El-Alîm, delaletê îlmê Allah (ac) dike ku îlmê wî her tiştî dorpêç kiriye. Navê El-Alîm di Qûr’ana Pîroz de di sê qalibên cuda de hatîye bikaranîn.
- العليم/El-Alîm: Allah (ac) di Qûr’ana Kerîm de sed û pêncî û heft (157) car ji xwe bixwe wek El-Alîm behs kiriye.
- العالم/El-Âlim: Ev qalip di Qûr’ana Kerîm de sêzdeh (13) car hatîye bikaranîn.
- العلام/El-Allâm: Ev nav, ismê faîl ya bi mubalaxa/pirole ye. Di Qûr’anê de çar cihan de dibore.
اِنَّكَ اَنْتَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ…
“…Bêguman yê ku bi xeybê dizane her tu yî.”[1]
El-Alîm Tê Ser Vê Maneyê: El-Alîm ew e ku; îlmê wî her tiştî dorpêç kiriye û xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê û ew ê hînî evdên xwe dike.
Tecellîyên Navê El-Alîm û Berpirsîyarîyên Wê û Exlaqgirtina Pê
رَبَّنَا وَسِعْتَ كُلَّ شَيْءٍ رَحْمَةً وَعِلْمًا…
“…Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye…”[2]
وَسِعَ رَبّ۪ي كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًاۜ اَفَلَا تَتَذَكَّرُونَ…
“Îlmê Rabbê min her tiştî dorpêç kiriye. Ma hûn şîret nagirin?”[3]
Rabbê me bi ilmê xwe yê mutleq û serdest her tiştî dorpêç kiriye. Bê ilmê wî pelekî darê jî naweşe. Tiştê bûye û tiştê hêj nebûye û eger bibe wê çawa çêbe û tiştê veşartî an eşkere bitevahî bi ilmê wî dorpêçkirî ye.
Qader jî tecellîya ilmê Allah e (ac). Ew, zanayê her tiştî ye û di Kitêbê de qeyd kiriye û dema daxwaz bike destûra pêkanîna wê tiştê dide.
اَلَمْ تَعْلَمْ اَنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ اِنَّ ذٰلِكَ ف۪ي كِتَابٍۜ اِنَّ ذٰلِكَ عَلَى اللّٰهِ يَس۪يرٌ
“Ma qey tu nizanî ku Allah, bi hemû tiştên li erd esmanan hene dizane. Bêşik evana di Kitêbekî de ne. Bêguman ev, ji bo Allah pir hêsan e.”[4]
Qet tu tişt bê meqset û serberdayî naqewime. Her tişt bi ilm û plansazîya Allah (ac) pêk tê. Zanîna van tiştan, kesên mûmîn dilrihet dike. Însan bi vê agahîyê ji van tiştan xwe xelas dike:
- Tengezarîya nediyarîtîyê
- Ji bandora mûsîbetên agirnak
- Ji debdebeya nîmetên ku însan pê tor dibe.
Lewre kesê ku bi ilmê Allah (ac) îman anîbe bi nediyarîtîyê nebawer e. Di jiyana wî de ji tesadûfan re cih tûne. Ew ê ku însanan bi mûsîbetan jî û bi nîmetan jî diceribîne Allah e (ac). Hewceye ku evden Allah (ac) mûsîbetan bi sebrê û nîmetan jî bî şukrê pêşwaz bikin.
مَٓا اَصَابَ مِنْ مُص۪يبَةٍ فِي الْاَرْضِ وَلَا ف۪ٓي اَنْفُسِكُمْ اِلَّا ف۪ي كِتَابٍ مِنْ قَبْلِ اَنْ نَبْرَاَهَاۜ اِنَّ ذٰلِكَ عَلَى اللّٰهِ يَس۪يرٌۚ
“Li ser rûyê erdê an jî di nefsa we de her çi musîbetek çêdibe, berîya ku bê xuliqandin muheqeq di Kitêbekê de nivîsandî ye. Bêguman ev, ji Allah re hêsan e.”[5]
Her çi dibe bila bibe dema însan bizanibe û pêbawer be ku hemû bûyerên/hedîseyên di jiyanê de bi ilm û îradeya Allah (ac) diqewimin, êdî ji wî kesî re keder û endîşe namîne. Lê dema însan vê eslê ji bîr bike wê dinyaya wî ya madî û manewî tertûbelav bibe.
Allah (ac) Tiştên Di Dilê Însanan De Dizane
اِنْ تُبْدُوا شَيْـًٔا اَوْ تُخْفُوهُ فَاِنَّ اللّٰهَ كَانَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمًا
“…Hûn tiştekî eşkere bikin jî û veşêrin jî bêşik Allah, bi her tiştî dizane.”[6]
وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
“…Allah, tiştên ku di singan de veşartî ne bi wan dizane.”[7]
Veşartî/Girtî/Sir… Evana têgehên, qewramên aîdê însanan e. Ji bo Allah (ac) veşarî an girtî tûne. Ew alimê mutleq e. Allah (ac) tiştên di qelban de û li ser zimanê însan û hetanî hest û ramanan bitevahî dizane.
Bingeha exlaqa îslamê ev e: Divê nav û der wekehev û zahir û batin biaheng be da ku îxlas pêk bê. Eger îxlas tûne be amel bê qîmet e. Belê ka îxlas bi çi tê bidest xistin? Dema însan fêm bike ku ilmê Allah (ac) her tiştî dorpêç kiriye gav bi gav nêzî îxlasê dibe.
Însan dikare xwe bixwe bixapîne an jî hin kesên din bixapîne. Lê însan qethîyen nikare Allah (ac) bixapîne. Allah (ac) tiştên ku di sing û dilan de veşartî ye bi wan dizane. Însan xwe bi çi awayê nîşan bide jî Allah (ac) ji heqîqeta her tiştî agahdar e. Ne li gorî ya ku me nîşan daye, li gorî ilmê xwe wê bi me re muamele bike. Kesê vê rastîyê fêm bike êdî ne ji bo ku xwe qenc nîşan bide, berevajî ji bo ku bibe ji qencan dixebite. Armanca wî razîbûna Allah e (ac), ne qayîlkirina însanan e.
Carînan dibe ku şeytan me teşwîqê amelê salih bike. Hûn ê bibêjin ma tiştekî wisan çawa çêdibe? Ew amelê ku rîyakarî tê de hebe amelekî wisan e ku şeytan pir hez jê dike. Însan bi wê amelê dibetile, lê amelê wî betal dibe û di ser de ji ber wê amelê ber bi ezabê dikeve. Xisar û zîyan di nav hev de!
Feydeya têgihiştina ya ku Allah (ac) tiştên di dilê însanan de dizane yek jî ev e: Di vê rewşê de wê însan ramanên xwe jî zelal bike.
يَعْلَمُ خَٓائِنَةَ الْاَعْيُنِ وَمَا تُخْفِي الصُّدُورُ
“(Allah) nihêrînên xayîntî ya çavan û veşarîtîyên dilan dizane.”[8]
Allah (ac), ji xayîntîya li pişt rênîna masûm û ji kîna ku bi tebessûmê tê nuxamtin û ji jehra di nav peyva şîrîn agahdar e.
Kesê bi ilmê Allah (ac) ya dorpêçker bizanibe nefsa xwe paqij dernaxe. Lewre însan meftûnê vê tiştê ye ku nefsa derxe paqijîyê. Hal ev e ku însan bi nefsa xwe çi qas binepixe jî Allah (ac) heqîqet û naveroka wî çêtir dizane. Agahdarê her hal û kare wê ye. Tezkîyeya esil ew e ku mirov nefsa xwe bi tobe û bi îstîxfarê pak û paqij bike.
Feydeya zanîn û şiûra ilmê Allah (ac) ya dorpêçker yek jî parastina ji masîyetan e.
Şeytan û nefs wekî eşkîya li ser rêya evdîtîya ji Allah (ac) re sekinî ne. Dixwazin ku keda me ya evdîtî û manewî ya ku me bidest xistîye talan bikin. Însan jî ji ber ku alîyekî wî herî û fucûr e xwe gelek caran ji wan re sist dike û teslîm dibe.
Li dij van dijminan gelek rêyên parastinê hene. Yek ji van jî ew e: Zanîn û şiûra mirov ya der heqê ilmê Allah (ac) ya dorpêçker e. Ev şuûr dibe wesîle ku însan dest ji masîyetan hilbikişe.
Feydeya zanîn û şiûra ilmê Allah (ac) ya dorpêçker yek jî Tewhîd e.
وَهُوَ الَّذ۪ي فِي السَّمَٓاءِ اِلٰهٌ وَفِي الْاَرْضِ اِلٰهٌۜ وَهُوَ الْحَك۪يمُ الْعَل۪يمُ
“Îlâhê li esman jî û îlâhê li erdê jî ew e. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.”[9]
Dema mirov bizanibe ku Allah (ac) El-Alîm e, dê wek îlah bitenê Allah bipejirîne û evdîtîya wî bike. Dema hewcetîyekî wî hebe wê bizanibe ku agahîya Rabbê wî ji vê îhtîyacîya wî heye û wê bi rewşeke dilsozî berê xwe bide Allah (ac).
Digel îlahê wî ya ku bi ilmê xwe dorpêçkerê her tiştî heye, qethîyen naçe serî li hukmê însanên nezan û zalim nade. Ew jî dixwaze bi qanûnên Allahê ku ilmê wî ji alîyê edalet û rastîyê ve bêkêmasî ye ve bê birêvekirin.
Tewhîda her kesekî bi qasî naskirina wî ya Allah e (ac). Ew kesê ku Allah (ac) bi heqî nas kiriye di heman demê de evdîtîyekî xweşik teqdîmê wî dike. Kesê ku Allah (ac) nas nakin an jî têrbaş wî nas nakin li ser şirkê an jî bîdetê evdîtî dikin.
Allahê El-Alîm Hîn Dike
Allah (ac) El-Alîm e, hîn dike. Li ser çi mijarî be bila bibe nav û agahîyên ku însan xwedîyê wan in tecellîya Esmayê El-Alîm e.
اَلرَّحْمٰنُۙ عَلَّمَ الْقُرْاٰنَۜ خَلَقَ الْاِنْسَانَۙ عَلَّمَهُ الْبَيَانَ
“Er-Rahmân. Qur’anê hîn kir. Însan xuliqand. Beyanê (axaftin û îfadekirina xwe bixwe) hînî wî kir.”[10]
اَلَّذ۪ي عَلَّمَ بِالْقَلَمِۙ عَلَّمَ الْاِنْسَانَ مَا لَمْ يَعْلَمْۜ
“Ew e ku; (nivîsa) bi qelemê hîn kirîye. Ya ku pê nizanî bû (wî) hînî însan kirîye.”[11]
Qabilîyet û nubûweta ku ji pêxemberan re (asm) hatîye dayîn hînkirina Allahê El-Alîm e.
Ew ê ji bo Dawûd (as) bi nermkirina hesinê çêkirina zirxan hîn kiriye Allahê El-Alîm e.
Ew ê ku zimanê çûkan hînî Sûleyman (as) kiriye Allahê El-Alîm e.
Ew ê qabilîyet û hukimdayînê hînî Hakîm û Qadîyan kiriye Allahê El-Alîm e.
Ew ê agahîyên xeybî hînî Xizir (as) kiriye Allahê El-Alîm e.
Ji tecellîyên esmayê El-Alîm yek jî alim in. Allah (ac) bi navê xwe yê El-Alîm hînî alim û olnasan dike. Talepkirina ilmê bi qîmet e. Lewre daxwaz û hînbûna ilmê exîaqgirtina bi esmayê El-Alîm ya Allah e.
Hînbûna tewhîd û tiştên hatine heramkirin li ser hemû muslîman ferz e. Li gorî rîwayeta Enes b. Malîk (ra) Rasûlullah (ass) wiha gotîye:
طَلَبُ الْعِلْمِ فَرِيضَةٌ عَلَى كُلِّ مُسْلِمٍ
“Talepkirina ilmê li ser hemû kes (mêr û jin) ên mûslîm ferz e.”[12]
Ferzîyeta ilmê ya li ser me hînbûna Tewhîd û tiştên heram in. Divê her kesê mûslîm di van her du mijaran de zana be û xwe ji cehaletê biparêze. Nehînbûna tewhîdê berê însan dide bal bi şirkê ve. Nehînbûna tiştên heram jî berê însan dide bal bi fisq û ficûrê ve. Ya ewil dibe sebebê bêdawî dûrketina ji rahmeta Allah (ac) ya duyemîn jî wek bêdom/demîn mirov ji rahmeta Allah (ac) dûr dike. Ji xeynî van herdu mijaran talepkirina ilmê fazîlet e.
فَسْـَٔلُٓوا اَهْلَ الذِّكْرِ اِنْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
“…Eger hûn nizanin ji ehlê zikir bipirsin.”[13]
Îlîm, nîmeta li ser însan ya herî mezin e.
Îlîm, hêz û qûwet e.
Îlîm, ji bo evdên xwe daxwaza Allah (ac) ya xêr e.
Îlîm, ji cureyên cîhadê ye.
Îlîm, xwedîyê xwe rûmetdar dike.
Dûaya Bi Navê El-Alîm
سُبْحَانَكَ لَا عِلْمَ لَنَٓا اِلَّا مَا عَلَّمْتَنَاۜ اِنَّكَ اَنْتَ الْعَل۪يمُ الْحَك۪يمُ
“Em te ji hemû sifetên kêmasîyê tenzîh dikin. Ji xeynî tiştên ku te hînî me kiriye pê ve tu îlmê me tune. Bêguman tu (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.”[14]
رَبِّ زِدْن۪ي عِلْمًا
“Rabbê min, îlmê min zêde bike.”[15]
Li gorî rîwayeta dîya me Ûmmû Seleme (ra), Rasûlullah (ass) piştî nimêja sibehê vê dûayê dikir:
…اللَّهُمَّ إِنِّي أَسْأَلُكَ عِلْمًا
“Allahê min! Ez ji te ilmekî bi feyde û rizqekî paqij û amelekî meqbûl dixwazim.”[16]
Li gorî rîwayeta Ebû Hûreyre (ra), Rasûlullah (ass) wiha gotîye:
للَّهُمَّ انْفَعْنِي بِمَا عَلَّمْتَنِي وَعَلِّمْنِي مَا يَنْفَعُنِي وَزِدْنِي عِلْمًا
“Allahê min! Tiştên ku te hînî min kiriye min sûdewer bike. Tiştên bi feyde ne hînî min bike û ilmê min zêde bike.”[17]
[1] 5/Maîde, 109
[2] 40/Mûmîn (Xafîr), 7
[3] 6/En’am, 80
[4] 22/Hecc, 70
[5] 57/Hadîd, 22
[6] 33/Ehzâb, 54
[7] 3/Âl-î Îmrân, 154
[8] 40/Mûmîn (Xafîr), 19
[9] 43/Zûxrûf, 84
[10] 55/Rahman, 1-4
[11] 96/Alaq, 4-5
[12] Ibnî Mace, 224
[13] 21/Enbîya, 7
[14] 2/Baqara, 32
[15] 20/Tâ-Hâ, 114
[16] Ibnî Mace, 925
[17] Tirmizî, 3599; Ibnî Mace, 251
İlk Yorumu Sen Yap