Koka “qe-de-se/quds” ku ev peyv jê zêde bûye tê ser maneya têrpaqijîyê. Ev paqijî ne paqijîyeke madî an hissî ye. Paqijîyeke manewî û îlahî ye. Paqijîya tiştekî ji kêmasîya guneh an zeafîyetan teqdîs e. Ji ber vê yekê ev kelîme di maneya bereket de jî hatîye bikaranîn.
Maneya navê El-Quddûs ev e: Ew Allahê ku ji hemû kêmasîyan dûr/pak e û kî bivê paqij û mûqedes û mûbarek dike.
Tecellîyên Navê El-Quddûs û Berpirsîyarîyên Wê Ya Li Ser Me û Exlaq Girtina Pê
Allah (ac) xwedîyê navên herî xweşik û sifetên berz û bilind e. Di navên xwe de El-Quddûs e. Di sifetên xwe de El-Quddûs e. Di zatê xwe de El-Quddûs e. Di weadên xwe de El-Quddûs e. Allah (ac) ji her zeîftî û kêmasî û zeafîyeta ku ji aqlê însanan sadir dibe dûr û mûnezzeh e.
Hemû nav û sifetên Allah (ac) ya ku em hîn dibin divê em bi esmayê El-Quddûs bifikirin. Berpirsîyarîya navê El-Quddûs ya herî giring ev e ku em Allah (ac) teqdîs û tesbîh bikin.
Teqdîs: Rewşa bilêvkirina navê El-Quddûs e. Îtîrafkirina Allahê berz û bilind ji hemû kêmasîyan û bê menendîtî û bê mîsaltîya wî û muqeddesbûn û mûnezzehtîya wî û destnedayîtîya wî ye.
Tesbîh: Rewşa bilêvkirina navê El-Quddûs û Es-Subbûh e. Bi tenzîhkirina wî (ac) bîranîn û zikirkirin û tesbîhkirina wî ye.
Kêmasîyên Ku Muşrîkên Dewrên Berê Nîsbetê Allah Dikirin: Zarok Girtin!
وَقَالَتِ الْيَهُودُ عُزَيْرٌۨ ابْنُ اللّٰهِ وَقَالَتِ النَّصَارَى الْمَس۪يحُ ابْنُ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ قَوْلُهُمْ بِاَفْوَاهِهِمْۚ يُضَاهِؤُ۫نَ قَوْلَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ قَبْلُۜ قَاتَلَهُمُ اللّٰهُۘ اَنّٰى يُؤْفَكُونَ
“Cihûyan gotin: ‘Ûzeyîr, kurê Allah e.’ Filleyan jî gotin: ‘Mesîh, kurê Allah e.’ Ev gotinên devê wan in û peyvên kafirên berîya xwe dibêjin. Allah wan qehir bike/bikuje, çawa tên vegerandin?”[1]
Qewmê muşrîk, zarokgirtin ji Allah (ac) re nîsbet dikin. Muşrîkên ji ehlêkîtêb îdîa dikirin û pêbawer bûn ku pêxember zarokên Allah in. Muşrîkên dewra cahilîyê jî îdîa dikirin û pêbawer bûn ku melaîket qîzên Allah in.
Allah (ac) ji van herdu aqîdeyên rêşaş jî xwe bixwe tenzîh dike û dixwaze ku kesên mûslîm jî di vê mijarê de wî tenzîh û tesbîh bikin.
وَقَالُوا اتَّخَذَ اللّٰهُ وَلَدًاۙ سُبْحَانَهُۜ بَلْ لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
“Gotin: ‘Allah ji xwe re zarok girtîye.’ Ew, (ji hemû kêmasîyan) munezzeh e. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her çi tiştên li erd û esmanan hene, aîdê wî ne. Û hemû jê re sitûxwar in.”[2]
Kesên muşrîk zarok nisbetê Allah (ac) dikin. Lewre ew Allah (ac) nas nakin. Ji esma û sifetên ku Allah (ac) xwe bi wan dinasîne bêxeber in. Ligel vê dixwaze ku Allah (ac) nas bike. Ev, hewcetîyekî fitrî ye. Her qelb li ser fitreta naskirina mabûdê xwe hatîye xuliqandin. Eger ev hewcetî bi wehîyê neyê tetmînkirin dê bi aqil bê qedandin.
Wehîy, teslîmîyeta mutleq e. Allah (ac) xwe bi me çawa binasîne em jî wisan bawer dikin û teslîm dibin. Lê belê aqil tiştê ku dizane bi tiştên nizane re qiyas dike û bi vê awayê dixwaze wî nas bike. Ew aqilê ku Allah (ac) nedîtîye dê wî bişibîne hin tiştan. Wî dişibîne qiralek an rêveberek an jî heyînekî bi hêz û qûdret. Herwiha dê ji xwedî an zarokên wan nûnerên van heyînan hebin. Divê ew jî bên qayîlkirin. Lewre ji bo razîkirina bav hewceye ku zarok jî bên qayîlkirin.
Mixabin ev mentîqa şirkê bi hemû kirêtîya xwe ve îro jî didome. Ew ên ku Allah (ac) ne bi wehîyê nas dikin wî dişibînin lîderê partîyekî an midûrê şirketekî an jî trafoya kehrîbarê/elektrîkê. Di vê rewşa dilsotîner de pêwist e ku kesê mûmîn ji xwedîyê van aqîdeyên rêşaş teberrî bike.
Ligel Allah Hebûna Hin Îlah û Rabbên Din!
Kêmasîyekî ku muşrîk nisbetê Allah (ac) dikin yek jî ev e. Ew dibêjin ji xeynî Allah (ac) hin îlahên din hene. Allah (ac) wiha ferman dike:
اَلَا لِلّٰهِ الدّ۪ينُ الْخَالِصُۜ وَالَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَۢ مَا نَعْبُدُهُمْ اِلَّا لِيُقَرِّبُونَٓا اِلَى اللّٰهِ زُلْفٰىۜ اِنَّ اللّٰهَ يَحْكُمُ بَيْنَهُمْ ف۪ي مَا هُمْ ف۪يهِ يَخْتَلِفُونَۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْد۪ي مَنْ هُوَ كَاذِبٌ كَفَّارٌ
“Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.”[3]
Di bingeha şirkê de tesewira “Allahê dûr” û “Însanê biqisûr” heye. “Em kî ne ku em yekser/rasterast ji Allah (ac) re dûa bikin?”, “Gunehên me hingî zehf in em ê çawa bi van devên qirêj lavahî li Allah bikin?” Ev fikrê pûç ji bo wî nêzî Allah bike însan ber bi lêgerana “Welîyekî” araste dike. Lê belê Allah (ac) di vê ayetê de xwe bixwe ji her cûreya şirîkgirtinê û ji hebûna îlahên xeynî xwe û ji meşrûîyeta îbadetkirina mabûdekî din tenzîh kiriye.
Kesên muşrîk di mijara Rab girtinê de jî ji Allah (ac) re şirîkan çêdikin. Ji heyînan re nebêjin “Evana Rabbê me ye!” jî bi dayîna hin sifetên Rabbîtîyê wan ji xwe re wek Rab girtin.
اِتَّخَذُٓوا اَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَالْمَس۪يحَ ابْنَ مَرْيَمَۚ
“Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab…”[4]
Ew kesê ku rayeya qanûnçêkerî û helal û heram dayînê ji Allah (ac) pê ve bide hin kesên din, eger nizanibe ku ev amelê wî di eslê xwe de Rab girtine jî ji bo wî encam nagûhere. Wî, wan kes an jî heyînan ji bo xwe Rab girtîye.
سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ
“…Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e…”[5]
Allah (ac) ji van îdîa û aqîdeya mûşrîkan mûnezzeh e.
Bawerîya Valahî û Bêmeqset Xuliqandina Dinyayê û Înkara Axîretê!
Allah (ac) însan jî û dinya jî bêmeqset ne xuliqandîye. Însan û cîn ser de heyîn bi tevahî ji bo îbadet li wî bê kirin û bê tewhîdkirin û evdîtî jê re bê teqdîm kirin hatîye xuliqandin. Qûr’ana Kerîm, bi me dide zanîn ku muşrîk di vê mijarê de li ser vê aqîdeyê ne.
وَقَالُٓوا اِنْ هِيَ اِلَّا حَيَاتُنَا الدُّنْيَا وَمَا نَحْنُ بِمَبْعُوث۪ينَ
“Gotin: “Ji vê heyata dinyayê pê ve (heyatekî) din tune û em nayên vejandin.”[6]
Allah (ac), vê ramanê û vê terza heyatê ji bo xwe wek nisbeta kêmasîyê qebûl dike û xwe ji vê kêmasîyê tenzîh dike:
اَفَحَسِبْتُمْ اَنَّمَا خَلَقْنَاكُمْ عَبَثًا وَاَنَّكُمْ اِلَيْنَا لَا تُرْجَعُونَ فَتَعَالَى اللّٰهُ الْمَلِكُ الْحَقُّۚ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۚ رَبُّ الْعَرْشِ الْكَر۪يمِ
“Nexwe we zen dikir ku me hûn bêhûde/belesebep xuliqandine û hûn ê nezivirin hizûra me?” Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û (heq û heqîqetê) Haq, (ji zenên wiha yên batil çi qas) berz e/bilind e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew Rabbê arşê kerîm e.”[7]
Axir her kesên mûmîn mecbûr e ku Allah (ac) ji her cûreyên kêmasîyan tenzîh û teqdîs bike. Ev, hewcetîya aqîdeya tewhîdê ye. Çawa ku bi gelemperî Allah (ac) ji her kêmasîyan tenzîh dike herwiha divê ku ji kêmasîyên xisûsî ku muşrîk nisbetê wî dikin jî tenzîh bike.
Îro wekî ku tê dîtin di nava însanan de melaîket di şiklê mê/jin de tên teşbîhkirin. Bi taybetî di hin terîqetên tesewûfî de ji xeynî Allah (ac) xews û qutbê diyarkirî di karûbarên kaînatê de alîkarê(!) Allah (ac) in. Pirên însanan di dawet û şahîyan de bi bacî û sitranên “Ma em ê careke din bên dinyayê?” de kêf û şahîyê dikin.
Şîrk, wekî litavê ye û mêş jê zêde dibin. Digel van rewşan pêwist e ku mûslîm jî wek berpirsîyarîyekî tewhîdî bê tirs û bê kerixandin tenzîhkirin û berzkirina Allah (ac) bidomînin.
Di Veşarîtîyan De Jî Mesûlîyeta Nisbetnegirtina Kêmasîyan
Ligel rewşên eşkerehî de divê di veşarîtîyan de jî der heqê Allah (ac) de nisbetnegirtina kêmasîyan bê pêkanîn. Ev rewşeke talokeye. Dibe ku haya wan jê tune be kesê mûslîm jî bikevin vê rewşê de. Rewşeke talokeye lewre ev hal ji bo bi şîretan bibore ji der xûya nabe. Di serê vê nexweşînê de sûîzena der heqê Allah (ac) de bêewletîya der heqê ehd û weadên wî de heye.
Em ê mînakek bidin. Allah (ac) dema Şera Uhûdê vedibêje ji komekî wiha behs dike:
ثُمَّ اَنْزَلَ عَلَيْكُمْ مِنْ بَعْدِ الْغَمِّ اَمَنَةً نُعَاسًا يَغْشٰى طَٓائِفَةً مِنْكُمْۙ وَطَٓائِفَةٌ قَدْ اَهَمَّتْهُمْ اَنْفُسُهُمْ يَظُنُّونَ بِاللّٰهِ غَيْرَ الْحَقِّ ظَنَّ الْجَاهِلِيَّةِۜ يَقُولُونَ هَلْ لَنَا مِنَ الْاَمْرِ مِنْ شَيْءٍۜ قُلْ اِنَّ الْاَمْرَ كُلَّهُ لِلّٰهِۜ يُخْفُونَ ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ مَا لَا يُبْدُونَ لَكَۜ يَقُولُونَ لَوْ كَانَ لَنَا مِنَ الْاَمْرِ شَيْءٌ مَا قُتِلْنَا هٰهُنَاۜ قُلْ لَوْ كُنْتُمْ ف۪ي بُيُوتِكُمْ لَبَرَزَ الَّذ۪ينَ كُتِبَ عَلَيْهِمُ الْقَتْلُ اِلٰى مَضَاجِعِهِمْۚ وَلِيَبْتَلِيَ اللّٰهُ مَا ف۪ي صُدُورِكُمْ وَلِيُمَحِّصَ مَا ف۪ي قُلُوبِكُمْۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
“Paşê di pey vê rewşa tengezar de, ewlehîyê bi ser (komek ji nav) we de daxist û (ji ber vê ewlehîyê) hinek ji we hênijîn ew girtin. Komek jî ketibûn derdê canê xwe û der heqê Allah de weke gumanên xelkê cahilîyê fikarên ne di rê de dikirin. Digotin: “Ka di vî karî de (der heqê şer de) rayeyekî me yê qerardayînê heye?” Bibêje: “(Di mijara şer de) raye bi tevahî aîdê Allah e.” (Wiha dibêjin lê) ew tiştên ku nikarin ji te re bibêjin di dilê xwe de vedişêrin. Dibêjin: “Eger (dema qerar tên sitendin) rayeyekî me jî hebûya (ji bo şer em ji Medîneyê dernediketin û) em li vir nedihatin kuştin.” Bibêje: “Eger hûn di mala xwe de bimana jî yê ku kuştin jê re hatibûn nivîsîn wê ji mala xwe derketibana û biçûna cihê ku wê bimirin.” (Ev hemû) ji bo ku Allah ya di dilê we de biceribîne û ya di qelbên we de paqij bike ye. Allah, tiştên ku di singan de veşartî ne bi wan dizane.”[8]
Belê, evana kî ne? Ew kes in ku di cemaeta Rasûlullah (ass) de cih girtine û li pey wî nimêj dikirin û pê re derketine cîhadê. Çi dikin? Der heqê Allah (ac) de dikevin gumanan. Ew zen û guman çiye?
Pêbawer bûn ku eger ew derneketibana şer, dê nehatibana kuştin. Bala xwe bidinê, qet tu kêmasîyan nisbetê Allah (ac) nakin. Lê ecelê bi hin sebeban ve girê didin û weke ku teqdîra Allah (ac) tûne be tevdigerin. Allah (ac) vê têgihiştinê wek “zena cahilîyê” dinavîne û mehkûm dike. Kesê mûslîm tedbîrê xwe distîne û tewekkûlê Allah (ac) dike. Eger encam wekî daxwaza wî be hemd û sena dike. Encam ne li gorî dilê wî be ji xetayên xwe ders digire û bi sebir ji Allah (ac) alîkarî dixwaze. Mûslîm xwe ji axaftin û ramanên wekî “Eger ev nebûna dê wiha çêbûna” dûr dihêle û wiha dibêje: “Allah (ac) tiştê ku divê teqdîr kiriye.”
Di vê mijarê de mînakek jî li ser rizqê însan e ku Allah (ac) bûye kefîlê rizqê însanan. Ligel vê Allah (ac) mizgînî daye kesên mutteqî û ji bo rizqê wan bi taybetî bûye kefîl.
وَهُوَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ وَكَانَ عَرْشُهُ عَلَى الْمَٓاءِ لِيَبْلُوَكُمْ اَيُّكُمْ اَحْسَنُ عَمَلًاۜ وَلَئِنْ قُلْتَ اِنَّكُمْ مَبْعُوثُونَ مِنْ بَعْدِ الْمَوْتِ لَيَقُولَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ هٰذَٓا اِلَّا سِحْرٌ مُب۪ينٌ
“Li ser rûyê erdê qet jîndarek tune ku rizqê wî ne aîdê Allah be. Ew (Allah), bi cihê sekna wan û bi cihê ku tê de bi muweqqetî dimînin jî dizane. Hemû di Kitêbeke eşkere de nivîsandî ne.”[9]
وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يَجْعَلْ لَهُ مَخْرَجًاۙ وَيَرْزُقْهُ مِنْ حَيْثُ لَا يَحْتَسِبُۜ وَمَنْ يَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِ فَهُوَ حَسْبُهُۜ اِنَّ اللّٰهَ بَالِغُ اَمْرِه۪ۜ قَدْ جَعَلَ اللّٰهُ لِكُلِّ شَيْءٍ قَدْرًا
“Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke. Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e. Bêguman Allah, (kîjan) emrê xwe (daxwaz bike) bicih tîne/dihêne. Muheqeq Allah, ji bo her tiştî pîvan/wext/wade tayîn kiriye.”[10]
Belê ka ev mîzgînîya taybet û kefîltî ji bo çi ye? Ji bo wê ye ku însan der heqê rizqê xwe de çavê xwe bernedin heramîyan û rêyên xeyrîmeşrû. Îro ew kesê di karekî heram de dixebite û li cem xwe bibêje ku dev ji vê karê berde dê birçî bimîne ew kes bizanibe jî nizanibe jî bi vê hizr û ramana xwe kêmasîyê nisbetê Allah (ac) kiriye. Lewre der heqê wê tişta ku Allah (ac) jê re bûye kefîl de ewlehîya wî bi Allah (ac) nehatîye.
Allah (ac) El-Quddûs e. Ji bo kî bivê dê wî teqdîs û paqij û mûbarek bike. Ew, ji hemû kêmasîyan mûnezzeh e. Hemû heyîn bitevahî milkê wî ye. Allah (ac) hin kes û malbatan ji yên din serdesttir girtîye:
اِنَّ اللّٰهَ اصْطَفٰٓى اٰدَمَ وَنُوحًا وَاٰلَ اِبْرٰه۪يمَ وَاٰلَ عِمْرٰنَ عَلَى الْعَالَم۪ينَۙ
“Muheqeq Allah Âdem û Nûh û malbata Îbrahîm û malbata Îmran hilbijartîye û di ser aleman re girtîye.”[11]
اِنَّمَا يُر۪يدُ اللّٰهُ لِيُذْهِبَ عَنْكُمُ الرِّجْسَ اَهْلَ الْبَيْتِ وَيُطَهِّرَكُمْ تَطْه۪يرًاۚ
“…Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.”[12]
Weke vê mijarê Allah (ac) hin pêxemberan ji hinên din serdesttir girtîye. Hin cih û war ji hin cih û warên din serdesttir in. Allah (ac) meha Remezanê ji mehên din û şeva Leyletu’l Qedrê jî ji şevên din serdesttir girtîye.
Pîrozîyên Cahilîyeya Modern
Cahilîyeya modern ya ku wek yekpare ji muqedeseta îslamê re şer danîye, di demeke kurt de pîrozîyên xwe bixwe hilberand û têgihiştina dîn a kevneşop fersah fersah li pey xwe de hiştîye. Qebran kirîye bîrdar/abîde û bi çikandina peykeran şexsan wek îlah girtine û hin rojan bi netewîkirinê pîroz kirine û koma ji xûrafeyan xistîye holê. Van pîrozîyan bi qanûnan xistin bin parastinê û rexnekirina wan jî qedexe kirin.
Nexwe şirk, şirk e. Bi lixwekirina bedil û qerewatê/papyonê hûn ji xûrafe û pîrozîyên cahilîyê xelas nabin. Lewre fitret hewcedarîya qûdsîyetê hest dike. Eger mirov bi ya ku Allah (ac) daxistîye û xîtabê li fitreta însan dike têr neke muheqeq dê qûdsîyet û pîrozîyên xwe hilbibêre.
Allah (ac) El-Quddûs/El-Tayyîb û Paqij E, Hez Ya Paqij Dike
Allah (ac) daxwaz dike ku amelên ji bo wî tên kirin ji qirêjên manewî paqij bibin. Lewre amelên ne tayyîb û paqij nagihîjin Allah (ac), yanê nayên qebûlkirin.
اِلَيْهِ يَصْعَدُ الْكَلِمُ الطَّيِّبُ وَالْعَمَلُ الصَّالِحُ يَرْفَعُهُۜ
“…Peyva xweşik bi bal wî ve derdikeve. (Peyva xweşik jî) amelê salih bilind dike…”[13]
Qirêjên manewî ku amelan bêmirês dikin û dibin maniê bilindbûna Allah (ac) çi ne?
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُبْطِلُوا صَدَقَاتِكُمْ بِالْمَنِّ وَالْاَذٰىۙ كَالَّذ۪ي يُنْفِقُ مَالَهُ رِئَٓاءَ النَّاسِ وَلَا يُؤْمِنُ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِۜ فَمَثَلُهُ كَمَثَلِ صَفْوَانٍ عَلَيْهِ تُرَابٌ فَاَصَابَهُ وَابِلٌ فَتَرَكَهُ صَلْدًاۜ لَا يَقْدِرُونَ عَلٰى شَيْءٍ مِمَّا كَسَبُواۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِر۪ينَ
“Gelî ew ên îmân anîne! Sedeqeyên xwe bi minnet û bi serhev de kirinê û (ji însanan re) bi ezîyetê pûç/betal nekin. Wekî wî (kes) ê ku malê xwe bi rîyakarî dide, lê bi rastî îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîye… Halê wî kesî dişibe rewşa zinarekî/tehtekî ku li ser wî hinek ax hebe, dema baran lê dide (axa li ser dişo û) wê rût û hilû dihêle. Qet tu (mikafata) amelên wan (li îndallah/li cem Allah tune û ji karên xwe) sûdmend nabin. Allah, koma kafiran hîdayet nake.”[14]
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَنْفِقُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا كَسَبْتُمْ وَمِمَّٓا اَخْرَجْنَا لَكُمْ مِنَ الْاَرْضِۖ وَلَا تَيَمَّمُوا الْخَب۪يثَ مِنْهُ تُنْفِقُونَ وَلَسْتُمْ بِاٰخِذ۪يهِ اِلَّٓا اَنْ تُغْمِضُوا ف۪يهِۜ وَاعْلَمُٓوا اَنَّ اللّٰهَ غَنِيٌّ حَم۪يدٌ اَلشَّيْطَانُ يَعِدُكُمُ الْفَقْرَ وَيَأْمُرُكُمْ بِالْفَحْشَٓاءِۚ وَاللّٰهُ يَعِدُكُمْ مَغْفِرَةً مِنْهُ وَفَضْلًاۜ وَاللّٰهُ وَاسِعٌ عَل۪يمٌۚ
“Gelî ew ên îmân anîne! Ji tiştên paqij ku we bi dest xistine û ya ku me ji bo we ji erdê derxistine înfaq bikin. Ew malê bêqîmet/jirêzê ku hetanî hûn ji xwe re çavgirtî nestînin, (wek sedeqe) nedin. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xanîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e. Şeytan (ji bo ku hûn malê xwe yên birûmet û layiqê înfaqa fîsebîlîllah nedin) we bi feqîrtîyê/bi xizanîyê ditirsîne û emrê fuhşîyatê/xerabîyê li we dike. Allah jî ji cem xwe mexfîret û lutfê wead dike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”[15]
Li gorî van ayetan qirêjên manewî ku amelan bêmirês dikin ev in:
Minnetkirin û kirina qar û dayîna ser û çavên însanan.
Ji ber qencîya ku kiriye ezîyetê bide însanan.
Rîyakartî û nîşandanîtî.
Amelkirina ji rêzê û ya bêkalîte.
Qar û Minnet: Dema ku mirovek amelek dike wê amelê ji nefsa xwe dizane û xwe serdest digire û hîdayet û îhsana Allah (ac) ji bîr dike.
Ezîyet: Di pêkanîna amelekî qenc de ew kes bêaramîtî dide însanan û dilê wan dişkêne. Ev jî carînan bi bîrxistina qencîya xwe carînan jî bi amelê ku dike re astengbûna wî ya kesekî din ku amelê xêrê bike.
Rîyakartî û Nîşandanîtî: Rîya bi du awayan e. Yek jê şirîk çêkirina ji Allah (ac) re ye ku di vê rewşê de amelên hatîye kirin bitevahî pûç û betal dibin. Ew kes bi bêdawîtî dibe mehkûmê dojehê. Ya din jî ew e ku nîşandanîtî ye. Amelkirina ji bo van tiştan e: “Hema bila bibêjin… Bila bibînin… Bila pesnê min bidin…” Ev jî qirêjek e ku amelan pûç dike.
Amelkirina ji rêzê û ya bêkalite: Ev jî tê ser vê maneyê ku mirov ji wextê xwe û ji malê xwe û ji tiştên din ya herî bêrûmet û ji rêzê bide da’we û doza Allah (ac). Mesela kesên wisan zarokên xwe yên ku zeftkirina wan ne hêsan e dişînin medreseyê lê zaroka jîr û zîrek li cem xwe dihêlin. Malên pûç û nebikêrhatî wek înfaq didin. Daxwaz dikin ku xebatên xwe ya îslamî di demên herî zêde betilîne de bikin.
Divê em qethîyen ji bîr nekin ku eger em xwedîtî li amelên xwe nekin û ji bo qudsîyeta/têrpaqijîya wê eleqedar nebin şeytan û nefis ji bo wan amelên me qirêj bikin serî li her rê û rêbazê didin. Ji bo şeytan qurbana herî meqbûl ew kes e ku amel kirîye, xebitîye û betilîye lê belê ji bo ku xwe ji qirêjên manewî zelal nekirîye amelên wî bitevahî pûç û betal bûne.
Dûaya Bi Navê El-Quddûs
Ya Rabbê min ê El-Quddûs!
Tu ji her kêmasîyan mûnezzeh û muqedes î. Rabbê melaîketan û rûhan î. Ez şahidî dikim ku te ji xwe re zarok negirtîye û şirîkê te tune û di û karên te de alîkarên te tune. Tu mezin û berz û bilind î. Ew ê ku di ziman û qelban de tê pesinandin û hezkirin î. Ji hemû zen û şirka muşrîkan dûr û pak î.
Rabbê min… Ya Quddûs!
Aqîda min û qelbê min û peyv û amelên min bi navê xwe yê El-Quddûs paqij û zelal bike. Me ji hêla madî û manewî ve mûbarek bike. Em zeîf û kêm û aciz in. Me ji me re nehêle. Em muhtacê te ne. Me terk neke!
[1] 9/Tewbe, 30
[2] 2/Baqara, 116
[3] 39/Zûmer, 3
[4] 9/Tewbe, 31
[5] 9/Tewbe, 31
[6] 6/En’am, 29
[7] 23/Mûmînûn, 115-116
[8] 3/Al-î Îmran, 154
[9] 11/Hûd, 4
[10] 65/Talaq, 2-3
[11] 3/Al-î Îmran, 33
[12] 33/Ehzab, 33
[13] 35/Fatir, 10
[14] 2/Baqara, 264
[15] 2/Baqara, 267-268
İlk Yorumu Sen Yap