El-Kebîr û El-Mûtekebbîr ji navên Allah (ac) yên xweşik in. Her du nav jî ji koka “Ke-bû-ra/kibr” çêbûyî ye. Ev kok delaletê mezinahîyê dike. Bi her awayê ziddê maneya biçûkbûnê de ye. El-Kebîr di Qûr’ana Kerîm de şeş (6) car, El-Mûtekebbîr jî yek (1) car dibore.
El-Kebîr: Ew Allahê bi zat û sifetên xwe ya herî mezin û ji hemû biçûkahîyên madî û manewî dûr û mûnezzeh e.
El-Mûtekebbîr: Allahê xwedî kibrîya û yê xwedî mezinahî ye.
Tecellî û Berpirsîyarîyên Vê Navê
Allah (ac) ji hemû biçûkahî û kêmasîyên ku însan bi wan dizanin dûr û berî ye. Ne mimkûn e ku qet tu heyîn bikaribe mezinahîya wî îhata/dorpêç bike. Lewre însan ne xwedîyê arastekekî wisan e.
We qet dîmenên ku ji fezayê hatine kişandin dîtîye? Weke xaleke mînaka xar xûya dibe. Ew dinyaya ku em bi ezameta wê tênagihîjin li gorî gerdûnê weke nuqteyek e. Hin gersitêrkên li ser serê me weke qendîlan xûya dibin ji dinyayê bi milyon qatan girtirin. Evana bi tevahî mexlûqatên Allahê El-Kebîr û El-Mûtekebbîr in. Êdî hûn bifikirin… Ew Allahê ku van xûliqandîye çiqas berz û mezin e.
Mikafata Allahê El-Kebîr herî mezin e. Weke vê lutf û îhsana wî pir zêde ye. Ligel vê heqîqetê ezabê Allahê El-Kebîr jî mezin û dijwar e.
El-Kebîr, Însanan Beralîyê Tewhîdê Dike
Birastî însan li ber çavên xwe her çi tişt mezin bike qelb gîrêdayîyê wê tiştê dibe û ew tişt li ber çavan mezintir dibe. Dema ku însan mezinahîya Allah (ac) nas bike û îman pê bîne dê girêdayîtîya qelbê wî jî herî mezintir bibe. Lewre fitreta însan wisan e. Kes an tiştên biçûk dibin tabiê mezinan û îteata yê mezin dikin.
Heyîna yekane ya ku layiqê îbadetê ye Allahê rabbê aleman e. Lewre ew îlahê El-Haq e. Çawa xûliqandina wî û ezameta wî û raziqbûna wî heq be îlahtîya wî jî heq e. Ew, El-Kebîr e ku berztirînê berzan e. Her tişt û heyînên ku perestî li wan tên kirin pûç û batil in.
Binêrin û baldar bin. Qebreke ji rêzê û gûmbeteke ku li wê derê perestîya mirîyan tê kirin ne weke hevdû ne. Gûmbet an zîyaret ji wan qebir û mezerên din mezintir in. Qûbeya wê heye. Derdora wê dihindayî ye.
Çima?
Li vê derê meqset wî kesê di nava gorê de ye wek zahir li ber çavên însanan herî zêde mezintir bikin. Herwiha dê însan li dij vê mezinahîyê biçûk bibe. Bi menqîbeyên bên vegotin ev mezinahî sîrayeta qada manewî jî dike. Êdî çav û qelb û gûh ji vê mezinahîyê para xwe distînin. Qelb li dij ya mezin sitûxwar dibe û jê ditirse û hêvîyan jê dike.
Taxûtên mûstekbîr ji bo însanan ji xwe re bikin evd û kole heta ji wan tê tekebbûr dikin. Dema ku qelb vê tekebbûra wan bipejirîne êdî bedenên wan jî dibin tabiê van taxûtan.
Qanûnên Allahê berz û bilind diavêjin qûncekî û jîyana xwe li gorî qanûnên mûstekbîran didomînin. Allah (ac) der heqê van kesan de wiha ferman dike:
وَاسْتَكْبَرَ هُوَ وَجُنُودُهُ فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ اِلَيْنَا لَا يُرْجَعُونَ
“Ew û leşkerên xwe li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin. Û ji wan we ye ku wê li me nevegerin.”[1]
Ji ber vê yekê dema ku însan derdikevîn hizûra Allahê El-Kebîr (ac) poşman dibin û wiha dibêjin:
وَقَالُوا رَبَّنَٓا اِنَّٓا اَطَعْنَا سَادَتَنَا وَكُبَرَٓاءَنَا فَاَضَلُّونَا السَّب۪يلَا
“Wê bibêjin: ‘Rabbê me! Me îtaeta serok û mezinên xwe kiribû. (Wan jî) em (ji rêya heq) xerifandin.’ ”[2]
Binêrin û baldar bin. Peyker û wêneyên taxût û firewnan di qadên bajar û beledan de herî mezin çêkirî û çikandî ne. Artêşên wan ên dêw hene. Jimareyên der heqê wan de herûdaîm mezin in. Bêguman ev jî kêmînên wan in da ku însanan beralîyê şirkê bikin.
Ji ber vê yekê di sûreyên ku aqîdeya tewhîdê de tiştê dihat daxwastin tewhîdkirina Allah (ac) bû.
وَرَبَّكَ فَكَبِّرْۙ
“Û Rabbê xwe tekbîr (berz) bike!”[3]
Cîhada Mezîn!
Allah (ac) ji me daxwaz dike ku em tiştekî ‘herî mezîn’ bikin. Bêgûman ew jî cihada li dij kafiran ya bi Qûr’anê ye.
فَلَا تُطِعِ الْكَافِر۪ينَ وَجَاهِدْهُمْ بِه۪ جِهَادًا كَب۪يرًا
“Îtaeta kafiran neke! Û bi wê (Qur’anê) li dij wan cîhadeke mezin bike.”[4]
Bi rehber girtina Qur’anê û bi teblîxa wê, li gorî rêbaza têkoşîna pêşengên hîdayetê mucadeleya bi kafiran re, cîhad bixwe ye. Heta ku ne cîhad tenê ye “cîhada mezin” e. Ew cihada li dij taxûtên mûstekbîr ên ji hedê xwe borîne û însanan gazî evdîtîya ji xwe re dikin re cihada herî mezin e. Lewre Qûr’ana Kerîm; mûstekbîran îfşa dike û wan ji kevçika dile wan digire û pepûkîya wan dihêxe holê.
فَاصْبِرْ لِحُكْمِ رَبِّكَ وَلَا تُطِعْ مِنْهُمْ اٰثِمًا اَوْ كَفُورًاۚ
“(Herwiha) li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike. Îtaeta gunehkar û nankorê wan neke.”[5]
Allah (ac) ji evdên xwe jî vê tiştê daxwaz dike ku li dij kafiran bi Qûr’anê cîhadeke mezin bikin. Cihada mezin ev bixwe ye! Wan zadeganên Qûreyşê wek “mûcrîm û nankor” binav dike. Mûşrîkên Mekkeyê bi pêşnîyerîyek tên cem Rasûlullah (sav) û wiha dibêjin:
“Tu wan misilmanên qels û bêkes ji cem xwe dûr bike da ku em li cem te rûnin.”
Qûr’ana Kerîm wan mûşrîkan wiha kêm dixe:
وَاصْبِرْ نَفْسَكَ مَعَ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَدٰوةِ وَالْعَشِيِّ يُر۪يدُونَ وَجْهَهُ وَلَا تَعْدُ عَيْنَاكَ عَنْهُمْۚ تُر۪يدُ ز۪ينَةَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَلَا تُطِعْ مَنْ اَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَنْ ذِكْرِنَا وَاتَّبَعَ هَوٰيهُ وَكَانَ اَمْرُهُ فُرُطًا
“Tu jî ligel wan kesên ku sibeh û êvarê hêvîdara rizaya Rabbê xwe ne û jê re dûa dikin re sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nevegerine. (Bila dêhn û pêwendî û eleqa te li ser wan be.) Tu îtaetê li wî kesî neke ku me qelbê wî ji zikra xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewayê xwe û karê wî timûdaîm zêdegavî ye.”[6]
El-Kebîr û El-Mûtekebbîr (ac), Qethîyen Zilim Li Evdên Nake.
Mirov eger zanibe ku Allah (ac) El-Kebîr e dê vê jî zanibe ku Rabbê wî qet tu car neheqîyê lê nake. Maneyeke El-Mûtekebbîr yek jî ev e: “Ew Allahê tenezzûlê xerabî û biçûk û ketî nake.”
Kîbr û tekebbûr bitenê aîdê Allahê El-Kebîr û El-Mûtekebbîr e. Hemû heyînên ji xeyrî Allah (ac) xwedî kêmasî û qisûr xeta ne. Ji ber vê yekê ew kesê kibir û tekebbûrê bike ji hedê xwe dibore û derê edeba evdîtîyê tevdigere.
Bêgûman Allah (ac) Qelbê Bi Kibir Mohr Dike.
Mohrkirina qelb ew e ku ji hîdayetê re kor e û ji heqê re ker e û ji xêran re girtî ye. Kesê xwedî kibir eger di nava cemaeta Rasûlullah (sav) de be û jê re ayetên Qûr’anê bên xwendin jî ew dîsa heqîyê qebûl nake. Lewre Allah (ac) kibra wî ji bo fêmkirina ayetan kiriye asteng.
Evdê Xwedî Kibir Bi Çi Tiştî Xwe Qûre Bike Bi Heman Tiştê Serûbin Dibe.
Ev, qaîdeyek e. Her ceza ji cinsê amel e. Hûnermendên xwedî pir heyranan di axirê temena xwe de bi bê eleqetîyê tên cezakirin. Sîyasetmedarên bi rayên pir dinepixin paşê hûn dibinin ku partîya wan bûye weke cîvata qehwexaneyê. Kesên bi aqil û zanyarîya xwe pesnê xwe didin di dawîya temena xwe de ji wê cinse tên cezakirin û hûn dibînin ku hişê wan çûye an bûne nexweşê alzaymir. Hin kes jî hene ku bi ciwanî û delalî û çelengîya xwe dipesinin dema ixtîyar dibin kes li rûyên wan nanêre.
Kesê xwedî kibir bi zelîltî û biçûkbûnê heşir dibe. Ew kesê bi kibir be dê Allah roja mahşerê wisan biçûk bivejîne ku dê di bin lingên însanan de bê perçiqandin. Li ser vê mijarê Rasûlullah (sav) wiha gotîye:
“Allah (ac) roja qiyametê wan kesên xwedî kibir dê weke ‘zerre’ bixûliqîne. Zillet dê wan dormedor dorpêç bike.”[7]
Kesê Bi Kibir Nakeve Cennetê.
Cezayê kibirê ya herî dijwar ev e ku Allah (ac) wî kesî ji cenneta xwe mehrûm dihêle. Ev ceza bixwe jî bi me dide zanîn ku kibir li îndallah çiqas exlaqeke kirêt e. Rasûlullah (sav) ji bo wan kesan wiha gotîye:
“Ew kesê di qelbê wî de misqalê zerre kibir hebe nakeve cennetê.”[8]
Dûaya Bi Navê El-Kebîr û El-Mûtekebbîr
Ya Rabbê me yê El-Kebîr û El-Mûtekebbîr!
Tu mezin û berz û bilind û xwedîyê ezamet û kibrîya yî û ji hemû kêmasî û biçûkahîyan mûnezzeh î.
Rabbê me!
Me bigihîne şiûra “Allahûekber!” da ku qelbên me bi mezinahîya te têr tije bibe.
Rabbê me!
Em ji kibirê xwe bi te diparêzin. Tu me ji quretîyê biparêzî û me bi exlaqê dilnizmîtîyê bixemlînî. Ji bo me li dij taxûtên mûstekbîr tekbîrkirina xwe û cîhada li dij wan hêsan bike.
Allahumme amîn.
[1] . 28/Qasas, 39
[2] . 33/Ehzab, 67
[3] . 74/Mûddessîr, 3
[4] . 25/Fûrqan, 52
[5] . 76/İnsan, 24
[6] . Meala Tewhîd A Qûr’ana Mecîd, 18/Kehf, 28
[7] . Tirmizî, 2492
[8] . Mûslîm, 91



