El-Mûmîn, naveke ji Esmaû’l Hûsna ye. Ev nav ji koka “emn” çêbûyî ye. El-Mûmîn, tê ser vê maneyê: Ew Allahê evdên xwe li dinya û li axîretê ewledar dike. Allah, çavkanîya eman û îmanê ye.
Der heqê navê El-Mûmîn de mufessîran wiha gotine: “El-Mûmîn; ew Allah e ku evdên wî ji zilimkarîya wî di ewlehîyê de ne… Ew Allahê ku evdên wî xwe dispêrne wî, wan diparêze/muhafeza dike… Ew Allahê, wan evdên xwe yên wî tewhîd dikin tesdîq dike… Allahê ku nefsa xwe tewhîd dike…”[1] Ev nav di Qûr’ana Kerîm de (1) carek dibore.
هُوَ اللّٰهُ الَّذ۪ي لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۚ اَلْمَلِكُ الْقُدُّوسُ السَّلَامُ الْمُؤْمِنُ الْمُهَيْمِنُ الْعَز۪يزُ الْجَبَّارُ الْمُتَكَبِّرُۜ سُبْحَانَ اللّٰهِ عَمَّا يُشْرِكُونَ
“Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Xwedîyê hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) El-Melîk e. (Ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) El-Quddûs e. (Ew ê ji hemû kêmasî û qisûran munezzeh û selametî dide evdên xwe) Es-Selam e. (Ew ê îman û ewlehîyê dide qelban) El-Mûmîn e. (Ew ê her tişt di bin kontrola wî de ye û otorîteya mutleq û hakimîyetê) El-Muheymîn e. (Ew ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e. (Ew ê dilşikestinan cebr dike/diborîne û her tiştî sitûxwar dike) El-Cabbar e. (Ew ê herî mezin û xwedî kibrîya) El-Mutekebbîr e. Allah, ji tiştên ku ew şirîk çêdikin berî/munezzeh e.”[2]
Tecellîya navê El-Mûmîn
Bêguman her li ku derê eman û emnîyet hebe li wê derê tecellîya navê El-Mûmîn heye. Lewre El-Mûmîn, çavkanîya mutleq ya ewlehî û emnîyetê ye. Her li ku derê kufr û şirk û tirs û kaos hebe ew der jî ji tecellîya El-Mûmîn mehrûm maye.
Cihê tecellîgaha navê El-Mûmîn yek jî qelbên mûmînan e. Lewre ew ê ku qelban bi îman dadigire û ji tarîtîyan bi bal ronahîyan ve derdixe û li ser rêya rast hîdayet dike ew e. Eger tecellîya navê El-Mûmîn nebûya dê alema însanîyetê jî bibûna mehkûmê tarîtîyên kufrê û ji ronahîya hîdayetê jî mehrûm bimana. Ev mijar di Qûr’ana Kerîm de wiha hatîye ravekirin:
شَهِدَ اللّٰهُ اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۙ وَالْمَلٰٓئِكَةُ وَاُو۬لُوا الْعِلْمِ قَٓائِمًا بِالْقِسْطِۜ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُۜ
“Allah û melâîket û alimên ku edaletê qayîm dikin şahidî kirin ku ji Allah pê ve qet tu îlâh (ji xeynî wî yê ku îbadetê/evdîtîyê heq dike) tune. Ji wî pê ve qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.”[3]
يَمُنُّونَ عَلَيْكَ اَنْ اَسْلَمُواۜ قُلْ لَا تَمُنُّوا عَلَيَّ اِسْلَامَكُمْۚ بَلِ اللّٰهُ يَمُنُّ عَلَيْكُمْ اَنْ هَدٰيكُمْ لِلْا۪يمَانِ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
“Ew ji ber ku bûne îslam (dikin qar û didin ser çav û) minnetê li te dikin. Bibêje: “Ji ber îslama xwe minnetê li min nekin. Berevajî, ji bo ku we hîdayet kiriye Allah li we minnetê dike. Eger hûn ji rastbêjan in (divê ku hûn vê heqîqetê qebûl bikin).”[4]
Tecellîgaha navê El-Mûmîn yek jî ev dinya ye. Hûn li hin cihan dinêrin ku li wê derê eman û ewlehî heye. Li hin cih û waran de jî tirs û kaos hakim e. Ev bergeha zid ji ber vê yekê ye ku navê El-Mûmîn di hin cihan de tecellî kirîye û di hin cihan de jî tecellî nekirîye.
لِا۪يلَافِ قُرَيْشٍۙ ا۪يلَافِهِمْ رِحْلَةَ الشِّتَٓاءِ وَالصَّيْفِۚ فَلْيَعْبُدُوا رَبَّ هٰذَا الْبَيْتِۙ اَلَّذ۪ٓي اَطْعَمَهُمْ مِنْ جُوعٍ وَاٰمَنَهُمْ مِنْ خَوْفٍ
“Ji ber ku ew ên Qureyşî di navbera xwe de bi hogirî/bi ulfet dijîn. (Ji bo) hêsanîya rêwingîya (bazirganîya di mehên) havîn û zivistanê de. Bila bi îbadetkirina Rabbê vê beytê (şikur li vê nîmeta wî bikin û ew tewhîd bikin). Ew (Rabbê ku), wan ji birçîbûnê têr kir û ew ji tirsê gihande ewlehîyê.”[5]
Tecellîya navê El-Mûmîn ya herî mezin dê li axîretê pêk bê. Allahê El-Mûmîn, dê ew roj hemû mûmînan ji tirs û erjengîya wê rojê biparêze. Ewlehîya wê rojê cenneta Rahman e.
وَيَوْمَ يُنْفَخُ فِي الصُّورِ فَفَزِعَ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَمَنْ فِي الْاَرْضِ اِلَّا مَنْ شَٓاءَ اللّٰهُۜ وَكُلٌّ اَتَوْهُ دَاخِر۪ينَ
“Roja ku li sûrê tê pifkirin, ji xeynî ew ên ku Allah daxwaz kiriye pê ve hemû kesên li erd û esmanan ji tirsa dikevin tayê. Û hemû wek sitûxwar/teslîmbûyî tên cem wî.”[6]
مَنْ جَٓاءَ بِالْحَسَنَةِ فَلَهُ خَيْرٌ مِنْهَاۚ وَهُمْ مِنْ فَزَعٍ يَوْمَئِذٍ اٰمِنُونَ
“Kî bi qencîyekî were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Û ew ji tirsehêza wê rojê di ewlehîyê de ne.”[7]
Allah (ac) îmanê bi du awayan hînî evdên xwe kirîye. Ew jî Kitêb û Rasûl e. Ji xeynî van herdu tiştan qet tu tişt nabe ku esasên îmanê diyar bike. Eger tiştekî wisan çêbibe dê ew qelb bibe xurdegeha tirs û şûbhe û endîşeyan. Dê zen cihê yeqînê bigire û bêaramîtî bikeve şûna sekînetê.
Lê mixabin piştî Rasûlullah (ass) û xalîfeyên raşid ev hessasîyet winda bû. Felsefeya Yewnan bi navê “Kelam” kete nava ûmmetê. Dîsa “Tesewwûf” bi navê Keşf û Îlham di nav ûmmetê de bicih bû. Kelam û Tasawwûf li ser mijarên îmanê axivîn û nivîsandin. Wan bi aqildayîna mentîqê û bi xeyal û wasewas û îlham û keşfên xwe re gotin “aqîde”. Pişt van re her kî hatibe di van qûlerên rêşaş de kete hûndir. Hin ji wan vê qûlerê mezintir kirin û hin ji wan jî qûlerên nû vekirin. Pirtûkên aqîdeyê nivîsandin ku di wan de ayetekî ji Qûr’ana Kerîm û hedîsekî jî Rasûlullah (ass) tûne bû.
Hal ev e ku ew esasên ne sparteyê wehîyê bin, divê kesên mûmîn ewana bitevahî red bike. Berpirsîyarîyeke mûmînan yek jî ev e ku a qenc û xerab û heq û batil bikaribe ji hevdu veqetîne.
Kesê îdîaya îmanê dike divê xwe bispêre navê El-Mûmîn û herûdaîm ji Allah (ac) îmaneke qewîn bixwaze. Îman anîna di jiyana dinyayê de li axîretê bêdawîtîya emanê ye. Ew mûmînên ku zilim tevlî îmana xwe nekirine û li ser vê rewşê gihîştine Rabbê xwe dê bi selam û eman û nîmetên ebedî bên pêşwazkirin.
اَلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَلَمْ يَلْبِسُٓوا ا۪يمَانَهُمْ بِظُلْمٍ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمُ الْاَمْنُ وَهُمْ مُهْتَدُونَ۟
“Ew ên îmân anîne û tu zilim/şirk tevlî îmana xwe nekirine (hene); ev ên hanê (ji ezabê Allah) emîn in û ên gihîştine hîdayetê ew in.”[8]
Birastî îman bi zanyarî an bi xwendin û bihîstin tenê nayê bidestxistin. Eger Allah (ac) evdê xwe li ser vê mijarê muweffeq bike bidestxistina îmanê bi hêsanî pêk tê. Nexwe gelek profesor û zanyar hene ku li ser mijara îmanê weaz û konferansan didin û pirtûkan dinivîsînin lê belê ûmrê wan bi evdîtîya taxûtan dibore.
Ji ber vê yekê bo îmaneke salih eleqe û ders û dawet tenê têr nake. Divê mirov xwe bispêre Allahê El-Mûmîn û pir zêde jê re îltîca bike û daxwaza îmaneke salih bike. Zanibin ku eman û emnîyet nîmeteke herî mezin ya ji Allahê El-Mûmîn e. Kaos û alozî jî di jiyana dinyayê de ceza û ezabeke dijware ku Allah (ac) li ser qewman danîye.
Wek mînak em dikarin Şera Cîhanê ya 1. û 2. bidin. Hate dîtin ku dema Allahê El-Mûmîn emn û emana xwe ji ser rûyê erdê rake dinya bi her awayî xera bû. Ewlehîya can û mal û namûs nema. Bombe li ser gelan barîyan û dewlemendîya di bin lingên wan de ji gelan re bû sedema ezabê û gelek dewlet bihev ketin.
Bila ev baş bê zanîn ku însan ne bi hebûn û tedbîrên hêzên ewledarî ya dewletan tenê di aramîyê de dijîn. Berevajî bi lutf û îhsana Allahê El-Mûmîn di eman û ewlehîyê de ne. Hetanî do ew dewletên bi sazîyên hêzdar li pîya bûn em dibînin ku îro hedimîne û winda bûne. Eger hizûr û ewlehî bitenê bi hêzên ewlehîyê pêk bihatana dê ew war û welat jî di ewlehî û aramîyê de bûna.
Axir ew ê jiyaneke ewledar bixwaze hewceye ku beralîyê Allahê El-Mûmîn bibe û bi îmaneke salih evdîtîya wî bike. Eger em bi eman beralîyê Allah (ac) bibin ew ê jî bi emn û emanê berê xwe bide me. Îro El-Mûmîn ne di eman û ewlehîyê de bin berîya her tiştî divê ku em xwe bixwe û qelbên xwe kontrol bikin. Çi dema ku em kêmasîyên îmanê temam bikin em ê hêj zêdetir nêzî emanê bibin.
Allahê El-Mûmîn Kesên Xebatkarên Da’wa Îslamê Ji Tirsan Emîn Dike
Li cih û warekî eger xebata da’wa îslamê hebe zanibin ku li wê derê dijberên wan jî hene. Ev, sûnnetullah e û nagûhere. Lewre di cihekî de dostên Rahman hebin helbet wê dostên şeytan jî hebin. Ehlê kufrê him bi peyvên xwe û him bi fiêlên xwe mûmînan tehdîd dikin û dixwazin wan bitirsînin. Şeytan jî dixwaze ku van tiştan li ber çavên wan mezin bike û qelbên mûmînan bi wasewasan û gûmanbarîyan bipelişîne.
Di vê xalê de Allahê El-Mûmîn digihîje hewarîya evdên xwe. Navê El-Mûmîn tecellî dike. Tirsa dilan winda dibe. Êdî qelb bi cesaret û mêrxasîyê têrtije dibe. Îro pirên misilmanan dibe ku bi tirsên weke vê rû bi rû bimînin. Li dij wezîfe û mesûlîyetekî bikeve endîşeyê. Lê dinêre ku dijber û neyarên îslamê weke pêlên behrê derdora wî girtîne. Di vê rewşê de hewceye ku sebir bike û bi kesayetîya xwe ya mûmîn divê netirse û xwe bispêre Allahê El-Mûmîn. Eger Allah (ac) bi navê xwe yê El-Mûmîn tecellî bike tirsa wî bitevahî dê bibe cesaret û egîdî.
Em dizanin ku tirs hestekî fitrî ye. Ev hest, pêxember jî tê de bi hemû însanan re heye. Di nezera îslamê de hebûna tirsê ne pirsgirêk e. Pirsgirêk ew e ku ev hest neyê terbîyekirin. Lewre tirsa ku neyê terbîyekirin ji bo şeytan dibe derîyê ketina qelb de. Dibe ku di rewşeke netişt de li ser qelbê însan bandor bike û wî kêm bixe. Terbîyeya tirsê bi du awayan pêk tê:
Divê kesê misilman qelbê xwe beralîyê Allahê xwedîyê celal û ezametê ye bike. Qelb, dema ji Allah (ac) bitirse ev hesta fitrî bi alîyê rast ve tê beralî kirin. Wek mikafata tirsa ji Allah (ac) êdî ew tirsên din yên çêbûwar/sûnî ji wî kesî dûr dibin. Evdê ku qelbê xwe biparêze Allah (ac) jî wî wasewasên şeytan diparêze.
Pirzêde beralîbûna/înabeya bal bi Allahê El-Mûmîn ve. Tecellîya vê navê hesta eman û ewlehîyê ye. Mirov dema tecellîya navê El-Mûmîn daxwaz bike, ew Allahê ku îcabeta dûayan dike wê qelban bi hestên ewlehîyê ve têrtije bike.
Allah (ac) Bi Navê El-Mûmîn Ji Tirsên Axîretê Ewledar Dike
Bêguman rabûna qiyametê û bûyerên ku di pey wê de diqewimin hesteke tirsehêz dide qelbên însanan.
Dema ku li Sûrê tê pifkirin qelbê însanan bi tirseke mezin davêje. Bedenên wan tehemûla vê dîmenê nakin. Ev tirseke wisan e ku bebekên di dergûşê de jî ji vê erjengîyê ixtîyar dibin.
فَكَيْفَ تَتَّقُونَ اِنْ كَفَرْتُمْ يَوْمًا يَجْعَلُ الْوِلْدَانَ ش۪يبًاۗ
“Eger hûn bibin kafir, gelo ji wê roja (bi erjeng) ku pora zaroka spî dike hûn ê xwe çawa biparêzin?”[9]
Ew roj, erdhêjeke wisan heye ku naşibe zelzeleyên dinyayê.
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمْۚ اِنَّ زَلْزَلَةَ السَّاعَةِ شَيْءٌ عَظ۪يمٌ
“Gelî însanan! Ji Rabbê xwe bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman zelzela/erdhêja qiyametê tiştekî pir mezin e.”[10]
Birastî dema ku erdhêjek diqewime qet tu dê dergûşa xwe terk nake û navêje. Hetanî wisan ku ew dê dikare çavgirtî bikeve bin enqazê/xopanê û dergûşa xwe derxîne. Lê belê erdhêja qiyametê berîya bedenên însanan qelbên wan direcifîne/dilerizîne. Aqlê mirovan ji serê wan diçe. Pirên wan wekî ku serxweş in nizanin çi dikin.
يَوْمَ تَرَوْنَهَا تَذْهَلُ كُلُّ مُرْضِعَةٍ عَمَّٓا اَرْضَعَتْ وَتَضَعُ كُلُّ ذَاتِ حَمْلٍ حَمْلَهَا وَتَرَى النَّاسَ سُكَارٰى وَمَا هُمْ بِسُكَارٰى وَلٰكِنَّ عَذَابَ اللّٰهِ شَد۪يدٌ
“Roja ku hûn wê bibînin; her dayîka şîrdar, ya ku dimêjîne ji bîr dike û hemla her jina biheml ji ber diçe û tu însanan di rewşa serxweş de dibînî; hal ev e ku ew, ne serxweş in. Lê belê ezabê Allah pir dijwar e.”[11]
Tecellîyeke navê El-Mûmîn yek jî ev e: Allahê El-Mûmîn evdên xwe yên xwedî li da’we û doza îslamê derdikevin diparêze û piştgirîya wan dike. Rêyên vê gelek in. Lewre her çi tiştê li erd û esmanan heye bitevahî artêşên Allah in (ac). Ew dizane ku dê çi tiştê di kîjan demê de ji mumînan re bike piştgirî.
Demek tê bi ayetekî wî dirastîne. Zimanê wî fesîh û herikbar dike. Carînan kesê dawetvan bixwe jî ji wan axaftinên xwe heyirî dimîne. Fêm dike ku tiştên ji zimanê wî derketine birastî tecellîya navê Allahê El-Heq e. Mesela di qada şer de xew pê digire. Allahê El-Mûmîn bi wê xewê qelbên mûmînan teskîn û qewîn dike û wan digihîjîne serfirazîyê.
اِذْ يُغَشّ۪يكُمُ النُّعَاسَ اَمَنَةً مِنْهُ وَيُنَزِّلُ عَلَيْكُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً لِيُطَهِّرَكُمْ بِه۪ وَيُذْهِبَ عَنْكُمْ رِجْزَ الشَّيْطَانِ وَلِيَرْبِطَ عَلٰى قُلُوبِكُمْ وَيُثَبِّتَ بِهِ الْاَقْدَامَۜ
“Wê gavê ji alîyê Allah ve li ser ewlehîyê xeweke sivik bi we girtibû. Ji bo ku we paqij bike û pîsîtîyên şeytan ji we biborîne û qelbên we (li ser yeqîn û qerardarîyê) bi hev re girê bide û bi vêya lingên we li erdê zexim bike, di ser we de ji asîmân baran barandibû.”[12]
Di cihê xwe de dibe ku kûrm û kêzik bibin artêşa alîkarîyê, beq û kûlî mil bi ordîyên wûrşedar datînin.
فَاَرْسَلْنَا عَلَيْهِمُ الطُّوفَانَ وَالْجَرَادَ وَالْقُمَّلَ وَالضَّفَادِعَ وَالدَّمَ اٰيَاتٍ مُفَصَّلَاتٍ فَاسْتَكْبَرُوا وَكَانُوا قَوْمًا مُجْرِم۪ينَ
“(Li ser vê yekê) me jî di ser wan de mucîzeyên/ayetên cur bi cur; weke tofan û kulî û mêşûmor/haşerat (sipih û kêç û kêzik) û beq û xwîn şand. Lê dîsa quretî kirin û bûn civakeke gunehkarên mucrîm.”[13]
Allah (ac) li ser zena evdê xwe ye. Evd, der heqê Rabbê xwe de çi hêvî bike dê li gorî zena wî muamele pê re bê kirin. Ew ê hêvîya alîkarîyê dike wê alîkarî pê bê kirin û ew ê bêhêvî be dê bêalîkar bimîne. Kesê serî li rêya Allah (ac) daye eger bêalîkar bimîne divê du tiştan kontrol bike:
1. Da’wa xwe ya ku têdikoşe. Dibe ku carînan hin kes bi zena bûyîna li ser heqîyê li pey da’weyekî şaş de diçin. Îhtîmal e ku şeytan wî kesî dixapîne.
فَر۪يقًا هَدٰى وَفَر۪يقًا حَقَّ عَلَيْهِمُ الضَّلَالَةُۜ اِنَّهُمُ اتَّخَذُوا الشَّيَاط۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَيَحْسَبُونَ اَنَّهُمْ مُهْتَدُونَ
“(Wî) hîdayet daye hinekan û hinek jî rêşaşîtî li ser wan bûye heq. (Lewre) ewana dev ji Allah berdan û şeytanan ji xwe re kirin dost û digel vê zen dikin ku ew li ser heqîyê ne.”[14]
Mirovek xwe li ser hîdayetê zen bike an jî xwe nisbetê kesên li ser rêya rast in bike, ev nisbetkirin qethîyen nayê vê maneyê ku ew li ser hîdayetê ye. Ji bo bûyîna ji ehlê hîdayetê divê ku mirov li ser heq û hîdayetê be. Muşrîkên Mekkeyê îdîa dikirin ku ew li ser dînê Îbrahîm (as) û Îsmaîl (as) bûn. Ji bo wan ayînên dînî yên ku ji ber xwe ve derxistibûn û dikirin, bi vê bawer bûn û wiha digotin: “Ev (ayîn) ên hanê ji bav û kalên me gihîştîye pêxemberan!”
Helbet dema ku ya rast ji îdîayên wan cuda bû, ew bixwe jî ne li gorî îdîayên wan bilakîs li gorî heqîqetê hatin nirxandin. Bi sipartina vê (rastîyê) em dikarin bibêjin ku: Her kî be bila bibe, tewîla wî kesî eger berê wî ji mane û meqseda xuliqandina wî û ji tewhîdê ku ew jî banga hevpar yên hemû Rasûlan e dûr bixe; ew mirov bûye ji wan kesên ku rêşaşîtî li ser xwe heq kiriye û Allah (ac) wî kesî bi tewîla wî bixwe xerifandiye.
2. Divê çavlêgerîna zena xwe ya der heqê Allah (ac) de bike. Eger ji Allah (ac) hêvîya alîkarîyê birî be helbet wê bêalîkarî bimîne.
Exlaqgirtina Bi Navê El-Mûmîn
Exlaqgirtina bi navê El-Mûmîn, bi vê awayê pêk tê ku mirov bibe ji kesên emîn û ewledar. Rasûlullah (sav) wiha gotîye: “Mûmîn ew kes e ku însanên din der heqê mal û canên xwe de ji wî emîn û ewledar in.”[15]
Eger mirov bibe xwedîyê vê exlaqê dê ew jî bi emn û ewledarîyê bê xelatkirin. Lê belê tersê vê rewşê jî mimkûn e. Ew kesê îman anîye lê ne emîn e û zerar û ezîyetê bide însanan wê bi bêewledarîyê bê cezakirin. Kesê wisan rûreşîya da’wa îslamê ye ku xwe nisbetê wê dike. Lewre însan li helwest û tevger û jiyana kesê misilman dinêrin, ne li îdîayan û axaftinên xemilandî dinêrin.
Sê sinif insan hene ku di bin emn û emana Allah (ac) de ne.
Mûcahîd; hetanî di cîhada xwe de xalis û dilsoz be di bin emana Allahê El-Mûmîn de ye. An dê di rêya Allah (ac) de şehîd bibe û bikeve cennetê ku ew der Darû’sselam e an jî bi serkeftin û bidestxistina xenîmetan dê vegerê war û nava ehlê xwe.
Kesên diçin Mescîdê jî di bin emana Allahê El-Mûmîn de ne. Lewre mescîd şaxên Beytullah in û ji Allah (ac) re mekanên herî xweşik in. Mescîd, li dij banga cehaletê ya ku gazî ezabê dike sitargeha rahmet û ewledarîya Allah e (ac).
Kesên bi selam dikevin malên xwe jî di bin emana Allahê El-Mûmîn de ne. Ev jî bi du awayan pêk tê. A yekem ew e ku mirov dema bikeve mala xwe selam bide ehlê malê. A dûyem jî ev e ku mirov mala xwe bike warê silametîye. Ji bo ku xwe ji fitneyan biparêze mala xwe bike sitargeha xwe û ehlê xwe. Ji bo zerar nede tu kesî an jî ji însanan zerar nebine ev tevgera wî dibe wesîleya alîkarîya Allah (ac) û parastina wî ya manewî.
Duaya Bi Navê El-Mûmîn
Ya Rabbê me yê El-Mûmîn!
Tu me bi îmaneke sehîh birizqîne û me neke ji wan kesên ku zilim tevlî îmana xwe kirine.
Ya El-Mûmîn!
Me ji wan kesan binivîse ku misilman ji dest û zimanên wan ewledar in.
Tu me ji her cureyên tirsa dînî û dinyewî biparêze.
Tirsên me bi gihîştina cennetê biborîne.
Me bi exlaqê emn û emanê bixemlîne.
[1] Zadû’l Mesîr Fî Ilmî’t Tefsîr, tefsîra 23. Ayeta Sûreya Haşr.
[2] 59/Haşr, 23
[3] 3/Al-î Îmran, 18
[4] 49/Hucûrat, 17
[5] 106/Qûreyş, 1-4
[6] 27/Neml, 87
[7] 27/Neml, 89
[8] 6/En’am, 82
[9] 73/Mûzemmîl, 17
[10] 22/Hecc, 1
[11] 22/Hecc, 2
[12] 8/Enfal, 11
[13] 7/A’raf, 133
[14] 7/A’raf, 30
[15] Tirmizî, 2627; Nesaî, 5010