Îman Anîna Bi Rasûlullah Tê Ser Çi Maneyê?

Muhammedun Rasûlullah çi ye, tê ser çi maneyê?

Kesê ku vê hevokê bibêje, êdî divê çi bike? Êdî çi mesûlîyetên wî hene? Em ê li ser van xisûsan bisekinin û hewl bidin xwe da ku em bikaribin rave bikin. Çawa ku di dersa Laîlaheîllallah de me behsa mînaka wan mirovên ku Laîlaheîllallah bi ziman dibêjin lê di qelbê wan de cih negirtîye me îzah kiribû weke wê, di vê rêzenivîsê de jî Allah (ac) nasîb bike em ê behsa wan mirovên ku dibêjin “Muhammedun Rasûlullah!” lê ji vê gotina xwe tiştekî fêm nakin û ew gotina wan li dinya û li axîretê tu feyde nade wan bikin.

Muhammedun Rasûlullah, yanê îman anîna bi Pêxember (ass) çi ye?

Dema ku em lê binêrin li ser vê mijarê pir tarîfên ku ulemayê îslâmê kirine heye. Di nav wan tarîfan de ya herî xweşik û di maneyeke birêkûpêk de ye ev e: “Muhammedun Rasûlullah; bawerîya bi pêxember e ku di tiştê ferman kiriye de ji wî re îtaet bê kirin û di meseleyên bi me daye zanîn de jî tesdîqkirina wî ye. Tiştên ku Rasûlullah (ass) qedexe kiriye dûr ketina ji wan tiştan. Û dûrketina îbadetên ji Allah (ac) re ji xeynî awayê ku Rasûlullah (ass) nîşanî me daye û hînî me kiriye.

Dema em li vê tarîfê binêrin em ê bibînin ku bi gelemperî di nav xwe de çar xal kom dike. Kesê ku bibêje Muhammedun Rasûlullah, hewceye ku bi çar xisûsan bizanibe. Eger bixwaze hevoka Muhammedun Rasûlullah tê ser çi maneyê, divê di tiştên ku Rasûlullah (ass) ferman kiriye de îtaeta wî bike û di bûyerên pê daye zanîn de wî pesend/tesdîq bike û divê ji tiştên ku qedexe kiriye jî xwe biparêze. Dema îbadet kir, ne li gorî hewa û qafê xwe, berevaj li gorî sunnet û rêbaza Rasûlullah (ass) ku hîn kiriye û nîşan daye ji Allah (ac) bibe evd û îbadetên xwe teqdîm bike.

Sererastkirina Hin Çewtîyan

Em di vê xalê de dixwazin di îman anîna Rasûlullah (ass) de hin tiştên çewt fêm bûne sererast bikin. Li gorî ekserîyeta însanan dema dibêjin “Me îman bi Rasûlullah (ass) anîye” di zihnê wan de ev tiştên hanê teswîr dibin:

Rasûlullah (ass) pêxemberekî wisan e ku; ji aleman re wek rahmet hatiye û rihê wî û libasên wî spî ne û her zarokê ku di rê de dibîne serê wan mist dide û her yekî dibîne re sedeqe dide û her tim dibeşişe…

Bi kurtahî wek pêxemberekî derasayî û serbeşer tê dîtin. Ji ber ku em jî însan in, ji ber em jî pêdivîya mînakek ji mirovan ji xwe re dixwazin; ew mirovên ku Rasûlullah (ass) wek kesayetîyekî fewqelade dibînin di tu merhaleya jiyana wan de pêxember cih negirtiye. Dema karekî dikin di wê mijarê de sunnet û rêbaza Nebewî ne pejirandine. An jî di lihevnekirinên di navbera xwe de hakemtîya Rasûlullah (ass) hewce nabînin.

Lewre ew pêxemberê ku li ber çavên xwe teswîr kirine, pêxemberekî serbeşer û qethîyen ne yê mînakgirtinê ye. Eger em hîn bibin ka pêxember kî ye û wezîfeya wî çi ye wê demê em ê bikaribin li ser vê ramana çewt reddîyeyekî bidin.

Li ser wan kesên ku dibêjin “me îman pê anîye” ka çi pêwist e divê em ji Qur’anê bipirsin. Rabbê me çawa ku ev pêxember ji me re şandîye di heman demê de helwestên mirovan ya li dij pêxember jî ji me re rave kiriye. Allah (ac) hevoka “Muhammedûn Rasûlullah” jî ji me re îzah kiriye. A niha em ê serî li Qur’anê bidin ka wezîfeya Rasûlullah (ass) çi ye? Helwestên ku însan li dij pêxember nîşan didin çi ne? Pêwistîya îman anîna pê tê ser çi maneyê?

Dema Qur’an behsa pêxember dike yek taybetîyekî wî ya giring bi me dide zanîn ku ew (ass) ji hemû aleman re hatiye şandin. Allah (ac) wiha dibêje:

وَمَٓا اَرْسَلْنَاكَ اِلَّا رَحْمَةً لِلْعَالَمِينَ 

“Me tu ji hemû aleman re wek rahmet şandiye.”[1]

Allah (ac), Rasûlullah (ass) wek şexsî bi me daye nasandin. Bi me dide zanîn ku Rasûlullah (ass) weke me mirovek e. Allah (ac) di Quranê de wiha dibêje:

قُلْ اِنَّمَٓا اَنَا بَشَرٌ مِثْلُكُمْ

“Bibêje: ‘Ez, enceq weke we mirovek im.’ ”[2]

Ji ber ku Allah (ac) ew wek mirov şandiye, di heman demê de li me ferman dike ku em wî ji bo xwe wek mîsal û mînak bigirin. Lewre ew jî weke me mirov e û wekî hemû mirovan jiyaneke wî yê ji rêzê heye. Di jiyana me ya rojane de her cureyên ku pêdivîya me pê heye, mînakên wan li cem Rasûlullah (ass) mewcûd e. Ew, bixêrtirê însanan e. Allah (ac) wiha dibêje:

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللّٰهِ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُوا اللّٰهَ وَالْيَوْمَ الْاٰخِرَ وَذَكَرَ اللّٰهَ كَثِيراً

“Sond be ji bo we di Rasûlullah de, ji ew ên ku hêvîya Allah û roja axîretê dikin û Allah pirzêde zikir dikin re nimûnetîyeke xweşik heye.”[3]

Allah (ac) bi me dide zanîn ku şandina pêxember (ass) ji bo vê ûmmetê wek nîmet û qencîyeke mezin e. Divê em ji bo vê nîmetê pir şikur bikin. Bi gotin û kirinên xwe û bi dilekî xweş divê em tabiê wî bin. Allah (ac) wiha dibêje:

لَقَدْ مَنَّ اللّٰهُ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ اِذْ بَعَثَ فِيهِمْ رَسُولًا مِنْ اَنْفُسِهِمْ يَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِهِ وَيُزَكِّيهِمْ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَۚ وَاِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلُ لَفِي ضَلَالٍ مُبِينٍ

“Sond be Allah lutfeke mezin li mumînan kiriye ku ji wan re ji nav wan pêxemberek şandîye û ew ji wan re ayetên Allah dixwîne û wan (ji şirk û neqencîyê) paqij dike û wan hînî Kitêb û hikmetê dike. Bêguman dema berê de (berî ku pêxember hatibû) di nava rêşaşîyeke eşkere de bûn.”[4]

Allah ji ber ku pêxemberek şandiye lutf û qencî li mûmînan kiriye. Allah (ac) di ayetê de di serî de şandina pêxember ji me re wisan dide nasandin. Û Allah (ac) dema wezîfeya pêxember bi me dinasîne ji Rasûlullah (ass) re wiha dibêje:

يَٓا اَيُّهَا الرَّسُولُ بَلِّغْ مَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَۜ

“Ya Rasûl! Tiştê ku Rabbê te ji te re nazil kiriye (ji însanan re) teblîx bike…”[5]

Di vê rewşê de fêm dibe; peyvên ku pêxember ji ummeta xwe re gotiye û ragihandîye, di eslê xwe de ne peyvên wî ne. Ew, bi temamî wehî ye. Allah (ac) di ayeteke din de wiha dibêje:

وَمَا يَنْطِقُ عَنِ الْهَوٰىۜ اِنْ هُوَ اِلَّا وَحْيٌ يُوحٰىۙ

“Ew, ji hewayê napeyive. (Axaftinên wî,) ji wehîya ku jê re tê wehîykirin pê ve ne tiştekî din e.”[6]

Allah (ac), wan tiştên ku pêxember di warê dîn de axivîye, bi me dide zanîn ku ew wehîy bixwe ye. Madem pêxember ji nefsa xwe naaxive û madem ew tiştên ragihandîye me wehîy e, wê demê divê ku em di gotinên pêxember yên di qada dîn de gotine de îtaeta wî bikin. Ligel vê, dema me îtaeta pêxember kir, di heman demê de tê ser vê maneyê ku em îtaeta Allah (ac) jî dikin. Allah (ac) di Quranê de wiha dibêje:

مَنْ يُطِعِ الرَّسُولَ فَقَدْ اَطَاعَ اللّٰهَۚ

“Kî îtaetî Rasûl bike, qet bêguman wî îtaetî Allah kiriye.”[7]

Îtaeta Pêxember (ass) Tê Ser Maneya Îtaeta Allah (ac)

Pêxember (ass) ne ji ber xwe diaxive û hin tiştan ne ji ber xwe dibêje. Lewre çavkanîya agahîya wan tiştên ku ragihandîye me wehîy bixwe ye. Allah (ac) wezîfeya pêxember bi me wiha dide zanîn, ew jî ev e ku bi dilsozîtî girêdayîbûna Qur’anê ye. Allah (ac) wan kesên ku ji Quranê rû vedigerînin wek ‘kafir’ binav dike. Wezîfeya Allah (ac) daye pêxember yek jî ravekirina Quranê ye ku ew (Qur›an) ji bo însanan wesîleya rizgarîya dinya û axîretê ye. Allah (ac) xîtab li pêxember dike û wiha dibêje:

…وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الذِّكْرَ لِتُبَيِّنَ لِلنَّاسِ مَا نُزِّلَ اِلَيْهِمْ…

“Ji te re jî zikir/Qur’an nazil kir ku, tiştên ji wan re hatiye daxistin tu beyan bikî.”[8]

Nexwe ew peyvên ku ji devê pêxember derketine û ji ayetên Qur’anê ne bi zimanê Rasûlullah (ass) îzah û ravekirina Quranê ye. Rasûlullah (ass); an fermaneke Qur’anî dirastîne/teyîd dike an meseleyeke ne apaşkere be vedike an jî fermanek û qedexeyekî gelemperî bi hin şertan ve girê dide an jî bi îtaeta mutleq ya ku Allah daye wî hin hukmên ku di Quranê de ne hatine ji me re bi eşkerehî beyan dike.

Di vê rewşê de dema me got “Muhammedûn Rasûlullah” tiştên ku pêxember li me emir kiriye di wan de divê em îtaeta pêxember bikin û ji tiştên qedexe kiriye jî divê em xwe dûr bixin. Ji ber ku pêxember (ass) dema ji derê Qur’anê axivî di heman demê de rasterast ji wehîyê xeberê dide me. Axaftina wî ji xeynî wehyê ne tiştekî din e. Ligel vê pêxember (ass) ji Qur’anê, ji tiştên me di rêzên borî de hejmartine jî rave dike.

Rasûlullah (ass), an tiştên ji bo me li dinya û axîretê de û rahmet û rizgarî ye rave dike an jî tiştên ku wê me ji agirê cehennemê dûr bike û biparêze li me emir dike. Divê bi vê awayî di her rewşê de em îtaeta Rasûlullah (ass) bikin. Bi kurtahî, di sunnet û rêbaza wî de îtaetkirina bi wî tê ser maneya di ayetê de dibore wekî ku îtaeta ji Allah (ac) re bixwe ye.

Kesê îtaeta Rasûlullah (ass) dike wî birastî îtaeta Allah (ac) kirîye.

Dawîya beşa (1.) yekemîn, dê bidome înşaAllah.


[1]. Meala Tewhîd, 21/Enbîya, 107

[2]. Meala Tewhîd, 41/Fussîlet, 6

[3]. Meala Tewhîd, 33/Ehzab, 21

[4]. Meala Tewhîd, 3/Al-î Îmran, 164

[5]. Meala Tewhîd, 5/Maîde, 67

[6]. Meala Tewhîd, 53/Necm, 3-4

[7]. Meala Tewhîd, 4/Nîsa, 80

[8]. Meala Tewhîd,16/Nahl, 44

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver