EL-BARÎ/البارئ

Ji navên xweşik yên Allah (ac) yek jî El-Barî ye. Ev nav ji koka “be-ra-e/bur” çêbûyî ye. Peyva “Berîyye” ku dihê ser maneya “heyînan, mexlûqatan” jî weke El-Barî ji vê kokê mûştaq e. Maneyeke wê jî weke ku di destpêka sûreya Tewbe de dibore hişyarî û ûltîmatom e. Herwiha El-Barî hemû bedenan û eşyayan ji tûnetîyê xûliqandîye û derxistîye alema heyînê.

El-Barî, ew Allah e ku xûliqandina wî orjînal e û bê mîsal û bê qisûr e. Xûliqandina El-Barî beraeta/dûrbûna ji qisûr û merezan e. Peyva “Beraet” jî ji heman kokê ye û dihê ser maneya bêqisûrtîyê. Navê El-Barî di Qûr’ana Kerîm, di sûreya Haşr de wiha dibore:

هُوَاللّٰهُ الْخَالِقُ الْبَارِئُ الْمُصَوِّرُ لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰىۜ… يُسَبِّحُ لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

“Ew Allah e ku; (her tiştî ji tunebûnê heyî kiriye) El-Xaliq e. (Ew ê bê qisûr û bi aheng xuliqandîye) El-Barî ye. (Ew ê li gorî daxwaza xwe sûret dide mexluqên xwe) El-Musewwîr e. Hemû esmayên/navên herî xweşik yên wî ne. Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.”[1]

El-Barî ew e ku; ji mexlûqên xwe ji bo kîjanî teqdîr kiribe û biryardarîya kîjan heyînên ji tûnebûnê xûliqandîye dabe, wan derdixe rastê. Lewre ew kesê ku tiştekî teqdîr û sererast dike dibe ku wan tiştan nikaribe pêk bîne û dihêxe qada heyînê. Lê belê Allah (ac) ne wisan e. Ew, di her halûkarî de biryar dide û vê biryara xwe tetbîq dike û pêk tîne.

Allah (ac) wiha ferman dike:

وَلَقَدْ خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ مِنْ سُلَالَةٍ مِنْ ط۪ينٍۚ ثُمَّ جَعَلْنَاهُ نُطْفَةً ف۪ي قَرَارٍ مَك۪ينٍۖ ثُمَّ خَلَقْنَا النُّطْفَةَ عَلَقَةً فَخَلَقْنَا الْعَلَقَةَ مُضْغَةً فَخَلَقْنَا الْمُضْغَةَ عِظَامًا فَكَسَوْنَا الْعِظَامَ لَحْمًاۗ ثُمَّ اَنْشَأْنَاهُ خَلْقًا اٰخَرَۜ فَتَبَارَكَ اللّٰهُ اَحْسَنُ الْخَالِق۪ينَۜ

“Sond be, me însan ji herîyeke sefandî/darivandî xuliqand. Paşê me wek dilopek av/nutfe di qerargehekî zexim/malzarokê de bi cih kir. Paşê me ew nutfe wek xwînpareyekê (alaqê) xuliqand. Paşê me ew alaq wek parçeyek goştê cûtî (mudxe) xuliqand. Paşê me ew parçeya goşt vegerande bi hestî ve û piştre jî me goşt li hestî kir. Paşê me ew wek heyîneke herî cûda/cihêreng ava kir. Allahê ku xweşiktirînê xaliqan e, çi qas berz/bilind e.”[2] 

Ev nav nîşanî me dide ku xûliqandina Allahê El-Barî ji hemû qisûr û kêmasîyan mûnezzeh e û di nava aheng de ye. Allah (ac) li ser vê mijarê wiha ferman dike:

اَلَّذ۪ي خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ طِبَاقًاۜ مَا تَرٰى ف۪ي خَلْقِ الرَّحْمٰنِ مِنْ تَفَاوُتٍۜ فَارْجِعِ الْبَصَرَۙ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ ثُمَّ ارْجِعِ الْبَصَرَ كَرَّتَيْنِ يَنْقَلِبْ اِلَيْكَ الْبَصَرُ خَاسِئًا وَهُوَ حَس۪يرٌ

“Ew (Allah) e ku; di rewşa tebeqeyan de heft esman (ên her yek bi yên din re hevaheng û li ser hevdu ne) xuliqand. Tu di xuliqandina Rahmân de qet tu bêahengîtî/hevnegirtî nabînî. Va (mexluqên wî li holê ne) çavê xwe lê vegerîne, ma tu yê qet tu qelşek/gedûgek tê de bibînî? Paşê (ji bo lêgerîna qisûrê) du carê din çavê xwe lê vegerîne. Wê çav, tiştek bi dest nexistî û betilandî li te vegere.”[3]

Em dikarin mînakeke wiha bidin. Mesela Allah (ac) benîadem ji axê xûliqandîye û bi av jî candar kiriye. Lê belê ne di şekil û şemala me de ne jî di temasa bi însanan re berhema ji ax û av nexûya ye, tûne.

Allah (ac) dema insan xûliqandîye, qisûr û kêmasîyên ku ji madeyên xam pêk bên hemûyan bi navê El-Barî îzale kiriye. Weke vê her çiqas qisûrên em bi wan dizanin an nizanin hebin xûliqandina Allah (ac) ji wan hemûyan dûr û pak û mûnezzeh e.

Allahê El-Barî di nava heyînê de xaliqê pêşenimûneya/prototipa galaksîya/pargerdûna yekem û gersitêrka yekem û roj û heyva yekem û însana yekem û her cûreyên hêşînahîyê a yekem e. Ji bo Allahê El-Barî hewcehîya qalib û modelan tune. Ev mijar ji bo genên însanan jî rewacdar e.

Feydeyên Zanîna vê Navê

Qebûlkirina xaliqbûna Allah (ac) di heman demê de vê tiştê jî divêtî dike ku Allah, El-Barî ye. Ew kesê qebûl bike Allah (ac) El-Barî ye, êdî pêbawer e ku ji alema erwahê bigire hetanî pîr û kal dibe herûdaîm ji halekî dikeve haleke din. Axir ev hebûna wî dê muheqeq bigihîje dawîyê. Bêgûman ev bawerî ji Rabbê El-Barî re ji bo wî kesî dê bibe wesîleya teslîmîyeteke xûrt.

Feydeya zanîna navê El-Barî yek jî ev e. mirov zanibe ku xaliqê mutleq ya bûyeran Allah e, ji pêkhatina bûyeran pirzêde bibandor nabe û qelbê wî bi kûrahî xemgîn nabe. Ji hukimranîya nefsa xwe rizgar dibe û ji nihiçkên wê jî parastî ye. Ew kesê zanibe ku Rabbê wî xaliqê El-Barî ye ji tiştên nehîy kiriye xwe dûr dike. Di her halûkarî de xwe dispêre wî û xwe pê diparêze.

Kesê ku vê navê dizane bi vê jî serwext e ku her tişt di destê Allah (ac) de ye û hemû bûyerên di gerdûnê de bi emrê wî pêk dihê. Êdî dê zanibe ku ji Allah (ac) pê ve qet tu xaliq tune. Herwiha dê bi awayeke nûwaze evdîtîya xwe teqdîmê Allahê El-Barî bike. Emr û nehyên wî dê bê kêmasî û bi dilsozî bicih bîne.

Ew Allahê ku hemû mexlûqatan xûliqandîye û wan derxistîye qada heyînê û rêvebertîya dem di destê wî de ye, ha wisan evdîtî ji wî Allahê El-Barî re dihê kirin.

Ji ber van maneyên wê yên xweşik em bi vê navê ji bo rizgarîya ji afatan û ji bela ji mûsîbetan û ji nexweşînan dûa û nîyazê dikin.

Ûlemayê îslamê ferqa maneya der barê navên El-Xaliq û El-Barî û El-Musawwîr wiha eşkere dikin:

El-Xaliq; bi hemû kitekitên wê ve zanîna tiştên ku bên xûliqandin yê ku teqdîr dike û projeya wan çêdike.

El-Barî; ew ê ku vê teqdîr û projeyê wek fiilî tetbîq dike û dihêxe qada kiryarîyê.

El-Musawwîr jî; taybetîyên lêhatîya her cûreyê dide wan e.

Dûaya Bi Navê El-Bârî

Allahê min! Te xûliqandina min çawa xweşik çêkiribe, tu exlaqê min jî xweşik bikî.

Allahê min! Hîdayet bidî min û min bigihîjînî rêya rast.

Allahê min! Ez ji te hîdayet û sebata li ser rêya rast dixwazim.

Allahumme amîn.


[1] 59/Haşr, 24

[2] 23/Mûmînûn, 12-14

[3] 63/Mûlk, 3-4

Önerilen makaleler