Peyva Es-Selâm, ji koka “s-l-m/selam/silm” çêbûyî ye. Koka vê peyvê tê ser maneya dûrketin û parastina ji afatên zahir û batin. Dema nexweşek sax dibe jê re tê gotin: “Ji nexweşîya xwe gihîşte selâmetîyê.” Li ser zimanê Erebî ji bo aşîtîyê jî “Silm” tê gotin. Ji derence/merdîwan a ku însan digihîne banê avahîyan û encamekî re jî “Silim” tê gotin.
Navê Es-Selâm, di Qûr’ana Kerîm de yek (1) car bitenê di sûreya Haşr de dibore.
هُوَ اللّٰهُ الَّذ۪ي لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۚ اَلْمَلِكُ الْقُدُّوسُ السَّلَامُ
“Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Xwedîyê hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) El-Melîk e. (Ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) El-Quddûs e. (Ew ê ji hemû kêmasî û qisûran munezzeh û selametî dide evdên xwe) Es-Selam e…”[1]
Allah (ac) xwedîyê silametîyê ye. Li ser vê mijarê qet tu niqaş û îxtîlaf tûne.
Navê Es-Selâm, tê ser vê maneyê; ew Allahê ji hemû qisûr û kêmasîyan di silametîyê de ye/dûr e û li dinya û li axîretê silametî û tenduristî dide evdên xwe.
Tecellîya Navê Es-Selâm û Berpirsîyarîyên Wê û Exlaqgirtina Pê
Allahê Es-Selâm, ji hemû qisûr û kêmasîyan mûnezzeh e. Însanekî xwedî zêde merhamet e, dibe ku ev merhameta wî ji alîyê hin mirovan ve bê îstîsmar kirin. Lê ev endîşeya hanê ji bo Allah (ac) qethîyen nabe mijara axaftinê. Lewre wekî El-Kebîr û El-Azîm û El-Qawîy navên celaleta Allah (ac), derîyê îhtîmala derketina her cûreyên merezê girtîye.
Allah (ac), silametîyê daye hemû însanan. Gelek însan digel ku li dij Allah (ac) îsyan dikin û hetanî jê re şirîk çêdikin jî Allah (ac) rizqên wan nabire û heta dema diyarkirî muhlet dide wan. Ev qaîdeya hanê ji bo hemû nav û sifetên Allah (ac) rewacdar e. Hemû esma û sifetên wî ji alîyê qisûr û afatan ve di silametîyê de ne. Lewre Allah (ac) îlahekî wisan e ku hem li dinyayê û hem li axîretê silametîyê dide evdên xwe.
Allah (ac) li dinyayê silametîyê dide evdên xwe yên hez ji wan dike. Ji hin ayetên Qûr’ana Pîroz fêm dibe ku Allah (ac) ji evdên xwe yên ji hêla îtîqad û amel ve bijarte ne re mîzgînîya silametîyê dide wan ku ev mizgînî qelbê wan dilevîne.
قُلِ الْحَمْدُ لِلّٰهِ وَسَلَامٌ عَلٰى عِبَادِهِ الَّذ۪ينَ اصْطَفٰىۜ آٰللّٰهُ خَيْرٌ اَمَّا يُشْرِكُونَۜ
“Bibêje: ‘Hamd ji Allah re û silav li ser evdên wî yên bijare be.’ Ma Allah bixêrtir e an şirîkên (ku ji Allah re) çêdikin?”[2]
Ji bo naîlbûna silava Allah (ac) pêxembertî ne şert e. Dema Allah (ac) hez evdeki xwe bike, silav lê dike. Wekî ku em di sîyera Rasûlullah (ass) dibînin, Allah (ac) ji dîya me Xadîce (ra) û ji Ûbey b. Kab (ra) re jî silav şandîye.[3]
Silavdayîna Allah (ac) ya roja qiyametê nîşan dide ku nîmeta xwe li ser evdên xwe temam kiriye.
تَحِيَّتُهُمْ يَوْمَ يَلْقَوْنَهُ سَلَامٌۚ
“Roja ku leqayî wî dibin, peyva wan a pêşwazîyê ev e: ‘Silav!’ ”[4]
Melaîket jî silav li evdên mûmîn dikin û mîzgînîya cennetê didin wan.
اَلَّذ۪ينَ تَتَوَفّٰيهُمُ الْمَلٰٓئِكَةُ طَيِّب۪ينَۙ يَقُولُونَ سَلَامٌ عَلَيْكُمُۙ ادْخُلُوا الْجَنَّةَ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
“Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: ‘Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.’ ”[5]
Li dinyayê û li axîretê ji bo gihîştina silavê hewceye ku însan jiyaneke bi silametî bidomîne. Jiyaneke ji şirk û ji bîd’etan û ji masîyetan dûr û parastî…
Es-Selâm û Aşîtîya Li Ser Rûyê Erdê
Allah (ac) daxwaz dike ku hemû gelên li ser rûyê erdê di bin banê îslamê de bi aramî û di tendurûstîyê de bijîn. Ji ber vê yekê wan gazî dînê xwe dike. Lewre ev dîn wek yekpare dînê Allahê Es-Selâm e. Kesên ku vê dînê qebûl dikin û hewcetîyên wê pêk tînin di nava firehî û aramî û xêrûber de dijîn.
وَلَوْ اَنَّ اَهْلَ الْقُرٰٓى اٰمَنُوا وَاتَّقَوْا لَفَتَحْنَا عَلَيْهِمْ بَرَكَاتٍ مِنَ السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِ وَلٰكِنْ كَذَّبُوا فَاَخَذْنَاهُمْ بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ
“Eger ehlê wan welatan îmân bianîna û xwe (ji Allah) biparastana, me yê di ser wan de ji erd û esmanan (derîyê) bereketê vekira. Lê wan derewandin. Me jî ji ber tişt (guneh) ên ku bi dest xwe xistibûn bi (ezab) wan girt.”[6]
Şahidê van gotinên me dewra Esra Seadet û Hengama Xelîfeyên Raşid e. Di van dewrên ku îslam wek bitevahî hate tetbîqkirin de hemû gel di hizûr û firehî û xêrûber de bûn. Di cirman de kêmasîyekî wisan pêk hatibû ku di tu hengama dîrokê de tiştekî wisan nehatibû dîtin. Tiştekî balkêş e ku kesên sûcdar bixwe dihatin û cirmên xwe îtîraf dikirin. Însanan nedîtibin jî wijdana wî ew rihet nedihişt. Malên zekâtê di beyûlmal de civîyabû. Hin caran kesekî nedidîtin ku zekât bidin wî.
Bêguman yek sedemeke vê rewşê hebû. Wan îcabetî banga Allahê Es-Selâm kiribûn û ehkamên wî tetbîq dikirin. Allah (ac) jî bi navê xwe yê Es-Selâm tecellî kir û xweşî û aramî û dilşadîyê da wan. Ev silametîyeke wisan e ku herkes ji wê nesîbê xwe distîne. Lewre ew; sîstemeke wisan e ku aqîdeya wê tewhîd û pergala wê edalet e. Keça pêxemberekî û koleyek, kûrê xelîfeyek û karkerek, walîyê wîlayetekî û kafirek li dij qanûnên wê wekehev in.
Derê Îslamê De Silametî Tûne
Belê, a niha hin kes dikarin bibêjin madem derê îslamê de silametî tûne îro çima di erdnîgara îslamê de aramî tûne?
Îro pirsgirêka alema îslamê ev e; ew bixwe ji îslam a ku çavkanîya aramî û xêrûber û seadetê ye dûr bûne. Îro civakeke wisan heye ku: Tewşîtî û kelevajîyên feylesofên Yewnan wek aqîde dipejirînin… Li gorî qanûnên cezayê ya Swêd tên cezakirin… Li gorî hiqûqa Almanya dizewicin û li gorî hiqûqa Îtalya hevdu berdidin… Li gorî hiqûqa Îngilîstan mîras parve dikin… Malên xwe li gorî sehneyên di rêzefîlman de dibînin radixînin… Cil û bergên xwe de didin pey modeya dawî… Weke wan ên perestîya şeytan dikin kêf û şahîyê dikin… Axir dema dimirin jî li gorî usûla îslamê tên definkirin. Di nav jiyana civakekî di vê rengê de îslam wek ûrf û kevneşopek û hêmanek folklorik cih digire.
Belê, ligel ûmmeta îslamê alema însanîyetê bitevahî di lêgerînekî de ye. Li pey pergalekî wisan de ne ku hizûr û tenduristîyê bîne. Ji xeynî derîyê Es-Selâm ku çavkanîya aramî û silametîyê ye serî li her derî dan. Her tiştên nû ceribandin. Di encam de miradê wan di dilê wan de ma.
Gotin “Demokrasî… Dewleta Netewe… Heq û mafên însanan… Ronîbûn…” û peyvên mezin û giran kirin. Weadên xemilandî dan. Netîce li darî çavan e. Ji xwîn û kîn û kaos pê ve tiştekî din derneket holê.
Di encamê de fêm bû ku ji xeynî îslamê qet tu sîstem û ramanekî din ji alema însanîyetê re firehî û aramî û xêrûber nayne. Ji alema însanîyetê re ji vegera îslamê pê ve qet tu çare tûne.
Daru’s Selam, Cenneta Allahê Es-Selâm E
Allah (ac) di Qûr’ana Pîroz de cennetê wek Daru’s Selam binav kiriye. Navandina wê ya bi vê awayê ji ber vê ye ku ew der ji hemû afat û qisûr û kêmasîyên tên aqlê însan parastî û mûnezzeh e.
وَاللّٰهُ يَدْعُٓوا اِلٰى دَارِ السَّلَامِۜ وَيَهْد۪ي مَنْ يَشَٓاءُ اِلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ
“Allah, gazî darûs’selamê (cennetê) dike û ew kî daxwaz bike digihîjînê ser rêya rast.”[7]
وَبَشِّرِ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ اَنَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۜ كُلَّمَا رُزِقُوا مِنْهَا مِنْ ثَمَرَةٍ رِزْقًاۙ قَالُوا هٰذَا الَّذ۪ي رُزِقْنَا مِنْ قَبْلُ وَ اُتُوا بِه۪ مُتَشَابِهًاۜ وَلَهُمْ ف۪يهَٓا اَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَهُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ
“Mizgînê bide wan ên îmân anîne û amelên salih dikin, muheqeq ji bo wan cennetên di bin wan de çemên diherikin hene (amadekirî ne). Çi dema ku fêkîyên wê (cennetê) ji wan re wek riziq tê dayîn û dixwin wiha dibêjin: ‘Berê jî em bi van hatibûn rizqandin.’ (Bi rastî) ji wan re yên hevşêwe/mînahev hatibû dayîn. Ji bo wan li wê derê zewceyên/jinên pakîpaqij (ji her kêmasîyan paqijkirî ne) hene û ew ê di wir de ebedî bimînin.”[8]
قُلْ اَؤُ۬نَبِّئُكُمْ بِخَيْرٍ مِنْ ذٰلِكُمْۜ لِلَّذ۪ينَ اتَّقَوْا عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتٌ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَا وَاَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِالْعِبَادِۚ
“Bibêje: ‘Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.”[9]
Fêm dibe ku hebûna cennetê, tecellîya navê Allahê Es-Selâm e. Ji ber ku tecellîya navê Es-Selâm e ehlê wê jî li ber derîyê cennetê bi silav tên pêşwazkirin. Bi silav dikevin hûndir. Allah (ac) wê derê bi navê “Warê Selâm” navandîye. Ev jî nîşanî me dide ku divê evdên wî, ji Allah (ac) bi navê Es-Selâm wê cenneta ku Daru’s Selam e pir zêde dûa û daxwaz bikin.
Bêguman ji bo daxwazî û gihîştina cenneta ku warê silametîyê ye bitenê dûa û lavahî ne bes e. Ligel vê divê bibe evdekî wisan ku kesên mûslîm ji dest û zimanê wî di silametîyê de bin. Heta ku amelên wî bibin piştgirê peyvên wî. Dûayên wî ya qewlî û fiîlî bi hevdu re bi bal Allah (ac) ve bilind bibin.
Di mijara daxwazîya cennetê ya bi temennîyan re mînaka herî balkêş Cihû ne. Bi vê bawer bûn û îdîa dikirin ku ew her çi xerabîyan bikin jî dê di encamê de bikevin cennetê.
وَقَالُوا لَنْ يَدْخُلَ الْجَنَّةَ اِلَّا مَنْ كَانَ هُودًا اَوْ نَصَارٰىۜ تِلْكَ اَمَانِيُّهُمْۜ قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
“Gotin: ‘Ji Cihûyan û Filleyan pê ve kes nakeve cennetê.’ Ev, gumreşîyeke wan e. Bibêje: ‘Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka delîlên xwe (ya ku tê de qet tu şubhe tune) bînin (de em bibînin’).”[10]
Nexwe cenneta warê silametê bi hêvî û gûmreşîyan nayê bi dest xistin. Berevajî ji bo wê divê xebatekî li ser bingeha îman û amelên salih bê kirin. Ji xeynî qelbekî selîm û amelên salih pê ve qet tu tişt feyde nade însan.
Qelbê Selîm Çi Ye?
وَلَا تُخْزِن۪ي يَوْمَ يُبْعَثُونَۙ يَوْمَ لَا يَنْفَعُ مَالٌ وَلَا بَنُونَۙ اِلَّا مَنْ اَتَى اللّٰهَ بِقَلْبٍ سَل۪يمٍۜ وَاُزْلِفَتِ الْجَنَّةُ لِلْمُتَّق۪ينَۙ
Ew qelbên ji nexweşînên weke şirkê û israra li ser gunehên kebaîr û gumanbarîya li dij weadên Allah (ac) dûr bin, ha ewana qelbên selîm/pak in.
“Di roja vejîn (a însanan) de min riswa neke û kêm nexe! Ew rojeke (wisan e) ku ne mal û ne jî ewlat feyde dide. Lê ew ên bi qelbeke pak/selîm tên, ne tê de. Cennet, ji Mutteqîyan re tê nêzîkkirin.”[11]
Rasûlullah (ass) di hedîseke sehîh de wiha gotîye:
“Hin qewmên dikevin cennetê tu dibêjî ku qelbên wan weke qelbê çûkan e.”[12]
Taybetîya çûkan çi ye?
Em dizanin ku dengekî herî biçûk jî çûkan diveciniqîne. Divê kesê mûslîm jî ji bo bigihîje warê silametîyê weke çûkekî hesas be. Evdîtîyeke bi hezkirin û bi tirs û bi rêzdarî teqdîmê Rabbê xwe bike. Ev tirs, tirsa ji rûvegerandinê ye. Tirsa xezeba Allah e (ac). Tirsa windakirina hezkirîyê xwe ye û kêmbûna rûmeta li cem wî ye.
اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اِذَا ذُكِرَ اللّٰهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَاِذَا تُلِيَتْ عَلَيْهِمْ اٰيَاتُهُ زَادَتْهُمْ ا۪يمَانًا وَعَلٰى رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَۚ اَلَّذ۪ينَ يُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَۜ
“Mumîn enceq ew kes in ku; dema Allah tê zikirkirin qelbê wan dilerize. Dema ayetên wî ji wan re tên xwendin îmana wan zêdetir dibe û ew bi tenê tewekkulê Rabbê xwe dikin. Ew in ku; nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.”[13]
Ji xwe ev hesasîyet e ku qelbê kesê mûmîn ji şirk û bîd’et û hewa û merezên şûbhe û şehewatan diparêze. Ji bo silametîya qelb divê mirov xwedî hesasîyeta evdîtîyê be.
Dûaya Bi Navê Es-Selâm
اَللَّهُمَّ أَنْتَ السَّـلاَمُ، وَمِنْكَ السَّـلاَمُ تَبَارَكْتَ يَاذَا الْجَـلاَلِ وَالإِكْرَامِ
“Allahê min! Tu Es-Selâm î. Selam, silametî/tendurutî ji te ye. Tu, ya berz û mûbarek î. Ya xwedîyê celal û îkramê!”[14]
Rabbê me! Tu ji her kêmasîyan mûnezzeh î. Çavkanîya silametîyê yî. Tu ew îlah î ku layiqê hemû hemd û pesinandinan î. Li dinyayê silametî û afîyetê bide me. Tu me bi exlaqê Es-Selâm bixemlîne. Tu me bike ji niştecihên warê silametê.
[1] 59/Haşr, 23
[2] 27/Neml, 59
[3] Bûxarî, 3809; Mûslîm, 799
[4] 33/Ehzab, 44
[5] 16/Nahl, 32
[6] 7/A’raf, 96
[7] 10/Yûnus, 25
[8] 2/Baqara, 25
[9] 3/Al-î Îmran, 15
[10] 2/Baqara, 111
[11] 26/Şûarâ, 87-90
[12] Mûslîm, 2840
[13] 8/Enfal, 2-3
[14] Mûslîm, 592
İlk Yorumu Sen Yap