Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Şertên Lâîlâheîllallah

Osman SADIKOĞLU 2020-01-28

Beşa (7.) Heftemîn

Şerta (1.) Yekemîn: Înkar KirinaTaxût

Înkar kirina taxût, nebe nabeya îmanê ye û şerta yekemîn a tewhîdê ye. Delîlê wê jî ev ayeta Qur'anê ye:

فَمَنْ يَكْفُرْ بِالطَّاغُوتِ وَيُؤْمِنْ بِاللّٰهِ فَقَدِ اسْتَمْسَكَ بِالْعُرْوَةِ الْوُثْقٰى لَا انْفِصَامَ لَهَاۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ

"… Her kî taxût înkar bike û bi Allah îman bîne; wî, xwe bi qulpeke herî zexim ku qetandîn jê re tuneye girtî ye. Allah, Semî' û Alîm e.'' [1]

 Di zimanê Erebî de "مَنْ/men" daçeka/edata şertê ye. Allah -azze we celle- di vê ayetê de dû mercên qewîgirtina vê qulpê rêz dike/dijmêre.

Înkar Kirina Taxût

Îman Anîna Bi Allah

Ew Qulpa ku qetandîn jê re tune çiye?

Ji mûfessîran Mûcahid -rahîmehullah- dibêje maneya qulpê "îman'' e. Sûddî jî dibêje maneya wê "îslam''e.

Ibn-i Abbas û Said ibn-î Cubeyr jî dibêjîn maneya qulpê "Lâ îlâhe îllallah'' e. Enes -radiyallahuanh- jî diyar kiriye ku maneya wê "Qur'an'' e.[2]

Îmam Kurtubî û Ibn-î Kesîr piştî van şîroveyan neqil dikin, dibêjin ku ev şîrove bitemamî li dor maneyekî digerin û di navbera wan de tû nakokî tune ye.

Eger li tefsîra eshabîyan -radiyallahûanhûm- û selefê salihîn -rahîmehumullah- bi baldarî bê rênîn diyar dibe ku tevlî "qulp'' a di ayetê de dibore wek "nebe nabeya dîn'' bi mane kirine.

Herê, "qulp'' a ku qetandin jê re tune îman e û îslâm e û kelîmeya tewhîdê ye. Însan ger bixwaze daxilê daîreya îslâm û tewhîdê bibe teqez divê înkarkirina taxût û îman anîna Allah -azze we celle- ku di ayetê de bi daçeka şertê derbas bûye pêk bîne. Ev şert, ne şertên ku hinek mirovan jiber xwe diyar kirine.

Mercê/şertê ketina îslamê, Allah -azze we celle- bi me diyar dike ku bi kelîmeya tewhîdê ye. Digel vê yekê mercên vê peyvê jî Allah -azze we celle- ji me re diyar kiriye. Di vê mijarê de ji însan re heqê hilbijartinê tune.

Kesê ku dixwaze ji amelên xwe feyde bigire û ji bo ew amelên wî li gor şerîetê meqbul bibe, muheqqeq divê amelên xwe li gorî şertên ku Allah -azze we celle- diyar kiriye pêk bîne.

Dema ku me tarîfa şertên nimêjê kiribû, me mîsala nimêjê jî dabû. Çawa ku nimêj, bê şertê destmêjê di heqîqetê de nabe nimêj; weke vê, ji bo ketina îslamê jî merca înkar kirina taxût eger pêk newe ketina dînê tewhîdê ne mimkun e.

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- jî gelek caran bal kişandiye şerta înkar kirina taxût.

"Her kî bêje Lâ îlâhe îllallah û ji xeynî Allah wan kes û kusan (yên ku îbadet ji wan re tên kirin) înkar bike can û malên wî parastî ye (ji Muslîman re haram e). Hisabê wî jî maye li Allah."[3]

Di van hedisên Rasûlullah de -aleyhîssalâtuwesselâm- di rêza yekemîn de bi giştî kelîmeya şehadetê cih digire. Di rîwayeta Îmam Muslîm de Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- maneya kelîmeya şehadetê bi eşkerehî diyar dike û wiha dibêjê:

"Îslâm li ser pênc tiştan ava ye. Îbadet kirina ji Allah re û înkar kirina yên ji xeynî Allah û kirina nimêjê û dayîna zekatê û çûna heccê û girtina rojîya meha Remezanê.''[4]

Berî îman anîna bi Allah -azze we celle- înkar kirina taxut tê.

Ji van ayetan û hedîsan fêm dibe ku eslê kelîmeya şehadetê û bingeha ku îslâm li ser ava bûye înkar kirina taxûtan e.

Ev mijar di Îslamê de, mijareke giring û nebe nabe ye. Hûn bala xwe bidîn ayetê, Allah -azze we celle- berî îman anîna bi xwe înkar kirina taxût zikir dike.

Mirovek, hetanî taxut înkâr neke bi ziman

tenê îman anîna wî ya bi Allah -azze we celle- pêk nayê û îdîaya wî muhtacê îsbatê ye. Lewre di vê rewşê de ew îman, îmaneke wisan e ku şirk tevlî wê bûye. Ew şirkeke wiha ye ku ji bo xwedîyê xwe zilima herî mezin e. Kesê ku taxut înkar nekiribe û bêje "Ez îman bi Allah tînim!"ew kes heqqê îbadetê, yanê uluhîyyetê di navbera Allah -azze we celle- û taxûtan de parve kiriye.

 Di dirêjahiya dirokê de di nav însanan

de di mijara îman anîna Allah -azze we celle- de bi gelemperî pirsgirêk çênebûne. Di tarîxê de hinek îstisna hene. Lê belê pirsgirêka di nav însanan de yê herî giring înkara taxût û bitenê îbadet kirina Allah e -azze we celle-. Dizanin ku xaliq û raziq Allah e -azze we celle-, lê belê heqê ubudîyet û uluhîyetê tenê bitenê nedane Allah -azze we celle-. Di neqeba xwe û Allah de navbeynkarên cûrbicûr çêkirin. Hetanî ku pêxember -aleyhîmûsselâm- ji wan re hatin û wana dawetî tewhîdê kirin, lê mixabin ewana bûn dijberê pêxemberan.

Ha ji ber vê sebebê Allah -azze we celle- pirsgirêka herî giring daye pêş. Allah -azze we celle- dixwaze ku abdên wî dawet û teblîxa Rasûlan -aleyhîmûsselâm- rast fêm bikin. Ji vê dawetê ne tenê hebûn û yekîtîya Allah -azze we celle- ji xeynî vê yekê; dixwaze temamê pêxemberan ewana dawetê vê tiştê kirine ku, ewê yekane layiqê îbadetê ye Allahê Wahîdu'l Qehhar e. Di vê mijarê de ji bo ku înkar kirina taxut di destpêkê de rêz bûye, zehfên muşrîkan dema ku kelîmeya tewhîdê seh dikirin dij radibûn û nêzî guhdarî û fêmkirinê jî nedibûn.

A. Îzaha Taxût Ku Di Kelîmeya Tewhîdê De

Şerta Yekemîn e û Bê Pêkanîna Wê Binavkirina Mumîn Ne Mimkun E:

Taxût; di luxatê de tê maneya "zêde pê de çûn, ji heddê xwe derketin'' e. Maneya wê ya şer'î jî nêzî van maneyan e û ji vê kokê muştaq e, yanê zêde buye.

Îmam Taberî -rahîmehullah- di tefsîra sûreya Baqara, di ayeta 256. de tarîfa taxût wiha dike:

"Mufessîran di maneya taxut de îxtîlaf kirin.

Hin dibêjin "Taxut, şeytan e.'' Vê tarîfê bi senedên zexim ji Ûmer b. Xettab -radiyallahanh- û ji Mûcahid û ji Dehhaq û jî Sûddî neqil dike.

Hin dibêjin "Taxut, sêhrbaz e''. Ji Ebû Alî (bi senedê wî bixwe) neqil dike.

Hin dibêjin "Taxut, berbêj e, yanê kâhîn e."

Ew ên ku di vê qeneatê de ne vîya ji Said b. Cûbeyr û ji ibnî Cureyc neqil dikin."

Piştî ku van nêrînan diyar dike (Îmam Taberî) wiha dibêjê:

"Li gor qeneeta min taxut ew e ku dijberî Allah -azze we celle- li ser heddê xwe diçe ye û her mabudê ji xeynî Allah -azze we celle- ye. Dixwaze bi zorlêkirina wî (mabudê be) an bi xwestina însanan be. Ew mabudê ku ji xeynî Allah -azze we celle- îbadet û îteat li wan tên kirin ferq di navbera wan de tune. Her çi însan be an şeytan be an pût û sanem an jî tiştekî dîn be''

Ibnu'l Cewzî di tefsîra xwe ya Zadu'l Mesîr de wiha dibêje:

"Ew kesên ji bo însanan beraliyê rêşaşîtîyê bikin dipeyivin/mijul dibin û li ber putan disekinin û bejna xwe ji bo wan ditewînin, ha evana taxut in."[5]

Ibn Kesîr di tefsîra xwe de wiha dibêje:

"Taxut, ew şeytanê di sureta însanan de ye. Dema ku di navbera însanan de lihevnekirin çêdibin diçin serî didin wan û qîma xwe li mehkemeyên wan taxûtan tînin."[6]

Îbnu'l Qayyim el- Cewzî -rahîmehullah- tarîfa taxut wiha dike:

"Taxût ew kes e ku di îbadetê de îteat û girêdayîya dilsozî de ji heddê xwe derketîye. Her çi tiştê di nav qewmekî de ku bi îteat û ittibayê de ji xeynî Allah -azze we celle- îbadet ji wan re tê kirin ha ew tişt taxutê wê qewmê ye.

Ger tu rewşa van taxûtan û van milletan bifikrî wê tu bibînî ku bi rastî ekserîyetê însanan îbadetê ne jî Allah -azze we celle- re, bilakis ji taxût re dikin. Bi hûkme Allah -azze we celle- qaîl nabin û bi hûkmê taxût muhakeme dibin. Tabi'ê hukme Allah -azze we celle- nabin lê pêgirtê hûkmê taxûtan dibin."[7]

Ji van tarîfan çi fêm bû?

Fêm bû ku taxut; ew ê ku ji heddê xwe borîye û ji bîr kirîye ku ew bixwe jî abdek e û di xwe de hin wesfên îlahtîyê dibîne ye. An jî ew ê ku wek rêber û reîs û lîder tên dîtin û şopînerên wan/taqîpkarên wan hin wesfên îlahtîyê didin wan mezinên xwe, qismekî taxûtan jî ew in.

Şeytan wek taxut hatîye binavkirin: Lewre ew, însanan gazî û beraliyê îbadeta heyînîyên ji xeynî Allah -azze we celle- ve dike. Sebebê her new'ê şîrk û masîyet û ji heddê xwe derketine ew şeytan bixwe ye.

Berbêj/Kahîn jî wek taxut hatîye binavkirin: Lewre ew, îdîa dike ku bi tiştên xeybî dizane. Halbukî ji Allah -azze we celle- pê ve tu kes bi xeybê nizane.

Sêhrbaz jî wek taxut hatîye binavkirin: Çimkî ew, îdîa dike ku feyde û zirar dide însan yahut tiştê ku di holê de ye winda dike û tiştê ku tuneye jî ji hê û quwweta xwe mewcûd dike. Halbukî evan bi temamî wesf û xisûsîyetên Allah in -azze we celle-.

Ew tiştên ku ji xeynî Allah -azze we celle- (weke gumbet û put û peyker û lat û dar û hwd.) îbadet li wan tên kirin jî wek taxut hatîne binavkirin: Çimkî îbadet tenê bitenê ji Allah re -azze we celle- tê kirin.

Ew bazirgânên dîn jî wek taxut hatîne binavkirin: Lewre, dema ku ew dipeyivin ne ji Qur'an û sunnetê mijul dibin. Berevaj, ji aqlê xwe û ji hewa û hewsên xwe mijul dibin û bi vê awayê pirên însanan ji heqîyê dûr dixin.

Ew kes an jî sazîyên (Qurumên) di nav însanan de bê sparteka şer'a şerîf, bi hûkmê xeyrî şerîetê hikûm didin, ew jî wek taxut hatîne binavkirin: Çimkî, rayeya hikûm dayînê aîdê Allah e -azze we celle-

Weke ku eşkere bû, ûlemayên îslâmê yê dewrên berê hem tarîfa taxut kirine hem jî taxûtên di dewra xwe de bi ûmmetê dane naskirin. Mesela gotine ku Berbêj, yanê Kahîn taxut e. Divê ku em bizanibin ka Berbêj çima taxut e? Eger em bi vêya nizanibin em wan taxut bûna wan şarlatanên îro bi navê medyum û astrolog û falavêj û cindar in nikarin qenc fêm bikin. Hal ev e ku, taxutbûna berbêjan/kahînan ji ber wê îdîayên wan e ku dibêjin "em bi xeybê dizanin û agahî ji xeybê distînin". Bi vê îdîaya xwe eşkere dikin ku ji heddê xwe diborin û hebuna sifetek ji sifetên Allah -azze we celle- di xwe de mewcûd dibînin. Kesê îdîa bike ku agahî ji xeybê dide, nav û mekân uslûbên wî biguhere jî ew kes taxut bixwe ye.

Bilxese hin kes hene dibêjin taxut ew e ku bi hukmê Allah -azze we celle- hikûm nakin û vê mijarê ji yek awayekî ve didin dest. Piştre xuya bû ku ev kesên hanê bi rastî taxut nas nekirine û red jî nekirine.

Di vê mijarê de ezê mîsalekî bidim. Berîya demekî kurt de ez bi dawetvanekî re hevnasbûm. Wî camêrî di suhbeta me de dema ku mijara taxut derbas dibû taxutên îroyîn ku muselletê ummeta îslâm bûne bitenê behsa wan dikir.

Behsa taxûtên ku bi navên me binavkirî ne û bi zimanê me xeber didin û mûrtedên binkî ne dikir. Dema hevnasîya me pêş de çû min dît ku ev heval ji xeynî rayedaran tu kesekî û tiştekî wek taxût nebine.

Heta hin taxûtên ku ji xeynî Allah -azze we celle- li wan îbadet têne kirin jî înkar nedikir.

Pê re parêzkarîya hin ji wan taxûtan jî dikir!

Wê demê ez fikirîm, gelo çima wisan e? Piştre min bala xwe da û xuya bû ku zehfên însana têgeha taxût xistine tarîfekî pir teng de û ji wan taxûten ku di derveyê tarîfa wan de dimînin bê xeber heyata xwe didomînin.

Bi vê awayê dikevîn rewşekî wisan ku înkar kirina van taxûtan li alîyekî, heta parêzerîya wan dikin. An jî dibêjin taxût, itil bitil lazime ku mirovekî wek Nemrûd an Firewn xweyaye be!

Nizanin ku ideoloji, partî, sazî, mûessese, şehwet û her wekî din jî dibe ku bibin taxût. Emê niha li ayetên ku têgehên taxût derbas dibin binêrin û taybetîyên taxut diyar bikin.

a. Taybetîya Taxût A Yekemîn û Diyarkirina Wî:

Derxistina Ji Nûra Wehîyê Bi Bal Tarîtîya Kufrê Ve

اَللّٰهُ وَلِيُّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُواۙ يُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَوْلِيَٓاؤُ۬هُمُ الطَّاغُوتُۙ يُخْرِجُونَهُمْ مِنَ النُّورِ اِلَى الظُّلُمَاتِۜ اُو۬لٰٓئِكَاَصْحَابُ النَّارِۚ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ۟ 

"Allah dostê Mumînan e. Wan ji tarîtîyê, derdixîne ronahîyê. Dostê kafiran jî taxût e. (Taxût jî) ewana ji ronahîyê dibe tarîtîyê. Ewanan ehlê agir in. Wê di wir de ebedî bimînin."[8]

Îmam Taberî di tefsîra vê ayetê de wiha dibêje:

"Allah -azze we celle- dost û alîkarê mû'mînan e. Wana bi serkeftîn û alîkarîya xwe kiriye dost. Wana ji tarîtîya kûfrê bal bi nura îmanê ve beralî dike. Dost û hevalê kafiran jî ew tiştên (weke put û saneman) ku ji xeynî Allah --azze we celle- îbadetê li wan dikin in. Wana jî ji nura îmanê bi bal tarîtîya kûfrê ve dikişkişîn in.''

Ibn-i Kesir di tefsîra xwe de tiştên nêzî gotinên îmam Taberî dibêje û piştre wiha didomîne:

"Ji ber vê yekê kelîmeya nûr wek yekejimar (yanê tekil) hatîye amilandîn. Lê kelîmeya zilûmat wek pirhejmar (yanê çoğul, bizehfî) hatîye emilandîn. Lewre heq yek e, lê kûfr gelekî zêde ne û cûrbecûr in û temamê wan jî tewş û betal in."

Taybetiya taxût a yekemîn ev e. Ew taxût timûdaîm wan însanên ku tabi'ê wî bûne ji Qur'ana ku nûra wehyê ye û ji sûnnetê û ji tewhîdê dûr dixe û wan însanan têxe zilûmata kûfr û şirkê.

Her çi tişt û kes û kom û sazîyên ev wesfê hanê di wan de hebin navê wî û naveroka wî her çi be jî ew taxût e.

Di vê mijarê de ji dixwazim çend heb mînak bidim.

Şeytan

Ûmer B. Xettab -radiyallahanh- taxût wek şeytan tefsîr kiriye. Lewre şeytan li ser rûyê erdê çavkanîya temamê şer û xerabîyan e. Çawan ku di hizûra Allah -azze we celle- de peyman dabû û mûhlet xwestibû a niha, di vê lehzê de jî bi xurifandina însanan meşxûl e.

قَالَ مَا مَنَعَكَ اَلَّا تَسْجُدَ اِذْ اَمَرْتُكَۜ قَالَ اَنَا۬ خَيْرٌ مِنْهُۚ خَلَقْتَن۪ي مِنْ نَارٍ وَخَلَقْتَهُ مِنْ ط۪ينٍ

قَالَ فَاهْبِطْ مِنْهَا فَمَا يَكُونُ لَكَ اَنْ تَتَكَبَّرَ ف۪يهَا فَاخْرُجْ اِنَّكَ مِنَ الصَّاغِر۪ينَ

قَالَ اَنْظِرْن۪ٓي اِلٰى يَوْمِ يُبْعَثُونَ

قَالَ اِنَّكَ مِنَ الْمُنْظَر۪ينَ

قَالَ فَبِمَٓا اَغْوَيْتَن۪ي لَاَقْعُدَنَّ لَهُمْ صِرَاطَكَ الْمُسْتَق۪يمَۙ

ثُمَّ لَاٰتِيَنَّهُمْ مِنْ بَيْنِ اَيْد۪يهِمْ وَمِنْ خَلْفِهِمْ وَعَنْ اَيْمَانِهِمْ وَعَنْ شَمَٓائِلِهِمْۜ وَلَا تَجِدُ اَكْثَرَهُمْ شَاكِر۪ينَ

قَالَ اخْرُجْ مِنْهَا مَذْؤُ۫مًا مَدْحُورًاۜ لَمَنْ تَبِعَكَ مِنْهُمْ لَاَمْلَـَٔنَّ

جَهَنَّمَ مِنْكُمْ اَجْمَع۪ينَ

"(Allah wiha) got: "Hê Îblîs! Dema min emrê secdekirinê li te kir, çi tiştî te ji vê emrê paş xist?'' (Îblîs) got: 'Ez ji wî çêtir im. Lewre te ez ji agir xuliqandim û wî (Âdem) jî, ji heriyê xuliqand.

(Allah ji wî re) got: "Wê gavê ji wê derê (ji cennetê) derkeve. Quretîya li wê derê ne heddê te ye. Derkeve here, lewre êdî tu ji rezilan î.''

(Îblîs) got: "(Ya Rebbî!) Hetanî roja ku tu însanan carekî din bivejînî, muhletê bide min.'

(Allah) got: "Muheqqeq tu ji wan ên mûhlet dayînan î.''

(Îblîs) got: "Ji bo te ez ezirandime/har kirime, ez ê jî ji bona ku mirovan (bixerifînim) li ser rêya te ya rast rûnêm. Paşê ez ê di pêş wan de û di paş wan de û di rast û çepê wan de nêzîkê wan bibim. Tu yê pirên wan ji şikurdaran nebînî.

(Allah) got: "Heydê bi riswayî û qewirandi ji wir derkeve. Sond be tevlî yên ku tabî'ê te bibin ez ê cehennemê ji we temaman dagirim.''[9]

Rêya Allah -azze we celle- yek e. Ew jî îslâm e ku bi wehîyê diyar bûyî ye. Ew rêyên ji xeynî vê bi temamî rêyên rêşaşîtî û tarîtîyê ne. Weke ku em ji Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem- hîn bûne li ser her rêyekî şeytanek heye û însana gazî wan rêyên batil û tarî dike.

وَاَنَّ هٰذَا صِرَاط۪ي مُسْتَق۪يمًا فَاتَّبِعُوهُۚ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَنْ سَب۪يلِه۪ۜ ذٰلِكُمْ وَصّٰيكُمْ بِه۪ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ

"Rêya min a rast ev e, êdî bidin pey vê rêyê. Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî dizivirîne. Bi vêya şîret li we kirî hêvî heye ku hûn xwe biparêzin."[10]

 Ibnî Mes'ud -radîyallahûanh- wiha qise dike:

"Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem- rojekî li ser erdê xêzekî kişand û piştre wiha got: 'Ev, rêya heq e ku li ser îstîqametê ye.' Piştre li rast û çepê wê hin xêzên di kişand û wiha got: 'Ev xêzên hanê ew rêyên ku li ser devê her yekî ji wan şeytanek heye, ew rê ne.' Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem- piştre wê ayetê (En'am/153) xwend."[11]

Weke ku ji ayetê jî fêm dibe rêya Allah -azze we celle- wek yekejimar (yanê tekil) hatîye amilandîn. Ji bo wê "Nûr" û "Rê" hatîye gotin. Lê kelîmeya zilûmat wek pirhejmar (yanê çoğul, bizehfî) hatîye emilandîn. Ji bo wê jî "Tarîtî" û "Rêyân" tê gotin. Lewre heq yek e û ji Allah e -azze we celle-. Menba û çavkanîya wê yek e. Lê her new'ê batil di eslê xwe de ji şeytan e. bi qasî jimara şeytanan gelekî zêde ne û cûrbecûr in û temamê wan jî tewş û betal in.

Dawîya Beşa (7.) Heftemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 

[1]       .   Baqara: 256

[2]       .   Di tefsîra Ibn-i Kesîr û Îmam Kurtubî' de li ayeta 256. a sûreya Baqara binêrin.

[3]       .   Muslim, Kîtabu'l Îman,129

[4]       .   Muslim, Kîtabu'l Îman,112

[5]       .   Bnr. Tefsîra Sureya Nîsâ, ayeta 51. (Vê ramanê ji Ibn Abbas neqil dike.)

[6]       .   Bnr. Tefsîra Sureya Nîsâ, ayeta 51.

[7]       .   Î'lamu'l Muwaqqi'în, 1/6 

[8]       .   Baqara: 257

[9]       .   A'raf:12,18

[10]      .   En'am: 153

[11]      .   Îmam Ahmed, 4437

Bu Sayfayı Paylaş :