Tecellîya Navê Er-Rahîm û Bidestxistina Rahmeta Allah
Navê Er-Rahîm ligel besmeleyên serê sûreyan de di Qûr’ana Kerîm de (208) du sed û heşt car ji bo Allah (ac) tê emilandin. Er-Rahîm tê ser maneya “Allahê ku li ser evdên xwe pir bi merhamet e û rehma xwe digihîjîne evdên xwe.” Er-Rahîm, di heman demê de navê Allah yê fiîlî ye. Yanê tê ser vê maneyê; Allah (ac) vê esmayê di zatê xwe de kengê bivê/daxwaz bike bikar tîne û rahmeta xwe digihîjîne evdên xwe. Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de ferman dike ku bi hemû însanan re bi esmayê xwe ya Er-Rahîm muamele dike.
…اِنَّ اللّٰهَ بِالنَّاسِ لَرَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌ
“…Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”[1]
Ligel ku qet tu tişt wî nikare bide zorê jî Allah (ac) merhametê li ser zatê xwe ferz kiriye û zilim jî ji xwe re heram kiriye. Rahmeta Allah (ac) têrbaş fireh e. Lê bidestxistina rahmeta Allah bitenê bi hêvî û bi temennîyan nayê bidest nakeve. Ji bo bidestxistina rahmeta Allah (ac) divê ev tiştên hanê bên kirin:
Di rewşa yekîtîyê de bezandina xêrê û bûyîna ji ehlê xizmetê.
Kesên rahmeta Allah dixwazin, divê ne şexsî lê bi awayê komelî û bi şiûra cemaî tevbigerin. Ew kesên ku; fîsebîlîllah dibezin û xebatê dikin û ehlê xizmet û wezîfê ne û kîjan wezîfe ji wan re bê dayîn bi çarlepî pê digirin, Allah mizgînîyê dide ku wê rahmetê li wan bike:
وَالْمُؤْمِنُونَ وَالْمُؤْمِنَاتُ بَعْضُهُمْ اَوْلِيَٓاءُ بَعْضٍۢ يَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَيُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكٰوةَ وَيُط۪يعُونَ اللّٰهَ وَرَسُولَهُۜ اُو۬لٰٓئِكَ سَيَرْحَمُهُمُ اللّٰهُۜ اِنَّ اللّٰهَ عَز۪يزٌ حَك۪يمٌ
“Mêrên mumîn û jinên mumîne dostên hevdu ne. Emrê bi’l marûf/emrê qencîyê dikin û ji munkerê/ji xerabîyê jî men dikin. Nimêja xwe dikin û zekâtê didin û îtaetî Allah û Resûlê wî dikin. Allah wê rahmetê li wan bike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.”[2]
Î’tîsama Bi Allah (ac)
Î’tîsama Bi Allah (ac) têgeheke Qûr’anî ye. Î’tîsam, tê ser maneya xwepêgirtina bi tiştekî û parastina bi vê xwepêgirtinê. Li gorî Ibnû’l Qayyîm (rh) di Qûr’ana Pîroz de du cûreyên î’tîsamê hene. A yekem di sûreya Hecc de dibore:
فَاَق۪يمُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتُوا الزَّكٰوةَ وَاعْتَصِمُوا بِاللّٰهِۜ هُوَ مَوْلٰيكُمْۚ فَنِعْمَ الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّص۪يرُ
“…Nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin û xwe bi Allah ve bigirin. Ew, mewlayê we ye. Çi mewlayekî rind û çi dostekî xweşik!”[3]
A dûyem jî di sûreya Al-î Îmran de dibore:
وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللّٰهِ جَم۪يعًا وَلَا تَفَرَّقُواۖ
“Hûn tev bi hev re/bi tevahî, bi werîsê Allah (bi hablillah) bigirin û nekevin tefrîqê…”[4]
Î’tîsam û xwepêgirtina bi Allah, birastî îtîrafa mirov e ku aczîyeta xwe dibîne û tîne ser ziman. Yanê mirov eger xwe nespêre Allah (cc), birastî ew qet ne tu tişt e. Î’tîsam ew e ku mirov xwe nespêre aqlê xwe an hêza xwe ya bedenî an jî îmkanên di destê xwe de. Ha ev amelên hanê dibe wesîleya rahmeta Allah (ac).
Li ser mijara î’tîsam û xwepêgirtina bi Allah, mîsala Îmam Bexawî pir balkêş e. Îmam Bexawî xwedîyê “Tefsîra Bexawî” ye. Nivîsa tefsîra xwe diqedîne lê perê wî tunin ku kitêba xwe çap bike. Demekî lêkolînê dike û hîn dibe kul i welatê Hindîstanê zilamekî dewlemend heye ku ji alimên xwedî berhem re dibe alîkar û ji bo kitêbên xwe çap bikin alîkarî li wan dike.
Ew jî radibe li keştîyekî siwar dibe û berê xwe dide bi welatê Hindê ve. Dema ji bo îstirahetê xwe didin nêzî benderê dibin. Li peravê zilamekî dibîne. Bi hev re hinek diaxivin. Meqseda rêwîtîya xwe ji wî zilamê re dibêje:
“- Ez diçim welatê Hindîstan. Li wê derê zilamekî dewlemend heye. Ez hêvî dikim ku wê kitêba min çap bike.
Piştî sûhbeta wan diqede ew zilam dixwaze pirsek ji Îmam Bexawî bike. Îmam Bexawî jê re dibêje:
Kerem bike. Zilam dibêje:
Te ayeta ‘îyyakê na’bûdû we îyyakê nestaîn’ çawa tefsir kiriye gelo?
Îmam Bexawî jî di tefsîra xwe de çawa rave kiribe bi wê awayê jê re vedibêje.
Paşê ji hevdu veqetîyan û Îmam Bexwî li keştîyê siwar bû. Dema keştî hereket kir li ser pirsa wî zilamî ji xwe re wiha fikirî: “Ew zilam bi wê pirsê dixwest ku tiştekî ji min re bibêje.” Berê xwe da qeptanê keştîyê û emrê vegerê da wî. Piştre wiha dûa kir:
Ya Rabbê min! Li ser mijara kîtêba xwe ya tefsîrê de ez bi te î’tîsam dikim/ez xwe bi te digirim. Ji min re dost û mewla her tû yî. Eger bi xêr be tû vê kitêba min di nava ûmmetê de belav bikî. Na, eger xêr tê de tune be bila bi vê awayê bimîne.
Îmam Bexawî vedigere warê xwe. Piştî çendekî mirovek tê cem wî ku ew ji welatê Hindê hatîye û xizmetkarê wî kesê dewlemend ku alîkarîya aliman dike. Jê re wiha dibêje:
Bexawî, tû yî gelo?
Belê, ez im.
Te kitêbekî tefsîrê nivîsandîye, rast e gelo?
Belê, rast e.
Eger destûra te hebe seyyîdê min/patronê min dixwaze ku vê kitêbê bide çapkirin û di nava ûmmetê de belav bike.”
Binerin, Îmam Bexawî ji bo çapkirina kitêba xwe ji wî zilamê dewlemend ya ji Hindê berê xwe vegerand û î’tîsamê Allah kir/xwe bi Allah ve girt, Allah (ac) wî zilamê dewlemend bi malê xwe re ji bo wî kir xizmetkar.
Tirsa ji cezaya gûnehan û îstîxfar. Allah (ac) mizgînîyê dide ku rahmeta xwe digihîjîne wan kesên ji ber ku ji gûnehên xwe pir ditirsin herûdaîm bi zimanê xwe îstîxfar dikin.
وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اتَّقُوا مَا بَيْنَ اَيْد۪يكُمْ وَمَا خَلْفَكُمْ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
“Dema ji wan re tê gotin: ‘Xwe ji (ezab) a li pêşîya we ye û ji (gunehên berê) ya ku li pişt we maye bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin merhametê’ (lê qet guh nadin).”[5]
Di ayetê de qesta îbareya “a li pêşîya we ye” axîret e. Kesên muslîm bixwe jî ji ber ku nizane wê çi bê serê wî û wê deftera xwe ya amelê ji kîjan alîyê ve bistîne ditirse. Di dewama ayetê de ji îbareya “ya ku li pişt we maye” jî meqset amelên salih û guneh in. Lewre mirov nizane ka wê amelên wî yên salih qebûl bibin an na. Weke vê ji encama gûnehên xwe jî ditirse. Lewre nizane ka wê gûnehên wî bên efûkirin an na. Ha ji ber vê tirsê dibe ku rahmeta Allah (ac) bidest bixe.
Hîcret, ji bo însan îbadetekî herî bi rûmet e. Lewre hîcret ji bo Allah (ac) terkkirina can û canan û mal û war e. Hîcret tercîhek e. Tercih kirina Allah (ac) bi evdan û tercîha axîretê bi jiyana dinyayê û tercîha îmanê bi şirkê yê.
Kesê ku hîcret dike li gorî zahir pir tiştan winda dike. Pergala xwe ya sererastkirî ji rewşeke pênezan terk dike. Allah (ac), ha vê valahîyê bi rahmeta xwe dadigire. Tiştên ku hatine terk kirin ji ber ku bûne sebebê tengezarîyan bi rahmeta Allah (ac) tên telafi kirin. Wekî mînaka Eshabû’l Kehf. Li dij tengasîyan daxwaza rahmeta Allah (ac) dikin:
اِذْ اَوَى الْفِتْيَةُ اِلَى الْكَهْفِ فَقَالُوا رَبَّنَٓا اٰتِنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ اَمْرِنَا رَشَدًا
“(Bi bîr bînin!) Dema ewan xortan xwe avêtibûn şikeftê û wiha gotibûn: “Rabbê me! Ji bal xwe ve rahmetekê bide me û di karê me de rêya herî li cih/bi îsabet ji me re hêsan bike.”[6]
Allah (ac) îcabetî dûayên wan dike û bi rahmeta xwe tecelli dike. Belê, kengê îcabetê dûayên wan dike? Dema ku wan ji bo Allah (ac) dev ji her tiştî berdan û berê xwe dane Allah (ac)…
وَاِذِ اعْتَزَلْتُمُوهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ اِلَّا اللّٰهَ فَأْوُ۫ٓا اِلَى الْكَهْفِ يَنْشُرْ لَكُمْ رَبُّكُمْ مِنْ رَحْمَتِه۪ وَيُهَيِّئْ لَكُمْ مِنْ اَمْرِكُمْ مِرْفَقًا
“Madem we wan û ji ew ên ku ji xeynî Allah dihebînin terikand û dûr ketin (heydê) xwe bavêjin şikeftê da ku Rabbê we rehma xwe li ser we raxîne û karê we hêsan bike.”[7]
Exlaq Girtina Bi Merhameta Allah (ac).
Li gorî rîwayeta Abdullah b. Amr (ra) Resûlullah (ass) wiha gotîye:
الرَّاحِمُونَ يَرْحَمُهُمُ الرَّحْمَنُ ارْحَمُوا مَنْ فِي الأَرْضِ يَرْحَمْكُمْ مَنْ فِي السَّمَاءِ
“Hûn merhametê li wan ên li ser rûyê erdê bikin da ku yê li esman (Allah) jî merhametê li we bike. Bêguman Rahman, merhametê li wan kesên ku merhametê li hevdu dikin dike.”[8]
Ji bo xelasîya ezaba ebedî û gihîştina rahmeta îlahî rêyek heye ew jî merhamet e. Lewre mikafat jî ji cureyên amel e. Kesên xwedî merhamet wê merhamet bibîne. Dilhişkîtî jî dibe sebebê bêmerhametîyê. Allah (ac) agirê dojehê çima xuliqandîye? Ji bo ku qelbên bûne mîna kevir bihelin û kesên qurre zelîl bibin û yên zilimkar jî berdêla zilma xwe bibînin. Ji ber vê yekê exlaq girtina bi merhametê hem li dinyayê û hem li axîretê ji bo me pir giring e.
Dûayên Bi Esmayên Rahman û Rahîm
رَبِّ اغْفِرْ ل۪ي وَلِاَخ۪ي وَاَدْخِلْنَا ف۪ي رَحْمَتِكَۘ وَاَنْتَ اَرْحَمُ الرَّاحِم۪ينَ۟
“Rabbê min! Min û birayê min efû bike û me têxe nava rahmeta xwe. Bi rastî Rahîmtirsê Rahîman her tu yî.”[9]
رَبِّ اَوْزِعْن۪ٓي اَنْ اَشْكُرَ نِعْمَتَكَ الَّت۪ٓي اَنْعَمْتَ عَلَيَّ وَعَلٰى وَالِدَيَّ وَاَنْ اَعْمَلَ صَالِحًا تَرْضٰيهُ وَاَدْخِلْن۪ي بِرَحْمَتِكَ ف۪ي عِبَادِكَ الصَّالِح۪ينَ
“Rabbê min! Ji ber van nîmetên ku te daye min û dê û bavê min, îlhamê bide min ku ez şikur bikim/min berhêla şukrê bike. Min li ser amelên salih muweffeq bike. Û bi rahmeta xwe min bixe nava evdên xwe yên salih.”[10]
اَنّ۪ي مَسَّنِيَ الضُّرُّ وَاَنْتَ اَرْحَمُ الرَّاحِم۪ينَۚ
“Bêguman ev dert bi min girt/ji her alîyê ve ez dorpêç kirim û tu jî Rahîmtirê Rahîman/Erhamurrahîmîn î.”[11]
[1] 2/Baqara, 143
[2] 9/Tewbe, 71
[3] 22/Hecc, 78
[4] 3/Al-î Îmran, 103
[5] 36/Yasîn, 45
[6] 18/Kehf, 10
[7] 18/Kehf, 16
[8] Ebû Dawûd, 4941; Tirmîzî, 1924
[9] 7/A’raf, 151
[10] 27/Neml, 19
[11] 21/Enbîya, 83
İlk Yorumu Sen Yap