Wekî ku tê zanîn tiştê ku pir gazin jê tê kirin yek jî tefrîqê û îxtîlafa di nava ummetê de ye. Ji ber vê yekê ummet li dij hevdu bi çavnebarîtî û kîn û nefretê tevdigerin. Rasûlullah (ass) bi agahdarîya pêkhatin û dîtina gelek îxtîlafan eshabîyên xwe hişyar kiriye. Weke ku me di destpêkê de gotibû, qebûlkirina tiştê ku pêxember (ass) me pê agahdar kiriye pêwistîya îmanê ye. Di navbera însanan de dibe ku îxtîlaf çêbin û ya rastîn ev ji rewşeke ji rêzê ye. Ew ê di her mijarê de rêya çareserîyê daye pêşîya me û ji wan tiştên ku me ji cehenemê rizgar bike û me bigihîjîne cennetê em ji wan agahdar dike Rasûlullah e (ass). Herwiha ka gelo çareserîya vê pirsgirêkê çi ye?
Rasûlullah (ass) çareserîya vê nîşanê me dide û ji me re wiha dibêje:
“…Ji nav we her kî bigihîje wan dewran, bila bi sunneta min û bi sunneta xelîfeyên min ên raşid û kâmil û rêzan ve bigire/bizeliqe! Bi diranên xwe yên kursî xwe bi wan ve bigirin.”[1]
Yanê dema ummet ket îxtîlafê û ji hevdu re buxz kirin; Rasûlullah (ass) bi me daye zanîn ku xelasî û rizgarî û îttîhad û yekgirtin di tabîbûna sunneta wî de û di şopînerîya rê û rêbaza xelîfeyên wî yên raşid û di usûla eshabîyan rêzan de ye. Rasûlullah (ass) di hedîsekî din de me agahdar dike ku ev ummet wê kom bi kom bikevin tefrîqayê.
“Ew ên Cihû/Yahûdî bûn heftê û yek (71) firqe, ji wan yek ne tê de ew ên din bi tevahî dikevin cehennemê. Fille/Xiristîyan jî bûn heftê û dido (72) firqe, ji wan yek ne tê de ew ên din bi tevahî dikevin cehennemê. Ev ummeta min jî wê bibin heftê û sê (73) firqe. Firqeyek ji wan ne tê de ew ên din bi tevahî wê bikevin cehennemê.”[2]
“…Belê heta li vir bi pêwistîya ‘Muhammedun Rasûlullah’ em Rasûlullah (ass) ji dil û can tesdîq dikin û dipejirînin. Lê em ji Rasûlullah (ass) pirs dikin ku eshabîyan jî ev pirs ji wî kiribûn: “Ya Rasûlullah! Ew firqeya ku wê xelas bibe kîjane gelo?” Rasûlullah (ass) wiha bersiv da: “Ewana ew kes in ku li ser rê û rêbaza min û eshabê min in.”
Ji vê hedîsê fêm dibe ku ummet bi îxtîlafan wê kom bi kom bikevin tefrîqêyê û wê bibin dijminê hevdu. Pirên wan dê bikevin agir de. Lê firqeyek tenê ne tê de, lewre ew “Firqetu’n Nacîye” ne. Yanê firqeya xelasbûyî ye. Ew kom jî “Ehlê sunnet we’l cemaet” e. Ew taîfe ye ku ji alîyê Allah (ac) piştgirîya wan hatîye kirin, yanê Taîfetu’l Mansûra ye.
Dema em li taybetîyên vê firqeyê dinêrin van xisûsan dibînin. Ew, li ser rê û rêbaza Rasûlullah (ass) û eshabên wî ne. Digel ku îro kesên muslîm di îxtîlafê de ne û muslîm di rewşa dijminantîya hevdu de ne jî, dema hûn ji wan vê mijarê bipirsin bersiva her yek ji wan wê ev be: “Em îtaeta Allah û Resûlê wî dikin û meqseda me ya herî giring îtaetkarîya Allah û Resûlê wî ye.” Lê em ê baş binêrin ka ev kes an kom li ser rê û rêbaza Rasûlullah (ass) û eshabîyên wî ne an na.
Navê Taîfetu’l Mansûra bi xwe ve dikin lê ka bira ew ji wê taîfeya xelasbûyî ne. Dibe ku ew ne wisan in, lê îdîaya hezkirina Allah (ac) û Nebîyê wî dikin. Ev, bitenê wek gotineke ziwa dimîne û jê pê de ne tiştekî din e. Eger em bixwazin ji vê gotinê fêm bikin divê em bi sunnet û bi sîyera wî pêxember (ass) baş nas bikin. Em binêrin ka di serê ewil de Allah (ac) di vê mijarê de li ser me çi ferman kiriye û pêxember (ass) van fermanên îlahî ji me re çawa rave û hîn kiriye em bizanibin. Eshabîyên wî Qur’an çawa fêm kirine qenc bê zanîn da ku wê demê mirov rastîyê û rêşaşîtîyê û Firqeya Nacîye (Koma Xelasbûyî) û Firqeya Halîke (Koma Helakbûyî) ji hevdu veqetîne û nas bike. Her kesên ku amel dikin, Allah (ac) amelê hemûyan qebûl nake. Li ser vê mijarê Allah (ac) wiha gotiye:
قُلْ هَلْ نُنَبِّئُكُمْ بِالْاَخْسَر۪ينَ اَعْمَالًا
اَلَّذ۪ينَ ضَلَّ سَعْيُهُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَهُمْ يَحْسَبُونَ اَنَّهُمْ يُحْسِنُونَ صُنْعًا
“Bibêje: ‘Ma em ji we re wan ên ku ji ber amelên xwe herî zêde zîyan kirine, bibêjin?’ Ew in ku; hemû keda wan a di heyata dinyayê de pûç û betal bûye jî, lê dîsa zen dikin ku ew amelên qenc dikin.”[3]
وَقَدِمْنَٓا اِلٰى مَا عَمِلُوا مِنْ عَمَلٍ فَجَعَلْنَاهُ هَبَٓاءً مَنْثُورًا
“Em berê xwe didin amelên ku kirine û (amelên wan) dikin wekî zerreyên/pirîskên toza ku li ber bayê dikeve/wekî ku qet ne hatiye kirin tu tişt namîne.”[4]
Nexwe li îndallah hin kes hene ku amel kirine û şixulîne û westîyanê lê ketine ezabeke biêş û jan. Amelên ku ne bi îxlas û ne muwafiqê sunneta Rasûlullah (ass) in, li îndallah ne meqbûl in.
Weke ku di ayetê de jî diyar dibe, ew mirov şixulîye û westîyaye lê şixula, wî westana wî, amel kirina wî an jî qencbûna nîyeta wî, ew kes xelas nake. Lê ew amel, eger şertên qebûlkirinê di xwe de bihewîne û pêk bê, wê demê dê bê qebûlkirin. Ji bo amelek li îndallah meqbûl be, bi îttîfaqa aliman du şert hene:
1- Divê ew amel bi îxlas hatibe kirin. Yanê ew kes divê wê amelê bitenê ji bo Allah bike.
2- Amelê ku tê kirin divê muwafiqê sunneta Rasûlullah (ass) be.
مَنْ اَحْدَثَ فِى اَمْرِنَا هَذَا مَا لَيْسَ مِنْهُ فَهُوَ رَدٌّ
“Her kî tiştekî ku di vê dînê me de tune û piştre bêxe nav de, ew tişt jê nayê qebûlkirin.”[5]
فَمَنْ كَانَ يَرْجُوا لِقَٓاءَ رَبِّه۪ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّه۪ٓ اَحَدًا
“…Êdî kî hêvî dike ku wê leqayî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”[6]
Ulemayê Îslamê dema ku vê ayetê tefsîr dikin wiha dibêjin: “Yanê bila ev amel muwafiqê sunnetê bibe, bila ne dij an derê sunneta pêxember be. Melaîket, ji bo wan amelên ku dibin wesîleya cennetê wiha gazî mûmînan dikin: “Di berdêla van amelan de bikevin cennetê!” Wê rojê li kafiran jî wiha tê gazîkirin: “Berdêla kar û amelên we de ji we re ha ev ceza û musîbet û xusran heye.” Amelê salih wê rojê yek tenê be jî girîngîya wê pir zêde ye. Dibe ku wê rojê ji ber yek amelek jî mirov bikeve cehenemê. Lê girîngîya amelên hişk û ziwa hatine kirinê tune ye.
Umer (ra) di rê de keşeyekî Fille dibîne. Ji ber rojî/perhîzê zilamekî qels û reng lê nemayî bû. Umer (ra) van ayetên sûreya Xaşîye dixwîne:
عَامِلَةٌ نَاصِبَةٌۙ تَصْلٰى نَارًا حَامِيَةًۙ
“Xebitîye/amel kiriye û betiliye/westîyaye. Wê bikeve agirê har.”[7]
Kesê daxwaza dereceya bilind û li îndallah pejirandina amelên xwe hêvî bike ev mijar li ser wî berpirsîyarîyekî mezin e ku pêxember (ass) û sunnet û sîyera wî û rê û rêbaza wî hîn bibe û li gorî wê amel bike. Eger ne bi vê awayê be qet bi tu awayî mirov nagihîje mertebeyên/dereceyên bijare. Bi vê gotinê Allah (ac) ew ên tabîê pêxember nabin, wan wek kafir binav dike. Allah (ac) çawa ku di pir ayetan de hezkirina wan diderewîne, dibêje wan îman neanîye. Allah (ac) di heman demê de wan bi ezabeke biêş û jan hişyar dike. Allah (ac) wiha ferman dike:
فَلْيَحْذَرِ الَّذ۪ينَ يُخَالِفُونَ عَنْ اَمْرِه۪ٓ اَنْ تُص۪يبَهُمْ فِتْنَةٌ اَوْ يُص۪يبَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
“…Ew ên bêemrîya wî kirine bila ji fitneyeke ku wê bê serê wan an jî ji ezabeke biêş û jan bitirsin.”[8]
Îmam Ahmed b. Hanbel (rh) dema fitneyê tefsîr dike wiha dibêje: “Tu dizanî fitne çi ye? Fitne ew ê ku tu li dij emr û nehiyên wî de muxalefeta pêxember bikî. Dema ku tu tabiê pêxember nebûyî, wê demê ew fitneya bê serê te çi ye?” Îmam Ahmed (rh) wiha pê de diçe: “Ha ew şirk bixwe ye.” Me di wan ayetên pêşîn de jî dîtibû ku Allah (ac) gotibû “wan îman ne anîye.” Ew ên nabin tabiê pêxember, welew bibêjin “me îman anîye” û “em îtaeta Allah (ac) û Resûlê wî dikin” lê ji îtaet û tabîbûnê rû vedigerînin, Allah (ac) ji wan re dibêje ku hûn ne mumîn in.
قُلْ اَط۪يعُوا اللّٰهَ وَالرَّسُولَۚ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْكَافِر۪ينَ
“Bibêje: ‘Îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin.’ Eger ew (ji vê) rû vegerînin bi rastî Allah ji kafiran hez nake.”[9]
Ew kes îdîaya îmanê bike jî wekî ku di ayetê de diyar e Allah (ac) wî wek kafir binav dike. Yanê wan kesan îman neanîne. Birastî ev, xusraneke herî mezin e.
Rasûlullah (ass) Ji Bo Mûmînan Mînaka Herî Xweşik E
Îtaeta Allah (ac) û Resûlê wî ji bo însanan roja qiyametê jî feydeya herî mezin û nûr û rûmeteke mezin e. Lê belê ew mirovên di jiyana xwe ya dinyayê de îtaeta Allah (ac) û Resûlê wî nekirine û ew nas nekirine û ji pêwistîyên “Muhammedun Resûlullah” ne haydar bûn û vê peyvê bitenê bi gotinê tînin ser ziman di wê roja bi erjeng de nagihîjin rizgarîya herî mezin.
Eger mirov dev ji sunnetê berdin û li gor rênînên olnas û zanyar û şêx û seyda û ustadên xwe tevbigerin ev rewş dê wan bal bi îxtîlafê ve bikişkişîne. Lewre ew kesên hanê bi ekserîyet ji hewa û hewesên xwe diaxivin û tevdigerin. Ma qey dibe ku evdên Allah (ac) bibin tabiê hewa û hewesa hin kesên weke wan kesan ku ew bixwe jî evd in.
Eger esil spartek ne Qur’an û sunneta Rasûlullah (ass) be, her şêx û seyda û ustad û xoce bi awayekî din dibêjin û berê peyrevên xwe didin bi hêlên ji hev cuda. Raman û nêrîn û helwesta wan ne bi ser hev ve ye. Dema însanan dev ji peyrevîtîya Rasûlullah (ass) berdan û rêbaz û terîqa şêx û meleyan û seyda û ustadan şopandin, wekî ku îro em dibînin ekserîyeta wan ji hev du belawela bûn. Di navbera wan de çavnebarîtî û hesûdî û kîn dest pê kir. Di vê rewşê de êdî ne mimkun e ku ew bibin ji “Taîfetu’l Mansura”. Berevajî wê bibin komek ji koma ew heftê û du komên helakbûyî.
Bi kurtahî, eger em van şîretan li însanan bikin, divê di serê pêşî de em bixwe hîn bibin û di jiyana xwe de bi cih bînin. Li cem Allah tu feydeya gotina peyva hişk û ziwa tune. Li îndallah gotina “min îman anî” bê biha yê. Lê hewceye ku ev îman wek amel jî xuya bibe. Heke ne wisan be îdîaya hezkirina me ya Allah (ac) û rasûlê wî ne rast e.
Birastî divê derdekî me yê wiha her hebe. Hewceye ku em wî pêxemberê ku rêzan û rehberê hîdayetêye nas bikin û jiyana xwe ya rojane li gorî sunnet û sîyer û rêbaza wî (ass) sererast bikin. Allah (ac) wiha ferman dike:
لَقَدْ كَانَ لَكُمْ ف۪ي رَسُولِ اللّٰهِ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُوا اللّٰهَ وَالْيَوْمَ الْاٰخِرَ وَذَكَرَ اللّٰهَ كَث۪يراًۜ
“Sond be ji bo we di Rasûlullah de, ji ew ên ku hêvîya Allah û roja axîretê dikin û Allah pirzêde zikir dikin re nimûnetîyeke xweşik heye.”[10]
Der barê vê ayetê de Ibnî Kesîr (rh) di tefsîra xwe de wiha neqil dike: “Ev ayeta kerîme di mijara ku Rasûlullah (ass) ji bo însanan di peyvên xwe de û di amelên xwe de û di rewşên xwe de wek mînak bê girtin esilekî pir mezin e. Ha ji ber vê yekê hemû însan roja Ehzabê, di sebra xwe de û di berxwedana xwe de û di dilgirêdayîya xwe ya Allah (ac) de û di xebata xwe de û lihêvîmayîna xwe ya alîkarîya Allah (ac) ku hemû tengezarîyan diborîne de, hetanî roja qiyametê bi mînakgirtina wî (ass) hatin emirkirin.
Dawîya beşa (4.) çaremîn, dê bidome înşaAllah.
[1] Tirmizî, Îlim, 16; Ebû Dâwûd, Sunnet, 5
[2] Ebu Dawûd, Sunnet, 1; Tirmizî, Îman, 18; Ibn Mace, Fîten, 17; Ibn Hanbel, 2/332
[3] Meala Tewhîd, 18/Kehf, 103,104
[4] Meala Tewhîd, 25/Furqan, 23
[5] Muslîm, Aqdîye, 17; Buxârî, Sulh, 5
[6] Meala Tewhîd, 18/Kehf, 110
[7] Meala Tewhîd, 88/Xaşîye, 3-4
[8] Meala Tewhîd, 24/Nûr, 63
[9] Meala Tewhîd, 3/Al-î Îmran, 32
[10] Meala Tewhîd, 33/Ehzab, 21
İlk Yorumu Sen Yap