El-Melik/El-Mâlik/El-Melîk, navên ji Esmaû’l Hûsna ne. Ev nav ji koka “me-le-ke/mûlk” çêbûyî ye. Ev kok tê ser maneya hêzdarî û tendûristîya tiştekî. Ji ber vê yekê di nava Ereban de ji tiştên zêde bihêz û qûwwet re ji vê kokê nav çêdikin. Ji serwerî û hakimîyetê re “mülk” tê gotin. Tiştên ku di bin rayedarî û teserrûfa însan de ne re jî wek “mûlk” tê navandin. Lewre însan bi tiştên ku xwedîyê wan re ve dibe xwedî hêz û qûwet.
Di Qûr’ana Kerîm de ji bo Allah (ac) sê navên ji vê kokê çêbûyî tê bikaranîn:
El-Melik, di pênc (5) ayetan de dibore.
El-Mâlik, di du (2) ayetan de dibore.
El-Melîk, di ayetek (1) de dibore.
Navê El-Melîk tê ser vê maneyê: Allahê xwedîyê mûlk/hakimîyet/serwerî ya mutleq û di mûlkê xwe de li gorî daxwaza xwe teserûfê dike.
Tecellîyên Navê El-Melîk û Berpisîyarîyên Wê Ya Li Ser Me û Exlaqgirtina Pê
1- Tecellîyên Navê El-Melîk
Heyîn, bi tevahî milkê Allah (ac) e. Allah (ac) di milkê xwe de xwedîyê otorîteya mutleq e. Her tişt li ber ezamet û seltaneta wî sitûxwar e. Di nava heyînê de tiştekî ku ne milkê wî be û tiştekî ku navê wî yê El-Melîk tecellî nekiribe tûne.
قُلِ اللّٰهُمَّ مَالِكَ الْمُلْكِ تُؤْتِي الْمُلْكَ مَنْ تَشَٓاءُ وَتَنْزِعُ الْمُلْكَ مِمَّنْ تَشَٓاءُۘ وَتُعِزُّ مَنْ تَشَٓاءُ وَتُذِلُّ مَنْ تَشَٓاءُۜ بِيَدِكَ الْخَيْرُۜ اِنَّكَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ تُولِجُ الَّيْلَ فِي النَّهَارِ وَتُولِجُ النَّهَارَ فِي الَّيْلِۘ وَتُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَتُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّۘ وَتَرْزُقُ مَنْ تَشَٓاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
“Bibêje: “Ya Allahê min ê xwedîyê milk! Tu ji kî re bixwazî milk didî wî û ji kî jî bixwazî milk jê distînî. Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî û kî jî bixwazî wî zelil dikî. Xêr di destê te de ye. Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î. Tu şevê dixî nava rojê û rojê jî dixî nava şevê. Ji mirîyan zindîyan û ji zindîyan jî mirîyan derdixînî. Û tu ji kî re bixwazî bêhisab riziq didî wî.”[1]
Ayet, serwerîya mutleq nisbetê Allah (ac) dike. Nexwe ev pesinandinek e. Kesê mûmîn dema bixwaze Rabbê xwe bipesnîne bila bi vê sifetê bipesnîne.
تُؤْتِي الْمُلْكَ مَنْ تَشَٓاءُ…
“…Tu ji kî re bixwazî milk didî wî…”
Allahê El-Melîk, ji evdên xwe ji kî re bixwaze milk dide wî. Ew kesên ku serwerî û dewlemendî û meqam ji wan re hatîye dayîn tê vê maneyê ku navê El-Melîk li ser wan tecelli bûye.
وَتَنْزِعُ الْمُلْكَ مِمَّنْ تَشَٓاءُۘ
“…Ji kî bixwazî milk jê distînî…”
Ew kesê ku jê re qet tu milk nehatibe dayîn an jî ew ên ku milk ji destên wan hatibe sitendin jî tê maneya ku navê El-Melîk li ser wan tecelli bûye.
وَتُعِزُّ مَنْ تَشَٓاءُ
“Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî…”
Li gorî pirên însanan zêdebûna milk (mal û milk û meqam) dibe wesîleya îzzetê. Dibêjin ku ew kesê Allah (ac) mal û milk dayê serdest e û ew ên bêpar in jî zelîl in. Lê belê bi zikirkirina milk û îzzetê/serdestîyê ya bi cudahî Allah (ac) vê ramanê betal dike. Rêyên ku Allah (ac) evdê xwe digihîne îzzetê pir zêde ne. Allah (ac) ji kî re bixwaze wî bi mal an bi heya û xweşrêwiştîyê an bi teqwayê an bi îstîxnayê (rûmeta nexwestina tiştekî ji tu kesî) an bi îlim azîz û serdest dike. Lewre ew, El-Azîz e. Îzzet bitevahî li cem wî civandî ye.
وَتُذِلُّ مَنْ تَشَٓاءُ
“…kî jî bixwazî wî zelil dikî.”
Dîsa tecellîya navê El-Melîk e ku Allah (ac) evdê xwe zelîl bike an jî pêşî wî serdest bike û paşê zîlletê pê bitamîne. Mirovekî di nava însanan de pir bê hezkirin û paşê bibe yekî wisan ku ji hêla însanan ve dibe yekî nefretkirî an mirovekî dewlemend dibe ku bibe xîzan an werzîşkarekî/sporvanekî sax paşê bibe ketî.
بِيَدِكَ الْخَيْرُۜ
“Xêr di destê te de ye…
Dixwaze madî an manewî be hemû xêrên di jiyana însan de tecellîya navê El-Melîk ya Allah e (ac). kesê ku muhtacê xêrê ye divê bi hemû kesayetîya xwe berê xwe bide Allah (ac).
اِنَّكَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
“Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î.”
Ev hevok îşareta wê ye ku qudreta Allah (ac) her tiştî dorpêç kiriye. Di milkê wî de çi bivê ew dibe. Qet tu tişt nikare wî aciz bihêle.
2- Ferqa Di Navbera Milkê Allah (ac) û Ya Ku Ji Însan Re tê Dayîn De
Milkê Allah (ac) milkekî heqîqî ye ku navê El-Haq hevalrêtîya wî dike. Tê de kêmîtî û zewaltî tûne. Lê belê milkê însan milkekî mecazî ye. Destpêkeke wê milkê heye û dê rojekî bidome. Însan, qet tu car nebûye melîkekî heqîqî û nabe jî…
Milkê Allah (ac) ji hemû kêmasîyan mûnezzeh e. Allah (ac) li dinya û li axîretê jî xwedîyê milk û melekût e. Ew “Malikê yewmû’d-dîn” e.
اَلْمُلْكُ يَوْمَئِذٍ لِلّٰهِۜ
“Wê rojê serwerî/hakimîyet aîdê Allah e…”[2]
Ev ayet ji bo wan kesên bi mal û milkên ji wan re hatîye dayîn bitir dibin û li ser rûyê erdê bi neheqî qûretî dikin re hişyarîyek e. Dê li axîretê her kes teslîmê milkê wî bibe û ji banga wî re serî bitewîne.
Allah (ac) di milkê xwe de li gorî daxwaza xwe teserûfê dike. Milkê Allah (ac) bêdawî ye. Her heye û dê her hebe jî. Lê belê milkê însan weke hebûna însan bixwe bihorbar e. Muheqeq dê rojekî biqede. Ev qedandin an bi mirina însan e an jî Allah (ac) wek îmtîhan ji destê wî distîne.
مَا عِنْدَكُمْ يَنْفَدُ وَمَا عِنْدَ اللّٰهِ بَاقٍۜ وَلَنَجْزِيَنَّ الَّذ۪ينَ صَبَرُٓوا اَجْرَهُمْ بِاَحْسَنِ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
“Yên li cem we (metaên dinyayê) diqede. Lê ew ê li cem Allah baqî ye. Bêguman em ê xelata sebirvanan bi kar û kirinên wan ên herî xweşik bidin wan.”[3]
Ew kesên Allah (ac) milk daye wan du sinif in:
1. Ew kesên ku piştî mirina xwe mal û milkên xwe li pey xwe dihêle.
2. Ew kesên hêj li heyatê ne mal û milk ji destê wan çûye, îflas kirine.
Bêdawîtîya milk, bitenê ji bo Allahê rabbê aleman axaftina mijarê ye. Milkê Allah (ac) bêsînor e, bi dayînê naqede. Li gorî rîwayeta Ebû Zerr El-Xifarî, Rasûlullah (ass) ji Allah (ac) vê hedîsa qûdsî neqil kiriye:
“Gelî evdên min, pêşî û paşîyên we yên ji cin û însanan li cihekî bisekinin û ji min bixwazin û ez daxwaza her yek ji we bê kêmasî bidim ev rewş dîsa ji ya li cem min/ji xezîneya min qet tu tiştekî kêm nake. Enceq derzîya ku bi behrê ve tê noqkirin jê çi kêm bike dê ew qas kêm bike.”[4]
Milkê Allah (ac) bêsînor û bêdawî ye. Lê belê mal û milkê însan mûweqet e. Çiqas xerc bike ew qas zû diqede. Însan dema dibîne ku bi xerckirinê malê wî diqede dest bi bexiltîyê dike. Bexîltî afata dewlemendîtîyê ye. Kesê bixwaze ku milkê xwe bi dewlemendîtîyeke bêdawî bigûherîne bila fîsebîlillah înfaq bike. Lewre Allah (ac) şûna her malê ku tê înfaqkirin bi ya bixêrtir tije dike. Wekî din malê ku tê înfaq kirin veberhênaneke/ramedaneke axîretê ye. Ew mal û milkê fanî dibe nîmetên cennetê ya bêdawî.
Her çi tiştên xûya û nexûya, yên diyar û nediyar bitevahî milkê Allah e (ac). Hetanî wisan ku Allah (ac) malikê hest û ramanên însan e jî. Lê belê tiştê ku însan li ser wan malik e bitenê ew tişt in ku xûya û diyar in. Di vê mijarê de mînaka herî xweşik qelb e. Belê, qelb di nava bedena însan de ye le belê ne milkê wî ye. bi her awayî di bin teserûfa Allahê El-Melîk de e.
وَاعْلَمُٓوا اَنَّ اللّٰهَ يَحُولُ بَيْنَ الْمَرْءِ وَقَلْبِه۪ وَاَنَّهُٓ اِلَيْهِ تُحْشَرُونَ…
“…û bizanibin ku bi rastî Allah dikeve navbera mirov û (fikr û ramanên) qelbê wî…”[5]
Mirov, dema ku vê heqîqetê îdraq dike êdî bi hemû kesayetîya xwe bi bal Allah (ac) ve beralî dibe. Eger Allah (ac) qelbekî ji rêşaşîtîyê biparêze çiqas kesên li ser rûyê erdê ji bo averêkirina wî bicivin û bixebitin jî dê nikaribin wî averê bikin.
Tecellîya navê El-Melîk yek jî ev e ku Allah (ac) mal û milk dide însan. Mal û meqam û meslek/karbendî û hûner û rayedarî û serwerî… Evana hemû milk in û her yek ji wan îmtîhanek e. Bi rastî îmtîhana bi milk, îmtîhaneke herî dijwar e. Lewre gelek kesên herî qenc û salih bixwe jî di vê îmtîhanê de an lingê wan terpilîye an jî winda kirine. Rasûlullah (ass) jî di vê mijarê de der heqê ûmmeta xwe de bi endîşe bû.
Amr b. As (ra) wiha rîwayet kiriye:
“Rasûlullah (ass) rojek ji eshabîyên xwe re wiha got:
‘- Dema Îran û Bîzans bê fetihkirin hûn ê bibin qewmekî çawa?’ Abdurrahman b. Awf (ra) wiha got:
Ya Rasûlullah, wê demê tiştê ku Allah (ac) li me emir kiriye em ê bikin. Rasûlullah (ass) wiha got:
Tiştekî din tûne bû? Berevajî hûn ê der heqê mal de bi hev re bikevin reqabetê. Paşê hûn ê ji hevdu bihesidin û berê xwe ji hevdu vegerînin. Axir hûn ê ji hevdu kift û nefret bikin (bi hestên biratîyê nêzî hev nabin).”[6]
Ev, ji bo eshabîyên xwe hişyarîya Rasûlullah (ass) bû. Piştî wefata Rasûlullah (ass) eshabîyan cîdîyeta vê meseleyê hêj çêtir fêm kirin. Di vê mijarê de em vêya fêm dikin; eger Allah (ac) milk dabe yekî ji we zanibin ku dê hûn bi vê milkê bên îmtîhankirin. Bizanibe ku lingên gelek însanên qenc û salih li dij vê îmtîhanê şemitîye. Vê heqîqetê zanibe da ku tu hişyar û baldar bibî û xwe bi Allah (ac) biparêzî û jê alîkarî daxwaz bikî. Dîsa zanibe ku di vê îmtîhanê de dibe ku tu bibî Ebû Bekr an jî Qarûnê dewra xwe.
Pîvanên Der Heqê Milk De
Her cûreya milk, nayê wê maneyê ku ji însan re xêr e. Dibe ku Allah (ac) bi navê xwe yê El-Melîk mirovekî bike rayedar û dewlemend û bigihîne derawayekî rêzdar. Yanê wî kesî bi milk îmtîhan bike. Li gorî zahir ji wî kesî re pir nîmet hatîye dayîn. Lê belê divê ku ev tiştê hanê neyê ji bîr kirin ku her xweşîya ji însan re tê dayîn ji bo wî an nîmet e an jî îstîdrac e.
Nîmet ew e ku Allah (ac) li dinyayê û axîretê evdê xwe dirizqîne û wî digihîne rahmet û îhsana xwe.
Îstîdrac jî ew e ku; di muqabilê dilkurmîtîya mirov de kemînçêkerîya Allah e (ac). Li gorî zahir ew dibêje qey nîmet jê re hatîye dayîn. Lê di heqîqetê de ne nîmet e, wesîleya nêzkirina ezabê ye.
Herwiha em ê çawa zanibin ku milkê di destê me de di heqîqetê de nîmet e an îstîdrac e? Rasûlullah (ass) pîvana wê diyar kiriye:
“Eger hûn bibînin digel masîyetên wî tiştên hez jê dike ji mirovekî re bê dayîn zanibin ku ev îstîdrac e.”[7]
Rizqekî ku ji me re hatîye dayîn eger me nêzî Allah (ac) bike û amelên me yên salih zêdetir bike û hizûr û îtmînan bide qelbê me ew, nîmet e.
Nexêr, eger me bi bal îsyanê ve bikişkişîne û bibe sebebê bêşikirdarîyê û bêaramîtîyeke manewî bide, ha ew jî îstîdrac e. Ligel zêdebûna îsyanê eger nîmet jî zêde bibin ev jî îstîdraca herî bi taloke ye.
Bîranîna xwedîyê milk ji bo însan xêr e, jibîrkirin jî şer e. Bîranîna nîmetan ji Allah e (ac). Ji bîr kirina nîmetan jî ji şeytan e. Eger mirovek xaliq û xwedîyê wê milka ku jê re hatîye dayîn pir bibîr bîne fêm dibe ku ew li ser xêrê ye. Eger xwedîyê milkê jibîr bike ev jî tê ser vê maneyê ku ew kes noqî şer bûye. Tu xwedîyê milkê nas nekî û jê re şikur nekî dê şeytan berê te bi bal rêşaşîtîyê ve bide û tu yê bibî ji zîyankaran.
Tiştê ku însan rûmetdar dike teqwa ye, ne mal û milk e. Însan li îndallah bi aqîda tewhîdê û bi îbadeta li ser sûnneta Rasûlullah (ass) û bi teqwayê bi qedr û rûmetdar e. Ji xeynî vê pîvaneke din tûne. Neseba wî an derawaya/statûya wî an ûmrê wî an zêdebûna mal û minalên wî, mirov ne rûmetdar û ne jî bêqîmet dike. Lewre milk, hevgirêdayîya jiyana dinyayê ye û tiştekî têkildara wê ye. Qet tu qîmeta dinyayê li îndallah tûne, hetanî qîmeta milk ku ew jî metaên dinyayê û tabiê wê ye.
Li gorî rîwayeta Sehl b. Es-Saîd (ra), Rasûlullah (ass) wiha gotîye:
“Eger bi qasî perikê mêşekî jî qîmeta dinyayê li cem Allah (ac) hebûna ji wê qûrtek av jî bi kafiran ne dida vexwarin.”[8]
Heke tu nebî xwedî û hakimê milk, dê milk li ser te bibe hakim û xwedî! Hezkirna mal û milk, hezkirineke fitrî ye. Allah (ac) vê hezkirinê di fitreta însan de bi cih kiriye û di heman demê de kiriye wesîleya ceribandinê.
زُيِّنَ لِلنَّاسِ حُبُّ الشَّهَوَاتِ مِنَ النِّسَٓاءِ وَالْبَن۪ينَ وَالْقَنَاط۪يرِ الْمُقَنْطَرَةِ مِنَ الذَّهَبِ وَالْفِضَّةِ وَالْخَيْلِ الْمُسَوَّمَةِ وَالْاَنْعَامِ وَالْحَرْثِۜ ذٰلِكَ مَتَاعُ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ وَاللّٰهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الْمَاٰبِ
“Ji însanan re hezkirina şehewatan (bi taybetî) jinan û zarokan û lod bi lod komkirina zêr û zîvan û hespên rewan û (pez û) dewaran û çandî û zevîyan hatîye xemilandin. Evana metaên (bihorbar ên) heyata dinyayê ne. Lê vegera xweşik (ku nîmetên heqîqî û bêdawî hene) li îndallah/li cem Allah e.”[9]
Enes b. Malik (ra) rîwayet dike ku Rasûlullah (ass) wiha gotîye:
“Eger newaleke bi zêran dagirtî ya mirovekî hebûna, dê newalekî din ya bi zêran dagirtî bixwesta. Ji mistek ax pê ve tiştekî din çavên wî têr nake. Kesê ku tobe dike, Allah (ac) tobeya wî qebûl dike.”[10]
Ji ber vê yekê eger însan hez mal û milk bike jî divê nebe evdê wî. Evdîtîya ji milk re ev e ku însan ji bo milk heyatekî bidomîne û hez jê bike û ji bo wê bûxz bike û pê dilşad bibe û ji bo wê hêrs bibe.
Kesê misilman divê bibe melîkê mal û milk, nebe evd û koleyê wê. Kesê ku bibe malike milk, wê dike beşeke evdîtîyê û bi wê nêzî Allah (ac) dibe û bi mumînan re jî dibe bira. Ew kesê bibe evd û koleyê mal û milk di heman demê de ji Allah (ac) dûr dibe û dilê wî ji mumînan jî sar dibe. Allah (ac) li ser vê mijarê mumînan wiha hişyar dike:
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُلْهِكُمْ اَمْوَالُكُمْ وَلَٓا اَوْلَادُكُمْ عَنْ ذِكْرِ اللّٰهِۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذٰلِكَ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
“Gelî ew ên îman anîne! Bila mal û ewladên we, hûn ji zikra Allah paş ve nexin/men nekin. Kî jî wisan bike ha ew, yên ku bi xusranê ketine bixwe ne.”[11]
رِجَالٌۙ لَا تُلْه۪يهِمْ تِجَارَةٌ وَلَا بَيْعٌ عَنْ ذِكْرِ اللّٰهِ وَاِقَامِ الصَّلٰوةِ وَا۪يتَٓاءِ الزَّكٰوةِۙ يَخَافُونَ يَوْمًا تَتَقَلَّبُ ف۪يهِ الْقُلُوبُ وَالْاَبْصَارُۙ
“Ewana zilam (ên wisan) in ku ne tîcaret û ne jî danûsitendin, wan ji bîranîna Allah û ji kirina nimêjê û ji dayîna zekâtê paş ve nahêle. Ew ji roja ku qelb û çav (ji toqînê) têne qelibandin, ditirsin.”[12]
Navê El-Melîk û Tewhîd
El-Melîk, naveke Allah (ac) ya dorpêçker e. Lewre heyîn bitevahî milkê wî ye û di her zerreya heyîn de navê El-Melîk tecelli dike. Navê El-Melîk, li erd û esman delaleta serwerîya Allah (ac) ya mutleq e. Ew (ac), ji ber ku malikê erd û esman û dinya û axîret û qelb û beden e, her tişt mecbûr e ku teslîmê wî bibe û jê re sitûxwar be. Xwedîyê milk ew e. Ji hemû milkên xwe re emir kiriye ku evdîtîyekî li ser tewhîdê jê re bikin.
اَلَّذ۪ي لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌۜ
“Ew (Allah) e ku hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bitenê aîdê wî ye. Allah, şahidê her tiştî ye.”[13]
El-Melîk û dûa kirina ji Allah (ac) re: Tewhîd, di evdîtîyê de yekgirtina Allah e. Nav û dilê îbadetê jî dûa ye. Dema ku evd dibêje “Ya Rabbê min!” bi hemû zereyên xwe Allah (ac) tewhîd dike û berê xwe dide wî. Di hemû hest û raman û axaftinên xwe de beralîyê wî dibe. Dûa, ji heyînekî wisan re tê kirin ku ew her malik û melîk e.
El-Melîk û mijara şefaetê: Kesên muşrîk Allah (ac) nas nakin û wî bi heqî teqdîr nakin. Bi rahmeta wî têr nakin û bi nêzbûna wî aramî nabînin. Ji ber vê yekê herûdaîm li şefaetvanan digerin. Wekî pêbawer in ku eger ne şefaetvan bin dê nikaribin evdîtîyê ji Allah (ac) re bikin. Ev rewş berê wan dide lêgerînên rêşaşîtîyê. Carînan ew bixwe şefaetvanên xwe hildibijêrin. Rohanîyeta mirovekî an meqberek/zîyaretek an jî darek… Lê belê nizanin ku şefaet bitevahî aîdê Allah e (ac).
Belê, çima?
Lewre milkê erd û esman hemû aîdê Allah e. Ew di milkê xwe de çawa bivê wisan tevdigere/teserûfê dike. Ji ber vê yekê “şefaet ya Rasûlullah (ass)!” an “Ya şehîd, şefaetê li me bike!” nayê gotin. Çimkî evana bi serê xwe ne xwedî rayeya şefaetê ne. Eger ew destûr bide enceq wê gavê yek bikaribe şefaetê bike.
El-Melîk û mijara dostgirtina Allah (ac). Bêguman însan li ser hewcedarîyekî dost digire. Lewre însan zeîf e. Ji bo xûrt bibe îhtîyacîya wî bi dostan heye. Muhtac e. Ji bo kêmasîyên xwe pêk bîne divê bibe xwedî dost. Însan, bitenê ye. ji bo ûlfet û ûnsîyetê li dostan digere.
Însan bi gelemperî însanên weke xwe ji xwe re dost digire. Gelek caran jî di van dostanîyan de dişehite. Dostanîya pirên însanan dişibe wî kesê ku li ber xeniqandinê ye û xwe bi yekî ve digire ku ew bixwe jî dixeniqe. Birastî ji du kêmasîyan tiştekî kamil dernakeve. Du çewtî rastîyek nakin. Lê dostanîya Allah (ac) ji bo însan dewlemendîtî ye. Allah (ac) navê xwe yê El-Melîk bibîr dixe û dibêje ji bo xwe bitenê min bikin dost.
اِنَّ اللّٰهَ لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ يُحْي۪ وَيُم۪يتُۜ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللّٰهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَص۪يرٍ
“Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bêşik aîdê Allah e. Dimirîne û vedijîne. Ji Allah pê ve ne dostekî we û ne alîkarekî we heye.”[14]
Dûaya Bi Navê El-Melîk
قُلِ اللّٰهُمَّ مَالِكَ الْمُلْكِ تُؤْتِي الْمُلْكَ مَنْ تَشَٓاءُ وَتَنْزِعُ الْمُلْكَ مِمَّنْ تَشَٓاءُۘ وَتُعِزُّ مَنْ تَشَٓاءُ وَتُذِلُّ مَنْ تَشَٓاءُۜ بِيَدِكَ الْخَيْرُۜ اِنَّكَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
“Bibêje: “Ya Allahê min ê xwedîyê milk! Tu ji kî re bixwazî milk didî wî û ji kî jî bixwazî milk jê distînî. Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî û kî jî bixwazî wî zelil dikî. Xêr di destê te de ye. Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î.”[15]
Alî b. Ebû Talib (ra) rîwayet kiriye ku Rasûlullah (ass) wiha dûa kiriye:
وَجَّهْتُ وَجْهِيَ لِلَّذِي فَطَرَ السَّمَوَاتِ وَالأَرْضَ حَنِيفًا وَمَا أَنَا مِنَ الْمُشْرِكِينَ إِنَّ صَلاَتِي وَنُسُكِي وَمَحْيَاىَ وَمَمَاتِي لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ لاَ شَرِيكَ لَهُ وَبِذَلِكَ أُمِرْتُ وَأَنَا مِنَ الْمُسْلِمِينَ اللَّهُمَّ أَنْتَ الْمَلِكُ لاَ إِلَهَ إِلاَّ أَنْتَ. أَنْتَ رَبِّي وَأَنَا عَبْدُكَ ظَلَمْتُ نَفْسِي وَاعْتَرَفْتُ بِذَنْبِي فَاغْفِرْ لِي ذُنُوبِي جَمِيعًا إِنَّهُ لاَ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ إِلاَّ أَنْتَ وَاهْدِنِي لأَحْسَنِ الأَخْلاَقِ لاَ يَهْدِي لأَحْسَنِهَا إِلاَّ أَنْتَ وَاصْرِفْ عَنِّي سَيِّئَهَا لاَ يَصْرِفُ عَنِّي سَيِّئَهَا إِلاَّ أَنْتَ لَبَّيْكَ وَسَعْدَيْكَ وَالْخَيْرُ كُلُّهُ فِي يَدَيْكَ وَالشَّرُّ لَيْسَ إِلَيْكَ أَنَا بِكَ وَإِلَيْكَ تَبَارَكْتَ وَتَعَالَيْتَ أَسْتَغْفِرُكَ وَأَتُوبُ إِلَيْكَ
“Min berê xwe wek henîf daye Allahê xaliqê erd û esman. Ez, ne ji muşrîkan im. Nimêja min û qûrbana min û jiyana min û mirina min ji bo Allahê rabbê aleman e. Ez bi vê hatime emir kirin û ez ji mûslîman im. Allahê min, tu El-Melîk î. Ji te pê ve qet tu îlah tune. Ez evdê te me. Min zilim li nefsa xwe kir, ez gûnehên xwe îtîraf dikim. Gûnehên min bitevahî bibexşîne, lewre ji te pê ve yê ku gûnehan dibexşîne tûne. Min bigihîne ser exlaqê herî xweşik, lewre ji te pê ve tu kes nikare bigihîne ser exlaqê xweş. Xerabîya exlaqê jî ji min dûr bigire, lewre ji te pê tu kes nikare ji xerabîya exlaqê biparêze. Min îcabetê banga te kir û fermanên te qebûl kir. Hemû xêr di destê te de ye. Lê belê şer nikare bigihîje te. Ez xwe dispêrim te û vegera min ji te re ye. Tu berz û serdest î. Ez tobe dikim û ji te mexfîret dixwazim.”[16]
[1] 3/Al-î Îmran, 26-27
[2] 22/Hecc, 56
[3] 16/Nahl, 96
[4] Muslîm, 2577; Tirmizî, 2495; Ahmed, 21367
[5] 8/Enfal, 24
[6] Mûslîm, 2962
[7] Ahmed, 17311
[8] Tirmizî, 2320; Ibnî Mace, 4110
[9] 3/Al-î Îmran, 14
[10] Buxarî, 6439; Mûslîm, 1048
[11] 63/Mûnafîqûn, 9
[12] 24/Nûr, 37
[13] 85/Bûrûc, 9
[14] 9/Tewbe, 116
[15] 3/Al-î Îmran, 26
[16] Mûslîm, 771
İlk Yorumu Sen Yap