve tu îlah tune ye. Ew, rahman û rahîm e.'' [2]

Têgeha (Qewrama) "Îlah"ê ev her sê îmam wiha diyar dikin.

Îmam Taberî:

"Ew ê ku herî zêde layîqê îbadetê ye û îteat lê tê kirin e."

Îmam Razî:

"Îlah ew e ku îbadet lê tê kirin e.''

Qadî Beydawî:

"Îlah ew e ku layîqê îbadetên we ye."

وَاتَّخَذُوامِنْدُونِاللّٰهِاٰلِهَةًلِيَكُونُوالَهُمْعِزًّاۙكَلَّاۜسَيَكْفُرُونَبِعِبَادَتِهِمْوَيَكُونُونَعَلَيْهِمْضِدًّا۟

"Ji bo ku rûmet û quwetê bide wan; dev ji Allah berdan û ji xwe re hinek îlahên din girtin. Nexêr! Wê (ew îlahên derewîn) îbadetên wan înkar bikin û wê neyartîya wan bikin.'' [3]

Ger em bala xwe bidin, ev ayet îlah girtina wan a ji xeyrî Allah -azze we celle-bi me dide zanîn. Piştre jî behsa înkara wan kesên ku bi navê 'îlah' ji wan re îbadet hatî kirin eşkere dibe. Ev jî nişan dide ku îlah, ew ê ku îbadet lê tê kirin e.[4]

Nexwe armanca xuliqandina me (ku divê em bitenê ji ew Allahê wahid û ehed re îbadetê bikin) û maneya peyva tewhîdê wekehev in. Navend û eslê herduyan jî îbadet e. Ji ber vê yekê hewceye ku em pir ehemmîyetê bidin mane û fêmkirina vê peyvê, peyva tewhîdê.[5]

3- Ferqa Di Navbera Me û Yên Ku Vê Kelîmeyê Cara Yekem Anîne Ser Ziman De

Ew însanên ku vê kelîmeyê cara ewwil dianîn ser ziman û digotin hema wê gavê de rewşa wan diguheriya. Ji her cûrên cahilîye xwe paqij dikirin, bi zelalî û bi dilsozî teslîmê Allah -azze we celle-dibun. Kesên ku vê peyvê fêmdikir û digot, li hemberî taxutên dewra xwe serî hildida û vê peyvê diqîrîya. Bi coşeke bê hedan di qelbê wî de bikurahî bicih dibû.

Kî ev peyv bianîna ser ziman, nêrîna wan a heyatê jî diguherîya û bingehîya fikr û ramanên nipînû biwan dida bikaranîn. Di têkiliya dostanî û neyartîyê de qaîdeya bingehî ev kelîme bû. Di navbera wan de pîvana biratîyê jî ev peyv bû.

Li gorî wana qebulkirina vê peyvê tê maneya ku jîyana wan herûdaîm bi zor û zehmetan bidome.

Qewmê dewra cahilîyê de însanan pêşbazîyê bi hevdû re di bêrêwiştîyê de, yanê di bê exlaqîyê de dikirin. Navbera xwe de di bêrêwiştîyê de avahîyeke wisan saz kiribun ku di dirokê de bêmînak bû.

Ew mirovên ku çavkanîya aborîya wana, xwînmijî û zilm û talan û riba bû, piştî ve peyvê bi dilnizimî û bi dilsivikbûneke bêmenend tiştên ku di destê wan de heye fisebîlillah belav dikirin û di rêya xweda de belav dikirin û direşandin.

Sêhrbazên Firewn karmendê wî bûn. Gûhên wan sêhrbazan li devê wî bû û çavên wan jî li destê Firewn bû. Herê piştî ku vê peyvê bi bawerî û bi dilsozî anîn ser ziman, li hember Firewn serîhildan û aqîde û îmana xwe qîrîyan. Ew Firewn ku, zarokên biçûk ên zindî bikomkujî qetil dikir. Ew Firewn ku, bi zilma xwe pir navdar bû. Qur'an bi berfirehî qiseta wan sêhrbazan dike:

Rewşa wan ê berîya îman anînê:

 وَجَٓاءَالسَّحَرَةُفِرْعَوْنَقَالُٓوااِنَّلَنَالَاَجْرًااِنْكُنَّانَحْنُالْغَالِب۪ينَقَالَنَعَمْوَاِنَّكُمْلَمِنَالْمُقَرَّب۪ينَ

"Dema sêhrbaz hatin cem Firewn gotibûn: 'Eger em bi serkevin divê ji me re xelatek hebe?' Firewn gotibû: 'Belê (wê gavê) hûnê bibin ji yên nêzîkî min."[6]

Dema ku îman anîbûn:

 وَاُلْقِيَالسَّحَرَةُسَاجِد۪ينَۚقَالُٓوااٰمَنَّابِرَبِّالْعَالَم۪ينرَبِّمُوسٰىوَهٰرُون

"Sêhrbaz ji ser rû ketin û çûn secdê. Û gotin: Me îman bi Rebbê aleman anî. (Ku ew) Rebbê Musa û Harun e." [7]

Firewn wan tehdît dike:

 قَالَفِرْعَوْنُاٰمَنْتُمْبِه۪قَبْلَاَنْاٰذَنَلَكُمْۚاِنَّهٰذَالَمَكْرٌمَكَرْتُمُوهُفِيالْمَد۪ينَةِلِتُخْرِجُوامِنْهَٓااَهْلَهَاۚفَسَوْفَتَعْلَمُونَلَاُقَطِّعَنَّاَيْدِيَكُمْوَاَرْجُلَكُمْمِنْخِلَافٍثُمَّلَاُصَلِّبَنَّكُمْاَجْمَع۪ينَ

"Firewn (ji wan re) got: 'Berî ku ez izna we bidim we îman pê anî? Qet guman tune ku ev dafikeke ku we li vê walatê (Mîsrê) çêkîrîye da ku hûn gelê xwe (qibtîyan) jê bixin der.

Lê belê hûnê di nêz de bibînin ku wê çi bê serê we. Sond be ku ez ê dest û pîyên we bi çeprastî jê bikim, piştre jî ez ê we hemûyan bi daran ve daleqînim." [8]

Pîşti îman anînê li hember tehdîdê Firewn wiha dibêjîn:

 قَالُٓوااِنَّٓااِلٰىرَبِّنَامُنْقَلِبُونَوَمَاتَنْقِمُمِنَّٓااِلَّٓااَنْاٰمَنَّابِاٰيَاتِرَبِّنَالَمَّاجَٓاءَتْنَاۜرَبَّنَٓااَفْرِغْعَلَيْنَاصَبْرًاوَتَوَفَّنَامُسْلِم۪ينَ۟

"(Sêhrbazan) Gotin: (Ne xema me ye) Bêguman em ê bi bal Rebbê xwe ve vegerin. Ji bo ku ayetên Rebbê me ji me re hatin û me îman bi wan anîye tu heyfê ji me distînî. Rebbê me! Tu di ser me de sebrê bibarîne û me wek muslîm bimirîne!" [9]

 قَالُوالَنْنُؤْثِرَكَعَلٰىمَاجَٓاءَنَامِنَالْبَيِّنَاتِوَالَّذ۪يفَطَرَنَافَاقْضِمَٓااَنْتَقَاضٍۜاِنَّمَاتَقْض۪يهٰذِهِالْحَيٰوةَالدُّنْيَاۜ

"(Sêhrbazan) Gotin: 'Em te qet di ser delilên ku ji me re hatine û di ser xaliqê xwe re nagirin. Çi hûkmê didî bide, lê bi tenê tu dikarî li vê dinyayê hûkmê xwe bidî." [10]

Allahu Ekber!

Li ser van hevokan ku piştî gotina "Me îman anî" çawa diguherin…

Divê em hinek bifikirin. Niha em tev bi qisseya Eshabê Ûxdûd dizanin. Qral ji bo nîşan bide ku ew çiqas bi hêz û qudret e gazî însanan kiribû.

Xelk jî bi qelebalixeke helehêlî û bi elalet hatin meydanê. Hatina wan berê de ji bo temaşeya kuştina zarokekî bû. Ji bo viya jî qral re têr çepikan dabûn û reqereqê jî kiribûn. Ew qelebalix ji nîşka ve wisan qîrandîn: "Me îman bi Rebbê vî zarokî anî!"

Bi behaya şewata di nav kortik û çalên agir de ji wan yek kitek jî ji îmana xwe ne vegerîyan.

Lê, ew zahmetkêşîya piştî ziman anîna vê peyvê ku eshabê kîram kişandine?

Mus'ab û Hebbab û Bîlal û Ammar û malbata wî… Hin mirovên heta duh kole bûn, piştî bi vê kelîmeyê îman anîn serê xwe li hemberî zadeganên zordest rakirin. Ma ne ev kelîme bû bi gor şehinşahîtîyên hawîr erebên ku bindest û zelil bûn, ji çolên tunebûnê xelas kir û wan gihiştande zîrveya hemû xweşî û izzet û serdestîyê!

Belê, em jî îro vê kelîmeyê tînin ser ziman. Heta ne tenê anîna ser ziman weke ku me vê peyvê ji xwe re kiriye wird û herûdaîm li ser zimanê xwe em dubare dikin.[11]

Lê mixabin di heyata me de tiştek neguheriye. Ew coşa ku muwahhidên dewrên borî hes dikirin, li serme tu berhem jê nemaye. Serhildana li hemberê taxûtan deynin alîyekî, îteat û situxwarîya wan taxûtan ew qas zêde buye heta ku situyên gelek însanan qurimîye.

Dilê kesekî di jîyaneke nipînû û sazûmanîyekî li ser bingeha tewhîdê tune. Îzzet û medeniyet li alîyekî, her roj ji hêla Amerika û hevkarên wî yên sîyonîst ve xwîna me dirije û namûsa mumînan talan dibe.[12]

Di navbera me û wê nesila ewil ku vê kelîmeyê dianin ser ziman û pêwistên wê jî bi cih dianin ferqeke herî mezin heye, çima gelo?

Ferqa di navbera me de ev e: Wan, piştî vê peyvê anîn ser ziman bêkêmasî xistin jîyana xwe.

Em çi dikin? Em jî vê peyvê bi şev û bi roj dibêjin lê jî ve gotinê qet tiştekî fêm nakin. Em nizanin maneya vê peyvê çiye û em bi gotina vê kelîmeyê çi qabûl dikin, dipejirînin.

 Wê gavê pêwiste ku ev peyva tewhîdê ew nesila ewwil çawan fêm kiribin; ji bo ku weke wan bê fêm kirin em tevde lêgerînekî bikin. Maneyên wê ya windabûyî û şertên wê yên jibîr bûyî ger dubare/tekrar bikevin rojeva me/gundema me. Heta ku ferq û mesafeya di navber de ji holê rabe û bi awayê wê nesila ewil ku em bi ittibaa wan hatine fermankirin bes wan çawa fêm kiribe em jî wisan fêm bikin û di jîyana xwe de bi cih bikin.

4- LI SER EHEMMÎYETA VÊ KELÎMEYÊ

Allah-azze we celle-vê peyvê bi navgîna melaîketan ragihandiye abdên xwe yên hilbijartî -aleyhîmûsselâm-

وَمَٓااَرْسَلْنَامِنْقَبْلِكَمِنْرَسُولٍاِلَّانُوح۪ٓياِلَيْهِاَنَّهُلَٓااِلٰهَاِلَّٓااَنَا۬فَاعْبُدُونِ

"Allah ji evdên xwe ji kîjanî re bixwaze, bi emrê wxe melaîketan bi wehîyê jê re dişîne û dibêje: Ji min pê ve îlah tune, ji ber vê yekê ji min bitirsin." [13]

Ev peyv mîna qulpeke zexîm e ku ew ne zeng digire û ne ji diqete.

فَمَنْيَكْفُرْبِالطَّاغُوتِوَيُؤْمِنْبِاللّٰهِفَقَدِاسْتَمْسَكَبِالْعُرْوَةِالْوُثْقٰىۗلَاانْفِصَامَلَهَاۜوَاللّٰهُسَم۪يعٌعَل۪يمٌ

"…Her kî taxut înkar bike û bi Allah îman bîne; wî xwe bi qulpeke herî zexm ku qetandin jê re tune ve girtî ye. Allah, Semî' û Alîm e." [14]

Ev, di heman demê de kelîmeya teqwayê ye:

اِذْجَعَلَالَّذ۪ينَكَفَرُواف۪يقُلُوبِهِمُالْحَمِيَّةَحَمِيَّةَالْجَاهِلِيَّةِفَاَنْزَلَاللّٰهُسَك۪ينَتَهُعَلٰىرَسُولِه۪وَعَلَىالْمُؤْمِن۪ينَوَاَلْزَمَهُمْكَلِمَةَالتَّقْوٰىوَكَانُٓوااَحَقَّبِهَاوَاَهْلَهَاۜوَكَانَاللّٰهُبِكُلِّشَيْءٍعَل۪يمًا۟

"Ew ên kafir, dema di dilê xwe de agirê esabîyeta dewra cahiltîyê pêxistin; Allah, ji pêxemberê xwe û mumînan re hizûr û sikûnet daxist û ew li ser peyva teqwayê qayîm kirin. Jixwe ew her tiştî bi heqî dizane." [15]

Ev peyv wê mumînan li dinyayê û li axîretê herûdaîm sabit bigire:

يُثَبِّتُاللّٰهُالَّذ۪ينَاٰمَنُوابِالْقَوْلِالثَّابِتِفِيالْحَيٰوةِالدُّنْيَاوَفِيالْاٰخِرَةِۚوَيُضِلُّاللّٰهُالظَّالِم۪ينَوَيَفْعَلُاللّٰهُمَايَشَٓاءُ۟

"Allah, wan kesên ku bi peyva qewî îman anîne wana li jîyana dînyayê û li axîretê zexim digire. Berê zaliman jî dide bi rêşaşîyê ve. Allah her çi dixwaze dike." [16]

Allah-azze we celle-vê peyvê dişibîne wê dara xweşik ku qurmê wê sabit e û şaxên wê jî li asîmane ye.

اَلَمْتَرَكَيْفَضَرَبَاللّٰهُمَثَلًاكَلِمَةًطَيِّبَةًكَشَجَرَةٍطَيِّبَةٍاَصْلُهَاثَابِتٌوَفَرْعُهَافِيالسَّمَٓاءِۙ

"Ma tu nabînî Allah mîsaleke çawa dide: Gotineke xweşik (lâîlaheîllalah) weke dareke bedew e ku qurmê (koka) wê (di erdê de) payîdar e û şaxên wê li asîmana ye." [17]

Ev peyv, berat û belgeya rizgarbûna ji agirê ye. Muslîm di Sehîha xwe de ji Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm-vê rîwayetê kiriye:

"Dema mûezzin bang/ezan dida û dihat qisima "Eşhedûenlâîlaheîllallah" (Ez şahdeyî didim ku ji Allah pê ve tu îlah tune) Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem-wiha digot: "Ew (Muezzin) ji agir rizgar bû." [18]

"Her kî bejê 'Laîlaheillalah Muhammedu'n Rasûlullah' Allah -azze we celle-agir jê re heram kiriye." [19]

Ev peyv roja qiyametê di mîzanê de wê ji her tiştî herî girantir bikişe.

Dema ku Nuh -aleyhîsselâm-wefat dikir ji zaroyên xwe re wisan wesîyet kir:

"Ez Lâ îlâhe îllallahê li we emir dikim. Ger ev peyv bikeve şikevîkekî mîzanê û heft tebeqê asîman û erd jî bikevin şikevîka dîn wê dîsa ev şikevîka Lâîlâheîllallahê girantir bikişe.'' [20]

Di hedîsekê Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm-de (hadîsu'l bîtaqa de) qiseta zilamekî ku not û neh dosyeyên gunehên wî hene diyar dibe. Digel vê yekê li ser wî, pelekî ku li serê "Lâîlâheîllallah"nivîsîye derdikeve. Dema ku têxin ser mizanê ev peyva tewhîdê ji wan dosyayên cirm û gunehan girantîr dikişîne. [21]

Bi vê peyvê can û malên însanan tê parastin.

"Her kî bêje Lâîlâheîllallah û mabudên ji xeyrî Allah înkar bike can û malên wî parastî ne, di emnîyetê de ne." [22]

Di hedîsekê meşhûr de Buxarî û Muslîm ji gelek eshabîyan -radiyallahanhûm-rîwayet kirine ku Rasûlullah-aleyhîssalâtuwesselâm-wiha ferman kiriye:

"Ez bi şer û cenga bi însanan re hatim emirkirin heta ku kelîmeya şahdêhîyê bêjin û pênc ferz nimêj bikin û zekâtê bidîn. Eger van pêkbînin can û malên wan ji min parastî ne."

Ev peyv di îmanê de şaxa herî bifezîlet e.

Rasûlullah-sallallahu aleyhi ve sellem-wiha ferman dike:

"Şêst kisûr an heftê kisûr şaxê îmanê hene. Yê herî bi fezîlet Lâîlâheîllallah e. Yê daketîyê wan jî rakirina tiştekî ji rê ku ezîyetê dide însanan e. Heyâ jî ji îmanê ye.'' [23]

Dîsa ev peyv sedema şer û cihadê ye.

Ev peyve ku kur û bav anî hemberê hev du. Ev peyv bû sedema neyartîya dê û zarokên wê. Ew peyv e ku Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm-di serde û gelek ji wan pêxemberan di oxira wê de pir zor û zehmetîyê kişandin. Ev peyveke wiha ye ku qet tu zaruret ji rûvegera naverok û teblîxa wê re destur tune ye.

Cîhad, ku zîrveya îslamê ye di oxira vê peyvê de tê kirin.

Ev peyvê ku Nuh -aleyhîsselâm-bê gazin û bêzarbûn neh sed û pêncî sal gazî vê kelîmeyê kiribû. Fezîlet û ehemmîyeta vê peyvê zehfî mezine ku bi vegotinê nayê hejmartin.

Herê, madem ev peyv pir muhîm û bifezîlet e, bextîyarîya dînyayê û axîretê girêdayîyê vê peyvê ye; wê demê berê pêşî divê ku destpêk bi vê peyvê be û ev peyv bê vegotin û nivîsandin.

Dawîya Beşa (3.) Sêyemîn

Dê Berdewam Bibe Înşaallah…

 

[1]       .   Zarîyat: 56

[2]       .   Baqara:163

[3]       .   Meryem: 81,82

[4]       .   Li tefsîra sûreya Araf ayeta 128. binêrin.

[5]       .   Emê mijara îbadetê di rûpelên pêş de berdewam bikin.

[6]       .   Araf: 113,114

[7]       .   Araf:120,122

[8]       .   Araf: 123,124

[9]       .   Araf: 125,126

[10]      .   Tâ-Hâ: 72

[11]      .   Îmam Muslîm vê qisetê bi rîwayeta Suheyb -radiyallahanh- bi me dide zanîn. Ji xeynî vê, ev qiset di tefsîra sûreya Burûc de derbas dibe.

[12]      .   Hewceye ku em hinek istîsnayan diyar bikin. Bi meqseda hakimîyeta îslâmê û parastina namûsa mumînan li çar alîyê cîhanê kesên ku ceng û cihadê dikin ger neyên jibîr kirin. Yên ku ji "Firqetu'n Nacîye û ji Taîfetu'l Mansura" ha ew mucahîdên bijare ne, înşaallah.

[13]      .   Enbiya: 25

[14]      .   Baqara: 256

[15]      .   Fetih:26

[16]      .   Îbrahîm:27

[17]      .   Îbrahîm:24

[18]      .   Muslîm, 382 Kîtabu's Salât

[19]      .   Muslîm, 29 Kîtabu'l Îman   

[20]      .   37 Musned, Îmam Ahmed, 2-225 Di vê maneyê de rîwayetek ji Musa -aleyhîsselâm- tê neqil kirin. Heysemî, ji bo vê rîwayetê gotîye ku senedê wê rîwayetê zeîf e.

[21]      .   Tîrmizî, 2639 – Ibnî Mace 4300

[22]      .   Muslîm, Kîtabu'l Îman. Bab Emru bi qîtalin Nas

[23]      .   Muslîm; 152 Kîtabu'l Îman

 

Bu Sayfayı Paylaş :