EL-CEBBÂR/الْجَبَّارُ

El-Cebbâr, naveke herî xweşik ya ji Esmaû’l Hûsna ye. Ji koka “Ce-be-ra/Cebr” çêbûyî ye.  Ev kok tê ser maneya isleh kirin û cebirandinê. Di heman demê de di maneya berzîtî û mezinatî jî tê bikaranîn. Dema di bedena însan de hestîyêk bişkê û cihê şikestî derman bikin û bipêçin jê re “Cebirandin” tê gotin. Navê El-Cebbâr ji bo Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de carek tê bikaranîn.

هُوَ اللّٰهُ الَّذي لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ اَلْمَلِكُ الْقُدُّوسُ السَّلَامُ الْمُؤْمِنُ الْمُهَيْمِنُ الْعَزيزُ الْجَبَّارُ الْمُتَكَبِّرُ سُبْحَانَ اللّٰهِ عَمَّا يُشْرِكُون

“Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune… (Ew ê dilşikestinan cebr dike/diborîne û her tiştî sitûxwar dike) El-Cebbar e. (Ew ê herî mezin û xwedî kibrîya) El-Mutekebbîr e. Allah, ji tiştên ku ew şirîk çêdikin berî/munezzeh e.”[1]

Tecellîya Navê El-Cebbâr

Allah (ac) bi navê El-Cebbâr hemû tengesîyan diborîne. Dilên xemgîn bi hizûr û aramîyê dihedinîne. Herwiha hizn û jan û dilşikestinan bi navê El-Cebbâr disilihîne.

Wek mîsal em dikarin rewşa Rasûlullah (sav) û derketina wî ya bal bi mîracê ve bidin. Rasûlullah (sav) dema dest bi daweta tewhîdê kir qewmê wî bertekekî mezin nîşan dan. Wan fêmkirin ku ev vexwendina edalet û wekhevîyê ye. Nedixewstin servedarîyên xwe winda bikin.

Di vê rewşê de piştgirên wî yên herî mezin dîya me Xadîce (ra) û Ebû Talibê apê wî bûn.

Bi teqdîra Allah (ac) herdu jî di heman salê de wefat kirin. Rasûlullah (sav) ewqas xewgîn bû ku ew sal bi navê “Sala Hiznê” hate navandin.

Rasûlullah (sav) paşê bi hêvîya piştevanîya xalanên xwe beralîyê Taîfê bû. Alîkarîya wî nekirin. Ser de jî rabûn ew bi dîn û ketîyên xwe dane ber keviran û ji wê derê derxistin. Piştî vê bûyerê wek dilşikestî vegerîya Mekkeyê. Allah (ac) bi navê El-Cebbâr tecellî kir û bûyera Îsra û Mîrac pêk hat. Ji Mekkeyê çû Mescîdû’l Aqsa û paşê bal bi Rabbê xwe ve bilind bû. Tenêbûn û hizn û dilşikestina wî borî. Bi birayên xwe yên pêxember re hevdîtin. Cennetê dît û bi rabbê xwe re axivî.

Tiştekî ku insan nikaribe ji Rabbê xwe bixwaze tûne. Binêrin Allah (ac) çi mizgînî dide evdên xwe. Li gorî rîwayeta ku Ebû Zerr ji Rasûlullah (sav) neqil kiriye Allah (ac) di hedîseke qûdsî de wiha gotîye:

“Gelî evdên min! Min zilim li nefsa xwe heram kiriye. Min zilim di navbera we de jî heram kir. Gelî evdên min! Ew ên ku min wan gihandiye hîdayetê ne tê de hûn bitevahî di rêşaşîtîyêde ne. Herwiha ji min hîdayetê bixwazin da ku ez we hîdayet bikim. Gelî evdên min! Ew ên ku ez wan têr dikim ne tê de hûn bitevahî birçî ne. Herwiha ji min xwarin bixwazin da ku ez we têr bikim. Gelî evdên min! Ew ên ku ez wan bi cil û libas dikim ne tê de hûn hemû tazî ne. Herwiha ji min cil û libas bixwazin da ku ez bidim we. Gelî evdên min! Hûn bi şev û roj gûnehan dikin. Ez gûnehan efû dikim. Herwiha ji min efû bixwazin da ku ez ji we efû bikim.”[2]

Tengezarîyên Ku Li Ser Hikmetek Nayên Cebirandin

Bila bê zanîn ku eger tengezarîyeke madî an manewî ji hêla Allah (ac) ve neyê cebirandin helbet hikmetekê wê heye. Navên Esmaû’l Hûsna yekpare ye. Allah (ac) çawa El-Cebbar e weke vê El-Hakîm e jî. Hemû karên wî li ser hikmetekî ye. Carinan ji mirov weye ku tiştê daxwaz dike jê re bixêr e. Lê bele Allah (ac) bi ilmê xwe yê mutleq dizane ku ew tişt ji bo wi evdê şer e/xerab e. Ji ber vê yekê ne li gori daxwaza evdê xwe, li gorî ilmê xwe bi evdê xwe re muamele dike.

Exlaqgirtina Bi Navê El-Cebbar

Cebbar, ew e ku ji ber serdestîya xwe çi daxwaz bike wê tiştê dike û insanan bi îradeya xwe ya mutleq dide ber zorê. Allah (ac) ligel ku evdên xwe dide zorê jî der heqê wan de hin tiştan teqdîr dike. Lewre ew adil û bimerhamet e û ji bo evdên xwe ya qenc daxwaz dike.

Lê evd ne wisan in. Ew, zalim e û nankor e û bexîl e. Ji ber vê yekê cebbartî li evdan nayê. Allah (ac) li dinyayê û li axîretê xezeb li wan kesên cebbar û zordar in dike.

Li dij wê mijarê evdên dilnizm û helîm û xerîbdost ji Allah (ac) re şêrîn in. Rasûlullah (sav) wiha gotîye:

“Ya Aîşe! Bêgûman Allah (ac) Refîq e. Hez rifq û helimtîyê dike…”[3]

Di hedîseke din de Rasûlullah (sav) wiha dibêje:

“Ez agahîya wî kesê bidim we ku agir jê re heramkirî ye. Ew kes e ku ew qerîb/xwedî ulfet û sernerm/helîm û hevrebor e.”[4]

Qerîb û xwedî ulfet û sernermî…

Ev her sê sifetên hane jî ziddê cebbartîyê ne. Allah (ac) hez evdên xwe yên xwedîyê van her sê sifetan dike. Allah (ac) hez dê û bavên li dij zarokên xwe û ew mamosteyên li dij talebeyên xwe û ew patronên li dij karkerên xwe û ew rêveberên li dij gelê xwe yên li ser vê exlaqê dike.

Allah (ac) El-Cebbar E, Ne Cebrî Ye

Belê wekî me got her çi tiştên hene li dij îradeya Allah (ac) sitûxwar in û teslîmê qanûnên wî bûne. Beyî îlim û destûra wî qet tu tişt naqewime. Qet tu kesekî beralîyê batil an heqê nake. Heq û batil û xêr û şer bieşkerehî danîye pêşîya însan. Her kesek bi îradeya xwe ya azad rêya xwe hildibijêre. Ji ber vê yekê qet tu kes nikare îradeya mutleq ya Allah (ac) ji bo xwe bike hincet û hilbijartinên xwe li qederê fatûre bike. Ev tişt exlaqê şeytanên insî û cinnî ye.

Ferqa di navbera şeytan û Âdem de jî ev e.

Îblîs ji Rabbê aleman re îsyan kir. Bêgûman ev îsyan, tercîha wî bû. Lê wî çi kir? Rabû vê îsyana xwe nisbetê Allah (ac) kir û wiha got:

قَالَ فَبِمَٓا اَغْوَيْتَني لَاَقْعُدَنَّ لَهُمْ صِرَاطَكَ الْمُسْتَقيمَ

“(Îblîs) Got: Ji ber ku Te ez rêwinda kirim, ez sond dixwim ku ez ê li ser riya Te ya rast rûnim û ez ê li ber mirovan kemînê deynim da ku wan ji rê bixim.”

Âdem (as) qedexeya xwarina ji darê binpê kir. Paşê xeletîya xwe fêm kir û sûcê xwe qebûl kir û wiha got:

قَالَا رَبَّنَا ظَلَمْنَٓا اَنْفُسَنَا وَاِنْ لَمْ تَغْفِرْ لَنَا وَتَرْحَمْنَا لَنَكُونَنَّ مِنَ الْخَاسِرينَ

“Gotin: ‘Rabbê me! Bêşik me li nefsa xwe zilim kir. Eger tu me nebexşînî û merhametê li me nekî, bêguman em ê bibin ji ehlê xusranê.’ ”[5]

Ferqa di navbera Âdem (as) û şeytan de ev e. Ne bitenê Iblîs, şeytanên însî jî tercîhên xwe û encamên wê li îradeya Allah (ac) û li qederê bar dikin.

وَقَالَ الَّذينَ اَشْرَكُوا لَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ مَا عَبَدْنَا مِنْ دُونِه مِنْ شَيْءٍ نَحْنُ وَلَٓا اٰبَٓاؤُنَا وَلَا حَرَّمْنَا مِنْ دُونِه مِنْ شَيْءٍ كَذٰلِكَ فَعَلَ الَّذينَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَهَلْ عَلَى الرُّسُلِ اِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبينُ

“Ew ên şirîk çêdikirin gotin: ‘Eger Allah daxwaz bikira me û kalanên xwe ji wî pê ve ji tiştekî din re îbadet nedikir û me ji xeynî emrê wî tiştek heram nedikir.” Ew ên berî wan jî wiha kiribûn. Wezîfa pêxemberan, qey ji teblîxa eşkere pê ve tiştekî din e?”[6]

Ew muşrîkên ku nikaribûn li dij daweta tewhîdê tiştekî bibêjin, berpirsîyarîya hemû xeta û gûnehên xwe diavêtin ser daxwazîya/meşîeta Allah (ac) û qederparêzî dikirin. Wiha difikirîn û digotin: “Eger Allah (ac) ji vê rewşa me ne razî bûna wê ji me lome bikira û me bida ber ezabê û ew qas derfetê ne dida me.” Allah (ac) piştî diyar kir ku ev ramana muşrîkan çewt e van gumanên wan wiha pûç û betal kir: “Eger Allah (ac) ji we û ji karên we razî bûna bi hinarîya eşkere pêxemberan ne dişand û we gazî îbadeta tenê ji Allah (ac) re û dûrbûna taxûtan (ew îlahên sexte ku ji xeynî wî hûn evdîtî li wan dikin) nedikir.” 

Allah (ac) wiha bersiv dide îdîayên wan:

“Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): ‘Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.’ pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.”[7]

Bi rastî aqîdeyeke batil e ku cahilîyeyê her tiştî bi encamên wê ve bi qederê ve girê dide. Herwiha jê we ye ku dê bi vê awayê xwe ji berpirsîyarîyê xelas bike.

Dûaya Bi Navê El-Cebbar

Ya Rabbê min ê El-Cebbar!

Tu ew Allah î ku berztirînê berzan û xwedî îradeya ku stû jê re xwar dibin û cebirkarê dilşikestinan î.

Rabbê me!

Tengezarîyan biborîne û qelbên me yên şikestî bicebrîne û xemgînîyên me bi dilfirehîyê biborîne.

El-Cebbar tu yî.

Mezinahî û berzîtî ji navdariya te ye. Me bi dilnizmîtî û bi rifq û bi hilm û bi sernermîtî birizqîne.

Ya Rabbê me yê El-Cebbar! Ji her taxût û mûstekbîrên zordar em xwe bi te diparêzin.

Allahumme amîn. 


[1] 59/Haşr, 23

[2] Mûslîm, 2577; Tirmizî, 2495; Ahmed, 21367

[3] Mûslîm, 2593

[4] Tirmizî, 2488

[5] 7/A’raf, 23

[6] 16/Nehl, 35

[7] 16/Nehl, 36

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver